GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 4
Hizkirina Xwe Zêde Bike
“Hizkirinêda çawa xûşk-bira ser hev şewat bin” (ROMAYÎ 12:10).
KILAMA 109 Hevdu Qewî Hiz Dikin
VÊ GOTARÊDA *
1. Çi eyan dike ku hizkirina di nav merivada sar bûye?
KITÊBA Pîrozda hatiye pêxembertîkirinê ku rojên axiriyêda hizkirina di nav merivada wê sar bibe (2 Tîmotêyo 3:1, 3). Îro ev pêxembertî ber çevên me tê sêrî. Mesele, bi mîlyona malbet ji hev diqetin, ji bo vê yekê jin-mêr hevra kînê dajon, û zar jî difikirin ku wana hiz nakin. Lê gelek jin-mêr ji hev naqetin û malekêda dimînin, lê ewana dîsa jî bextewar nînin. Şêwirmendekî malbeta usa dibêje: “Dê-bav û zar nîvê zef bi komputer, tablet yan têlên xwe mijûl in. Ew malekêda dijîn, lê pakî haş ji hev tunene”.
2-3. (a) Li gora Romayî 12:10, gerekê em kê hiz bikin? (b) Vê gotarêda, emê çi hîn bin?
2 Gerekê em nekevin ber bayê vê dinya dilsar (Romayî 12:2). Li gora Kitêba Pîroz, lazim e ku em ne tenê malbeta xwe, lê xûşk-birên li civatê jî hiz bikin (Romayî 12:10 bixûne). Xebera ku li Romayî 12:10 ça “şewat bin” hatiye welgerandin, dilgermiya di nav neferên malêda eyan dike. Çawa ku em ser malbeta xwe şewat in, çimkî wana hiz dikin, gerekê em xûşk-bira jî usa hiz bikin. Ev yek wê alî me bike ku em bi yektî Yehowara xizmet bikin (Mîxa 2:12).
3 Vê gotarêda, emê hine serhatiyên Kitêba Pîroz lêkolîn bikin, yên ku nîşanî me dikin ku em çawa dikarin xûşk-bira diha zêde hiz bikin.
YEHOWA “DILŞEWAT” E
4. Li gora Zebûr 103:8, Yehowa me çiqas hiz dike?
4 Kitêba Pîroz besa gelek hunurên Yehowaye bedew dike. Mesele, di Kitêba Pîrozda tê gotinê ku “Xwedê hizkirin e” (1 Yûhenna 4:8). Bi serda jî, Yehowa “gelek dilşewat e” (Zebûr 103:8 bixûne). Belê, Yehowa bi rastî jî gelek me hiz dike!
5. Yehowa dilremiya xwe çawa nîşan dike, û em çawa dikarin çev bidine wî?
5 Li gora Zebûr 103:8, Yehowa usa jî “rem e” (Derketin 34:6). Yehowa gelek dilrem e, lema ew şaşiyên me efû dike (Zebûr 51:1). Xêncî vê yekê, Kitêba Pîroz nîşan dike ku dilremî ne tenê bi baxşandinêva girêdayî ye. Gava kesekî dilrem divîne ku kesên din tengasiyêda nin, ew ji dil dixwaze alî wan bike. Dilremiya Yehowa ji dilremiya dayîka mezintir e (Îşaya 49:15). Lema, wexta ku em dikevin tengasiyê, Yehowa hertim hazir e ku alî me bike (Zebûr 37:39; 1 Korintî 10:13). Wê baş be ku em jî hindava xûşk-bira dilrem bin. Gava ew dilê me dêşînin, gerekê em kînê nejon, lê bibaxşînine wan (Efesî 4:32). Usa jî, gava xûşk û bira rastî tengasiya tên, gerekê em piştgiriya wan bikin. Bi vê yekê, emê çev bidine dilremî û dilşewatiya Yehowa (Efesî 5:1).
DOSTIYA DAWID Û YONATAN XWERA BIKE MESELE
6. Derheqa dostiya Dawid û Yonatan gilî ke.
6 Kitêba Pîroz besa gelek merivên dilşewat dike. Mesela, dîna xwe bide serhatiya Dawid û Yonatan. Kitêba Pîroz dibêje ku ew dostên hev bûn, û “Yonatan mîna canê xwe” Dawid hiz dikir (1 Samûyêl 18:1). Yehowa Dawid bijartibû ku ew paşî Şawûl bibe padşê miletê Îsraêl. Şawûl Padşa çevnebariya Dawid dikir û dixwest wî bikuje. Lê Yonatan nedikete ber bayê bavê xwe. Dawid û Yonatan soz dane hevdu ku ewê timê dostiyê bikin û hertim piştgiriya hev bikin (1 Samûyêl 20:42).
7. Çi dikaribû rê Dawid û Yonatan bigirta ku ew bibine dostên hev?
7 Bi rastî gelek sebeb hebûn yên ku dikaribûn riya wan bigirtana ku dostiyê bikin. Mesele, Yonatan weke 30 sal ji Dawid mezintir bû. Dîsa jî, Yonatan nedifikirî ku Dawid haqas cahil û necêribandî ye ku ewana wê nikaribin bibin dostên hev. Belê, Yonatan Dawid ji xwe nimiztir hesab nedikir, lê qedirê wî digirt.
8. Bi dîtina te, Yonatan çima dostekî baş bû?
8 Rast e Yonatan kurê Şawûl Padşa bû, lê ew nedifikirî ku gerekê ew bibe padşa, û ewî çevnebariya Dawid nedikir (1 Samûyêl 20:31). Yonatan merivekî milûk bû, û ew Yehowara amin bû. Lema, ewî qirara Yehowa qebûl kir ku gerekê Dawid bibe padşa, û ewî piştgiriya Dawid dikir. Wexta ku Şawil li ser Yonatan hêrs ket, ew dîsa jî Dawidra amin ma (1 Samûyêl 20:32-34).
9. Çira Yonatan hevsûdî Dawid nedikir?
9 Yonatan Dawid hiz dikir, lema ewî hevsûdî wî nedikir û tevî wî nedikete hucetê. Yonatan tîrvanekî hoste û eskerekî mêrxas bû. Mîna bavê xwe Şawûl, Yonatan “ji qertela jîrtir, ji şêra xurttir [qewattir] bû” (2 Samûyêl 1:22, 23). Eşkere ye ku gelek sebeb hebûn ku Yonatan pesnê egîtiya xwe bida. Lê belê, Yonatan çevnebariya serketinên Dawid nedikir. Dawid yekî mêrxas bû û xwe dispart Yehowa. Paşî ku ewî Golyat kuşt, Yonatan wîra heyran ma, û ewana bûn dostên hev. Gelo em çawa dikarin hizkirina vî cûreyî xûşk-birara eyan kin?
EM ÇAWA DIKARIN HIZKIRINA XWE NÎŞAN BIKIN?
10. Gerekê em hevdu ça hiz bikin?
10 Kitêba Pîroz dibêje ku gerekê em “bi dilê sax hevdu qayîm hiz bikin” (1 Petrûs 1:22). Di vê yekêda, Yehowa mera mesele ye. Hizkirina wî haqas qewî ye ku heta em wîra amin bimînin, tu tişt nikare dostiya di nav me û Yehowada xirab ke (Romayî 8:38, 39). Xebera Yûnanî, ya ku vê rêzêda ça “qayîm” hatiye welgerandinê, fikirekî usa dide, ku merî gerekê cefa bikişîne wekî hizkirinê bide kifşê. Carna belkî lazim e ku em zorê xwe bikin wekî xûşk yan birakî hiz bikin. Gava kesên din dilê me dêşînin, gerekê em “bi sebirê hizkirinêda li ber hev daxin . . . bicedînin, ku yektiya ruh pê hevgirêdana edilayiyê xwey kin” (Efesî 4:1-3). Heger em dixwazin “hevgirêdana edilayiyê xwey kin”, gerekê em dîna xwe nedin şaşiyên xûşk û bira, lê bi çevê Yehowa Xwedê li wan binihêrin (1 Samûyêl 16:7; Zebûr 130:3).
11. Carna çima zor e ku em hevdu hiz bikin?
11 Îlahî gava em şaşiyên xûşk û bira divînin, carna hêsa nîne ku em wan hiz bikin. Li qirna yekê jî, ev yek hine şagirtên Îsa Mesîh zor dihat. Mesele, du xûşkên bi navê Eyodiya û Sintîxa hêbûn, yên ku di karê belakirina mizgînêda tevî Fîlîpî 4:2, 3).
Pawlosê şandî hevkarî dikirin. Lê di nav van du xûşkada problêmek pêşda hat. Lema Pawlosê şandî wanra got ku ew “tevî Xudan yekbûyî bira li hev bên” (12. Em çawa dikarin xûşk û bira diha zêde hiz bikin?
12 Gelo em çawa dikarin xûşk û bira diha zêde hiz bikin? Heger em wana diha nêzîk nas bikin, mera wê diha hêsa be ku wana fem bikin û hiz bikin. Firqî tune xûşk-birên me çend salî ne û ji kîjan miletî ne, dîsa jî em dikarin wanra hevaltiyê bikin. Yonatan weke 30 sal ji Dawid mezintir bû, lê ew dîsa jî bûne dostên hev. Gava ku em tevî xûşk yan birakî ji me mezintir yan biçûktir hevaltiyê dikin, em nîşan dikin ku em temamiya biratiya xwe hiz dikin (1 Petrûs 2:17).
13. Civatêda, dibe ku em çima nikarin di eynî derecêda tevî her kesî bibin dostên nêzîk?
13 Gelo ev yek tê hesabê ku gerekê em tevî hemû xûşk û bira bibine dostên nêzîk? Na, ev yek nabe. Bi rastî însan xwe diha nêzîkî wan kesa texmîn dike, yên ku mîna wî eynî tişta hiz dikin û bi eynî tişta mijûl in. Îsa Mesîh jî hemû şandiyên xwe wek dostên xwe hesab dikir, lê ewî Yûhenna bi mexsûsî hiz dikir (Yûhenna 13:23; 15:15; 20:2). Dîsa jî, Îsa Mesîh cudetî nedikire di nav şagirtên xweda. Mesele, gava Yûhenna tevî birê xwe Aqûb dixwestin ku li Padşatiya Xwedê cîkî bilind bistînin, Îsa Mesîh wanra got: “Îzina li milê minî çep û rastê rûniştinê ne destê minda ye” (Marqos 10:35-40). Mîna Îsa Mesîh, gerekê em jî hevalên xwe yên nêzîk ser kesên dinra negirin (Aqûb 2:3, 4). Gerekê em miqatî xwe bin wekî dutîretî û cudetî nekeve civatêda (Cihûda 17-19).
14. Li gora Fîlîpî 2:3, çi dikare alî me bike ku em hevdura nekevine rikê?
14 Heger hizkirina me hebe, emê xwe ji xûşk û bira bilindtir negirin. Çawa ku Fîlîpî 2:3 bixûne). Di civatêda, rola her kesî qîmet e. Heger em milûk bin, emê hemû xûşk-bira qîmet bikin û çev bidine aminiya wan (1 Korintî 12:21-25).
me dît, Yonatan Dawidra nedikete rikê. Wê baş be ku em çev bidine Yonatan. Gerekê em hevsûdiyê xûşk-bira nekin ji bo hunurên wan. Pawlos usa şîret dabû: “Ji we her yek bi milûktiyê hevalê xwe ser xwera bigire” (15. Serhatiya Tanya û malbeta wê çi me hîn dike?
15 Gava em nişkêva rastî tengasiya tên, Yehowa berdiliyê dide me bi saya dilşewatî, hizkirin û alîkariya xûşk-bira. Were em vê yekê li mesela malbeteke di Amêrîkayêda binihêrin. Di sala 2019-da, ew çûn ser civata sêrojî ya bi navê “Hizkirin Tu Car Kuta Nabe”. Paşî bernama roja Şemiyê, gava malbet bi ereba xwe vedigeriya otêlê, erebeke din ji kontrolê derket û li ereba wan xist. Xûşka me Tanya usa dibêje: “Tu kes birîndar nebû, lê em gelek tirsiyan û ji erebê derketin. Şoforê erebeke din nêzîkî me sekinî û gazî me kir. Ew birakî me bû, yê ku teze ji civata mezin derketibû. Usa jî, pênc xûşk-birên ku ji Şwêdyayê hatibûn bi ereba xwe sekinîn. Xûşka ez û qîza min hemêz kirin û ber dilê meda hatin. Min wanra got ku her tişt baş e, lê ew li cem me man. Paşî ku ambûlans hat, ewana dîsa jî neçûn û bona hewcên me xem kirin. Li wê dema zor, me hizkirina Yehowa ser xwe texmîn kir. Paşî vê qewimandinê, me xûşk-bira û Yehowa diha zêde hiz kir”. Lê tu dikarî bînî bîra xwe ku çawa xûşk-bira
di dema çetinda alîkarî û hizkirina xwe tera dane kifşê?16. Çima ferz e ku em hevdu hiz bikin?
16 Kara hizkirinê gelek mezin e. Mesele, em dilbîniyê didine xûşk-birên hewcedar û bi vê yekê yektiya di nav xizmetkarên Xwedêda diha qewî dibe. Em îzbat dikin ku em şagirtên Îsa Mesîh ne, û ev yek dikare kesên dilpak bikişîne ber bi rastiyê. Tiştê herî ferz jî ev e ku bi vî cûreyî, em pesnê Yehowa didin, yê ku “Bavê dilşewatiyê û Xwedêyê hemû berdiliyê” ye (2 Korintî 1:3). Were em hizkirina xwe hertim zêde bikin û hindava kesên din dilşewat bin!
KILAMA 130 Hevdu Bibaxşînin
^ abz. 5 Îsa Mesîh gotibû ku şagirtên wî wê pê hizkirina di nav wanda bêne naskirinê. Lema jî em ser xwe dixebitin ku vê hizkirinê eyan bikin. Çawa ku em malbeta xwe hiz dikin, gerekê em xûşk-bira jî hiz bikin. Ev gotar wê alî me bike ku em hizkirina xwe hindava xûşk-bira zêde bikin.
^ abz. 55 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Rûspîkî cahil ku çev dide rûspîkî civatê yê emirda mezin, ça mêvan diçe mala wî. Ew û jinên wan hizkirin û merdaniyê hevdura didine kifşê.