Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 3

Elaleteke Mezin Pesnê Xwedê û Îsa Mesîh Dide

Elaleteke Mezin Pesnê Xwedê û Îsa Mesîh Dide

“Xilazbûn ji destê Xwedêyê me ye, Yê ku li ser text rûniştî ye û ji destê wî Berxî ye” (EYANTÎ 7:10).

KILAMA 14 Pesina Bidine Padşê Nû

VÊ GOTARÊDA *

1. Di sala 1935-da, gotarekê li ser birakî cahil çawa hukum kir?

DI SALA 1926-da, xortekî 18 salî hate nixumandinê. Dê-bavê wî Lêkolînkarên Kitêba Pîroz * bûn. Wana sê lawik û du qîzên xwe hîn kirin ku Yehowara xizmet bikin û çev bidine Îsa Mesîh. Her sal li ser Bîranînê, vî birê cahil mîna hemû Lêkolînkarên Kitêba Pîroz nan dixwar û şerav vedixwar. Lê gotareke bi navê “Elaleta Mezin” nihêrandina wî bi temamî guhast. Ev gotar di sala 1935-da li ser civata mezin bajarê Waşîngtonêda (Amêrîka) birê Cozêf Rûtêrford xwend. Li ser vê civîna mezin gelo çi hat zelalkirin?

2. Birê Rûtêrford di gotara xweda çi zelal kir?

2 Gotara xweda, birê Rûtêrford zelal kir ku “elaleta mezin”, ya ku Eyantî 7:9-da tê gotinê, derheqa kê ye. Heta wê demê, xûşk û bira difikirîn ku elaleta mezin jî wê here ezmana. Lê belê, ew difikirîn ku endemên vê komê mîna mesîhiyên bi ruh kifşkirî amin nînin. Birê Rûtêrford bi saya Nivîsarên Pîroz zelal kir ku elaleta mezin wê neçe ezmana, lê ewana pezên din * yên Îsa Mesîh ne, yên ku wê wedê “tengasiya mezin” sax bimînin û heta-hetayê li ser erdê bijîn (Eyantî 7:14). Îsa Mesîh usa soz dabû: “Pezêd mine din jî hene, yêd ku ne vî axlîda ne. Gerekê ez wana jî bînim û ewê dengê min bibihên û bibine kerîk ber şivanekî” (Yûhenna 10:16). Ev “pezên din”, Şedên amin in, yên ku hîviya jiyana herheyî li ser erdê ne (Metta 25:31-33, 46). Niha emê bivînin ku vê ronaya nû jiyana vî birê cahil û jiyana gelek xûşk û birên din çawa guhast (Zebûr 97:11; Metelok 4:18).

RONAYA NÛ, JIYANA BI HEZARA KESA DIGUHÊZE

3-4. Li civîneke mezin ya sala 1935, bi hezara kesa fem kir ku hêviya wan çi ye, û çima?

3 Li ser wê civata mezin, gotarvan usa got: “Kesên ku hîviya jiyana herheyî ya li ser erdê ne, bira rabin ser piya!” Birakî ku li wêderê bû got ku ji 20 000 merivên ku li civata mezin bûn, ji nîvî zêdetir rabûn ser piya. Paşê, birê Rûtêrford usa got: “A vay – elaleta mezin!” Guhdar pir şa bûn! Kesên ku rabûn ser piya fem kirin ku ew bona jiyana li ezmana nehatine bijartinê. Wana zanibû ku ew bi ruhê Xwedê nehatine kifşkirinê. Roja din, 840 Şedên nû hatin nixumandinê, û piraniya wan “pezên din” bûn.

4 Paşî wê gotarê, xortê ku me jorê besa wî kiribû û bi hezara kesên din, îda wedê Bîranînê sîmbola nedixwarin. Gelek kesa mîna birakî me xwe texmîn dikirin, yê ku usa got: “Li ser Bîranîna Mirina Îsa Mesîh ya sala 1935, min cara xilaziyê nan xwar û şerav vexwar. Min fem kir ku Yehowa ez bi ruhê pîroz bona jiyana li ezmana nebijartime. Hêviya min ev bû ku li ser erdê bijîm û tevî kesên din erdê bikim cinet” (Romayî 8:16, 17; 2 Korintî 1:21, 22). Hingêva, hejmara endemên elaleta mezin zêde dibe, û ewana tevî mesîhiyên bi ruh kifşkirî ku hê li ser erdê ne hevkariyê dikin.

5. Yehowa li kesên ku sîmbolên Bîranînê îda naxwin, çawa dinihêre?

5 Yehowa li kesên ku paşî sala 1935 sîmbolên Bîranîna Mirina Îsa Mesîh nedixwarin, çawa dinihêre? Heger Şedekî nixumandî ji dil bawer dike ku gerekê ew li Bîranînê nên bixwe û şeravê vexwe, lê paşê fem dike ku bi rastî ew nehatiye kifşkirinê, Yehowa derheqa kesên usa çi difikire? (1 Korintî 11:28). Hine kesa sîmbola dixwarin, çimkî wana rind fem nedikir ku hêviya wan çi ye. Lê heger ew şaşiya xwe tobe bikin, îda sîmbola nexwin û bi aminî Yehowara xizmet bikin, Yehowa wê wana bêşik ça pezên din qebûl bike. Rast e ewana îda sîmbola naxwin, lê dîsa jî ewana têne ser Bîranîna Mirina Îsa Mesîh, çimkî ewana ji Yehowa Xwedê û ji Îsa Mesîhra gelek razî ne.

HÊVÎKE MEXSÛS

6. Îsa Mesîh temî daye meleka ku ew çi bikin?

6 Tengasiya mezin ber şêmîkê ye, lema wê baş be ku em gotinên ji serê 7 ya kitêba Eyantî derheqa mesîhiyên bi ruh kifşkirî û elaleta mezin dîsa şêwir bikin. Li gora temiya Îsa Mesîh, gerekê melek çar bayên wêrankirinê bigirin heta ku hemû kesên bi ruh kifşkirî bên morkirin, dêmek qebûlkirina Yehowa bistînin (Eyantî 7:1-4). Xelata aminiya birên Îsa Mesîh yên kifşkirî wê ew be, ku ewana wê li ezmana tevî Îsa ça padşa û kahîn hukum bikin (Eyantî 20:6). Gava 144 000 kesên bi ruh kifşkirî xelata ezmanî bistînin, Yehowa, Îsa Mesîh û melek wê pir şa bin.

Elaleta mezin çuxên spî li xwe kirine û di destê wanda çiqilên xurma hene. Ewana li ber textê Xwedê û li ber Îsa Mesîh disekinin (Abzasa 7 binihêre)

7. Li gora Eyantî 7:9, 10, Yûhenna di xewn-xeyala xweda kî dîtin, û wana çi dikir? (Binihêre şiklê rûyê jûrnalê.)

7 Paşî ku Yûhennayê şandî besa van 144 000 padşa û kahîna kir, ewî “elaleteke mezin” dît, ya ku ji şerê Harmegedonê sax derbaz bûye. Ev kom ji vê koma pêşin mezintir e, û hejmara wê eyan nîne (Eyantî 7:9, 10 bixûne). Ev yek ku wana “çuxêd çîle-qerqaş” xwekiribûn tê hesabê ku ew li dinya Şeytan “paqij û bêleke” mabûn û Xwedê û Îsa Mesîhra amin mane (Aqûb 1:27). Ew bi dengekî bilind dibêjin ku ewana bi saya Yehowa û Berxê Xwedê, dêmek Îsa Mesîh, xilaz bûne. Ev yek ku di destê wanda çiqilên xurma hene nîşan dike ku ew Îsa Mesîh ça Padşê kifşkirî qebûl dikin (Yûhenna 12:12, 13 jî binihêre).

8. Eyantî 7:11, 12 derheqa malbeta Yehowa ya ezmanî çi dibêje?

8 Eyantî 7:11, 12 bixûne. Wexta ku xewn-xeyala Yûhennayê şandî wê bê sêrî û elaleta mezin wê ji tengasiya mezin sax derbaz bibe, endemên malbeta Yehowa ya ezmanî wê gelekî şa bibin û pesnê Xwedê bidin.

9. Li gora Eyantî 7:13-15, elaleta mezin niha çi dike?

9 Eyantî 7:13-15 bixûne. Yûhenna gotibû ku elaleta mezin “çuxêd xwe pê xûna wî Berxî şûştine, çîl-qerqaş kirine”. Ev yek nîşan dike ku îsafa wan temiz e, û Yehowa wan ça kesên rast hesab dike (Îşaya 1:18). Bi saya sonda tesmîlbûyînê û nixumandinê, ewana bûne şagirtên Îsa Mesîh. Ewana baweriya xwe qurbana Îsa tînin, û heleqetiya wan tevî Yehowa qewî ye (Yûhenna 3:36; 1 Petrûs 3:21). Lema Xwedê ji wan razî ye, û ewana dikarin li ser erdê “şev û roj” wîra xizmet bikin. Ji ber ku ewana berî her tiştî li Padşatiya Xwedê digerin, ewana mizgînê bi xîret bela dikin. Îro, îşê belakirina mizgînê û hazirkirina şagirta herî zêde ji aliyê elaleta mezinva tê kirinê (Metta 6:33; 24:14; 28:19, 20).

Elaleta mezin ji tengasiya mezin derdikeve (Abzasa 10 binihêre)

10. Paşî tengasiya mezin, Xwedê wê bona elaleta mezin çi bike?

10 Paşî tengasiya mezin, Xwedê wê “konê xwe li ser wan vegire” û bona hewcên wan xem bike. Wî çaxî, pezên din wê pê çevê xwe ev sozê Yehowa bivînin: “[Xwedê] ji çevêd wan hemû hêsirêd wan paqij ke û îdî mirinê tunebe, ne şîn, ne girî, ne êş-êşûk, çimkî tiştêd berê derbaz bûn” (Eyantî 21:3, 4).

11-12. (a) Li gora Eyantî 7:16, 17, elaleta mezin wê kîjan kerema bistîne? (b) Pezên din dikarin li ser Bîranînê çi bikin, û çima?

11 Eyantî 7:16, 17 bixûne. Rojên meda, hine xizmetkarên Xwedê seva tengasiyên êkonomîk, tevliheviya polîtîkî û şer, birçî dimînin. Li hine welata, hine xûşk û birên me seva baweriya xwe ketine kelê. Lê belê, paşî wêrankirina vê sîstêma xirab, hemû xûşk û birên me wê hertim têr û tije xwarina fîzîkî û ruhanî bistînin. Wexta ku Yehowa wê sîstêma Şeytan kuta bike, ewê elaleta mezin ji ‘germaya’ hêrsa xwe biparêze. Paşî xilaziya tengasiya mezin, Îsa Mesîh wê wana berbi “ava jiyanê” bive. Hêviya elaleta mezin bi rastî jî hêvîke mexsûs e. De bidine hesabê xwe, bi mîlyarda li vê dinyayê însan jîtine û mirine, lê tenê elaleta mezin dikare tu car mirinê nevîne! (Yûhenna 11:26).

12 Pezên din bona vê hêviya xweş ji Yehowa û Îsa Mesîh razî ne. Ewana bona jiyana li ezmana nehatine bijartin, lê ev yek nayê hesabê ku di çevê Yehowada qîmeta wan nimiztir e. Wedê Bîranîna Mirina Îsa Mesîh, endemên her du koma jî dikarin pesnê Xwedê û Îsa Mesîh bidin.

WEDÊ BÎRANÎNÊ PESNÊ XWEDÊ Û ÎSA MESÎH BIDE

Nan û şerava ku li Bîranînê tên derbazkirinê, tînin bîra me ku Îsa Mesîh bona me mir, wekî em bikaribin jîyînê bistînin (Abzasa 13 heta 15 binihêre)

13-14. Çima ferz e ku her kes bê ser Bîranîna Mirina Îsa Mesîh?

13 Îro, dikarin bêjin ji her 1 000-î yek li ser Bîranîna Mirina Îsa Mesîh nên dixwe û şeravê vedixwe. Li gelek civata, tu kes ji van sîmbola nastîne. Hergê piraniya xizmetkarên Yehowa hîviya jiyana li ser erdê ne, ewana çira têne ser Bîranîna Mirina Îsa Mesîh? Çawa ku heval teglîfa bûk û zeva qebûl dikin, çimkî wana hiz dikin û dixwazin piştgiriya wana bikin, pezên din jî diçin ser Bîranînê, çimkî ewana Îsa Mesîh û mesîhiyên bi ruh kifşkirî hiz dikin û dixwazin piştgiriya wan bikin. Pezên din nîşan dikin ku ewana qurbanbûna Îsa Mesîh qîmet dikin, yê ku emirê xwe berva da, wekî ewana bikaribin heta-hetayê li ser erdê bijîn.

14 Menîke mayîn ku çira pezên din têne ser Bîranîna Mirina Îsa Mesîh ev e, ku ewana dixwazin guh bidin temiya Îsa Mesîh. Gava Îsa Mesîh ev şîva mexsûs tevî şandiyên xwe yên amin derbaz kir, ewî wanra got: “Vê yekê bona bîranîna min bikin” (1 Korintî 11:23-26). Lema, heta ku hine kesên bi ruh kifşkirî hê li ser erdê ne, pezên din wê Bîranîna Mirina Îsa Mesîh derbaz bikin, û ewana gazî her kesî dikin ku ewana jî bên.

15. Li ser Bîranîna Mirina Îsa Mesîh, em ça dikarin pesnê Xwedê û Îsa Mesîh bidin?

15 Li ser Bîranîna Mirina Îsa Mesîh, em dikarin bi kilam û dua pesnê Xwedê û Îsa Mesîh bidin. Îsal, gotara Bîranînê ya bi navê “Bişêkirîne Ew Çi ku Xwedê û Îsa Mesîh seva Te Kirine!” wê razîbûna me zêde bike. Wexta ku nan û şerav bên derbazkirin, emê bînin bîra xwe ku ewana bi sîmbolîk têne hesabê beden û xûna Îsa Mesîh. Bi saya vê yekê emê bînin bîra xwe ku Yehowa îzin da ku Kurê wî bona me bimire, wekî em jiyana herheyî bistînin (Metta 20:28). Lema, hemû kesên ku Xwedê û Kurê wî hiz dikin wê bixwazin bêne li ser Bîranînê.

BONA HÊVIYA KU YEHOWA DAYE TE, RAZÎ BE

16. Kesên bi ruh kifşkirî û pezên din çi aliyêva mîna hev in?

16 Ber çevê Xwedê qîmeta mesîhiyên bi ruh kifşkirî û qîmeta pezên din mîna hev e. Ewî emrê Kurê xweyî delal him bona kesên bi ruh kifşkirî him jî bona pezên din berva da. Firqî di nav wanda tenê ev e ku hêviyên wan ji hev cude ne. Her du kom gerekê Xwedê û Îsa Mesîhra amin bimînin (Zebûr 31:23). Bîr neke ku ruhê Xwedêyî pîroz dikare bi eynî qewatê li ser me hemûya hukum bike. Lema hewcedariya wan çi be jî, Yehowa dikare ruhê pîroz bide him kesên bi ruh kifşkirî him jî pezên din.

17. Şagirtên bi ruh kifşkirî hîviya çi ne?

17 Kesên bi ruh kifşkirî bi hêviya ezmanî nayên bûyînê. Tenê Xwedê dikare wan bijbêre û vê hêviyê bike dilê wan. Ewana derheqa hêviya xwe difikirin û dua dikin, û ewana hizreta xelata xwe ya ezmanî ne. Ewana nizanin ku bedena wan ya ruhanî wê çi cûreyî be (Fîlîpî 3:20, 21; 1 Yûhenna 3:2). Dîsa jî, ewana şa ne ku ewê bikevin Padşatiya ezmanî û ku ewê Yehowa, Îsa Mesîh, meleka û kesên bi ruh kifşkirîye din bivînin.

18. Pezên din hîviya çi ne?

18 Pezên din hîviya jiyana herheyî ya li ser erdê ne. Bi rastî xwestina jiyana herheyî ya li ser erdê di dilê hemû însanada heye (Waîz 3:11). Pezên din şa ne ku ewê bikaribin temamiya erdê bikin cinet, xaniya ava bikin, baxa biçînin û zarên xwe bi siheta kamil mezin bikin (Îşaya 65:21-23). Mecala wan wê hebe ku çiya, daristan, berên dinyayê û tebiyetê lêkolîn bikin. Ji her tiştî zêdetir, ewana şa ne ku ewê bikaribin hê nêzîkî Yehowa bin.

19. Bîranîn çi mecalê dide me, û îsal emê Bîranîna Mirina Îsa Mesîh kengê derbaz kin?

19 Yehowa hêvîke xweş daye hemû xizmetkarên xwe (Yêremya 29:11). Xwedê û Îsa Mesîh rê vekirin ku em jiyîna herheyî bistînin. Bîranîna Mirina Îsa Mesîh mecaleke baş e ku em razîbûna xwe wanra nîşan bikin. Bona me, Bîranîna Mirina Îsa Mesîh bêşik roja herî ferz ya temamiya salê ye. Îsal, emê li roja Şemiyê, 27 Adarê, paşî ku ro here ava, bona Bîranîna Mirina Îsa Mesîh li hev top bin. Li gelek dera, xûşk û birên me wê bikaribin bi azayî li hev top bibin. Hine kes wê li dema peyketinê bêne Bîranînê. Hine xûşk û birên me jî wê Bîranînê kelêda derbaz bikin. Halê me çi be jî, bira em bîr nekin ku Yehowa, Îsa Mesîh, melek û yên bi ruh kifşkirîye li ser ezmên, me divînin. Bira roja Bîranîna Mirina Îsa Mesîh bona hemû civat, kom û her merivî xweş derbaz be!

KILAMA 150 Xwe li Xwedê Bigire, ku Xilaz bî

^ abz. 5 Bona Şedên Yehowa, roja 27 Adarê ya sala 2021 rojeke gelek ferz e. Wê êvarê, emê Bîranîna Mirina Îsa Mesîh derbaz bikin. Piraniya kesên ku wê bên Bîranînê, “pezên din” in. Di sala 1935-da, derheqa “elaleta mezin” çi hatibû zelalkirinê? Paşî tengasiya mezin, jiyana pezên din wê çawa be? Li ser Bîranînê, ewana çawa dikarin pesnê Xwedê û Îsa Mesîh bidin?

^ abz. 1 Wê demê, Şedên Yehowa ça “Lêkolînkarên Kitêba Pîroz” dihatin navkirin.

^ abz. 2 GOTINÊN KU HATINE ŞIROVEKIRINÊ: Dikevine nava koma pezên din usa jî kesên ku li van rojên axiriyê têne topkirinê. Elaleta mezin ji koma pezên din e, yên ku wê sax bin gava Îsa Mesîh wedê tengasiya mezin dîwana însanetê bike û ewana wê ji tengasiya mezin xilaz bin.