Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 5

Emê Tevî We Bên

Emê Tevî We Bên

“Em dixwazin tevî we bên, çimkî me bihîstiye Xwedê tevî we ye” (ZEKER. 8:23, DT).

KILAMA 26 We Ew yek Bona Min Kir

VÊ GOTARÊDA *

Pezên din (“deh mêr”) qedirekî mezin distînin, ku tevî yên bijartî (“Cihû”) Yehowa dihebînin (Binihêre abzasa 1-2)

1. Yehowa derheqa rojên me çi pêşda gotiye?

YEHOWA derheqa wedê me pêşda gotiye: “Wan rojada deh meriv ji hemû zimanên mileta, wê xwe rîşiyê kincê Cihûkîva bigirin, û bêjin: ‘Em dixwazin tevî we bên, çimkî me bihîstiye Xwedê tevî we ye’” (Zeker. 8:23, DT). “Cihû” bi sîmbolîk ew in, kîjan ku aliyê Xwedêda bi ruhê pîroz hatine bijartinê. Ewana usa jî “Îsraêla Xwedê” têne navkirinê (Galt. 6:16). Lê “deh meriv” bi sîmbolîk ew in, hêviya kîjana jîyîna heta-hetayê ser erdê ye. Ewana zanin, wekî Yehowa ev koma bijartiya kerem dike, û ewana hesab dikin, wekî bona wan qedir e ku tevî bijartiya Xwedê bihebînin.

2. “Deh meriv” çi cûreyî “tevî” bijartiya diçin?

2 Rast e nayê standinê, wekî bizanibin navê her bijartiya, ku îro ser erdê ne, * lê ewên ku hîviya jîyîna ser erdê ne, yeke dikarin bi sîmbolîk tevî bijartiya herin. Çawa? Kitêba Pîroz dibêje, wekî “deh meriv” wê “xwe rîşiyê kincê Cihûkîva bigirin, û bêjin: ‘Em dixwazin tevî we bên, çimkî me bihîstiye Xwedê tevî we ye’”. Vê rêzêda tê gotinê derheqa Cihûkî. Lê “deh” meriv dibêjin “we”, dêmek gelekanîda. Ew tê hesabê, wekî Cihû tenê merivek nîne, lê ew temamiya koma bijartiya ye. Ewên ku kifşkirî nînin, tevî  yên bijartî Yehowara xizmet dikin. Lê ewana tu car wana ça rêberên xwe hesab nakin, çimkî ewana fem dikin, wekî Rêberê wan tenê Îsa ye (Met. 23:10).

3. Kîjan pirsa emê vê gotarêda şêwir kin?

3 Îro nava cimeta Xwedêda yên bijartî hene, lema hinek dibeke difikirin: 1) Yên bijartî gerekê hindava xweda ça bin? 2) Em gerekê ça bin hindava bijartiyada? 3) Çira em gerekê eciz nebin, hergê hejmara wan, yên ku sîmbola dixwin û vedixwin, zêde dibe? Ew gotar wê caba wan pirsa bide.

YÊN BIJARTÎ GEREKÊ HINDAVA XWEDA ÇA BIN?

4. Kîjan giliyên ferz 1 Korintî 11:27-29-da nivîsar in, ku yên bijartî gerekê rind guh bidin, û çira?

4 Yên bijartî gerekê rind guh bidine giliyên ji 1 Korintî 11:27-29 (Bixûne.) Çawa yê bijartî dikare “nelayîqî” sîmbolên Bîranînê bixwe û vexwe? Ew yek wê nelayîqî be, hergê ew pê qanûn û prînsîpên Yehowa najî (Îbrn. 6:4-6; 10:26-29). Yên bijartî fem dikin, ku hergê ewana dixwazin “lecxelata jorçûyînê, awa gotî gaziya Xwedêye bi saya Mesîh Îsa” bistînin, gerekê Xwedêra heta xilaziyê amin bimînin (Fîlî. 3:13-16).

5. Mesîhiyên bijartî gerekê ça bin hindava xweda?

5 Yehowa pê ruhê xweyî pîroz alî xizmetkarên xwe dike, wekî milûk bin, ne ku qure bin (Efes. 4:1-3; Kols. 3:10, 12). Lema yên kifşkirî tu car nafikirin, wekî ewana ji Mesîhiyên mayîn baştir in. Ewana zanin, ku bijartina wan nade kifş, wekî Yehowa ese ruhê xweyî pîroz hê zêde dide wana, ne ku xizmetkarên mayîn. Ewana hesab nakin, wekî ewana Kitêba Pîroz ji xûşk-bira çêtir zanin. Û ewana tu car wê kesekî hêlan nekin û nebêjin, wekî ew jî bijartî ye û gerekê destpêke sîmbola bixwe û vexwe. Dewsê, ewana bi milûktî tînin ser xwe, wekî tenê Yehowa safî dike ku kê here ezmana.

6. Li gora 1 Korintî 4:7, 8, rabûn-rûniştina Mesîhiyên bijartî gerekê ça be?

6 Rast e yên bijartî zanin, wekî ew qedirekî mezin e bona wan, ku wê herin ser ezmana, lê ewana hîviyê nînin, wekî wana bilind kin û başqe kin (Fîlî. 2:2, 3). Ewana usa jî zanin, ku çaxê Yehowa ewana kifş kirin, Ewî tu kesîra derheqa vê yekê elam nekir. Lema yê kifşkirî ecêbmayî namîne, ku hinek derbêra bawer nakin, wekî ew hatiye bijartinê. Ew fem dike, wekî Kitêba Pîrozda tê gotinê, ku hergê kesek dibêje, wekî Xwedê jêra cabdariya mexsûs daye, em gerekê derbêra wî bawer nekin (Eyan. 2:2). Yê bijartî çaxê tevî meriva dibe nas, wanra nabêje, wekî ew Mesîhiyê bijartî ye, seva dîna meriva nekişîne ser xwe. Û ew usa jî ber tu kesî bona vê yekê, wê xwe qure neke û payê xwe nede. (Bixûne 1 Korintî 4:7, 8.)

7. Yên bijartî wê çi nekin, û çira?

7 Mesîhiyên bijartî wê nefikirin, wekî ewana gerekê tenê tevî yên bijartî wede derbaz kin, mîna komeke başqe. Ewana bijartiyên mayîn nagerin bona vê yekê, ku tevî wan derheqa bijartina xwe xeber din û şêwir kin, û usa jî ewana başqe top nabin, seva tevayî Kitêba Pîroz lêkolîn bikin (Galt. 1:15-17). Hergê bijartî wan tişta bikin, yektiya civatê wê unda be, çimkî hergê ewana usa bikin, ew tê hesabê ku ewana miqabilî ruhê pîroz dertên. Çira? Çimkî ew ruhê pîroz alî cimeta Xwedê dike, wekî edilayêda û yektiyêda bin (Rom. 16:17, 18).

EM HINDAVA BIJARTIYA GEREKÊ ÇA BIN?

Em gerekê hindava bijartiya û birên cabdar usa nîbin ça tevî merivên nav û deng (Binihêre abzasa 8) *

8. Çida hûn gerekê fesal bin hindava yên bijartîda? (Binihêrin spartin.)

8 Em gerekê hindava xûşk-birên bijartîda ça bin? Wê nerast be wekî em kesekî gelek bilind kin, hergê jî ew bijartî ye (Met. 23:8-12). Kitêba Pîroz derheqa rûspiya me hêlan dike, wekî “çev bidine baweriya wan”, lê ew nabêjê, wekî meriv bikin rêberê xwe (Îbrn. 13:7). Kitêba Pîroz dibêje, wekî hinek “dubare hêjayî qedir” in, çimkî ewana “serwêriyê rind dikin” û “xeberdan û hînkirinêda dixebitin”, lê ne ji bo vê yekê ku ewana bijartî ne (1 Tîmt. 5:17). Hergê em yên bijartî gelek hurmet kin û bilind kin, em dikarin wana eciz kin. * Yan hê xirab ew e, ku em dikarin bibine menî, ku ewana qure bin (Rom. 12:3). Tu kes ji me naxwaze, wekî tiştekî usa bike, çi ku wê wanra bibe menî evê şaşiya mezin bikin (Lûqa 17:2).

9. Em ça dikarin hindava Mesîhiyên kifşkirî qedir bidine kifşê?

9 Lê em ça dikarin hindava bijartiyên Yehowada qedir nîşan kin? Em wana napirsin ku ewana ça bûne kifşkirî. Ew pirsa şexsî ye, û îzina me tune ye, wekî derheqa vê yekê bizanibin (1 Têsln. 4:11; 2 Têsln. 3:11). Em usa jî gerekê nefikirin, wekî mêr yan jî jinên wan, dê-bav yan jî merivên wanî nêzîk jî bijartî ne. Çira? Çimkî hêviya ezmanî tu car ji malbetê ça milk derbazî kesekî nabe, lê Xwedê evê hêviyê dide wan (1 Têsln. 2:12). Em gerekê usa jî pirsên usa nedine wan, kîjan ku dikarin dilê wan bêşînin. Mesele, em gerekê jinên wan birên kifşkirî nepirsin, ku ewana bêy mêrên xwe wê ça bijîn ser erdê. Em dudilî nînin, wekî dinya tezeda Yehowa wê “hemû bînberî gora dilê wan têr” ke (Zeb. 145:16).

10. Emê xwe ji kîjan telikê xwey kin, hergê tu kesî bilind nekin?

10 Hergê em yên kifşkirî bilind nekin, emê xwe ji telikê xwey kin. Ji kîjan telikê? Kitêba Pîroz dibêje, wekî dibeke jî hine yên bijartî wê amin nemînin (Met. 25:10-12; 2 Pet. 2:20, 21). Lê hergê em tu kesî bilind nekin, hela hê jî hergê ewana bijartî ne, yan jî birên navdar in û yên ku gelek sala Yehowara xizmet dikin, emê wana ça rêberên xwe hesab nekin (Cihûd. 16). Û hingê, hergê ewana neamin bin yan jî civatê bihêlin, emê baweriya xwe hindava Yehowa unda nekin, û xizmetiya xwe nedine sekinandinê.

GELO LAZIM E EM BERXWE KEVIN, KU HEJMARA BIJARTIYA HÊ ZÊDE DIBE?

11. Hejmara wan, yên ku wedê Bîranînê sîmbola dixwin û vedixwin, ça dibe?

11 Gelek sala hejmara wan, yên ku wedê Bîranînê sîmbol dixwarin û vedixwarin kêm dibû. Lê wan salên paşwextiyê, hejmara wan hê zêde dibe. Gelo lazim e em bona vê yekê berxwe kevin? Na. Were em çend meniya şêwir kin.

12. Çira em gerekê berxwe nekevin, ku hejmara bijartiya zêde dibe?

12 “Xudan yêd para xwe nas dike” (2 Tîmt. 2:19). Ew birên ku wedê Bîranînê hesab dikin ku kê ji sîmbola dixwe û vedixwe, nizanin ji wana kê bi rastî bijartî ye, tenê Yehowa zane. Dêmek, nava wanda hene yên usa, ku difikirin wekî bijartî ne, lê bi rastî bijartî nînin. Mesele, hineka ku wedekî sîmbol dixwarin û vedixwarin, paşê îda dane sekinandinê. Hinek jî ji bo nexweşiya êmosiyalî difikirin, ku ewana wê tevî Îsa ser ezmana serwêrtiyê bikin. Eşkere ye, wekî em nizanin ku bi rastî çiqas bijartî ser erdê hene.

13. Kitêba Pîroz çi dibêje derheqa hejmara bijartiya wedê tengasiya mezin?

13 Bijartî wê ser erdê li cûre-cûre ciya bin, çaxê Îsa wana top ke û bive ezmana (Met. 24:31). Kitêba Pîroz dide kifşê, wekî rojên axiriyêda, hine bijartî wê ser erdê bin (Eyan. 12:17). Lê Kitêba Pîrozda nayê gotinê, wekî ewana wedê tengasiya mezin ser erdê wê çiqas bimînin.

Ça em gerekê xwe bidine kifşê, çaxê kesek wedê Bîranînê sîmbola dixwe û vedixwe? (Binihêre abzasa 14)

14. Li gora Romayî 9:11, 16, derheqa kifşkirina bijartiya em çi pêdihesin?

14 Yehowa xwexa safî dike, ku kengê meriva bi ruhê pîroz kifş ke (Rom. 8:28-30). Yehowa paşî saxkirina Îsa destpêkir wana bijbêre. Tê kifşê wekî qirna yekêda hemû Mesîhî bijartî bûn. Paşê îda çaxê qirne derbaz dibûn, heçî zef ku digotin, wekî ewana Mesîhî ne, bi rastî pey Mesîh nediçûn. Lê hela hê wan salada jî Yehowa hinek kifş kirin, yên ku Mesîhiyên rast bûn. Ewana mîna genim nava zîwanda mezin dibûn (Met. 13:24-30). Wedê rojên axiriyêda, Yehowa berdewam dike wan meriva bijbêre, yên ku wê bikevine nava 144 000. * Lema hergê Xwedê safî dike, wekî ber şêmîka xilaziya dinyayê hineka kifş ke, em gerekê safîkirina wî nekine bin şikê. (Bixûne Romayî 9:11, 16.) * Em gerekê fesal bin, wekî nebine mîna wan pala, derheqa kîjana Îsa metelokêda gilî kir. Wana dikire kute-kut, ku çira axa hindava wanda, yên ku xilaziya rojêda xebitîn, merdanî da kifşê (Met. 20:8-15).

15. Gelo hemû Mesîhiyên bijartî dikevine nava “xulamê amin û serwaxt”, derheqa kîjanî Metta 24:45-47-da tê gotinê? Şirovekin.

15 Ne hemû bijartî para “xulamê amin û serwaxt” in. (Bixûne Metta 24:45-47.) Çawa qirna yekêda usa jî îro, Yehowa û Îsa bi saya hine bira gelekara xwarinê didin, dêmek hîn dikin. Qirna yekêda tenê çend Mesîhiyên bijartî Nivîsarên Yûnanî nivîsîn. Îro jî tenê hine Mesîhiyên bijartî cabdar in seva “wextda” xwarina ruhanî bidine cimeta Xwedê.

16. Ji vê gotarê hûn çi pêhesiyan?

16 Vê gotarêda em çi pêhesiyan? Yehowa safî kiriye ku heçî zef merivara jîyîna heta-hetayê ser erdê bide, lê hinekara jîyîna ser ezmana, yên ku wê tevî Îsa serwêrtiyê bikin. Yehowa hemû xizmetkarên xwe xelat dike, ça “Cihû” usa jî “deh meriv”, û ew ji wana dewa dike, ku gura qanûnên wî bikin û jêra amin bimînin. Usa jî ew dixwaze ku ewana gişk şkestî û milûk bin. Ewana gişk gerekê tevayî yektiyêda xizmet kin. Û gişk gerekê her tiştî bikin, seva edilaya civatê xwey kin. Em nêzîkî xilaziya vê dinyayê dibin, lema jî were em berdewam kin Yehowara xizmet kin, û ça “kerîk” pey Îsa herin (Yûhn. 10:16).

^ abz. 5 Vê salê Êvara Bîranîna mirina Mesîh, wê roja Sêşemê, 7 Nîsanê derbaz be. Gelo em gerekê ça bin hindava wanda, yên ku wedê Bîranînê sîmbola dixwin û vedixwin? Çira em gerekê eciz nebin bona vê yekê, ku hejmara wan hê zêde dibe? Emê caba wan pirsa vê gotarêda pêbihesin, kîjan ku ser hîmê gotara “Birca Qerewiliyê” ye, ya meha Çileyê, sala 2016.

^ abz. 2 Li gora Zebûr 87:5, 6, axiriyêda Xwedê diqewime wê navên hemû wan bijartiya, yên ku wê tevî Îsa ser ezmana serwêrtiyê bikin, eyan ke (Rom. 8:19).

^ abz. 8 Binihêre çargoşe “Hizkirin ‘Bêpergal Nîne’”, “Birca Qerewiliyêda”, ya meha Çileyê, sala 2016.

^ abz. 14 Rast e Karên Şandiya 2:33 dide kifşê, wekî ruhê pîroz bi Îsa tê rêtinê, lê Yehowa xwexa her kesî dijbêre.

^ abz. 14 Bona hê zêde înformasiya, binihêre “Pirsên Xwendevana”, “Birca Qerewiliyêda” ya 1 Gulanê, sala 2007.

KILAMA 34 Bêqisûrtiya Xweda Here

^ abz. 56 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Bidine ber çevê xwe paşî civata mezin, xûşk-bira dor-berê wekîlê Koma Rêberiyê û jina wî top bûne, seva tevî wan şiklê xwe bikişînin. Ew çiqas bêqedirî ye!