Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 5

Wedê Xwe bi Bîlanî Bide Xebatê

Wedê Xwe bi Bîlanî Bide Xebatê

“Binihêrin ku hûn nigê xwe fesal bavêjin, nebine mîna bêfema, lê mîna serwaxta. Dest bidine ber wext” (EFESÎ 5:15, 16).

KILAMA 8 Yehowa Sitara Me ye

VÊ GOTARÊDA *

1. Gelo em çi cûreyî dikarin wedê xwe bona Yehowa xerc kin?

 HER KES hiz dike tevî heval û merivên xwe wext derbaz ke. Mesele, jin-mêrên bextewar hiz dikin tevayî wede derbaz kin. Cahil hiz dikin tevî hevalên xwe wede derbaz kin. Me hemûya jî xweş tê tevî xûşk-bira top bin. Ji her tiştî zêdetir, em hiz dikin wedê xwe bona Xwedê xerc kin, mesele gava em wîra dua dikin, Xebera wî dixûnin û ser nêt û hunurên wî kûr difikirin. Belê, wedê ku em bona Yehowa xerc dikin gelek qîmet e! (Zebûr 139:17)

2. Em rastî çi çetinayê tên?

2 Çiqas jî em hiz dikin wedê xwe bona Yehowa xerc kin, dîsa jî carna ev yek hêsa nîne. Her roj hezar şixulên me hene û carna zor e bona tiştên ruhanî wext veqetînin. Cabdariyên malbetê, xebat û gelek şixulên din haqas wext ji me distînin, ku em diqewime difikirin wekî wedê me bona dua, lêkolîn û fikirandina kûr namîne.

3. Çira em gerekê bi bîlanî wedê xwe xerc kin?

3 Usa jî, hine tiştên din jî dikarin wede ji me bistînin. Heger em fesal nîbin, em dikarin bi zêdeyî şixulên usava mijûl bin, çi ku diqewime xirab nînin, lê axiriyêda wedê me wê nemîne, seva ku em dostiya xwe tevî Yehowa qewî kin. Em hilbet carna hewcê hêsabûnê ne, lê heger em fesal nîbin û gelek wede ser hêsabûnê xerc kin, wedê me bona şixulê ruhanî wê nemîne. Hemikî wedederbazkirinên ku em dijbêrin, dikarin baş bin, lê dîsa jî gerekê em bîr nekin wekî hêsabûn, tiştê herî ferz nîne (Metelok 25:27; 1 Tîmotêyo 4:8).

4. Vê gotarêda emê çi şêwir kin?

4 Vê gotarêda, emê şêwir kin ku çira lazim e wekî em şixulên ferz jîyîna xweda daynin ser ciyê pêşin. Usa jî, emê dîna xwe bidin vê yekê, ku em ça dikarin bi bîlanî wedê xwe bona Yehowa xerc kin, û em ça dikarin ji vê yekê karê bistînin.

SAFÎKIRINA BI BÎLANÎ BIKE Û TIŞTÊN FERZ DAYNE SER CIYÊ PÊŞIN

5. Şîreta ji Efesî 5:15-17 ça dikare alî cahila bike, wekî riya lapî baş bijbêrin?

5 Riya herî baş bijbêre. Gelek cahilara zor e safîkirinên baş bikin. Alîkîva dersdar û merivên wane nebawermend dibeke zorê wan dikin, wekî ewana xwendina bilind bistînin, seva ku paşê gelek pera qazanc kin. Safîkirineke usa, bêşik wê gelek wede ji wana bistîne. Lê aliyê dinva, dê-bav yan xûşk-birên civatê, dibeke cahila hêlan dikin, wekî ewana jîyîna xwe xizmetiya Yehowada derbaz kin. Gelo çi dikare alî wan cahila bike, yên ku Yehowa hiz dikin, wekî safîkirineke lape baş bikin? Wê baş be ku cahil Efesî 5:15-17 bixûnin û kûr ser bifikirin (bixûne). Paşî xwendina wan rêza, wê baş be ku ewana ji xwe bipirsin: “‘Çi ye qirara Xudan’? Kîjan safîkirin wê dilê wî xweş bê û mecalê bide min, wekî ez wedê xwe bi bîlanî xerc kim?” Bîr neke ku em rojên xirabda dijîn û ev dinya ku bin destê Mîrê-cinada ye, wê zûtirekê kuta be. Lema jî gelek ferz e ku em usa bijîn, wekî dilê Yehowa şa kin.

6. Meryemê çi bijart û ev safîkirina wê çira bi bîlanî bû?

6 Tiştên ferz dayne ser ciyê pêşin. Carna, seva ku em bikaribin wedê xwe bi bîlanî xerc kin, lazim e em ji du tişta, yên ku ne xirab in, tenê yekê bijbêrin. Bîne bîra xwe ku gava Îsa çû mala Meryem û Mertayê, çi qewimî. Merta gelek şa bû ku Îsa hat mala wan, lema jî ew çû wekî xwarineke xweş hazir ke. Lê xûşka wê Meryem kêleka Îsa rûnişt û guh dida gotinên wî. Hilbet, nêta Mertayê ne xirab bû, lê belê Meryemê “para qenc xwera bijart” (Lûqa 10:38-42). Wede şûnda, Meryemê dibeke bîr kir, ku wê rojê wana çi xwar, lê em dikarin bawer bin wekî ewê gotinên Îsa bîr nekir. Çawa ku Meryemê qîmet dikir wedê ku ewê tevî Îsa derbaz kir, em jî qîmet dikin wedê ku bona Yehowa xerc dikin. Gelo em ça dikarin ev wede bi cûrê baş derbaz kin?

WEDÊ XWE BONA YEHOWA BI BÎLANÎ BIDE XEBATÊ

7. Çira gelek ferz e ku em dua bikin, Kitêba Pîroz lêkolîn kin û kûr bifikirin?

7 Dua, lêkolîn û fikirandina kûr, pareke hebandina me ye. Gava em dua dikin, em bi vî cûreyî tevî Bavê xweyî ezmana xeber didin, yê ku me gelek hiz dike (Zebûr 5:7). Gava em Kitêba Pîroz lêkolîn dikin, em ji Xwedê hîn dibin, yê ku Kaniya bîlaniyê ye (Metelok 2:1-5). Gava em ser tiştên ku em derheqa Yehowa hîn dibin, kûr difikirin, em nêt û hunurên wî divînin, û em fem dikin wekî nêta wîda rola me çi ye. Heger em wedê xwe bi vî cûreyî bidine xebatê, emê tu car poşman nebin! Lê heger wedê me hindik be, gelo em ça dikarin ev wede bi bîlanî bidine xebatê?

Tu dikarî bona lêkolîna şexsî cîkî başqe û rihet xwera bivînî? (Abzasa 8 û 9 binihêre)

8. Ev yek ku Îsa beriyêda çi cûreyî wedê xwe xerc kir, çi me hîn dike?

8 Heger dibe, xwera cîkî başqe û rihet bivîne. Dîna xwe bide mesela Îsa. Pêşiya ku ewî xizmeta xwe destpêkir, ew 40 roj beriyêda bû (Lûqa 4:1, 2). Wêderê mecala wî hebû, wekî Yehowara dua bike û derheqa qirara Wî hindava xwe, kûr bifikire. Bêşik, ev yek bona tengasiyên axiriyê, wî hazir dikir. Gelo tu dikarî ji vê mesela Îsa çi dersa hîn bî? Heger malbeta te mezin e, carna ne hêsa ye ku tu malda xwera cîkî başqe û rihet bivînî. Wî çaxî tu dikarî cîkî usa derê malê bivînî. Gava xûşka me Cûlî, ya ku Fransayêda dijî, dixwaze Yehowara dua bike, ew hema usa jî dike. Ew tevî mêrê xwe maleke biçûkda dijî û jêra çetin e tenê bimîne û hişê xwe topî ser hev ke. Cûlî usa dibêje: “Lema jî ez her roj diçime parkê. Wêderê ez dikarim başqe bim, kûr bifikirim û rihet Yehowara xeber dim”.

9. Rast e Îsa betal nedima, lê ewî ça nîşan kir wekî dostiya xwe tevî Yehowa qîmet dike?

9 Gava Îsa ser erdê bû, ew betal nedima. Çaxê ewî xizmet dikir, gelek meriv timê pey wî diçûn û wana dixwest ew tevî wan be. Carekê, “temamiya cimeta bajêr li ber dêrî civiya”, wekî wî bivînin. Dîsa jî Îsa wext veqetand ku Yehowara dua bike. Şebeqê, ew “çû cîkî xewle” seva ku tenê bimîne û tevî Bavê xwe duada xeber de (Marqos 1:32-35).

10-11. Li gora Metta 26:40, 41, Îsa şandiyên xwera çi got û çi qewimî?

10 Şeva pêşiya mirina xwe, gava xizmeta wî ser erdê îda xilaz dibû, dîsa jî Îsa cîkî rihet digeriya wekî dua bike û bifikire. Bona vê yekê ew çû baxçê Gêtşemanî (Metta 26:36). Hingê Îsa şandiyên xwera derheqa duakirinê tiştekî ferz got.

11 Were em dîna xwe bidin ku wêderê çi qewimî. Gava ewana gihîştine baxçê Gêtşemanî, îda gelek dereng bû, dibeke nîvê şevê bû. Îsa şandiyên xwera got, wekî ewana hişyar bimînin û paşê çû wekî dua bike (Metta 26:37-39). Lê gava ewî dua dikir, şandiyên wî xewra çûn. Çaxê Îsa dît ku ewana xewra çûn, ewî dîsa wanra got ku gerekê ewana “hişyar bimînin û dua bikin” (Metta 26:40, 41 bixûne). Îsa halê wan rind fem dikir û didît, wekî ewana ji bo strêsê gelek westiyayî bûn. Ewî zanibû ku “beden sist e”. Îsa dîsa du cara çû ku dua bike, lê gava ew vedigeriya, şandiyên wî dewsa ku dua bikin, razayî bûn (Metta 26:42-45).

Tu dikarî bona duakirinê wedekî usa başqe kî, gava tu gelek westiyayî nînî? (Abzasa 12 binihêre)

12. Heger em strêsêda nin yan jî westiyayî ne û nikarin dua bikin, gerekê em çi bikin?

12 Wedê rast bijbêre. Carna, gava em strêseke mezinda nin yan jî gelek westiyayî ne, diqewime em nikarin dua jî bikin. Heger ev yek carna tê serê te, bawer be ew yek tê serê yên din jî. Wî çaxî tu dikarî çi bikî? Hine kesên ku timê dereng Yehowara dua dikirin, paşê têderxistine wekî diha baş e hinekî zû dua bikin, gava ewana hê gelek westiyayî nînin. Mesele, hine kes rûniştî dua dikin, yan ser çoka, wekî fikrên wan neçin ser tiştên din. Lê heger tu bona tiştekî gelek berxwe dikevî yan jî dilteng î, hingê tu dikarî çi bikî? Dilê xwe Yehowara veke û bawer be ku Bavê meyî rem wê te fem bike (Zebûr 139:4).

Wedê civata gelo tu bi rastî mecbûr î ku caba sms û êmaîla bidî? (Abzasa 13 û 14 binihêre)

13. Gava em dua dikin, lêkolîn dikin yan civatêda nin, hacetên elektronîk çawa dikarin hişê me birevînin?

13 Wedê lêkolînê, tiştên dinva mijûl nebe. Xêncî duakirinê, hine tiştên din jî dikarin dostiya me tevî Yehowa diha qewî kin, mesele lêkolîna Kitêba Pîroz û civatên me. Gelo tu dikarî çi bikî wekî wedê xwe bona lêkolînê û civîna bi bîlanî bidî xebatê? Ji xwe usa bipirse: “Gava ez guh didime civata yan jî lêkolîna şexsî dikim, heçî zef çi hiş-aqilê min direvîne?” Diqewime problêm ev e, ku kesek wedê civatê yan wedê lêkolînê tera têlê dixe yan jî smsa dişîne? Îro bi mîlyarda meriv hacetên elektronîk didine xebatê, û hemikî kara wan haceta heye. Lê li gora hine lêkolîna, heger têla kesekî ber wî be, ewê nikaribe rind dîna xwe bide tiştekî din. Profêsorekî psîkolojiyê usa dibêje: “Hingê tu dîna xwe nadî şixulê xwe. Hişê te cîkî din e”. Wedê civatên mezin, pêşiya ku bername destpêbe, elametî heye ku gerekê em hacetên xweye elektronîk daynin ser rêjîma bêdeng, seva ku kesên din eciz nekin. Gava em tenê ne, gelo em hingê jî dikarin vê yekê bikin, wekî hacetên meye elektronîk me eciz nekin û wedê ku me bona Yehowa başqe kiriye, ji me nestînin?

14. Li gora Fîlîpî 4:6, 7, Yehowa wê ça alî me bike ku em rind dîna xwe bidin tiştên ruhanî?

14 Ji Yehowa alîkariyê bixwaze ku hiş-aqilê te neçe ser tiştekî din. Heger tu têderdixî wekî wedê lêkolînê yan civînê, hişê te diçe ser tiştên din, ji Yehowa alîkariyê bixwaze. Heger tu seva tiştekî berxwe dikevî yan jî dilteng î, dibeke ne hêsa ye rind dîna xwe bidî ser tiştên ruhanî, lê gelek ferz e vê yekê bikî. Dua bike wekî edilaya Xwedê ne tenê dilê te, lê hişê te jî xwey ke (Fîlîpî 4:6, 7 bixûne).

EM GELEK KARÊ DISTÎNIN ÇAXÊ BONA YEHOWA WEDE BAŞQE DIKIN

15. Çira ferz e wede bona Yehowa veqetînin?

15 Heger tu wede veqetînî wekî tevî Yehowa xeber dî, guh bidî wî û derheqa wî bifikirî, ev yek wê ser te gelek baş hukum ke. Gelo çawa? Ya yekê, tuyê safîkirinên diha baş bikî. Li gora Kitêba Pîroz, “hevalê serwaxta serwaxt dertê” (Metelok 13:20). Belê, tu çiqas zêde wede bona Yehowa, yê ku Kaniya bîlaniyê ye, xerc kî, haqas tuyê diha bîlan bî. Serda jî, tuyê fem bikî wekî çi wî xweş tê û çawa bi safîkirinên xwe dilê wî neêşînî.

16. Ev yek ku em wedê xwe bona Yehowa xerc dikin, ça alî me dike wekî em bibin dersdarên diha baş?

16 Ya duda, tuyê bibî dersdarekî diha baş. Gava em tevî kesekî hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikin, nêteke meye sereke ew e, wekî alî xwendekarê xwe bikin ku ew nêzîkî Yehowa be. Çiqas em Bavê xweyî ezmanara dua kin û Xebera wî lêkolîn bikin, haqas zef emê wî hiz bikin. Usa jî, emê xwendekarên xwe hê rind hîn bikin, wekî ewana jî Yehowa hiz bikin. Îsa jî usa dikir. Ewî bi gotinên germ û şîrin derheqa Bavê xwe xeber dida, û vê yekê alî şandiyên wî dikir, ku ewana jî Yehowa hiz bikin (Yûhenna 17:25, 26).

17. Dua û lêkolîn ça baweriya me qewî dikin?

17 Ya sisiya, baweriya me wê diha qewî be. Gava em ji Xwedê rêberî, dilbînî û alîkariyê dixwazin û ew caba van duayên me dide, baweriya me hê qewî dibe (1 Yûhenna 5:15). Xêncî vê yekê, lêkolîna şexsî jî dikare baweriya me qewî ke. Ça Kitêba Pîroz dibêje, “bawerî ji bihîstinê tê” (Romayî 10:17). Lê seva ku baweriya me qewî be, bes nîne wekî em tenê zanebûna xwe zêde kin. Lê dîsa çi lazim e em bikin?

18. Çira ferz e wekî em kûr bifikirin? Meselekî bîne.

18 Gerekê em ser tiştên ku em hîn dibin, kûr bifikirin. Were em serhatiya nivîskarê Zebûra 77 şêwir kin. Ew xemgîn bû, çimkî difikirî wekî Yehowa ji wî û ji Îsraêliyên din razî nîne. Lema jî xew nedikete çevê wî (rêzên 2 heta 8). Gelo ewî çi kir? Ewî Yehowara got: “Ezê hemû kirên Teda kûr bibim û li ser karên Te bifikirim” (rêza 12). Zebûrbêj hilbet rind zanibû ku Yehowa bona xizmetkarên xwe çi kiribû, lê ew dîsa jî berxwe diket: “Gelo Xwedê bîr kir dilovanî? Gelo bi hêrsê rema Xwe da birînê?” (rêza 9). Zebûrbêj ser kirên Yehowa kûr difikirî û dianî bîra xwe, wekî Xwedê çawa rem û dilovanî xizmetkarên xwera dida kifşê (rêza 11). Axiriyêda, ew bawer bû wekî Yehowa wê tu car pişta xwe nede xizmetkarên xwe (rêza 15). Heger tu jî bifikirî wekî Yehowa bona xizmetkarên xwe çi kiriye û usa jî xût bona te çi kiriye, baweriya te jî wê diha qewî be.

19. Heger em bona Yehowa wede başqe kin, emê dîsa çi karê bistînin?

19 Ya çara û lapî ferz ev e, wekî emê Yehowa hê zêde hiz bikin. Ji her tiştî zêdetir, hizkirin wê me hêlan ke, wekî em guh bidin Yehowa, hazir bin her tiştî bikin, ku dilê wî şa kin û ber tengasiya sebir kin (Metta 22:37-39; 1 Korintî 13:4, 7; 1 Yûhenna 5:3). Belê, dostiya me tevî Yehowa ji her tiştî qîmettir e! (Zebûr 63:1-8)

20. Tuyê çi bikî wekî bona dua, lêkolînê û fikirandina kûr wede bivînî?

20 Bîr neke wekî dua, lêkolîn û fikirandina kûr para hebandina me ye. Mîna Îsa, xwera cîkî başqe û rihet bivîne, wekî tenê tevî Yehowa bimînî û dostiya xwe tevî wî qewî kî. Fesal be, wekî tu tişt hiş-aqilê te nerevîne. Gava tu şixulên ruhanîva mijûl dibî, alîkariyê ji Yehowa bixwaze, wekî tu bikaribî dîna xwe bidî wan tişta. Heger tu wedê xwe rast bidî xebatê, Yehowa wê dinya tezeda emirê heta-hetayê bide te (Marqos 4:24).

KILAMA 28 Dostiyê Tevî Yehowa Qazanc kin

^ Yehowa Dostê meyî herî baş e. Em dostiya xwe tevî wî gelek qîmet dikin û dixwazin hê nêzîkî wî bin. Seva ku meriv kesekî rind nas bike, hilbet wext lazim e. Ji bo vê yekê ku gelek şixulê me heye, gelo em ça dikarin wext veqetînin, wekî diha nêzîkî Yehowa bin, û wê çira baş be vê yekê bikin?