Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 4

“Ew Ruh Xwexa ... Şedetiyê Dide”

“Ew Ruh Xwexa ... Şedetiyê Dide”

“Hema ew ruh xwexa tevî ruhê me şedetiyê dide, ku em zarêd Xwedê ne” (ROM. 8:16).

KILAMA 25 Hebûna Bijartî

VÊ GOTARÊDA *

Roja Pênciye hesab, Yehowa ser koma ku weke ji 120 Mesîhiya bû, ruhê xweyî pîroz bi cûrê mexsûs rêt (Binihêre abzasa 1-2)

1-2. Çi tiştekî mexsûs qewimî Roja Pênciye hesab sala 33 D.M.?

SALA 33 D.M., şemiyê şebeqê, Roja Pênciye hesab bû. Orşelîmêda weke 120 şagirt top bûne oda mezine jorinda (Kar. Şand. 1:13-15; 2:1). Çend roj pêşiya wê yekê, Îsa gote wan, ku Orşelîmêda bimînin, çimkî wana gerekê pêşkêşa mexsûs bistandana (Kar. Şand. 1:4, 5). Lê paşê çi qewimî?

2 “Nişkêva ji ezmên mîna dengê bayê qayîm dengek hat”. Ewî dengî temamiya malê tijî kir. Paşê “zimanêd mîna alava êgir” wanva xuya bûn, ser her yekî ji wan danî, û hemû “bi ruhê pîroz tijî bûn” (Kar. Şand. 2:2-4). Bi wî cûrê mexsûs, Yehowa ruhê xweyî pîroz ser wê komêda rêt (Kar. Şand. 1:8). Ewana yên pêşiyê bûn, ku pê ruhê pîroz * hatibûn bijartinê û hêvî standin ku tevî Îsa ser ezmana serwêrtiyê bikin.

ÇI DIQEWIME ÇAXÊ KESEK TÊ BIJARTINÊ?

3. Ewên ku wedê Roja Pênciye hesab top bibûn, çira dudilî nîbûn, ku ewana pê ruhê pîroz hatine bijartinê?

3 Hergê tu yek ji wan şagirta bûyayî, yên ku otaxa jorinda vê rojê top bibûn, teyê ev roj tu car bîr nekira. Bide ber çevê xwe, tiştekî mîna zimanê alava êgir ser serê te tê danînê, û tu destpêdikî ser cûre-cûre zimana xeber dî (Kar. Şand. 2:5-12). Qe şik jî bal te wê tune bûya, ku tu pê ruhê pîroz hatî bijartinê. Lê gelo yên ku bi ruhê pîroz kifşkirî ne, hemû jî bi cûrê mexsûs û wedekîda têne bijartinê? Na. Lê em evê yekê ji ku zanin?

4. Gelo hemû bijartiyên qirna yekê, wedekîda dihatine kifşkirinê? Şirovekin.

4 Werên şêwir kin ku kengê meriv dibe bijartî. Roja Pênciye hesab, sala 33 D.M., ne tenê ew koma ji 120 Mesîhiya pê ruhê pîroz hatine kifşkirinê, lê vê rojê, weke 3 000 merivên din jî ruhê pîroz standin. Ewana hatibûn kifşkirinê, gava hatin nixumandinê (Kar. Şand. 2:37, 38, 41). Lê paşî vê yekê, îda ne hemû Mesîhî wedê nixumandinê dihatine kifşkirinê. Mesele, Samerî hine wede şûnda paşî nixumandinê hatine kifşkirinê (Kar. Şand. 8:14-17). Lê kifşkirina Kornêlyo û malbeta wî gelek ecêbmayî bû. Ewana hela hê jî pêşiya nixumandinê hatibûn kifşkirinê (Kar. Şand. 10:44-48).

5. Li gora 2 Korintî 1:21, 22, çi diqewime çaxê kesek pê ruhê pîroz tê kifşkirinê?

5 Were em usa jî şêwir kin, çi diqewime çaxê kesek pê ruhê pîroz tê kifşkirinê. Hine bijartiyara dikare pêşiyê çetin be fem kin, ku çira Yehowa ewana bijartine. Ewana dibeke difikirin: ‘Gelo Xwedê çira ez bijartim?’ Lê bal hineka fikirên usa pêşda nayên. Firqî tune ewana çi difikirin, lê Pawlosê şandî şirovekir, ku hemû bijartî çi texmîn dikin. Ewî got: “We baweriya xwe wî anî û bi ruhê pîrozî sozdayî hatine morkirinê *. Ruhê pîroz çawa bihê hatiye dayînê heta em sozê Xwedê war bin” (Efes. 1:13, 14). Dêmek Yehowa pê ruhê xweyî pîroz, wan Mesîhiyara zelal eşkere dike, wekî Ewî ewana bijartine. Bi wî cûreyî, ruhê pîroz ça “bihê ye [nîşan yan soz e]” ku Xwedê dide wan, seva wana bide bawerkirinê ku axiriyêda ewana wê heta-hetayê ser ezmana bijîn, ne ku ser erdê. (Bixûne 2 Korintî 1:21, 22.)

6. Mesîhiyê pê ruhê pîroz kifşkirî, çi gerekê bike, seva xelata xweye ezmanî bistîne?

6 Hergê Mesîhî pê ruhê pîroz hatiye kifşkirinê, gelo ew tê hesabê ku wê ese xelata xweye ezmanî bistîne? Na. Rast e ew dudilî nîne, ku ew hatiye bijartinê bona jîyîna ser ezmana, lê ew gerekê bîr neke evê temiyê: “Bona vê yekê xûşk-birano, hê bikin ku wê gazî û jibarebûna xwe testîq kin. Hûn ku vê yekê bikin, tu car nakevin” (2 Pet. 1:10). Dêmek, hergê Mesîhî pê ruhê pîroz bijartî ye, yanê gazîkirî ye bona jîyîna ser ezmana, ew wê xelata xwe tenê hingê bistîne, hergê heta mirinê amin bimîne (Fîlî. 3:12-14; Îbrn. 3:1; Eyan. 2:10).

MESÎHÎ ÇA TÊDERDIXE, WEKÎ EW BIJARTÎ YE?

7. Mesîhî ça têderdixe, wekî ew bona jîyîna ser ezmana gazîkirî ye?

7 Lê ça Mesîhî têderdixe, wekî ew bona jîyîna ser ezmana hatiye gazîkirinê? Giliyên Pawlos caba vê pirsê eyan dikin, kîjan ku ewî gote yên “pîrozbûnêra gazîkirî” ku Romêda bûn. Ewî gote wan: “We ruhekî usa nestandiye, ku we dîsa bike xulam bitirsin, lê we ew ruh standiye, yê ku we dike zarêd Xwedê, bi kîjanî gazî wî dikin: ‘Abba!’ awa gotî ‘Bavo!’ Hema ew ruh xwexa tevî ruhê me şedetiyê dide, ku em zarêd Xwedê ne(Rom. 1:7; 8:15, 16). Dêmek, Xwedê pê ruhê xweyî pîroz yên bijartîra zelal eyan dike, wekî ewana bona jîyîna ser ezmana gazîkirî ne (1 Têsln. 2:12).

8. Ça 1 Yûhenna 2:20, 27 dide kifşê, wekî Mesîhiyên bijartî hewce nînin, wekî kesek wanra îzbat ke ku ewana bijartî ne?

8 Yehowa qe şikê nahêle hiş û dilê wan Mesîhiyada, yên ku bona jîyîna ser ezmana hatine gazîkirinê. (Bixûne 1 Yûhenna 2:20, 27.) Rast e ew Mesîhiyên bijartî mîna hemû Mesîhiya gerekê civatêda aliyê Yehowada bêne hînkirinê, lê ewana hewce nînin, wekî kesek wanra îzbat ke, ku ewana bijartî ne. Çira? Çimkî Yehowa pê qewata xweye here mezin gerdûnêda, dêmek pê ruhê xweyî pîroz, eşkere wana dide femkirinê, ku ewana bijartî ne.

EWANA DÎSA “NÛ DIBIN”, DÊMEK TEZEDA TÊNE BÛYÎNÊ

9. Çaxê kesek tê bijartinê, li gora Efesî 1:18, çi guhastin dibe nav wî kesîda?

9 Îro gelek xizmetkarên Xwedêra çetin e fem kin, ku çi diqewime tevî wî kesî, yê ku pê ruhê pîroz hatiye bijartinê. Ew yek normal e, çimkî ewana xwexa bijartî nînin. Hin jî Xwedê meriv usa efirand, wekî ewana heta-hetayê ser erdê bijîn, ne ku ser ezmana (Destp. 1:28; Zeb. 37:29). Lê Yehowa hinek bijartin, seva ser ezmana bijîn. Lema jî çaxê ew wana kifş dike, ew îda hêviya wan û cûrê fikirandina wan diguhêze, seva ewana hîviya jîyîna ser ezmana bin. (Bixûne Efesî 1:18.)

10. Çi tê hesabê tezeda bêne bûyînê? (Binihêre spartin.)

10 Çaxê Mesîhî pê ruhê pîroz têne bijartinê, ewana ça bêjî “nû dibin” *, yanê bi sîmbolîk tezeda têne bûyînê. Îsa usa jî got, wekî wî merivîra ku bijartî nîne, nikarî bi temamî şirovekî, ku yê bijartî çi texmîn dike çaxê “nû dibe”, dêmek “ji ruh” tê bûyînê (Yûhn. 3:3-8).

11. Şirovekin ku ça cûrê fikirandina bijartiya, tê guhastinê.

11 Lê çawa cûrê fikirandina Mesîhiyên bijartî tê guhastinê? Pêşiya ku Yehowa ew Mesîhî bijbartana, ewana hîviya jîyîna heta-hetayê ser erdê bûn. Ewana bi dil û can hîviya wî wedeyî bûn, çaxê Yehowa hemû cûre xirabî bide hildanê û erdê bike cinet. Diqewime ewana usa jî didane ber çevê xwe, ku wê çawa rastî neferên xwe yan jî hevalên xwe bên, yên ku ji mirinê rabin. Lê çaxê ewana pê ruhê pîroz hatine kifşkirinê, ewana îda cûrekî mayîn destpêkirin bifikirin. Çi cûreyî? Ewana nefikirîn, wekî jîyîna ser erdê îda haqas baş nîne, wana ne jî ji bo strêsê yan jî kul-derda fikirandina xwe guhastin. Ewana ne jî difikirin, wekî jîyîna heta-hetayê ser erdê wê xweş nîbe. Dewsê, Yehowa pê ruhê xweyî pîroz, cûrê fikirandina wan û hêviya wan ku ewana qîmet dikin, diguhêze.

12. Li gora 1 Petrûs 1:3, 4, Mesîhiyên bijartî ça dinihêrin ser hêviya xwe?

12 Mesîhiyê ku tê bijartinê, dikare bifikire, wekî ew hêjayî wî qedirê mezin nîne. Lê yeke ew deqekê jî dudilî nîne, wekî Yehowa wî bijartiye. Çaxê ew difikire derheqa hêviya xweye axiriyê, dilê wî bi şabûnê û razîbûnê tije dibe. (Bixûne 1 Petrûs 1:3, 4.)

13. Yên bijartî derheqa jîyîna xweye ser erdê çi difikirin?

13 Lê gelo ew tê hesabê, wekî yên bijartî dixwazin bimirin? Pawlosê şandî caba vê pirsê dide. Ewî bedena meriva beramberî kon kir û got: “Belê heta ku em vî konîda dimînin, bin barê giranda dinelin, ne ku em dixwazin vî ji xwe bêxin, lê yê ezmanî serda wergirin, wekî yê xweyîmirin wê jiyînêda betavebe here” (2 Korn. 5:4). Ewan Mesîhiya hewasa xwe hindava jîyînê unda nekirine, û ne jî dixwazin wekî jîyîna wane ser erdê zû xilaz be. Ewana jîyîna xwera şa dibin û dixwazin her roj Yehowara tevî neferên xwe û hevalên xwe xizmet kin. Lê yeke hêviya wane axiriyê timê bîra wanda ne (1 Korn. 15:53; 2 Pet. 1:4; 1 Yûhn. 3:2, 3; Eyan. 20:6).

TU HATÎ BIJARTINÊ?

14. Çi nayê hesabê, ku kesek pê ruhê pîroz bijartî ye?

14 Diqewime tu difikirî, ku dibeke tu pê ruhê pîroz kifşkirî yî. Hergê erê, derheqa wan pirsên ferz bifikire: “Tu bi dil û can dixwazî qirara Yehowa bînî sêrî? Tu şixulê belakirina mizgîniyêda gelek xîret î? Tu hiz dikî lêkolînkirina Xebera Xwedê û pêdihesî derheqa ‘nêt-meremêd Xwedêye kûr’”? (1 Korn. 2:10) Tu texmîn dikî, wekî Yehowa xizmetiya te gelek kerem dike? Tu dilê xweda texmîn dikî, wekî cabdariya te heye ruhanîda alî meriva bikî? Tu emirê xweda alîkariya Yehowa divînî? Hergê caba wan hemû pirsa erê ye, gelo ew yek îzbat dike, wekî tu bona jîyîna ser ezmana gazîkirî yî? Na, usa nîne. Çira? Çimkî hemû xizmetkarên Xwedê dikarin xwe usa texmîn kin, firqî tune ewana bijartî ne yan na. Û Yehowa pê ruhê xweyî pîroz dikare hemû xizmetkarên xwera qewateke usa bide ku wan tişta bikin, firqî tune hêviya wan kîjan e. Bi rastî hergê hûn dudilî ne, ku hûn pê ruhê pîroz bijartî ne yan na, ew şik îda îzbat dike, ku hûn bijartî nînin. Ewên ku Yehowa bijart, dudilî nabin, wekî ewana bijartî ne! Ewana sed selefî vê yekêda bawer in!

Yehowa pê ruhê xweyî pîroz Birahîmra, Serayêra, Dawidra û Yûhennayê Nixumdarra, qewat da, seva kirên mezin bikin, lê ewî pê ruhê xweyî pîroz hêviya bona jîyîna ser ezmana neda wan (Binihêre abzasa 15-16) *

15. Em ji ku zanin, wekî ne hemû ku ruhê pîroz standin, dihatine bijartinê bona jîyîna ser ezmana?

15 Kitêba Pîrozda hene gelek meselên wan meriva, yên ku ruhê pîroz standibûn, lê yeke hêviya wan jîyîna ser ezmana nîbû. Mesele, ruhê pîroz rêberiya Dawid dikir (1 Sam. 16:13). Ruhê pîroz alî wî kir, wekî rastiyên kûr derheqa Yehowa fem ke û usa jî hine parên Kitêba Pîroz binivîse (Marq. 12:36). Lê yeke Petrûs got, wekî Dawid “neçûbû ezmana” (Kar. Şand. 2:34). Yûhennayê Nixumdar jî “bi ruhê pîroz tijî” bû (Lûqa 1:13-16). Îsa got ku tu meriv ji Yûhenna mezintir nîbû, lê paşê ewî got, wekî Yûhenna nakeve nav Padşatiya ezmana (Met. 11:10, 11). Yehowa pê ruhê xweyî pîroz wanra qewat dida, wekî kirên mezin bikin, lê ewî pê vî ruhî wana bona jîyîna ser ezmana nejibart. Gelo ew tê hesabê, ku ewana haqas amin nîbûn û lema nehatine bijartinê seva ser ezmana serwêrtiyê bikin? Na. Ew tê hesabê, wekî Yehowa wê wana ji mirinê rake, seva Cinetêda ser erdê bijîn (Yûhn. 5:28, 29; Kar. Şand. 24:15).

16. Îro gelek xizmetkarên Xwedê hîviya kîjan xelatê ne?

16 Heçî zef xizmetkarên Xwedê hîviya jîyîna ser erdê ne. Ewana mîna Birahîm, Serayê, Dawid, Yûhennayê Nixumdar û dîsa gelek jin û mêr ku berê dijîtin, hîviya jîyîna ser erdê ne, çaxê Padşatiya Xwedê wê serwêrtiyê bike (Îbrn. 11:10).

17. Kîjan pirsa emê gotara dinda şêwir kin?

17 Îro hine bijartî hê nava cimeta Xwedêda nin, lema jî hine pirs pêşda tên (Eyan. 12:17). Mesele, yên bijartî hindava xweda gerekê ça bin? Hergê civata weda kesek destpêdike wedê Bîranînê sîmbola bixwe û vexwe, hûn ça gerekê hindava wîda bin? Lazim e em berxwe kevin, hergê hejmara wan zêde dibe, yên ku sîmbola dixwin û vedixwin? Emê caba wan pirsa gotara dinda şêwir kin.

^ abz. 5 Ji Roja Pênciye hesab sala 33 D.M., Yehowa hine Mesîhiyara hêvîke mexsûs dide, ew heye serwêrtî ser ezmana tevî Kurê wî. Lê gelo ew Mesîhî ça zanin ku ewana hatine bijartinê bona wî qedirekî mezin? Çi diqewime çaxê Yehowa wana dijbêre? Ew gotar ser hîmê gotara “Birca Qerewiliyêye”, ya meha Çileyê, sala 2016. Vê gotarêda emê caba wan pirsa pêbihesin.

^ abz. 2 GOTIN KU HATE ŞIROVEKIRINÊ: Bijartin, dêmek kifşkirina pê ruhê pîroz: Yehowa pê ruhê xweyî pîroz meriv dijbêre, seva tevî Îsa ser ezmana serwêrtiyê bike. Xwedê bi saya ruhê xweyî pîroz, sozê derheqa axiriyê, dêmek “bihê” dide wî merivî (Efes. 1:13, 14). Ew Mesîhî dikarin bêjin, wekî ruhê pîroz şedetiyê dide, dêmek wanra eyan dike, ku xelata wan ya ezmanî ye (Rom. 8:16).

^ abz. 5 GOTIN KU HATE ŞIROVEKIRINÊ: Morkirin. Yehowa wê mora xilaziyê bide ser bijartiyên amin pêşiya mirina wan, yan jî pêşiya destpêbûna tengasiya mezin (Efes. 4:30; Eyan. 7:2-4). “Birca Qerewiliyêda” ya meha Nîsanê, sala 2016, binihêre “Pirsên Xwendevana”.

^ abz. 10 Bona hê zêde înformasiya, ku çi tê hesabê tezeda bêne bûyînê, binihêrin “Birca Qerewiliyê”, ya 1 Nîsanê, sala 2009, rûp. 3;4, 5, 5;6, 7;8, 8;9, 10;11 û 12.

KILAMA 27 Lawên Xwedê Eyan Dibin

^ abz. 57 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Firqî tune em bona baweriya xwe kelêda nin, yan jî em aza mizgîniyê bela dikin û meriva rastiyê hîn dikin, em dikarin bi dil û can hîviya jîyîna ser erdê bin, kîderê Padşatiya Xwedê wê serwêrtiyê ser me bike.