Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

We Zanibû?

We Zanibû?

Ereba wezîrê Etyopî çi cûreyî bû, tevî kîjanî ku Fîlîpo xeber da?

XEBERA ku Kitêba Pîrozda ça “erebe” hatiye welgerandinê, dikare cûre-cûre erebe bê hesabê (Karên Şandiya 8:28, 29, 38). Lê ça kifş e, ereba wezîrê Etyopî, erebeke diha mezin bû, ne ku ereba eskerî, yan jî erebên ku bona revên hespa didane xebatê. Were em dîna xwe bidinê, ku çira em dikarin usa bêjin.

Wezîrê Etyopî merivekî navdar bû, yê ku ji welatekî dûr hatibû. Ew “wezîrê Kendakê, awa gotî padşa Etyûpiyê” bû, û “wekîlê temamiya xizna wê bû” (Karên Şandiya 8:27). Wedê berê, Sûdan û Misira başûrêye îroyîn jî para Etyopyayê bû. Ji ber ku rê dûr bû û ewî gelek hûr-mûrên xwe tevî xwe dibir, dibeke çend erebên wî hebûn. Qirna yekêda, seva ku rêwiya cîguhastî kirana, erebên bi çar tekereka didane xebatê, serê kîjana ku girtî bûn. Kanîkêda usa tê gotinê: “Ereba usada diha zêde bar cî dibû, bona rêwîtiyê rihet bû û meriv dikaribûn herin ciyên dûr (Acts—An Exegetical Commentary).

Çaxê Fîlîpo hate bal wezîrê Etyopî, ewî Nivîsarên Pîroz dixwend. Kitêba Pîroz dibêje ku “Fîlîpo jî bezî nêzîk bûyê, bihîst ku ew kitêba Îşaya pêxember dixûne” (Karên Şandiya 8:30). Erebên bona rêwîtiyê hêdî-hêdî diçûn, lema jî wezîrê Etyopî dikaribû kitêb bixûne, lê Fîlîpo, yê ku niga diçû, dikaribû bigihîje wî.

Wezîrê Etyopî “hîvî ji Fîlîpo kir ku rabe rex wî rûnê” (Karên Şandiya 8:31). Wan erebada, yên ku bona revên hespa bûn, meriv piya disekinîn, lê ereba bona rêwîtiyêda, ciyê rûniştinê him bona wezîr, him jî bona Fîlîpo hebû.

Li gora Karên Şandiya serê 8, ku ji bîna ber Xwedê hatibû nivîsarê, û usa jî îzbatiyên terîxiyê, şikilên edebyetên meda wezîrê Etyopî îda pê erebeke mezin nîşan dikin.