Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 3

Dersên ku Em ji Hêsirên Îsa Hîn Dibin

Dersên ku Em ji Hêsirên Îsa Hîn Dibin

“Îsa giriya” (YÛHENNA 11:35).

KILAMA 17 “Dixwazim”

VÊ GOTARÊDA *

1-3. Hine xizmetkarên Yehowa çira digirîn?

 TÊ BÎRA te ku cara paşin, tu kengê giriyayî? Carna, çevên me ji bo şabûnê tijî hêsir dibin, lê heçî zef, meniya hêsirên me diltengî ye. Mesele, gava merivekî meyî hizkirî dimire, em digirîn. Xûşkeke bi navê Lorêl, ya ku li Amêrîkayê dijî, usa nivîsî: “Paşî mirina qîza min, êşa dilê min cara usa giran dibû, wekî tu tiştî nikaribû dilê min rihet kira, çimkî qewat û sebra min qet nedima”. *

2 Meriv seva tiştên din jî digirîn. Mesele, pêşengeke bi navê Hîromî, ya ku li Japonyayê dijî, usa dibêje: “Cara çaxê meriv xizmetêda guh nadine mizgînê, ez dilteng dibim. Lema jî, ez carna bi hêsira ji Yehowa alîkariyê dixwazim, wekî rastî merivekî usa bêm, kîjan ku rastiyê digere”.

3 Em jî rastî derecên usa tên, usa nîne? (1 Petrûs 5:9) Rast e em dixwazin “bi şabûnê” Yehowara xizmet kin, lê dîsa jî cara kul-derd yan problêmên ku aminiya me dicêribînin, dibin menî ku em bi hêsira Yehowara xizmet dikin (Zebûr 6:6; 100:2). Gelo em çi dikarin bikin çaxê xwe usa texmîn dikin?

4. Vê gotarêda, emê çi şêwir kin?

4 Wê baş be ku em dîna xwe bidin mesela Îsa. Cara hebûn derecên usa, ku Îsa jî digiriya (Yûhenna 11:35; Lûqa 19:41; 22:44; Îbranî 5:7). Were em dîna xwe bidin van dereca û bivînin ku em çi dikarin hîn bin. Usa jî, emê bivînin ku em ça dikarin serî bi van çetinaya derxin, yên ku dibine meniya hêsirên me.

ÎSA GIRIYA, ÇIMKÎ DILÊ WÎ SER DOSTÊN WÎ ŞEWITÎ

Mîna Îsa alîkariyê bide kesên ku şînê dikin (Abzasa 5 heta 9 binihêre) *

5. Gotinên ji Yûhenna 11:32-36 derheqa Îsa çi me hîn dikin?

5 Zivistanê, sala 32 D.M., dostekî Îsa bi navê Lazar nexweş ket û mir (Yûhenna 11:3, 14). Du xûşkên wî hebûn, Meryem û Merta. Îsa vê malbetê gelek hiz dikir. Meryem û Merta seva mirina birê xwe gelek xemgîn dibûn. Paşî mirina Lazar, Îsa çû gundê wan. Gava Mertayê bihîst ku Îsa tê, ew leze-lez çû, wekî wî bivîne. Gava ew rastî Îsa hat, ewê bi xemgînî usa got: “Xudan, heger tu vir bûyayî, birê min nedimir” (Yûhenna 11:21). Çaxê Îsa dît wekî Meryem û kesên din digirîn, ew jî giriya (Yûhenna 11:32-36 bixûne).

6. Vê derecêda gelo Îsa çira giriya?

6 Wê derecêda gelo Îsa çira giriya? Kitêba “Femkirina Nivîsarêda” usa hatiye gotinê: “Ji bo mirina dostê xwe Lazar û ji bo êşa dilê xûşkên wî, ‘kesera kûr’ hate Îsa û ew ‘giriya’”. * Diqewime Îsa derheqa nexweşî û êşa dostê xwe fikirî û da ber çevê xwe, ku gava Lazar ber mirinê bû, ewî çi texmîn dikir. Usa jî, dilê Îsa şewitî gava ewî dît, ku Meryem û Merta şîna birê xwe dikin. Heger te jî heval yan merivekî xwe unda kiriye, hemikî tu jî derdekî giran dikişînî. Were em binihêrin ku ji vê derecê em çi dikarin hîn bin.

7. Ev yek ku Îsa bona dostên xwe digiriya, derheqa Yehowa çi me hîn dike?

7 Yehowa hestên te fem dike. Îsa her aliyava çev dide Bavê xwe û “xût mîna heyîntiya wî ye” (Îbranî 1:3). Gava Îsa digiriya, ewî hestên Bavê xwe eyan dikir (Yûhenna 14:9). Heger te merivekî xweyî hizkirî unda kiriye, bawer be ku Yehowa êşa dilê te divîne, û dilê wî ser te dişewite. Ew dixwaze êşa dilê te sivik ke (Zebûr 34:18; 147:3).

8. Em çira dikarin bawer bin, wekî Îsa wê merivên meyî hizkirî ji mirinê rake?

8 Îsa dixwaze merivên teyî hizkirî ji mirinê rake. Pêşiya ku Îsa giriya, ewî Mertayêra got: “Birê teyê ji mirinê rabe”. Merta baweriya xwe gotinên Îsa dianî (Yûhenna 11:23-27). Merta xizmetkara Yehowa bû, lema jî ewê zanibû ku çend qirne pêşda, Êlyas û Êlîşa pêxember hine meriv ji mirinê rakiribûn (1 Padşatî 17:17-24; 2 Padşatî 4:32-37). Usa jî, Mertayê dibeke bihîstibû wekî Îsa jî hine kes ji mirinê rakiribûn (Lûqa 7:11-15; 8:41, 42, 49-56). Tu jî dikarî bawer bî wekî rojekê, tuyê merivên xweyî hizkirî ku mirine, dîsa bivînî. Ev yek ku Îsa tevî dostên xwe digiriya, nîşanî me dike wekî ew bi rastî dixwaze miriya rake.

9. Mîna Îsa, em ça dikarin berdiliyê bidine kesên ku şînê dikin?

9 Dilbîniyê bide kesên ku şînê dikin. Xêncî vê yekê ku Îsa tevî Merta û Meryemê giriya, ewî guh da wan û ber dilê wanda hat. Wê baş be ku em jî ber dilê wan merivada bên, yên ku şînê dikin. Rûspîkî bi navê Dan, yê ku li Avstralyayê dijî, dibêje: “Çaxê min jina xwe unda kiribû, ez hewcê berdiliyê bûm. Çend bira tevî jinên xwe hazir bûn şev û roj guh bidin min. Ewana seva hêsirên çevên min eciz nedibûn û nedigotin ku îda bes e. Usa jî, wana gelek alî min dikir. Mesele, gava min xwe bêtaqet texmîn dikir, wana ereba min dişûşt, bona min diçûne dikanê û xwarin hazir dikirin. Usa jî, wana gelek cara tevî min dua dikir. Ewana rastî jî ‘bona roja oxirmê giran’ minra bûn dost û bira” (Metelok 17:17).

ÎSA GIRIYA, ÇIMKÎ DILÊ WÎ SER MERIVA ÊŞIYA

10. Li gora Lûqa 19:36-40, gava Îsa çû Orşelîmê, çi qewimî?

10 Îsa, 9 Nîsanê sala 33 D.M., gihîşte Orşelîmê. Gava ew nêzîkî bajêr bû, cimet top bû û kincên xwe ser rê raxistin, çimkî wana ew ça Padşê xwe qebûl dikir. Ew roj bi rastî jî rojeke xweş bû (Lûqa 19:36-40 bixûne). Lê paşî vê yekê, tiştekî ecêb qewimî: “Gava [Îsa] nêzîkî Orşelîmê bû, li bajêr nihêrî, serda giriya”. Îsa bi hêsira got, ku çi wê bê serê cimeta Orşelîmê (Lûqa 19:41-44).

11. Îsa çima bona cimeta Orşelîmê giriya?

11 Gelo Îsa çima xemgîn bû? Rast e hine meriv Îsa qebûl dikirin, lê dîsa jî ewî zanibû ku heçî zef Cihû wê mizgîniya Padşatiyê înkar kin. Axiriyêda, Orşelîm wê bihata wêrankirinê, û kesên ku wê sax bimana wê bibûna dîl (Lûqa 21:20-24). Sed heyf ku ça Îsa pêşda gotibû, heçî zef meriva ew înkar kirin. Lê merivên mihala teda mizgîniya Padşatiyê qebûl dikin? Heger nîvê zef ji wana guh nadine te, û tu difikirî wekî qewata te badîhewa ye, gelo tu dikarî ji hêsirên Îsa çi hîn bî? Were em dîna xwe bidine van sê dersa.

12. Ev yek ku Îsa bona meriva giriya, derheqa Yehowa çi eyan dike?

12 Yehowa bona meriva xem dike. Hêsirên Îsa tînin bîra me, wekî Yehowa çiqas bona meriva xem dike. Ew “naxwaze tu kes unda be, lê dixwaze wekî hemû ji gunekirinê vegerin” (2 Petrûs 3:9). Gava em tiştek ji xwe kêm dikin û bi xîret mizgîniyê digihînine dilê meriva, em nîşan dikin ku em wana hiz dikin (Metta 22:39). *

Mîna Îsa Mesîh, her tiştî bike, wekî mizgîniya Padşatiyê bigihînî diha zêde meriva (Abzasa 13 û 14 binihêre) *

13-14. Îsa ça dilşewatî dida kifşê, û em ça dikarin vê yekêda çev bidine wî?

13 Îsa bi dil û can xizmet dikir. Ewî her mecal dida xebatê, wekî meriva hîn ke. Bi vî cûreyî, ewî nîşan dikir ku wana hiz dike (Lûqa 19:47, 48). Gelo çira? Çimkî dilê wî ser meriva dişewitî. Carna merivên ku dixwestin guh bidana Îsa usa zef bûn, wekî ew û şandiyên wî “nikaribûn nanê xwe jî bixwarana” (Marqos 3:20). Îsa hela hê şev jî hazir bû guh bide meriva. Mesele, çaxê mêrekî xwest nîvê şevê tevî Îsa xeber de, Îsa xwestina wî qebûl kir (Yûhenna 3:1, 2). Gelek merivên ku sêrîda guh didane Îsa, paşê nebûn şagirtên wî. Lê yeke wanra şedetîke baş hate dayînê. Îro, em jî dixwazin mecalê bidin hemû meriva, wekî mizgîniya Padşatiyê bibihên (Karên Şandiya 10:42). Lema jî, dibeke mera lazim be mêtodên teze xizmetiyêda bidine xebatê.

14 Grafîka xwe li gora hewcên meriya biguhêze. Heger em tenê wedekî dijbêrin ku xizmet kin, emê diqewime nikaribin rastî wan meriva bên, yên ku wê bixwestana mizgîniyê qebûl kin. Pêşengeke bi navê Matîlda usa dibêje: “Ez mêrê xweva cûre-cûre siheta diçine xizmetiyê. Şebeqê zû, em diçin ciyê xebata meriva. Nîvro, gava gelek meriv derva ne, em bi stênda xizmet dikin. Paşî nîvro, em diçin mal bi mal”. Dewsa ku vî çaxî xizmet kin gava mera dest dide, wê baş be wekî em grafîka xwe usa biguhêzin, ku mizgîniyê bigihînin hê zêde meriva. Heger em usa bikin, em dikarin bawer bin, wekî dilê Yehowa wê şa be.

ÎSA GIRIYA, ÇIMKÎ BONA NAVÊ BAVÊ XWE BERXWE DIKET

Gava tu dikevî tengasiyê, bi dua-dirozga gazî Yehowa bike (Abzasa 15 heta 17 binihêre) *

15. Li gora Lûqa 22:39-44, şeva pêşiya mirina Îsa, çi qewimî?

15 Êvarê, 14 Nîsanê, sala 33 D.M., Îsa tevî şandiyên xwe çû baxçê Gêtşemanî. Wêderê, ewî dilê xwe Yehowara vekir (Lûqa 22:39-44 bixûne). Wan sihetên çetinda, Îsa bi “keser û bi hêsira lava û reca” Xwedê dikir (Îbranî 5:7). Şeva pêşiya mirina xwe, gelo Îsa bona çi dua kir? Ewî qewat xwest, wekî bikaribe Yehowara amin bimîne û qirara wî bîne sêrî. Yehowa guh da duayê Kurê xwe û melekek şand, wekî wî bişidîne.

16. Gava Îsa baxçê Gêtşemanîda dua dikir, ew çima dilteng bû?

16 Wê şevê, gelo Îsa çima bi hêsira dua kir? Ew bêşik gelek dilteng bû, çimkî meriv wî hesab dikirin ça kesê ku navê Xwedê bêhurmet dike. Usa jî, ewî zanibû wekî gelek ferz e ku ew amin bimîne û navê Bavê xwe pîroz ke. Gava tu dikevî dereceke usa ku aminiya te tê cêribandinê, gelo tu dikarî ji hêsirên çevên Îsa çi hîn bî? Were em dîna xwe bidine van sê dersa.

17. Em derheqa Yehowa çi pêdihesin ji vê yekê, ku ewî caba duayê Îsa da?

17 Yehowa guh dide dua-dirozgê te. Yehowa guh da dua-dirozgê Îsa. Gelo çira? Çimkî nêta sereke ya Îsa ew bû, wekî Bavê xwera amin bimîne û navê Wî pîroz ke. Heger nêta meye sereke jî ew be ku em Yehowara amin bimînin û navê wî pîroz kin, ewê guh bide dua-dirozgê me jî (Zebûr 145:18, 19).

18. Gelo Îsa hestên merivên dilteng fem dike?

18 Îsa hestên te fem dike. Çaxê em dilteng in û hevalekî me ber dilê meda tê, em gelek şa dibin. Îlahî heger em zanin ku ew me rind fem dike, çimkî ew xwexa jî rastî tengasîke usa hatibû. Îsa hema dostekî usa ye, çimkî ewî xwexa ser xwe texmîn kiriye, ku çi tê hesabê diltengî û bêtaqetî. Ew me fem dike, û “gava em hewce bin” ewê eseyî bê hewara me û dilbîniyê bide me (Îbranî 4:15, 16). Çawa ku baxçê Gêtşemanîda, Îsa alîkariya melekekî qebûl kir, gerekê em jî hazir bin wekî alîkariya Yehowa qebûl kin, kîjan ku ew bi saya edebyet, vîdêo, gotar, serlêdana rûspiya yan dostên gihîştî dide me.

19. Gava aminiya me tê cêribandinê, em ji kîderê dikarin qewatê bistînin?

19 Yehowa wê “edilayiya Xwedê” bide me. Gelo Yehowa wê ça alî me bike? Hergê em dua dikin, emê “edilayiya Xwedê ku ji her hiş-aqilî derbaztir e” bistînin (Fîlîpî 4:6, 7). Edilaya ku Yehowa dide, rihetiyê dike hiş û dilê me. Were em dîna xwe bidin ku Yehowa ça alî xûşkeke bi navê Lûz kir. Ew dibêje: “Carna, ez xwe tenê texmîn dikim û difikirim wekî Yehowa min hiz nake. Lê vê demê, ez derbêra dilê xwe Yehowara vedikim. Dua dilê min rihet dike”. Çawa ku mesela xûşka me nîşan dike, em dikarin bi saya dua rihetiya dil bistînin.

20. Me ji hêsirên Îsa çi ders stand?

20 Hêsirên Îsa dersên gelek ferz me hîn dikin! Hêsirên wî tînin bîra me ku gerekê em alîkariyê bidin hevalên xwe, yên ku şînê dikin, û bawer bin ku heger em merivê xweyî hizkirî unda kin, Yehowa û Îsa wê dilbîniyê bidine me. Usa jî, hêsirên wî tînin bîra me, wekî em gerekê mizgîniyê bi dilremî bela kin, çimkî dilê Yehowa û Îsa ser meriva dişewite. Xêncî vê yekê, hêsirên Îsa nîşanî me dikin ku Yehowa û Kurê wî hest û sistbûnên me fem dikin û dixwazin alî me bikin wekî em amin bimînin. Heta roja ku Yehowa wê “hemû hêsirên [me] paqij ke”, were em van dersên ferz tu car bîr nekin û emirê xweda bidine xebatê! (Eyantî 21:4)

KILAMA 120 Çev Bidine Milûktiya Îsa

^ Kitêba Pîroz nîşanî me dike, ku çevên Îsa cara tijî hêsir dibûn. Vê gotarêda, emê dîna xwe bidin sê dereca çaxê Îsa giriya, û emê bivînin ku em dikarin ji vê yekê çi dersa hîn bin.

^ Hine navên vê gotarêda hatine guhastinê.

^ Xêncî kesên ku nêzîkî mala me dijîn, xebera Yûnanî, ya ku Metta 22:39-da ça “heval” hatiye welgerandinê, dikare bê hesabê ne tenê her kesê ku der-dora me dijîn, lê usa jî merivên ku rastî me tên.

^ ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Îsa berdiliyê da Meryem û Mertayê. Em jî gerekê ber dilê wan merivada bên, yên ku şînê dikin.

^ ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Îsa hazir bû ku nîvê şevê tevî Nîkodêmo xeber de. Gerekê em jî hazir bin ku wî çaxî hînbûna Kitêba Pîroz tevî meriva derbaz kin, gava wanra dest dide.

^ ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Îsa dua kir ku Yehowa qewatê bide wî, wekî ew bikaribe amin bimîne. Gava em rastî tengasiya tên, em jî gerekê usa bikin.