Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 2

Tu Dikarî Bibî Kaniya Berdiliyê

Tu Dikarî Bibî Kaniya Berdiliyê

“Evana . . . bona Padşatiya Xwedê tevî şixulê min in û bîna min bi wan derketiye” (KOLS. 4:11).

KILAMA 90 Hevdu Hêlan kin

VÊ GOTARÊDA *

1. Îro xizmetkarên Yehowa rastî çi çetinaya tên?

NAVA temamiya dinyayêda, gelek xizmetkarên Yehowa ji bo cûre-cûre çetinaya dikevine strêsê, û hela hê jî êşeke giran dikişînin. Hûn ewê yekê civata xweda jî divînin? Hine xûşk-birên me derd dikişînin ji bo nexweşiyên giran, hinek ji bo mirina merivê xweyî nêzîk. Hinek jî gelek dilteng dibin, çaxê neferê wan yan jî hevalê wan rastiyê dihêlin. Usa jî hine xûşk-birên me rastî xezebên tebiyetê tên û gelek ziyanê distînin. Wan hemû xûşk-birara berdilî lazim e. Lê em ça dikarin alî wan bikin?

2. Çira cara Pawlosra berdilî lazim bû?

2 Pawlosê şandî gelek car ber derê mirinê bû (2 Korn. 11:23-28). Ew usa jî diçerçirî ji bo “stirûyekî, DT” bedena xweda, çi ku dibeke nexweşîk bû (2 Korn. 12:7). Û ew usa jî dilşkestî bû ji bo Dîmas, yê ku wedekî hevalxizmetkarê wî bû, lê wî hîşt, çimkî “dinya hiz kir” (2 Tîmt. 4:10). Pawlos yekî mêrxas bû, pê ruhê pîroz bijartî bû, û bi dil û can alî xûşk-bira dikir, lê ew jî cara dilteng dibû (Rom. 9:1, 2).

3. Pawlos ji kê berdilî û alîkarî distand?

3 Nava çetinayên xweda Pawlos berdilî û alîkarî distand. Lê çi cûreyî? Ya pêşin Yehowa pê ruhê xweyî pîroz wî qewî kir (2 Korn. 4:7; Fîlî. 4:13). Yehowa usa jî bi alîkariya xûşk-bira berdilî dida wî. Pawlos derheqa hine bira got, wekî bîna wî “bi wan derketiye” (Kols. 4:11). Pawlos besa kîjana kir, nava wanda Erîstarxo, Tixîko û Marqos bûn. Wana Pawlos qewî dikir û alî wî dikirin seva sebir ke. Lê kîjan hunura alî wan hersêka kir, ku berdiliyê bidin? Çawa em dikarin çev bidine wan, çaxê dixwazin ber dilê xûşk-birada bên û wan bişidînin?

MÎNA ERÎSTARXO AMIN BIN

Mîna Erîstarxo, em dikarin bona xûşk-bira hevalê amin bin bi vê yekê, ku wedê rojên oxirmên giran kêleka wan bin (Binihêre abzasa 4-5) *

4. Erîstarxo ça da kifşê, wekî ew hevalê Pawlosî amin e?

4 Erîstarxoyê Mekedonî ku Mesîhî bû, bona Pawlos hevalekî amin bû. Kitêba Pîrozda derheqa Erîstarxo cara pêşin hingê tê gilîkirinê, çaxê Pawlos wedê rêwîtiya xweye mîsyonêrtîye sisiya, çû Efesê. Çaxê Erîstarxo tevî Pawlos bû, elaletê wî girt (Kar. Şand. 19:29). Lê gava wî aza kirin, ew bona xwe neditirsiya û nerevî, lê bi aminî tevî Pawlos ma. Çend meh şûnda, Yûnanistanêda, Erîstarxo dîsa jî kêleka Pawlos bû, hela hê jî gava dijmin dixwestin Pawlos bikuştana (Kar. Şand. 20:2-4). Nêzîkî sala 58 D.M., çaxê Pawlos ça girtî şandine Romê, Erîstarxo vê riya dûrda jî tevî wî bû, û hingê ewana tevayî xilaz bûn çaxê gemî hûrdexweşî bû (Kar. Şand. 27:1, 2, 41). Paşê çaxê ewana gihîştne Romê, ew dibeke hine wext tevî Pawlos kelêda bû (Kols. 4:10). Bêşik, Pawlos dişidiya û dilbînî distand, çimkî heval-rêyê amin kêleka wî bû!

5. Li gora Metelok 17:17, çawa em dikarin bibine hevalê amin?

5 Em jî mîna Erîstarxo, bona xûşk-bira dikarin hevalên amin bin, ku kêleka wan bin ne tenê şayada, lê “roja oxirmê giranda” jî. (Bixûne Metelok 17:17.) Hela hê çaxê tengasî derbaz dibin jî, yeke xûşk-birara dîsa jî berdilî lazim e. Fransîs, * dê-bavê kîjanê sê mehada ji reqê mirin, dibêje: “Derdên usa giran dirêj dikişînin. Rast e êpêce wede derbaz bûye, ku min dê-bavê xwe unda kiriye, lê ez gelek ji hevalên xweyî amin razî me, yên ku min bîr nakin û zanin, wekî birîna dilê min hê derbaz nebûye”.

6. Aminî me hêlan dike ku em çi bikin?

6 Hevalên amin heyfa xwe wede û qewata xwe naynin, seva alîkarî bidine xûşk-bira. Mesele, hekîm birakî me Pîtêrra got, wekî nexweşiya wîye giran heye, ku berbi mirinê dibe. Jina wî Katrîn, dibêje: “Ji civata me jin-mêrekî vê rojê em birin bal hekîm, kîderê ku em derheqa nexweşiya Pîtêr pêhesiyan. Wana ji vê demê xwera safî kiribûn, wekî vî halê giranda me tenê nehêlin, û gava mera alîkarî lazim bû, ewana her gav kêleka me bûn”. Rastî jî em dilbînîke mezin distînin, çaxê hevalên baş kêleka me ne, û alî me dikin, wekî em tengasiyada teyax kin!

MÎNA TIXÎKO MERIVNE BI ÎTBAR BIN

Mîna Tixîko em dikarin hevalê bi îtbar bin û wedê problêma alîkariyê bidine xûşk-bira (Binihêre abzasa 7-9) *

7-8. Li gora Kolosî 4:7-9, çawa Tixîko îzbat kir, ku ew merivekî bi îtbar e?

7 Mesîhiyê ji qeza Romê, Tixîko, heval-rêyê Pawlos bû, yê ku bi îtbar bû (Kar. Şand. 20:4). Nêzîkî sala 55 D.M., Pawlos organîze kir, wekî bona alîkariya Mesîhiyên Cihûstanê pere bê topkirinê, û dibeke ewî Tixîkora got, wekî wî şixulê ferzda alî wî bike (2 Korn. 8:18-20). Paşê çaxê Pawlos Romêda cara pêşin kete kelê, Tixîko ça elametçiyê wî bû. Ewî nemên Pawlos û giliyên dildayînê nava civatên Asyayêda bela dikir (Kols. 4:7-9).

8 Tixîko bona Pawlos ma hevalekî bi îtbar (Tîto 3:12). Lê ne hemû Mesîhî mîna Tixîko bi îtbar bûn. Nêzîkî sala 65 D.M., çaxê Pawlos cara duda hate girtinê, ewî nivîsî ku gelek Mesîhiyên ji qeza Asyayê, xwe ji wî dûr xistin, û nedixwestin tevî wî xeber din, çimkî dibeke ji dijmina ditirsiyan (2 Tîmt. 1:15). Lê Pawlos îtbariya xwe Tixîko dianî û hela hê jî şixuleke din da wî (2 Tîmt. 4:12). Pawlos bêşik gelek qîmet dikir hevalê mîna Tixîko baş.

9. Em ça dikarin çev bidine Tixîko?

9 Em dikarin çev bidine Tixîko vê yekêda, ku bibine hevalê bi îtbar. Mesele, em xûşk-birên xweye hewcera ne tenê soz didin, wekî alî wan bikin, lê em pê kirên xwe alîkariyê didine wan (Met. 5:37; Lûqa 16:10). Çaxê ewên ku hewce ne, zanin, wekî emê ese alî wan bikin, ewana dilbîniyê distînin. Xûşkekê got: “Çaxê tu zanî, wekî ew merivê ku tera soz daye, wê ese bê hewara te, dilê te rihet e”.

10. Li gora Metelok 18:24, ewên ku rastî cêribandina yan dilşkestîbûnê tên, ji kê dikarin berdiliyê bistînin?

10 Ewên ku rastî cêribandina tên yan jî dilşkestî dibin, dilbînîke mezin distînin, gava hevalekî bi îtbarra dilê xwe vedikin. (Bixûne Metelok 18:24.) Birakî me Bîcay, kurê kîjanî ji civatê hate derxistinê, got: “Min gelek dixwest, merivekî bi îtbarra dilê xwe vekim”. Birakî me Karlos, yê ku ji bo şaşiya xwe cabdariya xwe unda kir, dibêje: “Minra gelek lazim bû kesekîra bêtirs kula dilê xwe birêjim, û nefikirim, wekî wê min sûcdar ke”. Karlos dilê xwe rûspiyara vekir, yên ku alî wî kirin, wekî ber vê problêmê teyax ke. Ewî usa jî dilbînî stand vê yekêda, ku zanibû wekî ew rûspî serwaxt in û lema wê giliyên wî kesekîra nebêjin.

11. Em ça dikarin bibine hevalê bi îtbar?

11 Seva em bibine hevalê baş û bi îtbar, mera sebir lazim e. Çaxê mêrê xûşkeke me Janayê, lê hîşt, ewê dilbînî ji hevalên xweyî nêzîk stand. Ew dibêje: “Ewana bi sebir guh didane min hingê jî, çaxê min gilîk çend cara digot”. Hûn jî dikarin bibine hevalê baş bi vê yekê, ku bi sebir guh bidin.

MÎNA MARQOS HAZIR BIN BERDESTIYÊ BIKIN

Qenciya ku Marqos Pawlosra dida kifşê, alî wî kir wekî teyax ke û em jî dikarin wedê telî-tengiya alî xûşk-bira bikin (Binihêre abzasa 12-14) *

12. Marqos kê bû, û ewî ça berdestî xûşk-birara dikir?

12 Marqos Mesîhiyê Cihû ji Orşelîmê bû. Pismamê wî Barnabas gelek nas bû ça mîsyonêr (Kols. 4:10). Ça tê kifşê malbeta wî destteng nîbû, lê yeke emirê Marqosda pere û hebûnê ciyê pêşin nedigirtin. Ew yekî merd bû her gav hazir bû bê hewara xûşk-bira. Ewî şabûn distand ji vê yekê, ku xûşk-birara berdestî dikir. Ewî cûre-cûre wedada tevî Pawlos û Petrûsê şandî xizmet dikir, çaxê wana cabdariyên xwe dianîne sêrî. Mesele, ewî hewcên fîzîkîda berdestî wanra dikir (Kar. Şand. 13:2-5; 1 Pet. 5:13). Pawlos çaxê got “evana . . . bona Padşatiya Xwedê tevî şixulê min in”, ewî derheqa Marqos jî digot, yê ku bîna Pawlos wî derdiket (Kols. 4:10, 11).

13. Çawa 2 Tîmotêyo 4:11 dide kifşê, wekî Pawlos alîkariya Marqos qîmet dikir?

13 Marqos bona Pawlos bû hevalê nêzîk. Mesele, çaxê Pawlos cara xilaziyê Romêda kelêda bû, nêzîkaya sala 65 D.M., ewî nema xweye duda Tîmotêyora nivîsî. Vê nemêda, Pawlos Tîmotêyora got, wekî bê Romê û Marqos jî tevî xwe bîne (2 Tîmt. 4:11). Bêşik Pawlos gelek qîmet dikir ew berdestîkirina Marqose berê, lema ewî xwest Marqos wî wedê ferz bê û kêleka wî be. Marqos cûre-cûre tiştada alî Pawlos kir, dibeke ewî xwarin jêra dianî, yan jî tiştên bona nivîskariyê. Ew komekdarî û dildayîn kîjan Pawlos stand, alî wî kir, wekî rojên xilaziya emirê xwe, teyax ke.

14-15. Rêza ji Metta 7:12 ça me hîn dike, ku pê şixul alîkariyê bidine meriva?

14 Bixûne Metta 7:12. Em gelek razî ne wan merivara, yên ku pê şixulê xwe tengasiyada alî me dikin! Rayan, bavê kîjanî nişkêva ji bo qeziyê mir, dibêje: “Çaxê derd dikişînî, gelek şixulên herrojî bona te giran dibin û nikarî bikî. Lema alîkariya hela hê tiştên biçûkda jî, gelek dilbîniyê dide”.

15 Hergê em dîna xwe bidin meriva û derheqa wan bifikirin, emê têderxin, wekî çida em dikarin alî wan bikin. Mesele, xûşkekê safî kir, wekî alî Pîtêr û Katrîn bike, besa kîjana me jorê kir, wekî her car çaxê lazim be wana bivin bal hekîm. Ne Pîtêr û ne jî Katrîn nikaribûn avto bajotana, lema ewê xûşkê grafîk çêkir, wekî xûşk-birên ji civatê wana bivin bal hekîm. Lê ew tişt kêrî wan hat? Katrîn dibêje: “Me texmîn dikir, tê bêjî barekî giran ser dilê min hate hildanê”. Bîr nekin, wekî hûn dikarin dilbînîke mezin bidine meriva hela hê pê kirên biçûk jî.

16. Kîjan dersa ferz derheqa dilbîniyê em ji mesela Marqos hîn dibin?

16 Marqos şagirtê qirna yekê, rastî jî şixulhiz bû. Gelek şixulên ferz ser stûyê wî bûn, û usa jî ewî kitêbeke Mizgîniyê nivîsî, ya ku navê wî ser e. Lê Marqos usa jî wede didît, seva dilbîniyê bide Pawlos, û Pawlos aza dikaribû ji wî alîkariyê bixwaze. Angêla, nefera kîjanê bêremtî kuştin, dibêje ku ew çiqas razî bû ji wana, yên ku ber dilê wêda dihatin. Ew dibêje: “Çaxê heval bi dil û can dixwazin alîkariyê bidine te, gelek hêsa ye tevî wan xeber dî. Tê kifşê, wekî ewana dixwazin alî te bikin û vê yekêda xwe nagirin”. Em dikarin pirsê bidine xwe: “Min usa nas dikin ça merivekî ku dilbîniyê dide û hazir e alîkariyê bide?”

XWERA NÊTÊ DAYNIN KU BER DILÊ MERIVADA BÊN

17. Rêzên ji 2 Korintî 1:3, 4, ça me hêlan dikin, wekî ber dilê hevda bên?

17 Çetin nîne têderxin, ku kîjan xûşk-birara dilbînî lazim e. Em dikarin usa berdiliyê bidine xûşk-bira, çawa wedekî ber dilê meda hatine. Nîno, xûşkek ku pîrika xwe unda kir, dibêje: “Yehowa dikare bi saya me dilbîniyê bide xûşk-bira tenê hingê, hergê em bihêlin, wekî ew me bide xebatê”. (Bixûne 2 Korintî 1:3, 4.) Fransîs, besa kîjanê me jorê kir, dibêje: “Çawa ku 2 Korintî 1:4-da tê gotinê, rastî jî usa ne. Em çi cûre berdiliyê distînin, usa jî em dikarin wî cûreyî ber dilê merivada bên”.

18. a) Çira hinek şerm dikin ber dilê kesekîda bên? b) Em ça dikarin rast ber dilê merivada bên? Meselê bînin.

18 Hergê mera çetin e jî, yeke em gerekê mecala bigerin, seva alîkariyê bidine meriva. Mesele, em dibeke berxwe dikevin, çimkî nizanin çi bêjin yan jî çi bikin bona wan, yên ku kul-derda dikişînin. Rûspîk navê kîjanî Pol e, tîne bîra xwe, ku çaxê bavê wî mir, ça ber dilê wîda dihatin. Ew gilî dike: “Ez dikarim bêjim, wekî wanra nehêsa bû nêzîkî min bin. Wana nizanibû çi minra bêjin. Lê yeke ez gelek razî bûm ku wana dixwest dilbînî û alîkariyê bidine min”. Birakî bi navê Tajon, kîjan ku wedê erdheja qayîm xilaz bû, dibêje: “Rast bêjim nayê bîra min ku her nemekîda çi dihate gotinê, ku hingê minra dişandin, lê tê bîra min wekî ew meriv diketine heyra min”. Hergê em merivara nîşan dikin, ku em bona wana xem dikin, em dikarin rastî jî gelek dilbîniyê bidine wan.

19. Çira hûn dixwazin berdilyêda xîret bin?

19 Em nêzîkî xilaziya vê dinyayê dibin, halê dinyayê wê diha xirab be û emir jî wê diha çetin be (2 Tîmt. 3:13). Hin jî emê ji bo gunekarî û şaşiyên xwe rastî problêma bên, û hingê jî emê hewcê dilbîniyê bin. Çira Pawlosê şandî wedê tengasiya amin ma û sebir kir, menîk ew e, ku ewî ji xûşk-bira dilbînî distand. Were em mîna Erîstarxo amin bin, mîna Tixîko bi îtbar bin, û mîna Marqos hazir bin berdestiyê bikin. Usa emê bikaribin alî xûşk-birên xwe bikin, seva ewana baweriyêda qewî bimînin (1 Têsln. 3:2, 3).

^ abz. 5 Pawlosê şandî emirê xweda rastî gelek tengasiya dihat. Wedê wan rojên çetinda, hine bira berdilîke mezin dane wî. Emê vê gotarêda sê hunurên usa şêwir kin, bi saya kîjana ewan bira karibûn berdiliyê bidin. Emê usa jî şêwir kin, ku çawa em dikarin alîkariya xûşk-birada çev bidine wan.

^ abz. 5 Hine nav vê gotarêda hatine guhastinê.

KILAMA 111 Meniya Şabûnê

^ abz. 56 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Erîstarxo û Pawlos tevayî xilaz bûn çaxê gemî hûrdexweşî bû.

^ abz. 58 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Pawlos îtbariya xwe Tixîko dianî û lema nemên xwe dida wî seva civatara bela ke.

^ abz. 60 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Marqos alî Pawlos dikir çida ew hewce bû.