Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 4

KILAMA 30 Bav, Xwedê û Dost

Yehowa Gelekî Te Hez Dike

Yehowa Gelekî Te Hez Dike

[Yehowa, DT] gelek dilovan û tije rem e” (AQÛB 5:11, ÎM).

VÊ GOTARÊDA

Emê bivînin ku hezkirina Yehowa çawa alî me dike, ku em diha nêzîkî wî bin, xwe xweykirî texmîn kin, bawer bin ku ew bona me xem dike û dilrihetiyê bistînin.

1. Gava tu derheqa Yehowa difikirî, tu çi didî ber çevê xwe?

 GELO te qe daye ber çevê xwe, ku Yehowa yekî çawa ye? Gava tu dua dikî, tu çi didî ber çevê xwe? Rast e, em nikarin Yehowa pê çevê xwe bivînin, lê Kitêba Pîroz dibêje, ku ew mîna agir, roj û mertalê ye (Zebûr 84:11; Îbranî 12:29). Xeyala Hezeqêl pêxemberda, haziriya Yehowa Xwedê mîna safîrê, mêtaleke biriqok û keskesoreke bedew tê eyankirinê (Hezeqêl 1:26-28). Çaxê em rêzên usa derheqa Yehowa dixûnin, xofa Xwedê dikeve dilê me û hela hê em xwe nehêja jî texmîn dikin.

2. Bona hine meriva çira hêsa nîne nêzîkî Yehowa bin?

2 Yehowa nayê dîtinê, lema jî hinekara zor e bawer kin, ku ew wana hez dike. Hine meriva jî diqewime ji aliyê bavê xweda qe hezkirin nedîtine. Hinek jî emirê xweda rastî gelek kul-derda hatine, lema jî difikirin ku Xwedê wana hez nake. Yehowa hestên usa fem dike û zane ku hine merivara çira çetin e nêzîkî wî bin. Lema jî, Yehowa bi saya Kitêba Pîroz nîşan dike, ku ew Xwedêkî çiqas dilovan e.

3. Çira em gerekê diha zêde dîna xwe bidine hezkirina Yehowa?

3 Hezkirin hunurê Yehowayî sereke ye. Lema jî Kitêba Pîroz dibêje, ku “Xwedê hizkirin e” (1 Yûhenna 4:8). Yehowa her tiştî ji bo hezkirinê dike. Hezkirina Wî usa mezin e, ku ew hela hê wan meriva jî hez dike, yên ku wî hez nakin (Metta 5:44, 45). Vê gotarêda emê diha zêde derheqa Yehowa û hezkirina wî şêwir kin. Em çiqas baş Yehowa nas kin, haqas hê zêde emê wî hez bikin.

YEHOWA DILOVAN Û AMIN E

4. Hezkirin û dilovaniya Yehowa ser te ça hukum dike? (Binihêre usa jî şikil.)

4 “[Yehowa] gelek dilovan û tije rem e” (Aqûb 5:11, ÎM). Kitêba Pîrozda, ew xwe beramberî dayîkeke dilovan dike (Îşaya 66:12, 13). Bide ber çevê xwe, ku dayîk ça bi hezkirinê zara xwe dide ber dilê xwe. Ew zara xwe ser çokên xwe dihejîne û bi dengekî nerm û şîrin jêra xeber dide. Gava zar digirî, yan jî cîkî wî dêşe, dayîk her tiştî dike, wekî lê rihet ke. Mîna vê yekê, gava tu dilteng dibî, bawer be ku Yehowa te hez dike û wê rihetiya dil bide te. Kitêba Pîroz dibêje: “Dema derd-kul dilê minda zêde dibin, baristanîyên Te nefsa min şa dikin” (Zebûr 94:19).

“Çawa ku dê berdiliyê dide kurê xwe, usa jî ezê berdiliyê bidime we” (Binihêre abzasa 4)


5. Hezkirina Yehowaye amin bona te çi tê hesabê?

5 Yehowa amin e (Zebûr 103:8). Gava em şaşî dikin, ew dîsa jî me hez dike. Îsraêlî gelek car dilê Yehowa dêşandin, lê gava ewana poşman dibûn û tobe dikirin, Yehowa hindava wanda dilovan bû. Ewî wanra got: “Tu ber çevê min hêja û bi rûmet î û ez te hez dikim” (Îşaya 43:4, 5, ÎM). Xwedê nayê guhastinê. Em dikarin bawer bin, ku ew me jî hez dike. Hergê me gunên giran kiriye jî, ew pişta xwe nade me. Gava em tobe dikin û vedigerin bal Yehowa, em divînin ku ew dîsa jî me hez dike. Yehowa soz dide ku ewê “bi zêdebarî bibexişîne” (Îşaya 55:7, ÎM). Usa jî Kitêba Pîroz dibêje, wekî guneyên me wê bêne baxşandinê û Yehowa wê rihetiya dil bide me (Karên Şandiya 3:19).

6. Zekerya 2:8 derheqa Yehowa çi me hîn dike?

6 Bixûne Zekerya 2:8. Yehowa me hez dike, lema jî ew hestên me fem dike û hazir e me biparêze. Gava em xemgîn dibin, ew jî xemgîn dibe. Lema jî em dikarin bawer bin, ku ew me dibihê gava em duada wîra dibêjin: “Mîna ronayîya çeva Tu min xwey ke” (Zebûr 17:8). Çev pareke bedenêye gelek nazik û qîmet e. Lema jî, gava Yehowa me beramberî bîboka çevê xwe dike, ça bêjî ew dibêje: “Her kesê ku xizmetkarên min dêşîne, ziyanê dide vê yekê, çi ku bona min gelek qîmet e”.

7. Çira em gerekê baweriya xwe hindava hezkirina Yehowa diha qewî kin?

7 Yehowa dixwaze wekî em bawer bin, ku ew me hez dike. Lê ew zane wekî ji bo cûrê jîyîna meye berê, diqewime em dudilî bin hela ew bi rastî me hez dike, yan na. Gelo çi dikare baweriya me qewî ke, ku em hezkirina Yehowada dudilî nebin? Dîna xwe bidê, ku Yehowa ça hezkirina xwe Îsara, kesên bi ruh bijartîra û me hemûyara nîşan dike.

YEHOWA HEZKIRINA XWE ÇA NÎŞAN DIKE?

8. Îsa çira bawer bû, ku Bavê wî lê hez dike?

8 Yehowa û Kurê wîyî delal bi mîlyarda sala tevayî ne û orta wanda hezkirineke gelek qewî pêşda hatiye. Gerdûnêda dostiya orta wanda ya lape kevin e. Metta 17:5-da, Yehowa eşkere got, ku ew Îsa çiqas hez dike. Ewî ne tenê got, ‘Ev e yê ku dilê min şa dike’, lê seva ku em jî fem bikin ku ew Îsa çiqas hez dike, ewî jêra got: “Ev e Kurê minî delal”. Yehowa Îsara firnaq dibû, îlahî ku ew hazir bû emirê xwe ça qurban berva bide (Efesî 1:7). Û Îsa jî rind zanibû, wekî Yehowa wî gelek hez dike. Lema jî, ewî çend cara bi bawerî got, wekî Xwedê wî hez dike (Yûhenna 3:35; 10:17; 17:24).

9. Em ji ku zanin, wekî Yehowa kesên bi ruh kifşkirî hez dike? Şiroveke (Romayî 5:5).

9 Yehowa usa jî kesên bi ruh kifşkirî gelek hez dike (Bixûne Romayî 5:5). Zimanê orîjînalêda, vê rêzêda fikireke usa tê dayînê, ku hezkirina Yehowa hindava kesên bi ruh kifşkirî usa mezin e, wekî beramberî ava çem dibe. Kesên bi ruh kifşkirî bawer in, ku ewana ji aliyê “Xwedêda hizkirî” ne (Cihûda 1). Yûhennayê şandî bi van giliya hestên wan eyan kir: “Binihêrin, Bavê em çawa hiz kirin, wekî em zarên Xwedê bêne gotinê” (1 Yûhenna 3:1). Gelo Yehowa tenê kesên bi ruh kifşkirî hez dike? Na. Yehowa îzbat kiriye, wekî ew me hemûya hez dike.

10. Gelo îzbatiya hezkirina Yehowaye lape mezin hindava meda kîjan e?

10 Gelo îzbatiya lape mezin ya hezkirina Yehowa çi ye? Hemikî kirîn, dêmek qurbana Îsa Mesîh! Bi saya qurbanê, Yehowa nîşan kir, wekî ew me çiqas hez dike (Yûhenna 3:16; Romayî 5:8). Yehowa îzin da, wekî Kurê wîyî ezîz emirê xwe ça qurban berva bide, wekî gunên me bêne baxşandinê û em bikaribin bibine dostên Wî (1 Yûhenna 4:10). Çiqas hê zêde em derheqa qîmeta vê qurbanê difikirin, ya ku Yehowa û Îsa dane, haqas hê baş em fem dikin, ku her du jî çiqas me hez dikin (Galatî 2:20). Qurban ne tenê ji bo pêkanîna peymanê hate dayînê, lê ji bo hezkirinê. Îsa bona Yehowa gelek qîmet e. Lema jî, gava Yehowa îzin da, wekî Îsa bona me êşê bikişîne û bimire, Ewî îzbat kir, ku me gelek hez dike.

11. Em ji Yêremya 31:3 çi hîn dibin?

11 Ça me dît, Yehowa hezkirina xwe venaşêre, lê eşkere dide kifşê (Bixûne Yêremya 31:3). Yehowa em kişandine berbi xwe, çimkî ew me hez dike (Beramber ke Qanûna Ducarî 7:7, 8). Tu kes û tu tişt nikare me ji vê hezkirinê biqetîne (Romayî 8:38, 39). Gelo hezkirina Yehowa ser te ça hukum dike? Zebûra 23 bixûne û bivîne ku hezkirin û dilovaniya Yehowa ser Dawid çawa hukum kiribû û ça dikare ser me jî hukum bike.

HEZKIRINA YEHOWA SER TE ÇA HUKUM DIKE?

12. Zebûra 23 besa çi dike?

12 Bixûne Zebûr 23:1-6. Zebûra 23, kilama derheqa îtbariya hindava hezkirin û xemkirina Yehowa ye. Vê zebûrêda, Dawid besa dostiya orta xwe û Şivanê xwe Yehowa kir. Dawid xwe bi temamî disparte rêberiya Yehowa. Ewî zanibû, ku Yehowa wê her roj hezkirina xwe jêra bide kifşê. Gelo Dawid çira vê yekêda usa bawer bû?

13. Dawid çira bawer bû, wekî Yehowa wê bona wî xem bike?

13 “Ez ne hewcê tiştekî me”. Dawid bawer bû, ku Yehowa lê dibe xweyî, çimkî Yehowa hertim hewcên wî razî dikir. Usa jî Dawid zanibû, wekî Yehowa dostê wî ye û ji wî razî ye. Lema jî, ew bawer bû, ku Yehowa wê timê lê bibe xweyî. Dawid baweriya xwe hezkirina Yehowa dianî, lema jî ew bi zêdeyî xemgîn nedibû, lê bextewar bû û dilê wî rihet bû (Zebûr 16:11).

14. Yehowa ça bi dilovanî me dibe xweyî?

14 Yehowa bi dilovanî me dibe xweyî, îlahî gava em rastî tengasiya tên. Çaxê malbeta xûşkekêda bi navê Klar, a ya ku 20 sala zêdetir Beytelêda xizmet kiribû, çend problêm pey hev pêşda hatin, ewê nizanibû çi bike. Însûltê bavê wê xist, xûşkeke wê ji civatê hate derxistinê û malbeta wê bîznêsa xweye biçûk û mala xwe unda kir. Gelo Yehowa ça bi dilovanî wana bû xweyî? Klar dibêje: “Yehowa roj bi roj bona hewcên malbeta min xem dikir. Gelek car, Yehowa diha zêde dida me, ne ku çiqas em hewce bûn! Gava ez wan roja tînim bîra xwe û derheqa alîkariya Yehowa difikirim, hezkirina wî timê tê ber çevê min. Ev yek alî min dike, bi şabûnê wîra xizmet kim gava ez rastî problêmên din jî têm”.

15. Dawid ji çi dilrihetî distand? (Binihêre usa jî şikil.)

15 “Nefsa min Ew nûyejîyîn dike”. Dawid carna ji bo derd û problêma xemgîn dibû (Zebûr 18:4-6). Dîsa jî, hezkirin û dilovaniya Yehowa dilê wî rihet dikir. Yehowa dostê xweyî westiyayî dibir ber “mêrgên şîn, ÎM” û “avên nerme edil”. Paşî vê yekê Dawid dîsa qewat distand û dikaribû bi şabûnê Yehowara xizmet ke (Zebûr 18:28-32).

Çaxê Dawid tengasiyêda bû jî, hezkirin û dilovaniya Yehowa qewat dida wî (Binihêre abzasa 15)


16. Hezkirina Yehowa ça dilê me rihet dike?

16 Gava em rastî tengasiya tên û divînin ku “dilovaniya Xudan bêdawî ye, rema wî qet” xilaz nabe, em dişidin (Lûrînên Yêremya 3:22, ÎM; Kolosî 1:11). Were em dîna xwe bidine mesela Rêyçilê. Wedê pandêmiya COVID-19, mêrê wê him pişta xwe da wê, him jî Yehowa. Gelo Yehowa çawa alî wê kir? Rêyçil dibêje: “Yehowa nîşanî min kir, ku ew min hez dike. Yehowa gelek heval dane min. Wana tevî min wede derbaz dikir, xwarin minra dianîn, sms û rêzên gelek xweş minra dişandin, timê minra dikeniyan û dianîne bîra min, wekî Yehowa bona min xem dike. Ez timê şikiriyê didime Yehowa, ku ewî malbeteke usa mezin û dilgerm daye min”.

17. Dawid çira ji xirabiyê neditirsiya?

17 “Ji xirabîyê ezê tu car netirsim”. Emirê Dawid gelek car dikete bin qeziyê û gelek dijminên wî hebûn. Lê ji bo hezkirina Yehowa, ewî xwe bêxofiyêda texmîn dikir. Dawid pê çevê xwe didît, wekî Yehowa hemû derecada kêleka wî ye. Lema jî, ewî kilameke xweda usa got: “[Yehowa, DT] ez ji hemû xof-tirsa xilaz kirim” (Zebûr 34:4). Hemikî, carna tirs dikete dilê Dawid, lê hezkirina Yehowa ji hemû tirsên wî mezintir bû.

18. Gava tirs dikeve dilê me, hezkirina Yehowa ça dikare qewatê bide me?

18 Hezkirina Yehowa rojên çetinda ça qewatê dide me? Pêşengeke bi navê Sûzî dibêje, ku ewê û mêrê wê xwe ça texmîn kirin, gava kurê wan safî kir xweserîxwe bijî: “Gava tiştekî gelek xirab tê serê te, ev yek haqas ser te hukum dike, wekî tu xwe bêçare texmîn dikî. Lê hezkirina Yehowa mera bûye sitargeh”. Rêyçil, besa kîjanê me jorê kir, dibêje: “Şevekê ez gelek dilteng bûm û tirsiyam, hingê min bi dengê bilind Yehowara dua kir. Derbêra edilayî kete dilê min, û mîna dayîkeke ku zara xwe radizîne, Yehowa dilê min rihet kir û ez xewra çûm. Ez vê yekê tu car bîr nakim”. Rûspîk bi navê Tasos çar sala kelêda bû, çimkî ewî înkar kir bibe esker. Gelo ewî hezkirin û dilovaniya Yehowa ça ser xwe texmîn kir? Tasos dibêje: “Yehowa hê zêde bona min xem dikir, ne ku çiqas ez hewce bûm. Lema jî, min ji dil îtbariya xwe wî dianî. Rast e kela cîkî gelek xirab bû, lê dîsa jî Yehowa bi saya ruhê pîroz şabûn dikire dilê min. Min fem kir, ku ez çiqas nêzîkî wî bim, ezê haqas ji qenciya wî karê bistînim. Lema jî kelêda ez bûme pêşengê hertim”.

NÊZÎKÎ XWEDAYÊ XWEYÎ DILOVAN BE

19. (a) Zanebûna vê yekê ku Xwedê me hez dike, ça ser duayên me hukum dike? (b) Yehowa ça hezkirina xwe xût tera daye kifşê? (Binihêre çargoşe “ Rêzên ku Alî Me Dikin Hezkirina Yehowa Texmîn kin”.)

19 Serhatiyên xûşk û birên me nîşan dikin, wekî “Xwedêyê hizkirinê û edilayiyê” tevî me ye (2 Korintî 13:11). Ew bona me her kesî xem dike. Em bawer in, ku “huba amin wê bigire dora wan, kîjana gumana xwe dane ser Xudan” (Zebûr 32:10). Çiqas em didine ber çevê xwe ku ew me hez dike, haqas em xwe nêzîkî wî texmîn dikin. Em dikarin aza dilê xwe wîra vekin û bêjin, wekî em gelek hewcên hezkirina wî ne. Em dikarin jêra besa hemû kul-derdên xwe bikin û bawer bin, ku ew halê me fem dike û hazir e alî me bike (Zebûr 145:18, 19).

20. Hezkirina Yehowa ça alî me dike, ku em diha nêzîkî wî bin?

20 Çawa ku agir rojeke sarda me germ dike, hezkirina Yehowa jî usa dilê me germ dike. Hezkirina Yehowa him qewî ye, him jî nazik e. Şabûna xwe unda neke, çimkî Yehowa te hez dike. Lema were em jî bi dil û can bêjin: “Ez Yehowa hez dikim!” (Zebûr 116:1).

PIRSÊN DUBAREKIRINÊ

  • Hezkirina Yehowa çi tê hesabê?

  • Em çira dikarin bawer bin, wekî Yehowa me gelekî hez dike?

  • Hezkirina Yehowa ça ser te hukum dike?

KILAMA 108 Hezkirina Xwedêye Helal

a Hine navên vê gotarêda hatine guhastinê.