Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Gotara bona Hînbûnê 3

Çawa Miqatî Dilê Xwe bin?

Çawa Miqatî Dilê Xwe bin?

“Ji her tiştî zêdetir miqatî dilê xwe be” (METLK. 4:23).

KILAMA 36 Dilê Xwe Xwey ke

VÊ GOTARÊDA *

1-3. a) Çira Yehowa Silêman hiz dikir, û Silêman çi kerem stand? b) Vê gotarêda emê kîjan pirsa şêwir kin?

SILÊMAN cahiltiyêda bû padşê Îsraêlê. Destpêka padşatiya wî, Yehowa xewnêda jêra xuya bû û got: “Bixwaze, tu çi dixwazî ku ez bidime te”. Silêman caba xwe da: “Ez cahil im û necêribandî me . . . Lema jî dilê guhdar bide xizmetkarê xwe, seva dîwana cimeta te bikim” (1 Padş. 3:5-10, DT). Rastî jî ew çiqas milûk bû, ku “dilê guhdar” ji Xwedê xwest, lema jî ecêbmayî nîne ku Yehowa Silêman hiz dikir (2 Sam. 12:24). Ew xwestina wî usa dilê Xwedê hat, wekî ewî Silêmanra “dilê bi zanyarî û bi femkarî” da (1 Padş. 3:12).

2 Heta ku Silêman Xwedêra amin bû, ewî gelek kerem distand. Jêra qedirekî usa hate dayînê, wekî ewî “bona navê Yehowa Xwedêyê Îsraêlê” paristgeh ava kir (1 Padş. 8:20, DT). Ew pê bîlaniya xwe ku Xwedê dabû wî, bû merivekî gelek nav û deng. Û gotinên wî hatine nivîsarê sê kitêbên Kitêba Pîrozda. Yek ji wan kitêba Metelok e.

3 Xebera dil kitêba Metelokda bi seda cara zêdetir tê xebitandinê. Mesele, Metelok 4:23-da tê gotinê: “Ji her tiştî zêdetir miqatî dilê xwe be”. Vê rêzêda xebera dil çi tê hesabê? Emê caba vê pirsê vê gotarêda şêwir kin. Emê usa jî şêwir kin du pirsên din: Çawa Şeytan dixwaze dilê me xirab ke? Û ça em gerekê miqatî dilê xwe bin? Em gerekê fem kin caba wan pirsên ferz, seva Xwedêra amin bimînin.

ÇI TÊ HESABÊ “DIL”?

4-5. a) Metelok 4:23-da xebera “dil” çi tê hesabê? b) Çawa mesela derheqa sihet-qewata meye fîzîkî, dide kifşê wekî gelek ferz e em miqatî dilê xwe bin?

4 Xebera “dil” ku Metelok 4:23-da hate xebitandinê, tê hesabê ku bi rastî meriv çi cûreyî ye, dêmek dilê xweda yekî ça ne. Bi giliyên mayîn hergê bêjin, “dil” ew heye fikir, nêt, êmosiya û xwestin, çi ku merivara nayêne kifşê. Ew tê hesabê ku bi rastî hundurda em merivne çi cûreyî ne, ne ku tenê rûva ça têne kifşê.

5 Were em dîna xwe bidin meseleke derheqa sihet-qewata meriva, ku dide kifşê wekî gelek ferz e haş ji xwe hebin ku em hundurda merivne çi cûreyî ne. Ya pêşin, seva ku sihet-qewata me baş be, em gerekê xwarineke kêrhatî bixwin, û car-cara sportêva mijûl bin. Seva em ruhanîda jî sihet-qewat bin, em gerekê xwarina ruhanî bixwin û timê pê emirê xwe îzbat kin, ku baweriya xwe Yehowa tînin. Ew baweriya me tê kifşê, çaxê em wan tişta tînin sêrî çi ku pêdihesin û derheqa baweriya xwe gilî dikin (Rom. 10:8-10; Aqûb 2:26). Ya duda, çaxê bedena me rûva baş tê xanê, em dibeke difikirin, wekî sihet-qewat in, lê yeke navdilê me nexweş e. Wî cûreyî, çaxê em şixulên ruhanî dikin, dibeke em difikirin wekî baweriya me qewî ye, lê dilê meda xwestinên xirab dibeke şîn dibin (1 Korn. 10:12; Aqûb 1:14, 15). Em gerekê tu car bîr nekin, wekî Şeytan dixwaze fikirên me mîna yên wî bin. Lê çawa ew vê yekê dike? Û ça em dikarin xwe xwey kin?

ÇAWA ŞEYTAN DIXWAZE DILÊ ME XIRAB KE

6. Nêta Şeytan çi ye, û çawa ew evê nêta xwe dixwaze bîne sêrî?

6 Şeytan dixwaze wekî em bibine mîna wî, dêmek bibine raber, yên ku prînsîpên Yehowa pişt guhê xweva davêjin û pey xwestinên xwe dikevin. Rast e Şeytan nikare zorê me bike, wekî em mîna wî bifikirin yan jî mîna wî bikin, lê ew dixwaze cûrekî mayîn me berbi vê yekê bive. Besa xeberê, ew me dike nava wan meriva, dilê kîjana jî ewî îda xirab kiriye (1 Yûhn. 5:19). Ew hîviyê ye, wekî em wedê xwe tevî wan meriva derbaz kin, û pişt guhê xweva bavêjin vê prînsîpê, kîderê tê gotinê wekî hevaltiya xirab fikir û kirên me “xirab dike” (1 Korn. 15:33). Silêman Padşa kete hema telikeke usa. Ewî gelek jinên pûtparist stand, û ewana usa qayîm ser wî hukum bûn, ku hêdî-hêdî dilê wî ji Yehowa dûr xistin (1 Padş. 11:3).

Çawa em dikarin ji telikên Şeytan dilê xwe xwey kin? (Binihêre abzasa 7) *

7. Şeytan dîsa çi dide xebatê seva fikirên xwe bela ke, û çira em gerekê fesal bin?

7 Şeytan zane wekî meriv hiz dikin cûre-cûre serhatiya bibihên, û lema ew fîlm û şoû yên têlêvîsyonê, dide xebatê, seva fikir û nihêrandina xwe bela ke. Ew zane wekî ew tişt ne ku tenê hewasê merivara tînin, lê usa jî hîn dikin ku çawa bifikirin, çi texmîn kin û bikin. Îsa ew mêtoda hînkirinê bona kara meriva dida xebatê, besa xeberê, ewî meteloka derheqa merivê Samerî û usa jî kurê undabûyî merivara gilî kir (Met. 13:34; Lûqa 10:29-37; 15:11-32). Lê ew meriv yên ku îda ketine bin hukumê Şeytan, cûre-cûre serhatiya dikarin bidine xebatê, seva dilê me xirab be. Lema em gerekê fesal bin. Rast e mera hewas e fîlm û TV şoû binihêrin, lê em gerekê fesal bin wekî hiş-aqilê me xirab nebe. Çaxê em dixwazin tiştekîva mijûl bin û hêsa bin, em gerekê pirsê bidine xwe: “Dibe ku ew fîlm yan jî TV şoû min hîn dike, wekî tiştekî xirab vê yekêda tune, hergê ez bikevime heyra xwestinên xwe?” (Galt. 5:19-21; Efes. 2:1-3). Hergê hûn texmîn dikin, wekî besa xeberê filan program fikirên Şeytan bela dike, hûn çi gerekê bikin? Derbêra înkar kin, çawa ku hûn xwe xwey dikin ji nexweşiya ku derbazî meriva dibe.

8. Çawa dê-bav dikarin alî zarên xwe bikin, ku miqatî dilê xwe bin?

8 Dê-bavno cabdariya weye mexsûs heye, ku zarên xwe xwey kin, wekî Şeytan dilê wan xirab neke. Bêşik, hûn her tiştî dikin seva zarên we nexweş nekevin. Besa xeberê, hûn malê temiz dikin û ji mal derdixin û davêjin her tiştê ku dikare zarên we nexweş bêxe. Wî cûreyî hûn gerekê zarên xwe ji hukumê Şeytan xwey kin. Wana dûr xwey kin ji wan fîlma, TV şoû, lîstikên elektronîk û malperên usa, kîjan ku dikarin fikirên Şeytan bikine hişê wan. Yehowa cabdarî daye we, seva hûn miqatî ruhaniya zarên xwe bin (Metlk. 1:8; Efes. 6:1, 4). Netirsin mala xweda sînora daynin, kîjan ku ser hîmê prînsîpên Kitêba Pîroz in. Zarên xwera bêjin, wekî çi îzin e ewana binihêrin û çi na, û alî wan bikin wekî ewana fem kin ku çira we usa safî kiriye (Met. 5:37). Çaxê zarên we hinekî îda mezin bin, wana hîn kin wekî têderxin li gora prînsîpên Yehowa çi rast e û çi xirab e (Îbrn. 5:14). Û bîr nekin wekî zarên we wê hê zef ji mesela we hîn bin ku hûn çi dikin, ne ku ji xeberdana we (Qan. Dcr. 6:6, 7; Rom. 2:21).

9. Kîjan fikir Şeytan bela dike û çira ew yek xof e?

9 Şeytan usa jî bi wê yekê dixwaze dilê me xirab ke, ku em îtbariya xwe bîlaniya meriva bînin, ne ku fikirên Yehowa (Kols. 2:8). Bifikirin derheqa fikireke usa ku Şeytan bela dike, mesele ew meriva dide bawerkirinê, wekî dewletîbûn gerekê nêteke sereke be emirê wanda. Ewên ku usa difikirin, diqewime qe dewletî nebin jî. Lê firqî tune dewletî bin yan na, yeke ewana xwe dikine bin xofê. Çira? Çimkî ewana dikarin usa bikevine heyra pera, wekî sihet-qewata xwe, heleqetiya tevî neferên xwe û hela hê jî dostiya xwe tevî Xwedê, unda kin (1 Tîmt. 6:10). Em gerekê razî bin, ku Bavê meyî bîlan alî me dike, wekî em rast binihêrin ser pera (Waîz 7:12; Lûqa 12:15).

ÇAWA MIQATÎ DILÊ XWE BIN?

Mîna nobedar û dergevanên berê, hişyar bimînin û derbêra tiştekî bikin, seva tu tiştê xirab nekeve dilê we (Binihêre abzasa 10-11) *

10-11. a) Em çi gerekê bikin seva xwe ji hukumê Şeytan xwey kin? b) Wedê berê şixulê nobedara çi bû û çawa îsafa me dikare mera bibe mîna nobedar?

10 Hergê em dixwazin miqatî dilê xwe bin, em gerekê bizanibin ku çi xof hene, û derbêra tiştekî bikin seva xwe xwey kin. Xebera “miqat” ku Metelok 4:23-da nivîsar e, tîne bîra me derheqa şixulê nobedara. Wedê berê nobedar ser dîwarên şeher disekinîn û hergê tiştekî xof didîtin, deng derdixistin. Hergê em ewê yekê bidine ber çevê xwe, emê fem kin ku em çi ge-rekê bikin, seva Şeytan hiş-aqilê me xirab neke.

11 Berê nobedara tevî dergevana hevkarî dikirin (2 Sam. 18:24-26). Ewana tevayî miqatî şeher dibûn, û çaxê dijmin nêzîk dibû, ewana cabdar bûn, wekî dergehên şeher zû bêne dadanê (Nehem. 7:1-3). Îsafa * meye pê Kitêba Pîroz hînkirî jî dikare mîna nobedar alî me bike. Çaxê Şeytan dixwaze ser dilê me hukum ke, dêmek ser fikir, nêt-merem û xwestinên me, îsaf pêşda dikare elamî me ke. Çaxê îsafa me ça bêjî deng derdixe, çimkî xofê texmîn dike, em gerekê guh bidine îsafê û bi sîmbolîk dergeh dadin.

12-13. Ça em dikarin bêne cêribandinê, û em gerekê çi bikin?

12 Bifikirin derheqa wê meselê, ku çawa em dikarin xwe xwey kin, wekî nekevine ber bayê fikirên Şeytan. Yehowa me hîn dike, wekî “navê qaviyê û her heramiyê, . . . gerekê nava [meda] neyê hildanê” (Efes. 5:3). Lê hergê xebatêda yan jî mektebêda kesek destpêdike derheqa bênamûsiyê xeber de, emê çi bikin? Em zanin, wekî em gerekê “nepakiyê û dilhavijiyêd dinyayê înkar kin” (Tîto 2:12). Nobedar, dêmek îsafa me, wê deng derxe, çaxê xofê texmîn ke (Rom. 2:15). Lê gelo emê guh bidin îsafa xwe? Demên usada em têne cêribandinê, hela emê guh bidin meriva yan jî wan şiklên bênamûsî binihêrin, kîjan ku ewana mera nîşan dikin, yan guh bidine îsafa xwe. Lê hingê hema ew wede ye, ku lazim e dergehên şeher dadin, dêmek xeberdanê biguhêzin yan jî ji wêderê herin.

13 Rastî jî mêrxasî lazim e seva nekevine ber bayê fikir û kirên merivên dor-berê xwe. Em gerekê dudilî nebin, ku Yehowa divîne wekî em naxwazin çev bidine wan meriva, û ew wê qewatê û bîlaniyê bide me, seva em nekevine telika Şeytan (2 Dîr. 16:9; Îşa. 40:29; Aqûb 1:5). Lê em dîsa çi dikarin bikin, seva dilê xwe xwey kin?

HIŞYAR BIMÎNIN

14-15. a) Em bona çi gerekê dilê xwe vekin, û çawa vê yekê bikin? b) Çawa Metelok 4:20-22 alî me dike em ji xwendina Kitêba Pîroz hê zêde karê bistînin? (Usa jî binihêre çargoşe bi navê “ Çawa Bifikirin”).

14 Seva dilê xwe xwey kin, em gerekê ne ku tenê bi sîmbolîk dergeh dadin, wekî xwe ji hukumê xirab xwey kin, lê usa jî dergeh vekin, seva ku tiştên kêrhatî qebûl kin. Dîsa bifikirin derheqa mesela dergehên şeher. Dergevan çaxê dijmin didît, dergehên şeher dadida, lê wedê din ewî dergeh vedikirin, seva xwarin û tiştên lazim bikevin şeher. Hergê dergehên şeher tu car venekirana, bineliyên şeher wê birçîna bimirana. Em jî mîna vê yekê gerekê dilê xwe vekin, seva fikirên Xwedê timê ser me hukum kin.

15 Kitêba Pîrozda hene fikir û nihêrandinên Yehowa, lema jî her gav çaxê em Kitêba Pîroz dixûnin, em dihêlin wekî fikirên wî ser hiş, êmosiya û kirên me hukum kin. Lê çawa hê zêde karê bistînin ji xwendina Kitêba Pîroz? Dua gelek ferz e. Xûşkeke me dibêje: “Pêşiya xwendina Kitêba Pîroz, ez Yehowara dua dikim û ji wî alîkariyê dixwazim, seva ew çevê min veke ku ez Xebera wîda keremetên wî bivînim” (Zeb. 119:18). Em usa jî gerekê bifikirin ser xwendinê. Hergê em dua bikin, bixûnin û ser bifikirin, Xebera Xwedê wê bigihîje dilê me û emê fikirên Yehowa hiz bikin. (Bixûne Metelok 4:20-22; Zeb. 119:97).

16. Xûşk-bira çi karê distînin ji nihêrandina JW Brodkastîngê?

16 Dîsa cûrekî ku ça em dikarin bihêlin, wekî fikirên Xwedê ser me hukum kin, ew heye nihêrandina vîdêoyên ji JW Brodkastîngê®. Jin-mêrek dibêjin: “Bernama her mehî bi rastî jî caba duayên me bû! Çaxê em berxwe dikevin yan jî xwe tenê texmîn dikin, ew bername me qewî dikin û dişidînin. Em usa jî malda kilamên ji Brodkastîngê dibihên. Em çaxê xwarinê çêdikin, malê didine hev, û çaxê çay vedixwin, em xwera wan kilama vêdixin”. Belê, ew hemû tişt alî me dikin, ku em dilê xwe xwey kin. Hin jî ew program me hîn dikin, wekî em mîna Yehowa bifikirin û înkar kin her tiştî, çi ku dikarin fikirên Şeytan bikine hişê me.

17-18. a) Li gora 1 Padşatî 8:61, çi diqewime çaxê em didine xebatê wan tişta, kîjan ku ji Yehowa pêdihesin? b) Em ji mesela Hizqiya Padşa çi hîn dibin? c) Li gora duayê Dawid ji Zebûr 139:23, 24, em derheqa çi dikarin dua bikin?

17 Her car çaxê em divînin ku çiqas kar e tiştên rast bikin, baweriya me hê qewî dibe (Aqûb 1:2, 3). Dilê me şa dibe, wekî Yehowa mera firnaq dibe ku me nav dike zarê xwe, û em hê zêde dixwazin dilê wî şa kin (Metlk. 27:11). Paşê, her cêribandin mera dibe mecal ku jêra nîşan kin, wekî em bi rastî dixwazin Bavê xwera xizmet kin (Zeb. 119:113). Em Yehowara îzbat dikin, wekî em bi temamiya dilê xwe wî hiz dikin. (Bixûne 1 Padşatî 8:61.)

18 Lê em gunekar in, lema jî cara şaşiya dikin. Hergê me şaşî kiriye, em gerekê bînin bîra xwe Hizqiya Padşa. Ewî jî şaşî kirin, lê gunê xwe anî rûyê xwe û berdewam kir Yehowara bi temamiya dilê xwe xizmet ke (Îşa. 38:3-6; 2 Dîr. 29:1, 2; 32:25, 26). Were em înkar kin her tiştên ku fikirê Şeytan dikare bike hişê me. Were em timê dua bikin, wekî Xwedê “dilê guhdar, DT” bide me (1 Padş. 3:9; bixûne Zebûr 139:23, 24.) Belê, em dikarin Yehowara amin bimînin, tenê hingê, hergê em her gav miqatî dilê xwe bin.

KILAMA 54 “Eva ye Rê”

^ abz. 5 Gelo emê Yehowara amin bimînin, yan îzinê bidin Şeytan ku me ji Xwedê dûr xe? Caba vê pirsê girêdayî ye vê yekêva, ku em çiqas miqatî dilê xwe dibin, ne ku çiqas giran e cêribandina me. Lê çi tê hesabê xebera “dil”? Çawa Şeytan dixwaze dilê me xirab ke? Û çawa em dikarin miqatî dilê xwe bin? Vê gotarêda emê caba wan pirsên ferz şêwir kin.

^ abz. 11 GOTIN KU HATE ŞIROVEKIRINÊ: Yehowa fereseteke usa daye me ku em dikarin fikir, êmosiya û kirên xwe bicêribînin û paşê dîwana xwe bikin. Kitêba Pîroz ewî feresetî nav dike îsaf (Rom. 2:15; 9:1). Çawa ku Kitêba Pîroz şirovedike, îsafa pê Kitêba Pîroz hînkirî, prînsîpên Yehowa dide xebatê, seva mera eyan ke, wekî çi ku em difikirin, dikin yan jî dibêjin, rast e yan xirab e.

^ abz. 56 ŞIROVEKIRINA ŞIKLÊ: Birakî nixumandî têlêvîsyonê dinihêre û ser êkranê tiştê bênamûsî dertê. Ew gerekê safî ke çi bike.

^ abz. 58 ŞIROVEKIRINA ŞIKLÊ: Nobedar wedê berê ji şeher der xofê divîne. Ew gazî dergevana dike ku jêrê ne, û ewana derbêra dergehên şeher qayîm dadidin.