Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 3

KILAMA 124 Timê Amin in

Çaxê Em Rastî Kul-Derda Tên Yehowa Alî Me Dike

Çaxê Em Rastî Kul-Derda Tên Yehowa Alî Me Dike

[Yehowa, DT] wê xwexa we . . . bişidîne” (1 PETRÛS 5:10).

VÊ GOTARÊDA

Emê bivînin ku em çi dikarin bikin, wekî çetinayada alîkariya Yehowa bistînin.

1-2. Xizmetkarên Yehowaye amin rastî kîjan tengasiya tên?

 HALÊ xirab dikare jîyîna me nişkêva tevlihev ke. Mesele, halê birakî amin bi navê Lûîs, a usa bû. Rojekê, doktor wîra got ku kansera wî heye û tenê çend meh maye ew emir ke. Xûşkeke bi navê Monîka jî rastî tengasîke giran hat. Ewê tevî mêrê xwe bi xîret Yehowara xizmet dikir. Lê rojekê, ewê bihîst ku mêrê wê, yê ku rûspiyê civatê bû, çend sala dizîkava gune dikir. Lê xûşkeke din bi navê Olîvîya, mecbûr bû ji bo firtonê ji mala xwe bireve. Gava ew vegeriya, ewê dît ku firtonê mala wê wêran kiribû. Belê, emirê van xûşk û bira nişkêva hate guhastinê. Gelo emirê te jî ji bo tiştekî usa hatiye guhastinê?

2 Mîna her kesî, xizmetkarên Yehowa jî rastî tengasiya tên û nexweş dikevin. Serda jî, Şedên Yehowa ji destê kesên ku wana hez nakin rastî zulmî û zêrandinê tên. Hemikî Yehowa hemû çetinaya ji me dûr naxe, lê ewî soz daye ku wê alî me bike (Îşaya 41:10). Bi alîkariya wî em dikarin şabûna xwe unda nekin, safîkirinên baş bikin û nav çetinayada jî wîra amin bimînin. Vê gotarêda emê bivînin, ku ça bi saya çar tişta Yehowa alî me dike. Usa jî emê hîn bin, ku em çawa dikarin alîkariya Yehowa bistînin.

YEHOWA WÊ TE BIPARÊZE

3. Gava tiştekî xirab tê serê me, çi dikare bona me çetin be?

3 Derd: Çaxê tiştekî xirab tê serê me, dibeke dilê me gelek bêşe û hişê me timê ser kul-derdê me be. Diqewime em xwe bêçare û belengaz texmîn kin û nizanibin çi bikin. Olîvîya dibêje: “Paşî ku firtonê mala min wêran kir, ez gelek dilteng bûm”. Monîka derheqa nemamiya mêrê xwe usa dibêje: “Ez ne tenê xemgîn bûm, lê dilê min gelekî birîndar bû û dişewitî. Minra hela hê çetin bû şixulên herrojî bikim. Min ne jî dida ber çevê xwe, ku tiştekî usa dikare bê serê min”. Derecên usada Yehowa çawa alî me dike?

4. Li gora Fîlîpî 4:6, 7, Yehowa ça alî me dike?

4 Yehowa ça alî me dike? Li gora Kitêba Pîroz, emê “edilayiya Xwedê” bistînin (Bixûne Fîlîpî 4:6, 7). Ev tê hesabê ku edilayî wê bikeve dilê me, çimkî em dostên Yehowa ne. “Edilayiya Xwedê ku ji her hiş-aqilî derbaztir e” û ji her tiştî ku em dikarin bidin ber çevê xwe, baştir e. Belê, çaxê em ji dil dua dikin, rihetiya mezin ku dikeve dilê me, ev heye “edilayiya Xwedê”.

5. “Edilayiya Xwedê” ça dil û fikirên me xwey dike?

5 Usa jî, rêz dibêje, wekî “edilayiya Xwedê” wê “dil û fikirên we . . . xwey ke”. Xebera Yûnanî, ya ku hatiye welgerandinê “xwey ke”, heçî zef derheqa wan eskera didane xebatê, yên ku bajar xwey dikirin. Kesên ku bajarekî usada dijîtin, xwe bêxofiyêda texmîn dikirin û rihet radizan, çimkî wana zanibû, wekî dergehên bajêr rind têne xweykirinê. Mîna vê yekê, gava “edilayiya Xwedê” hiş û dilê me xwey dike, em xwe edilayî û bêxofiyêda texmîn dikin (Zebûr 4:8). Mîna dereca Hananya, hergê halê me zû neyê guhastinê jî, em dikarin dilrihet bin (1 Samûyêl 1:16-18). Û gava em dilrihet dibin, mera diha hêsa ye rast bifikirin û safîkirinên baş bikin.

Dua bike heta tu texmîn kî, wekî “edilayiya Xwedê” hiş û dilê te xwey dike (Binihêre abzasa 4-6)


6. Em ça dikarin “edilayiya Xwedê” bistînin? (Binihêre usa jî şikil.)

6 Gerekê em çi bikin? Gava derdên me hene, em gerekê dua bikin heta ku “edilayiya Xwedê” bikeve dilê me (Lûqa 11:9; 1 Têsalonîkî 5:17). Çaxê Lûîs bihîst, ku tenê çend meh emirê wî maye, gelo ewî û kulfeta wî Anayê, çi kirin? Lûîs got: “Halekî usada, gelek zor e ku meriv seva sihet-qewata xwe û tiştên din safîkirina bike. Tenê dua dikarin alî me bikin, ku rihet bimînin”. Lûîs û kulfeta wî gotin, ku wana hertim ji dil dua dikir, wekî Yehowa edilayê bike dilê wan û bîlaniyê bide wan. Axiriyêda wana destê Yehowa ser xwe texmîn kir. Belê, gava em rastî tengasiya tên, em gerekê berdewam kin dua bikin, wekî “edilayiya Xwedê” hiş û dilê me xwey ke (Romayî 12:12).

YEHOWA WÊ TE QEWÎ KE

7. Gava em derdekî dikişînin, dibeke em xwe ça texmîn kin?

7 Derd: Gava em derdekî dikişînin, dibeke hest û fikirên me tevlihev bin, mîna gemîkê ku wedê firtonê virda-wêda diçe. Paşî mirina Lûîs, halê Anayê jî usa bû. Ew dibêje: “Çaxê dilê min dêşiya, min gunê xwe xwe dianî. Ez hêrs diketim çimkî ew çû”. Usa jî, Anayê xwe tenê texmîn dikir, û ew eciz dibû çimkî îda lazim bû, wekî ew xwexa hemû safîkirina bike. Cara jêra usa dihate kifşê, ku ew ketiye firtoneke nava berê. Gava em xwe usa texmîn dikin, gelo Yehowa ça alî me dike?

8. Li gora 1 Petrûs 5:10 Yehowa çi soz dide me?

8 Yehowa ça alî me dike? Yehowa soz daye, ku ewê me qewî ke (Bixûne 1 Petrûs 5:10). Gava firtone radibe, dibeke gemî gelek diheje. Gelek gemiyava her du aliyava stabîlîzator hene, bi saya çi jî gemî nuqî avê nebe, û ba gemiyê virda-vêda nevêje. Bi saya vê yekê, rêwîtî bona rêwiya rihet dibe. Lê seva ku kara van stabîlîzatora hebe, lazim e ku gemî pêşda here. Bi wî cûreyî, hergê em wedê tengasiya berdewam kin bi aminî Yehowara xizmet kin, Ewê me qewî ke.

Hacetên bona lêkolînê bide xebatê, wekî qewî bî (Binihêre abzasa 8-9)


9. Hacetên meye bona lêkolînê ça dikarin alî me bikin? (Binihêre usa jî şikil.)

9 Gerekê em çi bikin? Gava dilê meda ça bêjî firtone radibe, gelek ferz e wekî em berdewam kin dua bikin, herine civata û mizgîniyê bela kin. Dibeke qewata me nagihîjê her tiştî ça berê bikin, lê bîr nekin, ku Yehowa sînorên me zane (Beramber ke Lûqa 21:1-4). Usa jî em gerekê bona hînbûna şexsî û fikirandina kûr, wede veqetînin. Gelo çira? Bi saya teşkîleta xwe, Yehowa gelek edebyet û vîdêoyên ser hîmê Kitêba Pîroz dide me. Bi alîkariya wan tişta em şîretên usa distînin, yên ku alî me dikin çetinayada qewî bimînin. Em dikarin van haceta bidine xebatê bi alîkariya programa JW Library®, Îndêksa Edebiyeta Birca Qerewiliyê û Rêberiya Lêkolînkirinê bona Şedên Yehowa. Gava Monîkayê texmîn dikir, ku dilê wêda ça bêjî firtone radibe, ewê hacetên bona lêkolînê dida xebatê. Mesele, ewê lêkolîn dikir, hela edebyetên meda derheqa “hêrsê”, “nemamiyê” û “aminiyê” çi tê gotinê. Ewê van edebyeta haqas lêkolîn dikir, heta ku dilê wê rihet dibû. Ew dibêje: “Çaxê min destpêdikir lêkolîna bikim, sêrîda dilê min nerihet bû, lê çiqas min berdewam dikir dixwend, haqas min texmîn dikir, ku Yehowa ça bêjî min hemêz dike û hestên min fem dike”. Belê, bi alîkariya Yehowa emê bikaribin êmosiyên xwe kontrol kin û edilaya dil bistînin (Zebûr 119:143, 144).

YEHOWA WÊ ALÎ TE BIKE

10. Çaxê emirê meda tiştekî xirab diqewime, em ça dikarin xwe texmîn kin?

10 Derd: Çaxê em rastî derdekî tên, paşî vê yekê dibeke em xwe birîndar û bêtaqet texmîn dikin. Dibeke şixulên ku berê me hêsa dikaribû bikira, îda mera çetin e bikin, û berê em çiva mijûl dibûn û ji vê yekê şabûn distand, îda mera şabûnê nayne. Gava Êlyas pêxember rastî çetinayê hat, jêra zor bû rabe ser piya û ewî tenê dixwest razê. Dibeke halê me jî usa be (1 Padşatî 19:5-7). Çaxê em xwe bêtaqet texmîn dikin, Yehowa ça alî me dike?

11. Dîsa çi cûreyî Yehowa alî me dike? (Zebûr 18:18)

11 Yehowa ça alî me dike? Ewî soz daye ku wê piştgiriya me bike (Bixûne Zebûr 18:18). Çawa ku sportsmênekî birîndarra alîkarî lazim e, usa jî mera alîkarî lazim e, wekî derecên çetinda berdewam kin Yehowara xizmet kin. Derecên usada, Yehowa mera dibêje: “Ez, Xwedayê te Xudan, destê teyê rastê digirim. Yê ku tera dibêje: ‘Netirse, ezê tera bibim alîkar’” (Îşaya 41:13, ÎM). Dawid Padşa emirê xweda alîkariya Yehowa dîtibû. Çaxê Dawid rastî tengasiya û dijmina dihat, ewî Yehowara got: “Milê Teyî rastê girt pişta min” (Zebûr 18:35). Lê gelo Yehowa ça alî me dike?

Alîkariya malbeta xwe, hevalên xwe û rûspiyên civatê, qebûl ke (Binihêre abzasa 11-13)


12. Gava em xwe sist texmîn dikin, Yehowa dikare bi saya kê alî me bike?

12 Yehowa gelek cara bi saya kesên din alî me dike. Mesele, gava Dawid xwe sist texmîn dikir, dostê wî Yonatan carekê çû bal wî, ku berdiliyê bide wî û êmosiyalîda wî bişidîne (1 Samûyêl 23:16, 17). Usa jî, Yehowa bi saya Êlîşa alî Êlyas pêxember kir (1 Padşatî 19:16, 21; 2 Padşatî 2:2). Îro jî, Yehowa dikare bi saya malbeta me, hevalên me, yan jî rûspiyên civatê alî me bike. Lê gava em xemgîn dibin, diqewime em naxwazin kesekî bivînin. Hestên usa normal in. Lê gelo em ça dikarin ji Yehowa alîkariyê bistînin?

13. Seva ku em alîkariya Yehowa bistînin, em gerekê çi bikin? (Binihêre usa jî şikil.)

13 Gerekê em çi bikin? Çiqas ji destê me tê, were em xwe ji meriva dûr negirin. Gava kesek xwe ji meriva dûr digire, ew gelek car derdên xwe tenê dikişîne. Ev yek dikare ser safîkirinên wî jî xirab hukum ke (Metelok 18:1). Hemikî, em gişk carna dixwazin tenê bimînin, îlahî çaxê tiştekî xirab diqewime. Lê hergê em berdewam dikin xwe dûrî meriva bigirin, em mecalê nadine Yehowa, wekî ew bi saya kesên din alî me bike. Lema çiqas çetin be jî, were em alîkariya malbeta xwe, hevalên xwe û rûspiya qebûl kin, çimkî Yehowa bi saya wan alî me dike (Metelok 17:17; Îşaya 32:1, 2).

YEHOWA WÊ DILÊ TE RIHET KE

14. Çi tirs dikare bikeve dilê me?

14 Derd: Carna tirs dikeve dilê me. Hine xizmetkarên Xwedê yên berê jî carna ji bo dijmina, yan ji bo çetinaya tirs dikete dilê wan (Zebûr 18:4; 55:1, 5). Bi vî cûreyî, em jî dikarin mektebêda, ser xebatê, ji aliyê malbeta xwe, yan ji aliyê dewletê rastî peyketina bên. Yan jî dibeke em ji bo nexweşîke giran ber mirinê bin. Lema jî, diqewime em xwe bêçare texmîn kin. Derecên usada, gelo Yehowa çawa alî me dike?

15. Zebûr 94:19 ça berdiliyê dide me?

15 Yehowa ça alî me dike? Ew ber dilê meda tê (Bixûne Zebûr 94:19). Bide ber çevê xwe keçikeke biçûk, ya ku ji bo gure-gura ewira û birûskê ditirse û nikare razê. Bavê wê dikeve oda wê û lê hemêz dike heta ku ew razê. Rast e derva hê dengê gure-gura ewira û birûskê tê, lê ew xwe rihet texmîn dike, çimkî bavê wê kêleka wê ye. Çaxê em rastî tengasiya tên û tirs dikeve dilê me, em gişk jî hewcê alîkariya Bavê xweyî ezmana ne, û ça bêjî dixwazin ku ew me hemêz ke, heta ku tirsa me derbaz bibe. Gelo em ça dikarin berdiliyê ji Yehowa bistînin?

Îzinê bide ku Bavê teyî ezmana, bi saya Nivîsarên Pîroz berdiliyê bide te (Binihêre abzasa 15-16)


16. Em ça dikarin ji Yehowa berdiliyê bistînin? (Binihêre usa jî şikil.)

16 Gerekê em çi bikin? Em gerekê timê dua bikin û Kitêba Pîroz bixûnin. Usa emê bikaribin diha zêde heleqetiya xwe tevî Yehowa qewî kin (Zebûr 77:1, 12-14). Hergê em dua û xwendina Kitêba Pîroz xwera bikine xeyset, emê rojên çetinda jî xwe bispêrin Yehowa. Were em Yehowara besa tirs û xemên xwe bikin û mecalê bidine wî, ku ew bi saya Nivîsarên Pîroz tevî me xeber de û ber dilê meda bê (Zebûr 119:28). Gava tirs dikeve dilê me, wî çaxî hine rêzên Kitêba Pîroz dikarin dilê me rihet kin. Mesele, kitêba Îbo, Zebûr û Metelok, yan jî giliyên Îsa, yên ku kitêba Metta serê 6-da hatine dayînê, dikarin me bişidînin. Çiqas em Yehowara dua bikin û Xebera wî bixûnin, haqas emê berdiliyê ji Wî bistînin.

17. Em dikarin çida bawer bin?

17 Em gerekê bawer bin, ku rojên giran û çetinda Yehowa wê kêleka me be. Ewê tu car me tenê nehêle (Zebûr 23:4; 94:14). Yehowa soz daye, ku ewê me qewî ke, alî me bike û dilê me rihet ke. Belê, Yehowa kesên ku xwe dispêrin wî, diparêze û rihetiya dil dide wan (Îşaya 26:3). Lema jî, îtbariya xwe Yehowa bîne û alîkariya wî qebûl ke. Hergê tu usa bikî, tuyê wedê çetinda qewatê bistînî ku rabî ser piya!

PIRSÊN DUBAREKIRINÊ

  • Em îlahî kengê hewcê alîkariya Yehowa ne?

  • Gava em kul-derda dikişînin, Yehowa ça bi saya çar tişta alî me dike?

  • Em ça dikarin alîkariya Yehowa bistînin?

KILAMA 12 Xwedayê Himzor, Yehowa

a Hine navên vê gotarêda hatine guhastinê.