Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Nivîsandina li ser kevir: “Bila Yahwe Sebaot belaya Hagaf kurê Hagav bidê”

We Zanibû?

We Zanibû?

Nivîsareke kevin çawa piştgiriya Kitêba Pîroz dike?

LI BAJARÊ Orşelîmê, li Myûzeya Welatên Kitêba Pîroz, kevirekî bi nivîsareke hewas heye. Ev nivîs weke sala 700-600 ya B.D.M. hatiye nivîsandin. Kevir li şikefteke nêzikî bajarê Hebronê (Îsraêl), ya ku wek mezel dihat xebitandin, hat dîtin. Nivîsar usa dibêje: “Bila Yahwe Sebaot belaya Hagaf kurê Hagav bidê”. Gelo ev nivîsara kevin çawa piştgiriya Kitêba Pîroz dike? Ev nivîsar nîşan dike ku li demên berê, meriva navê Yehowa, yê ku bi herfên Îbranî yên kevin wek “YHWH” dihat nivîsandin, him zanibûn him jî li jiyana herrojîda didane xebatê. Nivîsarên din yên ku li wan şikefta hatin dîtin, nîşan dikin ku kesên ku di şikeftada tevayî top dibûn yan jî xwe vedişartin, him navê Xwedê him jî navên meriva ku têda navê Xwedê heye, gelek cara li ser dîwara dinivîsîn.

Dr. Rêyçêl Nabûlsî ji Zanîngeha Corciyayê usa dibêje: “Ev yek ku navê YHWH gelek cara tê xebitandin, tiştekî ferz nîşan dike. . . . Nivîsarên Pîroz û ev nivîsar nîşan dikin ku YHWH di jiyana Îsraêl û Cihûdada ciyê ferz digirt”. Ev yek piştgiriya Kitêba Pîroz dike, li kîjanîda navê Xwedê bi hezara cara derbaz dibe. Usa jî, navê Xwedê di hundirê gelek navên merivada hebû.

Gotinên “Yahwe Sebaot”, yên ku li ser kevir nivîsî ne, tê hesabê “Yehowayê ordiya”. Ev yek nîşan dike ku li demên berê, ne tenê navê Xwedê, lê xebera “Yehowayê ordiya” jî dihat xebitandin. Ev gotin di Kitêba Pîrozda 283 cara derbaz dibe, îlahî di nivîsarên Îşaya, Yêremya û Zekeryada.