Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Gotara bona Hînbûnê 4

Kîjan Şîva Sivik Derheqa Padşayê Ezmana Me Hîn Dike?

Kîjan Şîva Sivik Derheqa Padşayê Ezmana Me Hîn Dike?

“Ew tê hesabê bedena min . . . Ew tê hesabê xûna mine peymanê” (MET. 26:26-28, DT).

KILAMA 16 Hurmet kin Xwedê, seva Îsa

VÊ GOTARÊDA *

1-2. a) Çira em ecêbmayî namînin, wekî Îsa bîranîna mirina xwe usa saz kir, wekî bona me hêsa be derbaz kin? b) Kîjan hunurên Îsa emê şêwir kin?

WEYÊ ça gilî kira ku ça her sal Êvara Bîranîna mirina Mesîh derbaz dibe? Her kes ji me bêşik dikare bîne bîra xwe, ku Êvara Şîva Xudan ça derbaz dibe. Çira? Çimkî ev şîveke gelek sivik e. Lê yeke ew êvar qewimandineke gelek ferz û mexsûs e. Lema jî dibeke bal we pirs pêşda tê: “Çira ew şîv usa sivik e, ne ew qewimandineke gelek mexsûs e?”

2 Îsa wedê xizmetiya xweye ser erdê, eyan bû bi vê yekê, ku tiştên ferz gelek hêsa, zelal û femdarî hîn dikir (Met. 7:28, 29). Wî cûreyî ewî me usa jî hêsa hîn kir, ku çawa bîranîna * mirina wî derbaz kin. Were em derheqa Bîranînê û hine tiştên ku Îsa hingê got û kir, kûr şêwir kin. Usa emê hê rind fem kin, ku bi rastî Îsa çiqas milûk, mêrxas û bi hizkirinê ye, û emê usa jî pêbihesin ku çawa em dikarin çev bidine wî.

ÎSA MILÛK E

Sîmbolên Bîranînê, dêmek nan û şerav, tînin bîra me wekî Îsa emirê xwe da bona me û ku ew niha ser ezmana Padşatiyê dike (Binihêre abzasa 3-5)

3. Çawa Metta 26:26-28-da tê gilîkirinê, ew şîva Bîranînê ku Îsa saz kir çi cûre sivik bû, û du sîmbolên sereke çi dihatine hesabê?

3 Îsa çaxê êvara Bîranîna mirina xwe saz kir, tevî 11 şandiyên xweyî amin bû. Ewî pê xwarina Cejina Derbazbûnê ku mabû, bîranîn derbaz kir. (Bixûne Metta 26:26-28.) Ewî tenê nanê şkeva û şerav da xebatê, kîjan ku îda ser sifrê hebûn. Îsa gote şandiyên xwe, wekî ew du tiştên sereke, bi sîmbolîk bedena wîye bêqisûr û xûna wî dihatine hesabê, kîjan ku ewî zûtirekê gerekê bona wan qurban kira. Şandî dibeke ne jî ecêbmayî man, ku Îsa ev şîva tezeye mexsûs, usa sivik derbaz kir. Lê çira?

4. Çawa şîreta Îsa ku ewî da Mertayê, alî me dike ku em fem kin, çira Îsa şîva Bîranînê sivik derbaz kir?

4 Dîna xwe bidinê ku çi qewimî wedê sala sisiya ya xizmetiya Îsa. Ewî teseliya Lazar, Merta û Meryemê kir, yên ku hevalên wîyî nêzîk bûn. Îsa vê dereca rihetda, destpêkir hîn ke. Merta jî wêderê bû, lê ew pêda ketibû nava hazirkirina gelek xwarina, bona mêvanekî xweyî qîmet. Çaxê Îsa ew yek dît, ewî bi nermî Merta şîret kir, seva alî wê bike ku ew fem ke, wekî timê nelazim e cûre-cûre xwarin çêke (Lûqa 10:40-42). Wede şûnda, çaxê çend sihet mabû ku Îsa emirê xwe qurban kira, ewî xwexa ev şîret da xebatê. Ewî şîva Bîranînê sivik derbaz kir û şagirtên xwera mesele hîşt ku ça gerekê derbaz kin. Lê gelo ew yek derheqa Îsa çi me hîn dike?

5. Şîva sivik derheqa Îsa çi eyan dike, û çawa ew yek ji Fîlîpî 2:5-8 tê kifşê?

5 Îsa her tiştîda, çawa xeberdanêda usa jî şixulê xweda yekî milûk bû. Lema jî ecêbmayî nîne ku vê êvara paşin ser erdê, Îsa milûktiya mezin da kifşê (Met. 11:29). Ewî zanibû wekî nava temamiya terîxiya însanetêda, ew gerekê qurbaneke lape mezin bide û Yehowa wê wî ji mirinê rake, seva ser ezmana bibe padşa. Lê hela hê wî wedeyî jî ewî tu car xwe qure nedikir, û ne jî derbazkirina bîranîna mirina xwe giran kir. Dewsê, ewî gote şandiyên xwe, wekî salê carekê bi şîveke gelek sivik wî bînin bîra xwe (Yûhn. 13:15; 1 Korn. 11:23-25). Ew şîva sivik lê ferz, dide kifşê ku Îsa merivekî qure nîbû. Em rastî jî dikarin şa bin, ku Padşayê meyî ezmana gelek milûk e. (Bixûne Fîlîpî 2:5-8.)

6. Em ça dikarin wedê tengasiya, çev bidine milûktiya Îsa?

6 Lê em çawa dikarin çev bidine milûktiya Îsa? Em gerekê pêşiyê kara merivên mayîn bigerin, ne ku kara xwe (Fîlî. 2:3, 4). Bifikirin derheqa vê êvara paşin ya emirê Îsa ser erdê. Îsa zanibû, wekî zûtirekê wê biçerçire û bimire; yeke ew bona şandiyên xweyî amin gelek berxwe diket, yên ku zûtirekê wê şîna wî bikirana. Lema ewî ew êvara paşin tevî wan derbaz kir seva wana şîret ke, dil bide wan û wana qewî ke (Yûhn. 14:25-31). Îsa dikete heyra halxweşiya merivên mayîn, ne ku heyra xwe. Rastî jî ewî meseleke çiqas mezin mera hîşt!

ÎSA MÊRXAS E

7. Îsa paşî sazkirina Êvara Şîva Xudan, çawa mêrxasiya mezin nîşan kir?

7 Hema paşî vê yekê ça Îsa Êvara Bîranînê saz kir, ewî mêrxasiya mezin da kifşê. Çawa? Îsa zanibû wekî ew wê bê girtinê û wê şera bavêjinê ku kifrî kiriye. Lê yeke ewî qirara Bavê xwe qebûl kir (Met. 26:65, 66; Lûqa 22:41, 42). Îsa bi temamî Xwedêra amin ma, seva navê Yehowa hurmet-rûmet ke, piştgiriya serwêrtiya Xwedê bike, û rê veke seva merivên ku tobe bikin, jîyîna heta-hetayê bistînin. Hin jî, Îsa şagirtên xwe hazir kir, çimkî ewana jî wê rastî çetinaya bihatana.

8. a) Îsa çi gote şandiyên xweyî amin? b) Çend salên paşî mirina Îsa, şagirtên wî ça çev didane mêrxasiya wî?

8 Îsa usa jî mêrxasiya mezin da kifşê bi vê yekê, ku xemên xwe da alîkî û kete heyra hewcên şandiyên xweyî amin. Ew şîva sivik, ku Îsa paşî çûyîna Cihûda saz kir, wê bikira bîra wan yên ku bibûna bijartiyên wî, derheqa kara xûna Îsa, ku hate rêtinê, û derheqa peymana tevî wî (1 Korn. 10:16, 17). Îsa seva alî şandiyên xwe bike ku amin bimînin û xelata xwe bistînin, gote wan wekî ew û Bavê wî, çi ji wana dewa dikin (Yûhn. 15:12-15). Îsa usa jî gote şandiyên xwe, ku ewana wê rastî tengasiya bên. Paşê ewî dîna wan da ser mesela xwe û gote wan “mêrxas bin” (Yûhn. 16:1-4a, 33). Gelek sal derbaz bûn, şagirtên Îsa dîsa jî çev didane wî, ku kara xwe nedigeriyan û mêrxas bûn. Wana alî hevdu dikir hingê jî, gava xwexa dikaribûn zirarê ketana (Îbrn. 10:33, 34).

9. Em ça dikarin mêrxasiyêda çev bidine Îsa?

9 Îro em jî mêrxasiyêda çev didine Îsa. Besa xeberê mera mêrxasî lazim e seva alî wan xûşk-bira bikin, yên ku bona baweriya xwe têne zêrandinê. Cara diqewime ku xûşk-birên me bi neheqî dikine kelê. Wî wedeyî em gerekê çi destê me tê, bona wan bikin, dêmek usa jî wana ber dîwanê biparêzin (Fîlî. 1:14; Îbrn. 13:19). Em usa jî mêrxasiyê didine kifşê, gava berdewam dikin bi “mêrkîmî” mizgîniyê bela dikin (Kar. Şand. 14:3). Hergê jî meriv miqabilî me ne û pey me dikevin, yeke em mîna Îsa berdewam dikin mizgîniya Padşatiyê bela kin. Lê cara dibeke tirs dikeve dilê me. Hingê em çi dikarin bikin?

10. Heftiyên pêşiya Bîranînê em gerekê çi bikin û çira?

10 Hergê em timê bifikirin derheqa hêviya xwe, kîjan ku bi saya qurbana Mesîh bal me heye, emê diha mêrxas bin (Yûhn. 3:16; Efes. 1:7). Çend heftiyên pêşiya Bîranînê, mecala meye mexsûs heye, ku hê zêde bişêkirînin qurbana Îsa. Wî wedeyî wê baş be pey bernama xwendina Kitêba Pîroz herin, kîjan ku pêşiya û paşî Bîranînê tê dayînê, û bifikirin derheqa qewimandinên ku mirina Îsava girêdayî ne. Paşê îda roja Şîva Êvara Xudan, emê bi temamî fem bikin ku çiqas ferz in sîmbolên Bîranînê û ew sîmbol qurbaneke ça qîmet têne hesabê. Çaxê em fem bikin ku Îsa û Yehowa çi bona me kirin û ew yek çiqas karê hin mera hin jî merivên meyî hizkirîra tîne, baweriya me wê hê qewî be. Usa jî emê qewatê bistînin, wekî heta xilaziya vê dinyayê bi mêrxasiyê sebir kin (Îbrn. 12:3).

11-12. Em çi pêhesiyan?

11 Em îda pêhesiyan, wekî Şîva Bîranîna Xudan ne ku tenê tîne bîra me ew qurbana pir qîmet, lê usa jî milûktî û mêrxasiya Îsa. Rastî jî em çiqas gerekê razî bin, ku Îsa Serekkahînê meyî ezmana, yê ku bona me lava-navçêtiyê dike, heta niha berdewam dike ewan hunura bide kifşê (Îbrn. 7:24, 25). Emê razîbûna xwe bidine kifşê, hergê bîranîna mirina Îsa usa derbaz kin, çawa ku ewî temî da (Lûqa 22:19, 20). Em evê bîranînê derbaz dikin vê rojê ku dikeve 14 Nîsanê, ew rojeke lape ferz e nava salêda.

12 Ji Şîva Êvara Xudan ku sivik derbaz dibe, em derheqa hunureke din jî pêdihesin, ku Îsa hêlan kir emirê xwe bona me bide. Ew ser erdê pê wî hunurî gelek eyan bû. Gelo ew çi hunur e?

ÎSA BI HIZKIRINÊ YE

13. Li gora Yûhenna 15:9 û 1 Yûhenna 4:8-10, Yehowa û Îsa ça hizkirina xwe didine kifşê, û kê ji hizkirina wan karê distîne?

13 Îsa her tiştîda hizkirina Yehowa hindava me da kifşê. (Bixûne Yûhenna 15:9; 1 Yûhenna 4:8-10.) Xêncî vê yekê, ya lape ferz ew e, ku Îsa bi rezedilî bona me emirê xwe da. Firqî tune em bijartî ne yan na, yeke em gişk lezetê distînin ji hizkirina Yehowa û Kurê wî, kîjan ku wana bi vê qurbanê dane kifşê (Yûhn. 10:16; 1 Yûhn. 2:2). Hin jî bifikirin derheqa wan tişta, ku wedê şîva Bîranînê têne xebitandinê. Vê yekêda jî hizkirina Îsa û xemkirina wî hindava şagirtên wîda tê kifşê.

Îsa pê hizkirinê Bîranîn usa saz kir, ku nava gelek qirnada û cûre-cûre derecada gelek hêsa bê derbazkirinê (Binihêre abzasa 14-16) *

14. Îsa dîsa çida da kifşê, ku şagirtên xwe hiz dike?

14 Îsa hizkirina xwe hindava bijartiyên xwe bi vê yekê da kifşê, ku derbazkirina bîranînê wanra çetin nekir. Wede derbaz dibû, û ew bijartiyên wî gerekê îda her sal Bîranîn derbaz kirana hemû derecada, hela hê kelêda jî (Eyan. 2:10). Gelo wana gura Îsa kir? Belê, were em derheqa vê yekê şêwir kin.

15-16. Çawa hine xûşk-birên me wedê derecên giranda jî Şîva Bîranîna Xudan derbaz kirine?

15 Heta roja îro, Mesîhiyên rast her tiştî dikin, seva bîranîna mirina Îsa derbaz kin. Wana çiqas dikaribû Şîva Bîranîna Xudan usa derbaz dikirin ça lazim bû, cara wedê çetinayada jî. Dîna xwe bidine wan mesela. Çaxê Harold Kîng bira kiribûne kela Çînayîda otaxa bona merivekîda, ewî her tişt kir seva bîranînê derbaz ke. Ewî dizîkava sîmbolên Bîranînê dest xist û hesab kir ku roja Bîranînê kengê gerekê derbaz be. Çaxê wedê bîranînê hat, ewî tenê otaxa kelêda stira, dua kir û gotara ser hîmê Kitêba Pîroz jî xwend.

16 Meseleke din jî ew heye derheqa komeke xûşka, yên ku wedê Şerê Hemdinyayê ya II, ketine girtîgeha Natsîsta. Wana wêderê emirê xwe kire bin qeziyê, seva Şîva Êvara Bîranîna Xudan derbaz kin. Lê çimkî gelek tişt nelazim bû seva bîranînê derbaz kin, wana karibû dizîkava ewê rojê derbaz kin. Wana gilî kir: “Em dora kursîke biçûk sekinîbûn, ser kîjanê me perçeke sipî raxistîbû û sîmbol danîbûn ser. . . . Me mom otaxêda vêxistibû, çimkî hergê me lûs vêxista, wê bihata kifşê ku em çi dikin. . . . Me Bavê xwera dîsa da kifşê, wekî em xweyê sonda xwe ne, ku emê hemû qewata xwe bidine xebatê, seva navê Wî pîroz kin”. Rastî jî wana baweriya gelek qayîm da kifşê! Û Îsa jî hindava meda hizkirineke mezin da kifşê, çimkî em dikarin Bîranînê hêsa derbaz kin, hela hê jî derecên çetinda!

17. Kîjan pirsa wê baş be em bidine xwe?

17 Roja Bîranînê îda nêzîk dibe, û wê baş be em wan pirsa bidine xwe: “Ez ça dikarim hizkirinêda hê zêde çev bidime Îsa? Ez hê zêde dikevime heyra xwe, yan heyra xûşk-birên xwe? Gelo dibeke ez ji xûşk-birên xwe gelek dewa dikim, yan ez fem dikim ewana çi dikarin û çi nikarin?” Were em her gav çev bidine Îsa û “ser hev şewat bin” (1 Pet. 3:8).

EW HUNURÊN ÎSA BÎR NEKIN Û ÇEV BIDINE WÎ

18-19. a) Çida em dikarin dudilî nebin? b) We çi nêt daniye pêşiya xwe?

18 Derbazkirina Êvara Bîranîna Mirina Îsa, îda wê gelek wext nekişîne. Çaxê Îsa wedê tengasiya mezin “bê”, ewê bijartiyên xwe ku li ser erdê mane, li ezmana top ke, û Bîranîn wê îda neyê derbazkirinê (1 Korn. 11:26; Met. 24:31).

19 Hela hê çaxê Bîranîn îda wê neyê derbazkirinê, yeke em dudilî nînin, wekî cimeta Yehowa wê bi dil û can bîne bîra xwe ew şîva sivik, kîjan ku milûktî, mêrxasî û hizkirina mezin dide kifşê, ku nava terîxiya însanetêda tu kesî nedaye kifşê. Ewên ku berê bîranîn derbaz dikirin, wê gilî kin, wekî ewê rojê çi kar anî wanra, yên ku wî wedeyî wê bijîn. Heta hingê, em gerekê çev bidine milûktî, mêrxasî û hizkirina Îsa. Hergê em usa bikin, em dikarin dudilî nebin, ku emê ji Yehowa xelata xwe bistînin (2 Pet. 1:10, 11).

KILAMA 13 Îsa Mera Mesele ye

^ abz. 5 Zûtirekê emê Şîva Xudan derbaz kin, dêmek Êvara Bîranîna mirina Îsa Mesîh. Ew şîva sivik me hîn dike derheqa milûktî, mêrxasî û hizkirina Îsa. Vê gotarêda emê şêwir kin, ku çawa çev bidine wan hunurên wîyî qîmet.

^ abz. 2 GOTIN KU HATE ŞIROVEKIRINÊ: Bîranîn tê hesabê ku tiştekî mexsûs bikin, seva bînin bîra xwe û hurmetê bidine kifşê hindava qewimandineke mexsûs yan jî hindava merivekî.

^ abz. 56 ŞIROVEKIRINA ŞIKLA: Xizmetkarên amin qirna yekêda Bîranînê derbaz dikin; qirna 19-da; girtîgeha Natsîstada; û rojên meda welatekî Amerîkaya Başûrê, Oda Civata vekirîda, kîderê hewa germ e.