Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

1918; Sed Sal Pêşda

1918; Sed Sal Pêşda

“Birca Qerewiliyê”, ya 1 Çileyê, sala 1918, bi wan giliya destpêbibû: “Gelo sala 1918 wê çi tevî xwe bîne?” Hingê Ewropayêda Şerê Mezin (Şerê Hemdinyayê ya Yekê) hela hê diçû, lê ji qewimandinên destpêka vê salê dihate kifşê, wekî bona Lêkolînkarên Kitêba Pîroz û usa jî bona dinyayê, ew sal wê baş be.

DINYA DERHEQA EDILAYÊ XEBER DIDE

Sala 1918, 8 Çileyê, Amerîkayêda civîneke mezin (the U. S. Congress) derbaz bû, kîderê merivên dewletê top bibûn, yên ku cabdar bûn bona qanûnên dewletê. Ser vê civînê Prêzîdêntê Amerîkayê Wûdroû Wîlson, 14 îdêyên xwe elam kir, yên ku bi texmîna wî gelek ferz bûn bona “heqî û edilaya” dinyayê. Ewî got ku seva ew yek bê sêrî, lazim e orta dewletada heleqetiya nêzîk hebe, çek û tiştên şerva girêdayî kêm bin, û “teşkîleta yektiya dewleta” bê sazkirinê. Ew teşkîlet wê kar bianiya hin “dewletên biçûkra, hin jî yên mezinra”. Ew “Çardeh Fikirên” wî, axiriyêda dane xebatê bona sazkirina Lîga Mileta û Peymana Vêrsalî derheqa edilayê, çi ku Şerê Mezin da sekinandinê.

YÊN MIQABIL DANE DER

Rast e salek pêşda, * dinya hevketî bû, lê zûtirekê bona Lêkolînkarên Kitêba Pîroz jî wedê edilayê destpêdibû. Ew yek eşkere bû ser civîna hersalî ya Civaka Birca Qerewiliyê.

Ser vê civînê ku 5 Çileyê, sala 1918 derbaz bû, çend mêrên nav û deng, kîjan ku ji Beytelê hatine derxistinê, xwestin wekî teşkîletê hildine bin destê xwe. Rîçard Barbêr, birakî amin ku berpirsiyarê rêwî bû, ew civîn bi dua destpêkir. Paşî vê yekê çaxê hate elamkirinê derheqa şixulên sala par, destpêbû bijartina dîrêktorên teşkîletê, kîjan ku her sal derbaz dibû. Barbêr bira derheqa Cozêf Rûtêrford û şeş birên din ça kandîdata elam kir. Paşê, advokat ku aliyê merivên miqabil bû, derheqa heft mêra elam kir, nava kîjanada usa jî ew mêr bûn, yên ku ji Beytelê hatibûne derxistinê. Lê wana da der, çimkî geleka deng dane Cozêf Rûtêrford û şeş birên dine amin, û ewana hatine bijartinê ça dîrêktorên civakê.

Gelek bira yên ku ser wê civînê bûn, ev civîn nav kirin “civîna lape keremkirî”. Lê sed heyf, şabûna wan dirêj nekişand.

PEYKETIN HINDAVA KITÊBA “SURA XILAZKIRΔ

Çend meha Lêkolînkarên Kitêba Pîroz kitêba “Sura Xilazkirî” bela dikirin. Xwendevanên dilsax bi dil qebûl dikirin ew rastiyên Kitêba Pîroz, ku vê kitêbêda dihatine şirovekirinê.

Kanadayêda berpirsiyarê rêwî E. F.  Krîst, gilî kir derheqa jin-mêrekî, yên ku kitêba “Sura Xilazkirî” xwendin û nava pênc heftiyada rastî fem kirin û qebûl kirin. Ewî got: “Hin mêr hin jî jin bi temamî nav şixulên ruhanîda nin û ruhanîda rind pêşda diçin”.

Merivekî ku ev kitêb stand, derbêra derheqa vê kitêbê hevalên xwera gilî kir. Elametiya vê kitêbê hema wî “ketibû”. Ew gilî dike: “Ez ser kûça bi navê Avêniyûye Sisiyara derbaz dibûm [û] nişkêva tiştek milê min ket. Min tirê ew agûr bû, lê ew kitêba ‘Sura Xilazkirî’ bû. Min ew kitêb bire mala xwe û bi temamî xwend . . . . Paşê ez pêhesiyam, wekî xizmetkarekî dêrê . . . ev kitêb ji hêrsê agûşkêra avîtibû . . . Ez bawer dikim, wekî ev kirê wî diha zef meriv anî ser riya rast, ne ku kirên wîyî din. . . . Bi alîkariya hêrsa wî xizmetkarê dêrê, em niha Xwedê rûmet dikin”.

Lê tenê ew xizmetkarê dêrê nîbû ku vê kitêbêra qayîl nîbû. Sala 1918, 12 Sibatê, serwêrên Kanadayê ev kitêb qedexe kirin. Wana got ku yançi ew kitêb hêlan dike, wekî welatda cimet piştgiriya şer neke û gura dewletêda nîbe. Wede şûnda, serwêrên Amerîkayê jî çev dane wan. Agêntên dewletê ketine avayê ku xizmetkarên Beytelê dijîtin û ofîsên Niyû Yorkê, Pensîlvanyayê û Kalîfornyayê, wekî îzbatkirina bigerin û miqabilî birên ku hingê rêberiya teşkîletê dikirin, bidine xebatê. Sala 1918, 14 Adarê, Îdara Yûstîsiyayê Dewletên Yekbûyî qedexe kir kitêba “Sura Xilazkirî”, çimkî gotin yançi derxistin û belakirina vê kitêbê, xirab dike şixulên piştgiriya şer û bi vê yekê “Qanûna Cesûsiyê” (Espionage Act), diteribîne.

BIRA KETINE KELÊ

Sala 1918, 7 Gulanê, Îdara Yûstîsiyayê îzin sitand, wekî Cîovanî Dêçêka, Corc Fîşêr, Alêksandr Makmîlan, Robêrt Martîn, Frêdêrîk Robîson, Cozêf Rûtêrford, Wîlîam Van Ambûrg, û Klêyton Wûdwors bigirin. Buxdan avîtine wan, ku yançi ewana “bêqanûnî, bi nêtê xirab û hemdê xwe, gura dewletê nakin, çimkî ne amin in û naçine eskeriyê û eskeriya ser berê ya Amerîkayê”. Dîwana wan destpêbû 3 Hezîranê, sala 1918, û ewana bawer bûn ku wê wana ese bikine kelê. Çira?

Prokûrorê sereke yê Dewletên Yekbûyî ew “Qanûna Cesûsiyê” ku ewana yançi diteribînin, nav kir ça “çekê qewî miqabilî propagandaya” hindava dewletê. Sala 1918, 16 Gulanê, merivên ku bona qanûnên dewletê cabdar in, dîsa top bûn. Ewana qayîl nebûn, wekî nav wê qanûnêda guhastina bikin. Hergê wana usa bikira, ew merivên ku “rastî, pê nêtên baş” bela dikirin, wê bihatana xweykirinê û nehatana cezakirinê. Ser vê civîna mezin derheqa kitêba “Sura Xilazkirî” gelek şêwir dikirin. Derheqa vê kitêbê, wêderê hate elamkirinê: “Meseleke propagandaya gelek xof, ew heye kitêb bi navê ‘Sura Xilazkirî’ . . . Ew kitêb hêlanê dide eskera, wekî şixulê me bêhurmet kin û hêlan dike . . . seva neçine eskeriyê”.

Sala 1918, 20 Hezîranê, hakima heyşt bira neheq kirin ku ewana qanûna diteribandin. Rojeke din, hakimekî derheqa safîkirinê elam kir, û got: “Ew propaganda rêlîgî, kîjan ew meriv bi xîret bela dikin . . . ji Ordiya Almanî xoftir e. . . . Ewana gerekê qayîm bêne cezakirinê”. Paşî du heftiya, ew heyşt bira ketine kela Atlantayê (Amerîka, Corcîa), û 10-20 sal dane wan.

BELAKIRINA MIZGÎNIYÊ BERDEWAM DIBE

Wî wedeyî, pey Lêkolînkarên Kitêba Pîroz ketin. Teşkîleteke Amerîkayê bi navê “FBI” (The Federal Bureau of Investigation), kîjan ku lêkolîna dike, bi temamî şixulê wan lêkolîn kirin û bi hezara dokûmênt nivîsîn. Çi ku wan dokûmêntada nivîsîbû, dide kifşê wekî bira berdewam dikirin mizgîniyê bela kin.

Serwêrê postê ya Orlando (Florîda), neme nivîsî “FBI”-ra: “[Lêkolînkarên Kitêba Pîroz] nav şeherda mal bi mal xizmet dikin û heçî zef şev. . . . Tê kifşê ewana nahêlin tu tişt rê wan bigire û berdewam dikin şixulê xwe dikin, û pê vê yekê cimetê eciz dikin”.

Ofîsêrê sereke yê Îdara Şer, “FBI”-ra nivîsî derheqa şixulê Frêdêrîk W. Frans, yê ku paşê bû endemê Koma Rêberiyê. Ewî ofîsêrî nivîsî: “F. W. Frans . . . bi temamî nav wî şixulîda ne, ku bi hezara kitêbên ‘Sura Xilazkirî’ difroşe”.

Pey Çarls Fêkêl jî ketin, yê ku paşê bû endemê Koma Rêberiyê. Merivên dewletê ew girtin bona ku ewî kitêba “Sura Xilazkirî” bela dikir û nemên wîyî şexsî kontrol dikirin. Ew kela Baltîmorêda (Mêrîlênd), mehekê rûnişt, û ew hesab kirin ça “dijminê xerîb ji Avstryê”. Çaxê merivên dewletê Frans dicêribandin, ewî bi mêrxasî şedetî dida wan, çimkî giliyên Pawlos dianî bîra xwe ji 1 Korintî 9:16, kîderê tê gotinê: “Wey li min heger ez Mizgîniyê dannasîn nekim!”. *

Xêncî belakirina mizgîniyê, Lêkolînkarên Kitêba Pîroz usa jî aliyê xweda her tişt dikirin, seva birên ku kela Atlantayêda bûn, bêne derxistinê. Anna K. Gardnêr gilî kir: “Em timê nav şixulda bûn. Çaxê bira ketine kelê, şixulê me ew bû, ku mal bi mal herin û qolê meriva top kin, seva bira ji kelê derxin. Bi hezara meriva qolê xwe danîn! Me merivara digot, wekî ew mêr ku hatine girtinê, Mesîhiyên rast in, yên ku neheqî ketine kelê”.

CIVATÊN MEZIN

Wî wedê çetinda, gelek civatên mezin derbaz dibûn, seva ku biratî ruhanîda qewî be. “Birca Qerewiliyêda” hate gotinê: “Çil civatên mezin zêdetir . . . vê salê derbaz bûne . . . Gelek elametiyên baş em distînin ji wan hemû civatên mezin. Pêşiya vê yekê, hemû civatên mezin havînê yan jî payîzê derbaz dibûn, lê nava vê salê her meh derbaz dibin”.

Merivên dilsax dîsa jî mizgînî qebûl dikirin. Ser civata mezin Klîvlêndêda (Ohayo), weke 1 200 meriv hatin û 42 merî hatine nixumandinê. Nav wanda gedekî cahil hebû, kîjan ku razîbûna xwe Xwedêra da kifşê û xwe tesmîlî wî kir. Mesela wî gedeyî dibeke wê merivên vê dinyayê, yên ku emirda mezin in, bida şermê.

PAŞÊ WÊ ÇI BE?

Îda xilaziya sala 1918 nêzîk dibû, Lêkolînkarên Kitêba Pîroz nizanibûn axiriyêda wê halê wan ça be. Hine hebûk Brûklînêda hate firotinê û ofîsa sereke derbazî Pîtsbûrgê (Pensîlvanya) bû. Wî wedeyî birên ku hingê dîrêktor bûn, hê kelêda bûn, û 4 Çileyê sala 1919 civîna hersalî hate kifşkirinê, seva dîrêktorên teze bêne bijartinê. Gelo paşê çi qewimî?

Birên me dîsa jî nav şixulda bûn. Tirsa wan qe tune bû û ew tê kifşê ji rêza sala 1919, kîjan ku hingê wana bijart: “Qet çekên ku li dijî te hatine çêkirin, wê ji tu karîra nebe” (Îşa. 54:17). Wana xwe hazir kir bona guhastinên mezin, kîjan ku wê baweriya wan bişidanda û wana qewî kira bona şixuleke mezin, ku pêşiya wan bû.

^ abz. 6 Binihêrin “Kitêba Hersalî ya Şedên Yehowa”, ya sala 2017, gotara bi navê “Sed Sal Pêşda-1917”, ser rûp. 172-176.

^ abz. 22 Binihêrin serhatiya Çarlz Fêkêl bi navê “Şabûn ji bo Xîreta hindava Şixulê Xwedê”, “Birca Qerewiliyêda”, ya 1 Adarê, sala 1969.