Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 3

Xwedêyê Te Yehowa Te Hiz Dike û Qîmet Dike!

Xwedêyê Te Yehowa Te Hiz Dike û Qîmet Dike!

“Yê belengazîya meda me bîr tîne” (ZEB. 136:23).

KILAMA 33 Barê Xwe Bide ser Yehowa

VÊ GOTARÊDA *

1-2. Xizmetkarên Yehowa rastî çi dereca tên, û ew yek ça dikare ser wan hukum ke?

BIFIKIRIN ser wan sê dereca: Birakî cahil pêhesiya, wekî nexweşiya wî heye, ku wê hêdî-hêdî wî qidûm bêxe. Birakî jî ku weke 50 salî ye, xebata xwe unda kir, û çi jî dike, nikare xwera xebatê bivîne. Xûşkek ji bo emirê xweyî mezin, hêdî-hêdî sihet-qewatêda sist dibe û nikare haqas Yehowara xizmet ke ça berê dikir.

2 Hergê tu rastî derecên usa hatî, dibeke tu bifikirî ku îda bêkêr î û kesekîra nelazim î. Ew derece dikarin şabûnê ji te bistînin, tu îda qîmetê xwe unda kî, û heleqetiya te orta meriva xirab be.

3. Çawa Şeytan û dinya wî ser emirê meriva dinihêrin?

3 Nihêrandina vê dinyayê ser emirê meriva, mîna ya Şeytan e. Şeytan timê hindava merivada usa ne, ku tê bêjî qîmeta wan qe tune û ewana bêkêr in. Ewî ji bêremtiya xwe gote Hêwayê ku ew dikare bêy Xwedê aza bijî, lê ewî rind zanibû, wekî ew neguhdarîkirin wê wana berbi mirinê bive. Sîstêma komêrsî, polîtîkî û rêlîgî timê jî destê Şeytanda bûne, lema jî em ecêbmayî namînin, wekî bîznêsmên, polîtîk, û serwêrên rêlîgiya, jîyîna meriva qîmet nakin û xema wan nîne ku meriv çi texmîn dikin.

4. Emê vê gotarêda derheqa çi şêwir kin?

4 Lê Yehowa dixwaze em xwe qîmet kin, û ew alî me dike çaxê em ji bo hine dereca xwe bêkêr texmîn dikin (Zeb. 136:23; Rom. 12:3). Vê gotarêda wê bê şêwirkirinê, wekî çawa Yehowa van sê derecada alî me dike: 1) Çaxê em nexweşiya giran dikevin, 2) çaxê aliyê pereda problêmên me hene, û 3) çaxê ji bo emirê xweyî mezin em difikirin, ku me bona Yehowa tiştek nekiriye. Lê were pêşiyê em pêbihesin ku çira em gerekê dudilî nebin, wekî Yehowa me her kesî qîmet dike.

YEHOWA ME QÎMET DIKE

5. Çi îzbat dike, wekî Yehowa meriva qîmet dike?

5 Rast e em ji xaliyê hatine çêkirinê, lê qîmetê me qîmetê xaliyê nîne (Destp. 2:7). Dîna xwe bidine tenê çend meniya, ku çira em bawer in, wekî Yehowa me qîmet dike û me hiz dike. Ewî meriv pê xeyset-hunurên xwe efirandiye (Destp. 1:27). Pê vê yekê, ewî meriv ji hemû efirînên ser erdê bilind girt û hukum da wan ku serwêrtiyê ser erdê û ser heywana bikin (Zeb. 8:4-8).

6. Dîsa kîjan îzbatkirin heye, ku Yehowa merivên gunekar qîmet dike?

6 Hela hê paşî gunekirina Adem jî, meriv dîsa jî ber çevê Yehowa qîmet bûn. Ew usa me hiz dike, wekî Kurê xweyî tayê tenê bona gunên me qurban kir (1 Yûhn. 4:9, 10). Bi saya vê qurbanê, Yehowa wê merivên “heq û neheq” ji mirinê rake, yên ku ji bo gunê Adem mirine (Kar. Şand. 24:15). Xebera Wî eşkere dike, wekî em ber çevê wî gelek qîmet in, hergê jî em nexweş in, kesîb in, yan jî emirda mezin in (Kar. Şand. 10:34, 35).

7. Dîsa çi meniyên me hene bawer kin, wekî Yehowa xizmetkarên xwe qîmet dike?

7 Dîsa menî hene, ku dudilî nebin wekî Yehowa me qîmet dike. Ewî em nêzîkî xwe kirin û dîna xwe dayê ku me ça xwe da kifşê, gava mizgînî bihîst (Yûhn. 6:44). Çaxê me destpêkir nêzîkî Yehowa bin, ew diha nêzîkî me bû (Aqûb 4:8). Yehowa usa jî wede û her mecala dide xebatê seva me hîn ke, û bi vê yekê dide kifşê ku me hiz dike. Ew zane em niha merivne çi cûreyî ne, û zane em ça aliyê başda dikarin bêne guhastinê. Û ew usa jî me şîret dike, çimkî me hiz dike (Metlk. 3:11, 12). Ew îzbatkirineke qewî ye, ku Yehowa bi rastî me qîmet dike!

8. Çawa giliyên ji Zebûr 18:27-29 dikarin hukum bin ser nihêrandina me hindava problêmên me?

8 Hineka Dawid Padşa ber tiştekî hesab nedikirin, lê ewî zanibû wekî Yehowa wî hiz dike û pişta wî digire. Evê yekê alî wî dikir tengasiyada nihêrandina rast xwey ke (2 Sam. 16:5-7). Çaxê em xwe bêkêr texmîn dikin û dilşkestî ne, yan jî problêmên me hene, Yehowa dikare alî me bike, wekî wan çetinayada zef dilteng nebin û usa jî alî me bike wan problêma hêsa derbaz kin. (Bixûne Zebûr 18:27-29.) Çaxê Yehowa aliyê me ye, tu tişt nikare me bide sekinandinê, ku bi şabûnê wîra xizmet kin (Rom. 8:31). Were em niha wan sê dereca şêwir kin, kîderêda mera îlahî lazim e bîr nekin, wekî Yehowa me hiz dike û qîmet dike.

ÇAXÊ NEXWEŞ IN

Hergê wedê nexweşiyê em xeberên Yehowa bixûnin, emê bikaribin fikir û êmosiyên nebaş ji hişê xwe derxin (Binihêre abzasa 9-12)

9. Nexweşî ça dikare ser me hukum be?

9 Nexweşî dikare me êmosyalîda sist ke û em dikarin bifikirin ku îda kêrî kesekî nayên. Dibeke em usa jî şerm dikin bona nexweşiya xwe, çaxê em divînin ku meriv ça ser me dinihêrin, yan jî çaxê ji bo nexweşiyê em dikevine stûyê kesekî. Hergê jî meriv nizanin derheqa nexweşiya me, yeke em berxwe dikevin, çimkî em îda nikarin haqas bikin çiqas me berê dikir. Wî halê giranda, Yehowa dikare dil bide me û me geş ke. Çawa?

10. Li gora Metelok 12:25, çaxê em nexweş in çi dikare alî me bike?

10 Çaxê em nexweş in, “gotineke qenc” dikare qewatê bide me. (Bixûne Metelok 12:25.) Yehowa Kitêba Pîrozda gotinên qenc bona me daye nivîsarê, kîjan ku tînin bîra me, ku ew me qîmet dike çaxê em nexweş in jî (Zeb. 31:19; 41:3). Hergê em ew giliyên ku ji bîna ber Xwedê ne, bixûnin, îlahî gelek car, Yehowa wê alî me bike ku fikirên nebaş ji hişê xwe derxin û bona nexweşiya xwe gelek berxwe nekevin.

11. Çawa birakî me alîkariya Yehowa stand?

11 Dîna xwe bidin serhatiya Corc ku 30 salî ye. Ew pêhesiya, wekî nexweşîke wîye usa heye, ku zû pêşda diçe û diha giran dibe. Ji bo vê yekê, ew difikirî ku îda kêrî tiştekî nayê û kesekîra nelazim e. Corc gilî dike: “Ez êmosiyalîda hazir nîbûm, çimkî min nizanibû ew nexweşî wê usa ser min hukum be. Min şerm dikir, çimkî nexweşiya min dîna meriva dikişand ser min. Gava nexweşiya min diha giran bû, ez difikirîm ku emirê min wê ça bê guhastinê. Ez gelek dilşkestî û bêhal bûm. Min lavaya Yehowa dikir, wekî alî min bike”. Lê gelo Yehowa ça alî wî kir? Corc gilî dike: “Minra çetin bû hiş-aqilê xwe bidim ser xwendinê, lema min çend rêzên ji Zebûr dixwend, kîderê tê gotinê ku Yehowa ça bona xizmetkarên xwe xem dike. Min her roj dîsa ew rêz tezeda dixwendin, û min têderdixist, wekî dilê min rihet dibû û min dilbînî distand. Hine wede şûnda, meriva didîtin ku beşera min xweş dibe û hê zêde devken bûme. Wana hela hê jî minra digotin, wekî nihêrandina mine pozîtîv wana dişidîne. Min fem kir, wekî Yehowa caba duayên min da! Ewî alî min kir, ku ez nihêrandina xwe biguhêzim. Min hiş-aqilê xwe da ser Xebera Xwedê, û min fem kir ew ça dinihêre ser halê min”.

12. Çaxê em nexweş in, ça em dikarin alîkariya Yehowa bistînin?

12 Hergê sihet-qewata we xirab e, dudilî nebin, wekî Yehowa zane ku hûn çi halîda nin. Hîvî ji wî bikin, wekî alî we bike ku ser dereca xwe rast binihêrin. Paşê Kitêba Pîrozda bigerin wan gotinên qenc, ku Yehowa bona we xwey kiriye. Kûr bifikirin ser wan rêza ku nîşan dikin, wekî Yehowa ça xizmetkarên xwe qîmet dike. Gava hûn usa bikin, hûnê bivînin, wekî Yehowa hindava hemû xizmetkarên xweyî aminda, qenc e (Zeb. 84:11).

ÇAXÊ ÇETINAYÎ ALIYÊ PEREDA HEYE

Bîr nekin, wekî Yehowa soz dide, ku wê alî me bike çaxê em nikarin xebatê bivînin (Binihêre abzasa 13-15)

13. Hergê malxê malê xebata xwe unda kiriye, ew ça dikare xwe texmîn ke?

13 Her malxêkî malê dixwaze, wekî ebûra neferên xwe bike. Bidine ber çevê xwe, birakî xebata xwe unda kiriye. Ew her tiştî dike seva xwera xebata teze bivîne, lê nikare. Vê derecêda ew dikare dilteng be û bifikire ku kêrî tiştekî nayê. Lê ça sozên Yehowa dikarin alî wî bikin?

14. Çira Yehowa xweyê sozê xwe ye?

14 Yehowa timê xweyê sozên xwe ye (Yêşû 21:45; 23:14). Çend menî hene, ku çira ew sozê xwe tîne sêrî. Ya pêşin, ev yek dikare ser navê wî hukum be. Yehowa soz da, wekî wê bona xizmetkarên xweyî amin xem bike, û ew xwe borcdar hesab dike, wekî ewî sozî bîne sêrî (Zeb. 31:1-3). Xêncî vê yekê, Yehowa zane wekî emê dilşkestî bin hergê ew bona me xem neke, çimkî em neferên malbeta wî ne. Ew soz dide, wekî ça matêryalîda usa jî ruhanîda wê alî me bike, û tu tişt nikare riya wî bigire, ku vî sozê xwe bîne sêrî (Met. 6:30-33; 24:45).

15. a) Mesîhiyên qirna yekê rastî çi çetinayê hatin? b) Zebûr 37:18, 19, me çida dide bawerkirinê?

15 Hergê em bîr nekin, ku çira Yehowa sozên xwe timê tîne sêrî, emê dudilî nebin, ku wedê problêmên aliyê pereda, ew wê alî me bike. Dîna xwe bidine mesela Mesîhiyên qirna yekê. Çaxê civata Orşelîmê rastî zêrandineke giran hat, “pêştirî şandiya hemûyêd bawermend” hev bela bûn (Kar. Şand. 8:1). Bifikirin, ewana ji bo vê yekê ketine çi tengasiyê. Ewana êkonomîkîda rastî çetinaya hatin. Ewan Mesîhiya diqewime mal û xebatên xwe unda kirin. Lê Yehowa ewana nehîştin, ne jî wana şabûna xwe unda kir (Kar. Şand. 8:4; Îbrn. 13:5, 6; Aqûb 1:2, 3). Yehowa alî wan Mesîhiyên amin dikir, û ew wê alî me jî bike. (Bixûne Zebûr 37:18, 19.)

ÇAXÊ JI BO EMIRÊ XWEYÎ MEZIN RASTÎ PROBLÊMA TÊN

Hergê em hiş-aqilê xwe didin ser vê yekê ku em çi dikarin bikin hela hê wedê kal-pîrbûnê jî, emê dudilî nebin, wekî Yehowa me û xizmetiya me qîmet dike (Binihêre abzasa 16-18)

16. Ji bo kîjan derecê em dibeke bifikirin, wekî Yehowa îda xizmetiya me qîmet nake?

16 Çaxê em kal-pîr dibin, em dibeke destpêdikin bifikirin, wekî em bona Yehowa hindik dikin û îda qîmet nînin. Dawid Padşa jî çaxê îda kal dibû, dibeke bona vê yekê berxwe diket (Zeb. 71:9). Lê ça Yehowa dikare alî me bike?

17. Em ji serhatiya xûşka Cêrî çi hîn dibin?

17 Dîna xwe bidin mesela xûşkeke me bi navê Cêrî, ku emirda mezin e. Ew hate teglîfkirinê ser civîna bona xweykirina Oda Civata, lê ewê nedixwest biçûya wêderê. Ewê got: “Ez îda pîr im, jinebî me, û hin jî bona wî şixulî ezê kêrî Yehowa neyêm, çimkî derheqa wî şixulî tiştekî nizanim”. Êvarê pêşiya vê civînê, ewê bi dua dilê xwe Yehowara vekir. Sibetirê ew hate Oda Civatê, lê ew dîsa jî dudilî dibû, wekî gelo hêja bû ew hat. Lê wedê bernama civînê, gotarvanekî fikireke usa got, wekî feresetekî meyî lapî ferz ew e, ku bi dil û can bixwazin ji Yehowa hîn bin. Cêrî tîne bîra xwe: “Ez xwera fikirîm: ‘Feresetê minî usa heye!’ Ez giriyam, çimkî min têderxist, wekî Yehowa caba duayê min da. Ewî ez dame bawerkirinê, wekî ez dikarim tiştekî qîmet bidime Yehowa û ku ew dixwaze min hîn ke!” Cêrî tîne bîra xwe ewê qewimandinê, û dibêje: “Ez çaxê çûme ser vê civînê, ez berxwe diketim, û dilteng dibûm, lê çaxê ez ji odê derketim, ez xweda bawer bûm, dilgeş bûm, û min fem kir, ku ez bêkêr nînim”.

18. Kitêba Pîroz ça nîşan dike, wekî wedê kal-pîrbûna me jî, Yehowa berdewam dike xizmetiya me qîmet ke?

18 Çaxê em kal-pîr dibin, em dikarin dudilî nebin, wekî Yehowa dîsa jî şixul dide me (Zeb. 92:12-15). Îsa hîn dikir, wekî firqî tune çi feresetên me hene yan jî çiqas hindik em dikin, Yehowa qîmet dike her tiştên ku çiqas destê me tê, em bona wî dikin (Lûqa 21:2-4). Lema jî hiş-aqilê xwe bidine ser vê yekê çi ku hûn dikarin bikin. Mesele, hûn dikarin merivara derheqa Yehowa xeber din, bona xûşk-bira dua bikin, û wana hêlan kin ku amin bimînin. Yehowa we hesab dike ça heval-xebatkarên xwe ne ji bo vê yekê, ku hûn çi dikarin bikin, lê çimkî hûn bi dil û can dixwazin gura wî bikin (1 Korn. 3:5-9).

19. Romayî 8:38, 39 çida me dide bawerkirinê?

19 Em çiqas razî ne û bextewar in, wekî em Yehowa, dêmek Xwedêkî usa dihebînin, ku xizmetkarên xwe hiz dike û qîmet dike! Ewî em efirandine, wekî qirara wî bînin sêrî, û ew yek me bextewar dike (Eyan. 4:11). Rast e ew dinya dibeke me hesab dike ça netutişt, lê Yehowa tu car usa nafikire (Îbrn. 11:16, 38). Çaxê em ji bo nexweşiya xwe, ji bo çetinayên aliyê pereda, yan jî ji bo kal-pîrbûnê bînteng dibin, were em bîr nekin, wekî tu tişt tu car nikare me ji hizkirina Bavê meyî ezmana biqetîne. (Bixûne Romayî 8:38, 39.)

^ abz. 5 Tu rastî derecên usa hatî, ji bo kîjana te xwe bêkêr texmîn kiriye? Ew gotar wê bîne bîra te, wekî Yehowa te çiqas zef hiz dike û qîmet dike. Usa jî vê gotarêda tuyê pêbihesî, wekî firqî tune emirê teda çi jî biqewime, tu dikarî qîmetê xwe unda nekî.

KILAMA 30 Bav, Xwedê û Dost