Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 4

Bîranîna Mirina Îsa Mesîh Çira bona Me Ferz e?

Bîranîna Mirina Îsa Mesîh Çira bona Me Ferz e?

“Vê yekê bona bîranîna min bikin” (LÛQA 22:19).

KILAMA 20 Te Kurê Xweyî Delal Berva da

VÊ GOTARÊDA *

1-2. (a) Em merivên xweyî hizkirî ku mirine, îlahî kengê tînin bîra xwe? (b) Şeva pêşiya mirina xwe, Îsa Mesîh çi kir?

 ÇIQAS sal derbaz bin jî, em merivên xweye hizkirî ku mirine, tu car bîr nakin. Her sal roja mirina wan, ewana bi cûrê mexsûs dikevine bîra me.

2 Her sal, ser temamiya dinyayê bi mîlyona meriv bona Bîranîna Îsa tevayî top dibin (1 Petrûs 1:8). Em Îsa gelek hiz dikin, û em tînin bîra xwe ku ewî emirê xwe berva da, wekî me ji gune û mirinê xilaz ke (Metta 20:28). Îsa xwexa dixwest wekî şagirtên wî mirina wî bînin bîra xwe. Şeva pêşiya mirina xwe, ewî temî da şandiyên xwe, ku vê bîranîna mexsûs derbaz kin. Ewî usa got: “Vê yekê bona bîranîna min bikin” (Lûqa 22:19).

3. Vê gotarêda, emê çi şêwir kin?

3 Hine kesên ku Bîranîna Mirina Îsa derbaz dikin, hîviya jîyîna ser ezmana ne. Usa jî bi mîlyona merivên ku hîviya jîyîna ser erdê ne, têne ser Bîranînê. Vê gotarêda, emê bivînin ku bona van herdu koma çira ferz e, wekî her sal Bîranînê derbaz kin, û ev yek çi karê tîne. Pêşiyê emê şêwir kin, ku çira Mesîhiyên bi ruhê pîroz kifşkirî têne ser Bîranînê.

MESÎHIYÊN BI RUHÊ PÎROZ KIFŞKIRÎ ÇIRA BÎRANÎNÊ DERBAZ DIKIN?

4. Çira Mesîhiyên bi ruh kifşkirî ser Bîranînê nan dixwin û şeravê vedixwin?

4 Her sal Mesîhiyên bi ruhê pîroz kifşkirî ku têne ser Bîranînê, nan dixwin û şeravê vedixwin. Gelo çira? Bîne bîra xwe, ku şeva pêşiya mirina Îsa çi qewimî. Paşî şîva Cejina Derbazbûnê, Îsa nîşanî şandiyên amin kir, wekî ewana gerekê bîranîna mirina wî, ya ku paşê ça “Şîva Xudan” hate navkirinê, ça derbaz kin. Îsa nan û şerav da 11 şandiya, û ewî wanra besa du peymana kir, peymana nû û peymana Padşatiyê * (Lûqa 22:19, 20, 28-30). Van peymana rê vekir, wekî şandiyên amin û kesên din, ser ezmana bibin padşa û kahîn (Eyantî 5:10; 14:1). Tenê merivên bi ruh kifşkirî, yên ku hê ser erdê ne û van du peymanada nin, gerekê ser Bîranînê nan bixwin û şeravê vexwin.

5. Mesîhiyên bijartî derheqa hêviya xwe çi fem dikin?

5 Usa jî, Bîranîn bona Mesîhiyên bi ruh kifşkirî mecaleke baş e, wekî diha kûr derheqa hêviya xwe bifikirin. Hêviya wan ev e ku ser ezmana heta-hetayê bijîn, tevî Îsa û bijartiyên din padşatiyê bikin, û xêncî vê yekê, ewana wê Yehowa Xwedê bivînin! (1 Korintî 15:51-53; 1 Yûhenna 3:2) Mesîhiyên bijartî fem dikin, wekî Yehowa hazir e van kerema bide wan. Lê seva ku ewana bikaribin herin ezmana, ewana gerekê heta mirinê amin bimînin (2 Tîmotêyo 4:7, 8). Gava Mesîhiyên bijartî derheqa hêviya xwe difikirin, ewana gelek şa dibin (Tîto 2:13). Lê pezên din jî hene, yên ku hîviya jîyîna ser erdê ne (Yûhenna 10:16). Gelo çima ferz e, wekî ewana jî bêne ser Bîranînê?

PEZÊN DIN ÇIRA BÎRANÎNÊ DERBAZ DIKIN?

6. Pezên din çira her sal têne ser Bîranînê?

6 Pezên din, dêmek kesên ku hîviya jîyîna ser erdê ne, ser Bîranînê nan naxwin û şeravê venaxwin, lê dîsa jî ewana şa ne Bîranînê derbaz kin. Sala 1938-da, cara pêşin wanra hate gotinê, wekî ewana jî bêne ser Bîranînê. “Birca Qerewiliyêda” ya 1 Adarê, sala 1938, usa hatibû gotinê: “Ev yek rast e, wekî [pezên din] ça temaşevan bên ser vê civînê. . . . Bîranîn gerekê wanara jî şabûnê bîne, û ev yek bi rastî jî usa ye”. Ça mêvanên ku têne ser dewatê, pezên din jî ça temaşevan têne ser Bîranînê.

7. Pezên din çira gelek hîviya gotara Bîranînê ne?

7 Pezên din jî kûr difikirin derheqa hêviya xwe. Ewana gelek hîviya vê gotarê ne, ku ser Bîranînê wê bê xwendinê. Ev gotar zelal dike, wekî Îsa û 144 000 hempadşên wî, wê wedê Serwêrtiya Hezarsalî bona merivên amin çi bikin. Bin rêberiya Îsada, serwêrên ezmanî wê temamiya dinyayê bikin cinet û alî merivên guhdar bikin bigihîjin bêqisûrtiyê. Bi mîlyona kesên ku têne ser Bîranînê, tînin ber çevê xwe, wekî sozên Xwedê, mesele sozên ji Îşaya 35:5, 6; 65:21-23 û Eyantî 21:3, 4, wê ça bêne sêrî. Gava ewana didine ber çevê xwe, wekî jîyîna dinya tezeda wê çiqas xweş be, hêvî û xwestina wan ku tu car terka xizmeta Yehowa nedin, diha qewî dibe (Metta 24:13; Galatî 6:9).

8. Dîsa menîk ku çira pezên din têne ser Bîranînê, kîjan e?

8 Pezên din usa jî têne ser Bîranînê, çimkî dixwazin nîşan kin, wekî ewana Mesîhiyên bi ruh kifşkirî hiz dikin û piştgiriya wan dikin. Xebera Xwedêda pêşda hatibû gotinê, wekî yên bi ruh kifşkirî û kesên ku hîviya jîyîna ser erdê ne, wê tevî hev şixulkariyê bikin. Gelo ça? Were em çend mesela şêwir kin.

9. Li gora Zekerya 8:23, pezên din ça ser kesên bijartî dinihêrin?

9 Zekerya 8:23, bixûne, (ÎM). Ev rêz nîşan dike, wekî pezên din wê hindava xûşk-birên bi ruh kifşkirî, ça bin. Vê rêzêda mêrekî “Cihû”, bi sîmbolîk tê hesabê koma Mesîhiyên bi ruh kifşkirî (Romayî 2:28, 29). Deh kesên ji miletên din têne hesabê pezên din, yên ku bi aminî tevî Mesîhiyên bijartî Yehowara xizmet dikin. Lema, pezên din jî têne ser Êvara Bîranînê û usa nîşan dikin, wekî heleqetiya wan tevî kesên bijartî gelek nêzîk e.

10. Yehowa pêxembertiya ji Hezeqêl 37:15-19, 24, 25 ça anî sêrî?

10 Hezeqêl 37:15-19, 24, 25 bixûne. Gelo ew pêxembertî ça hate sêrî? Yehowa Mesîhiyên bi ruh kifşkirî û pezên din kirine yek. Pêxembertî besa du “çoya” dike, dêmek du dara. Kesên bi ruh kifşkirî ça darê “Cihûda” ne (bereka ku padşên Îsraêlê jê dihatin), pezên din jî ça darê “Efrayîm” in. * Yehowa gotibû ku ewê van du koma bike yek, wekî ew bibin darek. Lema, ev du kom, bin serwêrtiya Îsada tevayî yektiyêda xizmet dikin. Lema jî, kesên bi ruh kifşkirî û pezên din her sal têne ser Bîranînê, ne ça du komên cude, lê ça “kerîk” bin rêberiya “şivanekî” (Yûhenna 10:16).

11. “Pêz”, derheqa kîjana ku Metta 25:31-36, 40-da tê gotinê, ça nîşan dikin wekî piştgiriya birên Îsa dikin?

11 Metta 25:31-36, 40 bixûne. Van rêzada “pêz” bi sîmbolîk têne hesabê kesên rast, yên ku rojên axiriyêda dijîn û hîviya jîyîna ser erdê ne. Ew bi aminî alîkariyê didin birên Îsa yên bi ruh kifşkirî, ku hê ser erdê ne, wekî ewana şixulê belakirina mizgînê ser temamiya dinyayê bînin serî (Metta 24:14; 28:19, 20).

12-13. Pezên din çawa piştgiriya birên Îsa dikin?

12 Her sal, heftiyên pêşiya Bîranînê, pezên din tevî birên Mesîh ser temamiya dinyayê, gazî meriva dikin, wekî ewana bêne ser Bîranînê (Çargoşe bi navê “ Tu bona Bîranînê Xwe Pêşda Hazir Dikî?” binihêre). Heçî zef civatada, kesên bi ruh kifşkirî tune ne. Lê dîsa jî, pezên din her tiştî dikin, wekî Bîranîn hemû civatada ser temamiya dinyayê bê derbazkirinê. Bi vî cûreyî, ewana piştgiriya birên Îsa Mesîh dikin. Ewana zanin ku gava bona birên bi ruh kifşkirî qenciyê dikin, Îsa hesab dike, wekî ewana raste-rast bona wî qenciyê dikin (Metta 25:37-40).

13 Gelo dîsa çi menî hene, ku em herin ser Bîranînê, firqî tune hêviya me jîyîna ser erdê ye, yan ser ezmana?

ÇIRA EM GIŞK JÎ DIÇIN SER BÎRANÎNÊ?

14. Yehowa û Îsa çawa nîşan kirine, wekî gelek me hiz dikin?

14 Em bona hizkirina Yehowa û Îsa razî ne. Hizkirina Yehowa gelek tiştada tê kifşê, lê hizkirina wîye lapî mezin vê yekêda hate kifşê, ku ewî Kurê xweyî delal şande ser erdê, wekî ew êşê bikişîne û emirê xwe bona me berva bide (Yûhenna 3:16). Îsa bi dil hazir bû wekî emirê xwe bona me qurban ke, û bi vê yekê ewî jî hizkirineke mezin nîşan kir (Yûhenna 15:13). Hemikî emê tu car nikaribin bin qenciya Yehowa û Îsa derên, lê em dikarin her roj pê rabûn-rûniştina xwe wanra razîbûnê bidine kifşê (Kolosî 3:15). Usa jî, em diçin Bîranînê, wekî hizkirina wan bînin bîra xwe û nîşan kin ku em jî wana hiz dikin.

15. Çima him kesên bi ruh kifşkirî him jî pezên din, qurbanê gelek qîmet dikin?

15 Em qurbanê gelek dişêkirînin (Metta 20:28). Qurban bona kesên bi ruh kifşkirî gelek qîmet e, çimkî bi saya qurbanê, ew bûne xweyê hêvîke mexsûs. Ewana baweriya xwe qurbana Îsa tînin, lema jî Yehowa wana ça kesên rast hesab dike û ça zarên xwe qebûl dike (Romayî 5:1; 8:15-17, 23). Pezên din jî bona qurbanê razî ne. Ser hîmê baweriya wan hindava Îsa, Xwedê wana ça kesên bê leke qebûl dike, û ewana dikarin wîra xizmet bikin û wedê “tengasiya mezin” sax bimînin (Eyantî 7:13-15). Her sal, him kesên bi ruh kifşkirî him jî pezên din, bona Bîranînê hazir dibin û bi vê yekê nîşan dikin, wekî bona qurbanê razî ne.

16. Meniya din çi ye, ku em diçine ser Bîranînê?

16 Xêncî vê yekê, em diçin ser Êvara Bîranînê, çimkî dixwazin guh bidin Îsa. Hêviya me çi be jî, em guh didin vê temiya Îsa, kîjan ku ewî ser êvara Bîranînêye pêşin, da: “Vê yekê bona bîranîna min bikin” (1 Korintî 11:23, 24).

HER KES JI ME ÇI KARÊ DISTÎNE?

17. Bîranîn ça alî me dike, wekî em diha nêzîkî Yehowa bin?

17 Em diha nêzîkî Yehowa dibin (Aqûb 4:8). Çawa me dît, Bîranîn mecalê dide me, wekî em ser hêviya ku Yehowa daye me û ser hizkirina wîye mezin, kûr bifikirin (Yêremiya 29:11; 1 Yûhenna 4:8-10). Gava em derheqa hêviya xwe û hizkirina Yehowa difikirin, em diha nêzîkî wî dibin (Romayî 8:38, 39).

18. Gava em ser mesela Îsa kûr difikirin, xwestina me zêde dibe ku em çi bikin?

18 Xwestina me zêde dibe, wekî çev bidine Îsa (1 Petrûs 2:21). Rojên pêşiya Bîranînê, em difikirin derheqa heftiya paşin ya jîyîna Îsaye ser erdê, û usa jî derheqa mirin û rabûna wî ji mirinê. Paşê, gotara ku ser Êvara Bîranînê tê xwendinê, tîne bîra me wekî Îsa çiqas me hiz dike (Efesî 5:2; 1 Yûhenna 3:16). Çaxê em derheqa qurbana Îsa dixûnin û kûr ser difikirin, xwestina me zêde dibe ku usa bijîn “çawa Îsa jît” (1 Yûhenna 2:6).

19. Em çawa dikarin hizkirina Xwedêda bimînin?

19 Em hê zêde dixwazin nava hizkirina Xwedêda bimînin (Cihûda 20, 21). Seva ku em nava hizkirina Xwedêda bimînin, gerekê em çi ji destê me tê bikin, wekî guh bidin Xwedê, navê wî pîroz kin û dilê wî şa kin (Metelok 27:11; Metta 6:9; 1 Yûhenna 5:3). Êvara Bîranînê me hêlan dike her roj li gora xwestina Yehowa usa bijîn, ku tê bêjî em wîra dibêjin: “Ez dixwazim heta-hetayê hizkirina teda bimînim!”

20. Çira ferz e ku em bêne ser Bîranînê?

20 Hêviya me çi be jî, firqî tune jîyîna heta-hetayê ser ezmana yan ser erdê, dîsa jî gelek meniyên ferz hene ku em bêne ser Bîranînê. Her sal, çaxê em ser Bîranînê tevayî top dibin, em mirina Îsa Mesîh tînin bîra xwe. Ya herî ferz, em tînin bîra xwe, ku gava Yehowa Kurê xwe ça qurban berva da, ewî hizkirineke gelek mezin eyan kir. Îsal, Bîranîn wê roja Îniyê, 15 Nîsanê, sala 2022 bê derbazkirinê. Em Yehowa û Îsa gelekî hiz dikin, lema jî emê çi destê me tê bikin, wekî eseyî bêne ser Êvara Bîranînê!

KILAMA 16 Hurmet kin Xwedê, seva Îsa

^ Hêviya me çi be jî, jîyîna ser erdê yan jîyîna ser ezmana, em her sal bi dil û can Bîranîna Mirina Îsa Mesîh derbaz dikin. Vê gotarêda emê bivînin ku li gora Kitêba Pîroz, Bîranîn bona me çira gelek ferz û kêrhatî ye.

^ Bona hê zêde elametî derheqa peymana nû û peymana Padşatiyê, binihêrin “Birca Qerewiliyê” ya 15 Cotmehê, sala 2014, rûp. 15-17.

^ Bona hê zêde elametî derheqa pêxembertiya du dara, binihêre jûrnala “Birca Qerewiliyê” ya meha Tîrmehê, sala 2016, rûp. 31, “Pirsên Xwendevana”.