Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 1

“Herin Hemû Mileta Hîn kin”

“Herin Hemû Mileta Hîn kin”

RÊZA SALA 2020: “Herin hemû mileta hîn kin û wana . . . binixumînin” (MET. 28:19).

KILAMA 79 Wana Hîn kin ku Qewî Bisekinin

VÊ GOTARÊDA *

1-2. Ber tirba Îsa, melek çi gote kulfeta, û Îsa xwexa çi rêberî da wan?

ŞEBEQÊ, 16 Nîsanê, sala 33 D.M., çend jinên xwedêxof, dilşkestî diçin berbi tirba Xudan Îsa Mesîh, ku 2 roj pêşda hatibû definkirinê. Çaxê ewana tên berbi tirbê, seva ku biharet û rûnê bînxweş cinyazê wî xin, ewana ecêbmayî dimînin, çimkî tirb vala ye! Melek wanra dibêje, wekî Îsa ji mirinê rabûye, û serda dibêje: “Ewê berî we here Celîlê. Li wir hûnê wî bibînin” (Met. 28:1-7; Lûqa 23:56; 24:10).

2 Çaxê ew jin paşda diçin, Îsa xwexa nêzîkî wan dibe û wanra dibêje: “Herin bêjine birêd min, ku ew herine Celîlê û li wir wê min bibînin” (Met. 28:10). Îsa paşî saxkirina xwe, ya pêşin ewê civînê saz dike bona şagirtên xwe. Eşkere ye, ser vê civînê ewî dixwest rêberiyên gelek ferz bida wan!

KÊRA EW TEMÎ HATE DAYÎNÊ?

Çaxê Îsa paşî saxbûnê Celîlêda rastî şandiya û şagirtên mayîn hat, ewî temî da wan ku “herin hemû mileta hîn kin” (Binihêre abzasa 3-4)

3-4. Çira em dikarin bêjin, wekî temî ku Metta 28:19, 20-da nivîsar e, ne tenê bona şandiya bû? (Binihêre şiklê rûyê jûrnalê.)

3 Bixûne Metta 28:16-20. Îsa ser vê civînê da kifşê, wekî çiqas ferz e ew şixulê ku şagirtên wî gerekê bikirana, dêmek ew şixul, ku em jî îro dikin. Îsa got: “Niha herin . . . wan hemû temiyêd ku min dane we mileta hîn kin, wekî ew xwey kin”.

4 Îsa ew temî ne tenê 11 şandiyên xwera da, ew dixwaze, wekî hemû şagirtên wî mizgîniyê bela kin. Lê em ji ku vê yekê zanin? Çaxê Îsa ser çiyayê Celîlê ew temî da şagirtên xwe, wêderê tenê şandî nîbûn. Bînin bîra xwe wekî melek jinara got: “[Celîlêda] hûnê wî bibînin”. Dêmek, ça tê kifşê ew jinên amin jî çûne ser vê civînê. Lê tenê ewana nîbûn. Pawlosê şandî eyan dike, wekî Îsa “carekêra pênsid xûşk-birayî zêdetirva xuya bû” (1 Korn. 15:6).

5. Em çi pêdihesin ji 1 Korintî 15:6?

5 Meniyên meye mezin hene, ku bawer kin, wekî Pawlos hema derheqa vê civîna Celîlêda digot, ku Metta serê 28-da tê gilîkirinê. Lê çi menî hene? Ya pêşin, heçî zef şagirtên Îsa ji Celîlê bûn. Lema aqilayî bû, wekî Îsa şagirtên xwe ne ku maleke Orşelîmêda top kir, lê ser çiyayê li Celîlê. Ya duda, Îsa paşî saxkirinê îda tevî 11 şandiyên xwe başqe Orşelîmêda malekêda top bûn. Hergê Îsa bixwesta tenê şandiyên xwera temî bida, ku mizgîniyê bela kin û meriva bikine şagirt, ewî wê hingê Orşelîmêda bigota wan, dewsa ku wanra, wan jinara û şagirtên mayînra elam kira, wekî Celîlêda rastî wî bên (Lûqa 24:33, 36).

6. Li gora Metta 28:20, ji çi tê kifşê ku temiya derheqa hazirkirina şagirta, bona roja îro ye jî, û ew temî îro ça tê sêrî?

6 Dîna xwe bidin meniya sisiya, ku çira em dikarin bêjin, wekî Îsa ne tenê şagirtên xweyî qirna yekêra ew temî da, lê me hemûşkara. Em ji ku evê yekê zanin? Çaxê Îsa rêberî dida şagirtên xwe, xilaziyêda ewî got: “Ez îroda timê heta axiriya dinyayê tevî we me!” (Met. 28:20) Çawa Îsa got, îro şixulê hazirkirina şagirta gelek pêşda diçe. Bifikirin, her sal 300 000 meriv ça Şedên Yehowa têne nixumandinê û dibine şagirtên Mesîh!

7. Emê vê gotarêda derheqa çi şêwir kin, û çira?

7 Gelek meriv ku Kitêba Pîroz hîn dibin, axiriyêda têne nixumandinê. Lê hene yên usa, kîjan ku her gav tevî me hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dibin, lê xwe paş dixin ruhanîda pêşda herin. Wanra hewas e hîn bin, lê ewana pêşda naçin ku bêne nixumandinê. Hergê hûn tevî kesekî hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikin, femdarî ye hûn dixwazin, wekî ew meriv çi ku pêdihese, emirê xweda bîne sêrî û bibe şagirtê Mesîh. Vê gotarêda emê şêwir kin, ku ça rastiyê bigihînine dilê wan meriva û ça alî wan bikin, wekî ruhanîda pêşda herin. Lê çira lazim e em derheqa vê yekê şêwir kin? Çimkî cara em gerekê safî kin hela tevî wî merivî hînbûna Kitêba Pîroz berdewam kin yan na.

WANA HÎN KIN KU YEHOWA HIZ BIKIN

8. Çira hinekara çetin e Yehowa hiz bikin?

8 Yehowa dixwaze meriv ji hizkirinê jêra xizmet kin. Lema jî nêta me ew e, wekî alî wan meriva bikin, yên ku Kitêba Pîroz hîn dibin, wekî fem kin ku Yehowa bona wana xem dike û wana gelek hiz dike. Em dixwazin alî wan bikin, wekî ewana Yehowa hesab kin ça “bavê sêwîya, tayê jinebîya” (Zeb. 68:5). Çaxê ewana hizkirina Xwedê hindava xwe bivînin, ew yek wê wana hêlan ke, ewana jî wî hiz kin. Hinekara çetin e bawer kin, wekî Yehowa Bavê hizkirî ye, çimkî wana ji bavê xwe hizkirin nedîtine (2 Tîmt. 3:1, 3). Lema jî wedê hînbûna Kitêba Pîroz, em gerekê dîna wan bidine ser xeyset-hunurên Yehowayî baş. Alî wan bikin ku fem kin, wekî Xwedêyê meyî hizkirî dixwaze ewana emirê heta-hetayê bistînin, û ew hazir e vê yekêda alî wan bike. Em dîsa çi dikarin bikin?

9-10. Kîjan edebyeta em gerekê bidine xebatê çaxê tevî kesekî hînbûnê derbaz dikin, û çira hema pê wan edebyeta gerekê derbaz kin?

9 Bidine xebatê kitêba “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?” û kitêba “Nava Hizkirina Xwedêda Bimîne”. Ew kitêb bona vê yekê hatine derxistinê, seva rastiyê bigihînine dilê meriva. Mesele, kitêba “Çi Hîn Dike” serê 1 caba wan pirsa dide: “Gelo Xwedê bona me xem dike? Gelo ew dilrem e? Xwedê ça dinihêre li ser neheqiyên dor-berê me? Û gelo em dikarin nêzîkî Yehowa bin?”. Lê derheqa kitêba “Hizkirina Xwedê” em çi dikarin bêjin? Ew edebyet wê alî wan bike, yên ku hîn dibin, wekî prînsîpên Kitêba Pîroz emirê xweda bidine xebatê û nêzîkî Yehowa bin. Hergê jî we ew du kitêb tevî merivên mayîn jî derbaz kiriye, yeke wê baş be, wekî hûn bona her kesî başqe xwe hazir kin, seva xût alî wan bikin.

10 Lê bidine ber çevê xwe, wekî yê ku Kitêba Pîroz hîn dibe têmeke usa vedike, kîjan ku wan edebyetada, dêmek Hacetên Sereke bona Hînkirinêda, tune ye. Vê derecêda hûn çi gerekê bikin? Hûn dikarin wî hêlan kin, wekî paşê xwexa derheqa vê têmayê edebyetên meda bixûne, seva ku hûn bikaribin pê kitêba “Çi Hîn Dike” yan jî “Hizkirina Xwedê” hînbûnê berdewam kin.

Hînbûnê pê dua destpêkin (Binihêre abzasa 11)

11. Kengê em gerekê pê dua hînbûnê destpêkin û xilaz kin, û ça em dikarin derheqa vê yekê xeber din tevî wan, kê Kitêba Pîroz hîn dibe?

11 Hînbûnê pê dua destpêkin. Wê gelek baş be, zû merivara şirovekin, wekî lazim e hînbûnê pê dua destpêkin û xilaz kin, mesele, hema heftiyên pêşiyêda usa derbaz kin. Ewana gerekê bizanibin, wekî em Xebera Xwedê tenê pê alîkariya ruhê Xwedêyî pîroz dikarin fem kin. Hine xûşk-bira çaxê hînbûnê destpêdikin û dixwazin şirovekin, wekî çira pê dua gerekê destpêkin, merivara rêza ji Aqûb 1:5 dixûnin: “Heger serwaxtiya yekî ji we têra wî nake, bira hîvî ji Xwedê bike”. Û paşê pirsê didine wan: “Çawa em dikarin ji Xwedê serwaxtiyê bixwazin?” Meriv dibeke qayîl be, wekî em gerekê Xwedêra dua bikin.

12. Çawa em dikarin Zebûr 139:2-4 bidine xebatê, seva alî meriva bikin duayên xweda dilê xwe Yehowara vekin?

12 Wana hîn kin ku çawa dua bikin. Wanra şirovekin, wekî Yehowa dixwaze duayên wanî bi dil bibihê. Wanra bêjin, wekî ewana dikarin duayên xweda dilê xwe Yehowara vekin. Usa jî wanra şirovekin, wekî ewana çi ku dibeke nikarin merivara bêjin, bira Yehowara gilî kin, çimkî ew îda fikirên wane kûr zane. (Bixûne Zebûr 139:2-4.) Em usa jî dikarin wana hêlan kin, wekî ji Xwedê alîkariyê bixwazin, seva nihêrandina nerast û xeysetên xirab biterikînin. Bidine ber çevê xwe, mesele, kesek tevî kê hûn îda hine wede hînbûnê derbaz dikin, cejinekê hiz dike, kîjan ku rêlîgiya qelpva girêdayî ye. Ew zane, wekî ew nerast e, lê yeke wî xweş tê vê cejinê derbaz ke. Wî hêlan kin, wekî dilê xwe Yehowara veke û bira hîvî ji Yehowa bike, seva alîkariyê bide wî, ku tenê wan tişta hiz bike, çi ku Xwedê hiz dike (Zeb. 97:10).

Wana teglîf kin ku bêne ser civatê (Binihêre abzasa 13)

13. a) Çira lazim e wan merivên ku Kitêba Pîroz hîn dibin, zû teglîfî ser civatê kin? b) Çi em dikarin bikin, wekî ewana civatêda xwe rihet texmîn kin?

13 Çiqas dikarin zû wana teglîf kin, wekî bêne ser civata. Çaxê ewana bêne ser civatê, çi ku ewana wêderê bibihên û bivînin, dikare dilê wan bigire û alî wan bike ku ruhanîda pêşda herin. Wanra nîşan kin vîdêo “Çi Diqewime Oda Civatêda?” û bi dil wana teglîf kin, ku tevî we bên. Hergê hûn dikarin, xwexa wana bivin civatê. Wê gelek baş be, hergê hûn cûre-cûre xûşk-bira teglîf kin ser hînbûna wan. Usa ewana civatêda wê tevî geleka bibine nas, û gava bêne civatê, îda wê xwe aza texmîn kin.

ALÎ WAN BIKIN RUHANÎDA PÊŞDA HERIN

14. Merivê ku Kitêba Pîroz hîn dibe, çi dikare wî hêlan ke ku ruhanîda pêşda here?

14 Nêta me ew e, wekî alî wan bikin, yên ku Kitêba Pîroz hîn dibin, ruhanîda pêşda herin (Efes. 4:13). Çaxê kesek qayîl dibe ku Kitêba Pîroz hîn be, ew dibeke pêşiyê dixwaze bizanibe, wekî ew hînbûn wê ça xût jêra karê bîne. Lê gava hizkirina wî hindava Yehowa hê mezin be, ew îda dibeke destpêke bifikire, ku ça ew dikare alî merivên din bike, dêmek usa jî alî wan, yên ku civatêda nin (Met. 22:37-39). Wedê layîq, hûn dikarin wanra bêjin, ku mecala wan heye pê qurbankirina pera jî piştgiriya şixulê Padşatiyê bikin.

Wana hîn kin ku ça problêmên xwe safî kin (Binihêre abzasa 15)

15. Em ça dikarin alî wan bikin, yên ku Kitêba Pîroz hîn dibin, seva problêmên xwe rast safî kin?

15 Wana hîn kin, ku ça problêma safî kin. Bidine ber çevê xwe, ew merivê ku hûn tevî wî hînbûnê derbaz dikin, kîjan îda bûye mizgînvanê nenixumandî, civatêda ji kesekî xeydiye. Dewsa ku aliyê kesekî bigirin, hê baş e jêra şirovekin, wekî derheqa vê yekê Kitêba Pîroz çi dibêje. Ew gerekê yan bibaxşîne wî merivî, yan jî hergê nikare xeydê bîr ke, gerekê tevî wî xeber de bi vê nêtê, ku bi hizkirin û nermî birê xwe qazanc ke (Beramber kin Metta 18:15). Wîra nîşan kin ku ça dikare bide xebatê “JW Library®”, “Rêberiya lêkolînkirinê bona Şedên Yehowa”, û jw.org®, seva bizanibe ça problêma rast safî ke. Hergê ew hîn be pêşiya nixumandinê tevî meriva problêma safî ke, paşî nixumandinê orta wî û xûşk-birên civatêda wê kêm problêm pêşda bên.

16. Çida kar e hergê em cûre-cûre xûşk-bira teglîfî ser hînbûnê bikin?

16 Xûşk-birên civatê û usa jî berpirsiyarê mihalê teglîf kin ser hînbûnê. Lê çira? Xêncî wan meniyên ku me jorê şêwir kir, usa jî xûşk-bira dikarin alî wî bikin vê yekêda, çida hûn nikarin. Besa xeberê, ew dixwaze cixarê biterikîne, lê çend cara bal wî nehatiye sitandinê. Lema jî ji civatê kesekî usa teglîf kin ser hînbûnê, kê îda berê ev xeysetê xirab terikandiye, û diqewime bal wî jî çend cara nehatiye standinê. Ew xûşk yan bira dikare şîreteke baş bide wî, ku jêra lazim e. Hergê wera nehêsa ye ber birê cêribandî hînbûnê derbaz kin, jêra bêjin bira ew derbaz ke. Çi jî hebe, yeke mesela xûşk-bira dikare karê bide wî, yê ku hîn dibe. Bîr nekin, wekî nêta me ew e, ku alî wî bikin ruhanîda mezin be.

GELO LAZIM E EZ HÎNBÛNÊ BIDIME SEKINANDINÊ?

17-18. Hûn çi gerekê hildin hesab, çaxê dixwazin safî kin ku hînbûnê bidine sekinandinê yan na?

17 Hergê ewê ku Kitêba Pîroz hîn dibe, emirê xweda guhastina nake, dibeke hûn pirsê bidine xwe: “Gelo lazim e ez hînbûnê bidime sekinandinê?” Seva evê safîkirinê bikin, hûn gerekê bifikirin derheqa fereset û dereca vî merivî. Hinekara hê zêde wede lazim e, seva ruhanîda pêşda herin. Lema ser wan pirsa bifikirin: “Gelo ew dereca xweda hema hine guhastina dike? Gelo ew çi ku pêdihese, îda destpêdike emirê xweda dide xebatê?” (Met. 28:20) Dibeke ewê ku hîn dibe, ruhanîda zû pêşda naçe, lê ew gerekê emirê xweda hêdî-hêdî hine guhastina bike.

18 Lê em çi gerekê bikin, hergê ew kes ku êpêce wede hîn dibe, nade kifşê wekî hînbûnê ferz hesab dike? Dîna xwe bidin vê derecê: Ew merivê ku hûn tev hînbûnê derbaz dikin, kitêba “Çi Hîn Dike” xilaz kir, diqewime hela hê jî kitêba “Hizkirina Xwedê” îda derbaz dibe, lê qe carekê jî nehatiye civatê, ne jî ser Êvara Bîranînê. Û hin jî ew gelek car bona meniyên biçûk hînbûnê berdide. Vê derecêda wê baş be helal tevî wî xeber din. *

19. Hûn çi dikarin bêjine wî, yê ku ça tê kifşê hînbûna Kitêba Pîroz qîmet nake, û hûn gerekê çi hildin hesab?

19 Hûn dikarin tevî wî pê vê pirsê xeberdanê destpêkin: “Bona te çi ye lape çetin, ku tu nikarî bibî Şedê Yehowa?” Dibeke ew bêje: “Min xweş tê Kitêba Pîroz hîn bim, lê ezê tu car nebim Şedê Yehowa!” Hergê ew hine wede îda hîn dibe, û nihêrandina wî usa ye, dibeke lazim e tevî wî hînbûna Kitêba Pîroz bidine sekinandinê. Lê dibeke ew wera meniyê bêje, ku çira pêşda naçe. Mesele, dibeke ew difikire ku wê tu car nikaribe mal bi mal xizmet ke. Çaxê hûn îda bizanibin bi rastî ew çi difikire, hûnê hê baş bikaribin alî wî bikin.

Tevî wan yên ku qe guhastina nakin, hînbûnê bidine sekinandinê (Binihêre abzasa 20)

20. Rêza ji Karên Şandiya 13:48 ça alî me dike têderxin, hela hînbûnê bidine sekinandinê yan na?

20 Yazix, lê hine merivên ku Kitêba Pîroz hîn dibin, mîna Îsraêliyên wedê Hezeqêl in. Derheqa wan Yehowa gote Hezeqêl: “Tu bona wan tê bêjî mîna kilameke hizkirinê yî, mîna merivekî ku bi dengê xweş distirê û bi hostetî sazê lêdixe. Ewana wê giliyên te bibihên, lê tu kes wê neyne sêrî” (Hezql. 33:32, DT). Belê, mera dibeke nehêsa ye wî merivîra bêjin, wekî emê tevî wî hînbûnê bidine sekinandinê. Lê “wext hindik maye” (1 Korn. 7:29). Dewsa ku wede xerc kin ser wan, yên ku qe pêşda naçin, em gerekê wan meriva bivînin, dilê kîjana hazir e mizgîniyê qebûl kin. (Bixûne Karên Şandiya 13:48.)

Mihala weda dibeke hene yên usa, ku bona alîkariyê dua dikin (Binihêre abzasa 20)

21. Rêza sala 2020 kîjan e, û ew rêz wê çida alî me bike?

21 Wedê sala 2020, rêza salê wê alî me bike, wekî bifikirin ku ça em dikarin bibine hê cêribandî, seva meriva bikine şagirt. Ew giliyên Îsa ne, kîjan ku ewî wedê civîna ferz ser çiyayê li Celîlê got: “Herin hemû mileta hîn kin û wana . . . binixumînin” (Met. 28:19).

Were em her tiştî bikin, seva şixulê hazirkirina şagirtada hê cêribandî bin û alî wan bikin ku bêne nixumandinê (Binihêre abzasa 21)

KILAMA 70 Kesên Hêja Bigerin

^ abz. 5 Rêza sala 2020 me hêlan dike, wekî “mileta hîn kin” û bikine şagirtên Mesîh. Ew temî bona hemû xizmetkarên Yehowa ye. Lê em ça dikarin Xebera Xwedê bigihînin dilê wan meriva, tevî kîjana hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikin, seva ewana bibine şagirtên Mesîh? Ew gotar nîşan dike, wekî ça em dikarin alî wan bikin ku nêzîkî Yehowa bin. Emê usa jî şêwir kin, ku ça safî kin, hela berdewam kin tevî wan hînbûna Kitêba Pîroz derbaz kin yan na.

^ abz. 18 Binihêrin ser JW Brodkastîngê® vîdêo bi navê “Hînkirinên Kitêba Pîroz Didine Sekinandinê”.