Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 1

“Ewên ku Yehowa Digerin wê Kêmasiya Tu Qenciyê Nevînin”

“Ewên ku Yehowa Digerin wê Kêmasiya Tu Qenciyê Nevînin”

“Ewên ku Yehowa digerin wê kêmasiya tu qenciyê nevînin” (ZEBÛR 34:10, DT).

KILAMA 4 “Yehowa Şivanê Min e”

VÊ GOTARÊDA *

Gava Dawid dikete tengasiyê, ew dîsa jî difikirî ku ew “kêmasiya tu qenciyê” navîne (Abzasa 1 heta 3 binihêre) *

1. Dawid çi halekî zorda bû?

 DAWID ji Şawûl Padşa direviya, yê ku wî nefret dikir û dixwest ew bikuşta. Gava Dawid hewcê xwarinê bû, ewî bajarê Nobêda pênc nan xwestin (1 Samûyêl 21:1, 3). Paşê, ewî tevî hevalên xwe, şkeftekêda xwe veşart (1 Samûyêl 22:1). Gelo Dawid çira kete halekî usa zor?

2. Şawûl serê xwe çawa kire belayê? (1 Samûyêl 23:16, 17)

2 Şawûl hevsûdiya Dawid dikir, çimkî cimetê wî hiz dikir û ew eskerekî gelek pêşdaçûyî bû. Usa jî, Şawûl zanibû ku seva neguhdarîbûna wî, Yehowa ew înkar kiribû û dewsa wî Dawid ça padşê Îsraêlê bijartibû (1 Samûyêl 23:16, 17 bixûne, ÎM). Dîsa jî, ordîke mezin û gelek kesên din piştgiriya Şawûl dikirin, lema jî Dawid mecbûr bû ku bireve. Gelo Şawûl bi rastî difikirî, ku dikare riya Xwedê bigire, wekî Ew qirara xwe hindava Dawid bîne sêrî? (Îşaya 55:11) Kitêba Pîroz caba vê pirsê nade, lê ça tê kifşê Şawûl serê xwe kire belayê, çimkî kesên ku miqabilî Xwedê şer dikin, timê didine der!

3. Nava tengasiyên xweda Dawid çi got?

3 Dawid yekî milûk bû. Ew pey vê yekê neketibû wekî bibe padşê Îsraêlê, lê Yehowa ev cabdarî da wî (1 Samûyêl 16:1, 12, 13). Şawûl Padşa gelek Dawid nefret dikir, lê Dawid seva halê xweyî xirab Yehowa sûcdar nedikir û gazina nedikir ku xwarina wî kêm bû û ku ew mecbûr bû xwe şkeftekêda veşêre. Serda jî, dibeke ewî vê şkeftêda ev gotinên pesindayînê nivîsî: “Ewên ku Yehowa digerin wê kêmasiya tu qenciyê nevînin” (Zebûr 34:10, DT).

4. Emê cabên kîjan pirsa bistînin, û ev pirs çima ferz in?

4 Îro, gelek xizmetkarên Yehowara çetin e ebûra xwe bikin û nanê rojê dest xin. Wedê pandemiyê, ev yek diha zor bûye. * Usa jî, çiqas em nêzîkî “tengasiya mezin” dibin, em zanin wekî jîyîn wê diha zor be (Metta 24:21). Lema jî, wê baş be ku em dîna xwe bidin van çar pirsa: Dawid çawa “kêmasiya tu qenciyê” nedidît? Çima ferz e, wekî çiqas destê meda heye bi wan razî bin? Em çira dikarin bawer bin, wekî Yehowa wê me xwey ke? Û em ça dikarin xwe bona axiriyê hazir kin?

“EZ NE HEWCÊ TIŞTEKÎ ME”

5-6. Dawid çi dixwest bigota çaxê got, wekî xizmetkarên Yehowa “wê kêmasiya tu qenciyê nevînin”?

5 Gelo xizmetkarên Yehowa çawa “wê kêmasiya tu qenciyê nevînin”? Seva ku em van gotina diha baş fem bikin, were em binihêrin Dawid Zebûra 23-da çi got (Zebûr 23:1-6 bixûne). Destpêka vê zebûrêda, Dawid usa got: “Xudan şivanê min e, ez ne hewcê tiştekî me”. Rêzên dinda ji vê zebûrê, Dawid besa keremên ruhanî kir, yên ku ewî distand, çimkî Yehowa ça şivanê xwe qebûl dikir. Yehowa ew “şiverîyên rastîyêda” dibir, û wedê baş û xirabda timê bi aminî kêleka Dawid bû. Dawid fem dikir wekî jîyîna “mêrgên” Yehowada, dêmek deştên wîda, nayê hesabê jîyîneke bêderd. Ewî zanibû wekî carna, ewê dilteng be, û ça bêjî “gelîyê sîya mirinêda” derbaz be, û dijminên wî wê hebin. Lê çimkî Yehowa Şivanê wî bû, ew ji tu tiştî neditirsiya.

6 Gelo Dawid çawa “kêmasiya tu qenciyê” nedidît? Ji aliyê ruhanîva, tu kêmasiya wî tune bû. Şabûna wî mal û milkva girêdayî nîbû. Dawid bona her tiştî çi ku Yehowa dida wî, razî bû. Bona wî tiştê herî ferz ev bû, wekî Yehowa ew kerem dikir û diparast.

7. Li gora Lûqa 21:20-24, hine şagirtên Îsa rastî çi tengasiyê hatin?

7 Hemikî em dikarin ji mal û milkê xwe şabûnê bistînin, lê ça gotinên Dawid nîşan dikin, gerekê em jîyîna xweda tiştên matêrîalî ça tiştên herî ferz hesab nekin. Wê yekêda, şagirtên Îsa, yên ku qirna yekêda li Cihûstanê dijîtin, mera mesele ne (Lûqa 21:20-24 bixûne). Îsa pêşda şagirtên xwera gotibû, wekî rojekê ewana wê “bibînin ku ordiya dora Orşelîmê girtiye”. Hingê wê lazim bûya ku ew “birevine çiya”. Belê, ewana wê wedê wêrankirina Orşelîmê sax bimana, lê seva vê yekê wana gerekê gelek tişt qurban kira. Çend sal pêşda, “Birca Qerewiliyêda” usa hatibû gotinê: “Wana xanî û zeviyên xwe hîşt, û nikaribûn hebûka xwe tevî xwe bivin. Ewana bawer bûn wekî Yehowa wê alî wan bike û wana xwey ke, û jîyîna wanda hebandina Yehowara ser ciyê pêşin bû”.

8. Em dikarin ji serhatiya şagirtên Îsa, yên ku qirna yekê Cihûstanêda dijîtin, çi dersê hîn bin?

8 Gelo em dikarin ji van şagirtên Îsa çi dersê hîn bin? Vê “Birca Qerewiliyêda” usa hatibû gotinê: “Rojên axiriyêda, dibeke nihêrandina me ser hebûkê wê bê cêribandinê. Wî çaxî bona me tiştê herî ferz wê çi be? Tiştên matêrîalî yan ev yek ku Yehowara amin bimînin û xilaz bin? Rojên xilaziya vê dinyayê dibeke em rastî tengasiyên usa bên, ku emê mecbûr bin gelek tişta ji xwe kêm kin. Mîna Mesîhiyên ku ji Cihûstanê reviyan, gerekê em jî hazir bin çi lazim be bikin, wekî xilaz bin”. *

9. Şîreta ku Pawlosê şandî dabû Îbraniya çawa hêlanê dide me?

9 Hela bide ber çevê xwe ku bona van şagirtên Îsa Mesîh çiqas zor bû her tiştî bihêlin û tezeda her tiştî destpêkin! Lazim bû ku ewana baweriya xwe Yehowa bînin, wekî ew wê bona hewcên wan xem bike. Lê pênc sal pêşiya ku Romaya dora bajarê Orşelîmê girt, Pawlosê şandî ev şîreta kêrhatî dabû xûşk-birên Îbranî: “Perehizî bira nava jiyîna weda cî negire û destên weda çiqas heye, razî bin, çimkî Xwedê got: ‘Ezê tu car ji te neçim û tu car te bernadim’. Lema jî rûyê me digire ku em bêjin: ‘Xudan piştovanê min e û ez natirsim. Însanê çi li min bike?’” (Îbranî 13:5, 6). Wan Mesîhiyara, yên ku pêşiya hatina ordiya Romê guh dabû şîreta Pawlos, bêşik diha hêsa bû halê xwe razî bin. Wana zanibû wekî Yehowa wê bona hewcên wan xem bike. Gotinên Pawlos baweriya me diha qewî dike, wekî Yehowa dikare bona hewcên me jî xem bike.

“KINC Û XUREKÊ ME HEBIN, BI WAN EM RAZÎ BIN”

10. Pawlosê şandî çi şîret dabû?

10 Pawlos şîreteke usa dabû Tîmotêyo, û dikarin bêjin daye me jî: “Kinc û xurekê me hebin, bi wan em razî bin” (1 Tîmotêyo 6:8). Gelo ev şîret tê hesabê ku gerekê em ji xwarineke xweş, ji maleke bedew yan ji kincên teze şabûnê nestînin? Na. Pawlos gotibû ku çi destê meda hebe, gerekê em bi van tişta razî bin (Fîlîpî 4:12). Pawlos ev dersa ferz xwexa hîn bû. Jîyîna meda tiştê herî ferz û qîmet ew heye dostiya nêzîk tevî Yehowa, ne ku hebûka me (Hebaqûq 3:17, 18).

Gava Îsraêlî 40 salî çolêda digeriyan, kêmasiya tu tiştî cem wan tune bû. Gelo em jî bi tiştên ku destê meda hene razî ne? (Abzasa 11 binihêre) *

11. Em dikarin ji gotinên Mûsa çi dersê bistînin?

11 Nihêrandina me ser vê yekê ku em hewcê çi ne, dikare ji nihêrandina Yehowa cude be. Paşî 40 salên beriyêda, Mûsa pêxember Îsraêliyara usa got: “Xudan Xwedêyê te hemû şixulên destên te bimbarek kir. Ew haş rêwîtîya te heye li vê berîya mezinda. Eva çil sal e ku Xudan Xwedêyê te tevî teye û kêmasîya tu tiştî te nedît” (Qanûna Ducarî 2:7). Nava van 40 salada, Yehowa mana dida Îsraêliya. Kincên wan, dêmek kincên ku li ser wan bûn gava ewana ji Misrê derketin, nemaşiyan! (Qanûna Ducarî 8:3, 4) Hingê hine Îsraêlî dibeke difikirîn, ku çi cem wan hebû besî wan nîbû, lê Mûsa wanra got ku çi lazim e destê wanda heye. Yehowa dixwaze, wekî çi ku ew dide me, bişêkirînin û ça kerem hesab kin.

BAWER BE KU YEHOWA WÊ TE XWEY KE

12. Em ji ku zanin ku Dawid baweriya xwe Yehowa dianî?

12 Dawid zanibû wekî Yehowa amin e û kesên ku wî hiz dikin, xwey dike. Gava ewî Zebûra 34 dinivîsî, jîyîna wî qeziyêda bû, lê dîsa jî ewî got: “Milyaketê Xudan tevî xofkêşên Wî ye, pişta wan digire û wan xilaz dike” (Zebûr 34:7). Dibeke Dawid, melekê Yehowa beramberî eskerekî kir, yê ku timê hişyar e û dîna wî lê ye wekî dijmin nişkêva hicûmî ser cimetê neke. Dawid xwexa jî eskerekî mêrxas bû, û Yehowa soz dabû wî ku ewê bibe padşa, lê dîsa jî Dawid xwe nedisparte aqil û feresetên xwe, wekî dijmina alt bike (1 Samûyêl 16:13; 24:12). Dawid îtbariya xwe Yehowa dianî, û ew bawer bû wekî melekê Yehowa “xofkêşên Wî”, xilaz dike. Rast e em îro bi keremet nayêne xilazkirinê, lê em zanin ku tu zirara her-heyî wê neyê serê kesên ku baweriya xwe Yehowa tînin.

Wedê tengasiya mezin, ordiyên Gog ji Magogê diqewime hicûmî ser mala me bikin. Lê em dikarin bawer bin, ku Îsa Mesîh û melekên wî her tiştî divînin, û wê me biparêzin (Abzasa 13 binihêre)

13. Wedê hicûmkirina Gog ji Magogê, emê çira bêxweyî bêne kifşê, lê em dikarin çida bawer bin? (Binihêre şiklê rûyê jûrnalê.)

13 Demeke nêzîkda baweriya me wê bê cêribandinê. Gava Gog ji Magogê, dêmek koalîsya mileta, hicûmî ser xizmetkarên Xwedê bike, dibeke emê bitirsin ku ewana wê me bikujin. Wê demê, gerekê em bawer bin ku Yehowa wê me xilaz ke. Ber çevê mileta emê mîna pezên bêxweyî bêne kifşê (Hezeqêl 38:10-12). Lê çimkî emê bê çek bin, milet wê bifikirin ku wê hêsa bikaribin qira me bînin. Bi çevê baweriyê, emê bivînin wekî ordiya meleka dora me girtiye, lê milet wê nikaribin vê yekê bivînin, çimkî ewana aliyê ruhanîva kor in. Gava ordiya ezmanî bê hewara me, dijminên Xwedê wê zendegirtî bimînin! (Eyantî 19:11, 14, 15)

XWE NIHA BONA AXIRIYÊ HAZIR KE

14. Em çawa dikarin xwe bona axiriyê hazir kin?

14 Gelo em çawa dikarin xwe îda nihada bona axiriyê hazir kin? Ya pêşin, gerekê nihêrandina me li ser mal û milk rast be. Lazim e ku em bîr nekin wekî rojekê, dibeke em mecbûr bin hebûka xwe bihêlin. Gerekê em bi tiştên ku destê meda hene razî bin û herî zêde dostiya xweye tevî Yehowara şa bin. Çiqas nêzîk em Xwedê nas bikin, haqas baweriya me wê hindava wî qewî be, ku wedê hicûmkirina Gog ji Magogê, ewê me xilaz ke.

15. Dawid çira bawer bû, wekî Yehowa wê tu car wî tenê nehêle?

15 Gelo dîsa çi alî Dawid dikir û dikare alî me jî bike, wekî em xwe bona tengasiya hazir kin? Dawid usa gotibû: “Tem kin û bizanibin ku Xudan ça qenc e! Xwezî wî merivî, yê ku xwe daye bin sîya Wî!” (Zebûr 34:8). Ev gotin nîşan dikin ku Dawid çira hewara xwe Yehowa dadixist. Ewî gelek car îtbariya xwe Yehowa dianî, û Yehowa ew tu car tenê nedihîşt. Gava Dawid hê cahil bû, ew himberî Golyatê Filîstî derketibû û vî eskerê terikîra usa got: “Îro wê Xudan te bide destê min” (1 Samûyêl 17:46, ÎM). Paşê, gava Dawid ber destê Şawûl Padşa xizmet dikir, Şawûl çend cara dixwest ew bikuşta, lê Yehowa tevî Dawid bû (1 Samûyêl 18:12). Ew yek ku Dawid cahiltiyêda destê Yehowa dîtibû, baweriya wî qewî kir, wekî Yehowa wê dîsa alî wî bike.

16. Em çawa dikarin qenciya Yehowa “tem kin”?

16 Çiqas zêde em jîyîna xweda rêberiya Yehowa bigerin, haqas emê diha bawer bin ku ew dikare axiriyêda me xilaz ke. Jîyîna meda gelek mecal hene wekî nîşan kin, ku em xwe dispêrin Yehowa. Mesele, bawerî û xwestineke qewî lazim e, ku em herin bal mezinê xebata xwe û ji wî bixwazin wekî îznê bide me em herin ser civata mezin. Yan jî wekî ew grafîka xebata me biguhêze, seva ku em bikaribin herin hemû civata û diha zêde xizmet kin. Lê heger mezinê xebata me qayîl nîbe û me ji xebatê derxe, hingê emê ça xwe bidine kifşê? Gelo emê bawer bin, wekî Yehowa wê me tu car tenê nehêle û bona hewcên me xem bike? (Îbranî 13:5) Serhatiyên gelek xûşk-birên me ku xizmeta hertimda nin, nîşan dikin, wekî Yehowa timê tê hewara xizmetkarên xwe. Belê, Yehowa amin e.

17. Rêza bona sala 2022 kîjan e, û ev rêz çira wededa ye?

17 Yehowa tevî me ye, lema jî ne lazim e wekî em axiriyê bitirsin. Heta ku em şixulê Padşatiyê datînin ciyê pêşin, Yehowa wê tu car me nehêle. Gelek ferz e wekî em îda nihada xwe bona tengasiyên axiriyêda hazir kin û bawer bin ku Yehowa wê me tu car tenê nehêle. Lema jî Koma Rêberiyê Zebûra 34:10 ça rêza sala 2022 bijartiye: “Ewên ku Yehowa digerin wê kêmasiya tu qenciyê nevînin”, (DT).

KILAMA 38 Ew wê Te Qewî ke?

^ Rêza sala 2022 ji Zebûra 34:10 hatiye hildanê: “Ewên ku Yehowa digerin wê kêmasiya tu qenciyê nevînin”, (DT). Gelek xizmetkarên Yehowa ji aliyê matêrîalîva destteng in. Gelo Kitêba Pîroz çima dibêje ku ewê “kêmasiya tu qenciyê nevînin”? Femkirina vê rêzê çawa dikare alî me bike, wekî em xwe bona tengasiyên axiriyê hazir kin?

^ “Birca Qerewiliyêda” ya 15 Îlonê, sala 2014, binihêre “Pirsên Xwendevana”.

^ ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Gava Dawid ji Şawûl Padşa direviya û xwe şkeftekêda vedişart, ew dîsa jî bona tiştên ku Yehowa dida wî, razî bû.

^ ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Paşî ku Îsraêlî ji Misrê derketin, Yehowa mana da wan, û kincên wan nedimaşiyan.