Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Wedê Guhastina Dilrihetiyê Xwey kin

Wedê Guhastina Dilrihetiyê Xwey kin

“[Min] nefsa xwe seqirandîye û ker kiriye” (ZEB. 131:2).

KILAMÊN: 128, 129

1, 2. a) Çaxê emirê meda tiştek nişkêva tê guhastinê, ew yek ça dikare ser me hukum be? (Binihêre şiklê ewlin.) b) Li gora Zebûr 131, çi dikare alî me bike dilrihet bimînin?

LOÎD û Alêksandra 25 sala zêdetir Beytelêda xizmet dikirin. Lê paşê ewana hatine kifşkirinê ça pêşeng. Çaxê ewana derheqa wê yekê pêhesiyan, pêşiyê gelek berxwe ketin. Loîd gilî dike: “Min Beytel û şixulê ku min wêderê dikir usa zef hiz dikir, wekî min ne jî dida ber çevê xwe ku ezê bêy vê yekê bikaribim bijîm. Min fem dikir meniyên wê guhastinê, lê çaxê heftî û meh derbaz dibûn, min gelek car xwe usa texmîn dikir, ku tê bêjî ez hatime înkarkirinê”. Loîd tevhev dibû, çimkî cara ser vê guhastinê rast dinihêrî, cara jî nişkêva dikete dêprêsiyê.

2 Çaxê emirê meda nişkêva tiştek diqewime, dibeke tirs dikeve dilê me û em dikevine strêsê (Metlk. 12:25). Cara mera hela hê jî çetin e wan guhastina qebûl kin. Lê em ça dikarin wan derecada dilrihet bimînin? (Bixûne Zebûr 131:1-3.) Were em şêwir kin, ku çawa xizmetkarên berê û yên îroyîn, nava guhastinada dilrihetî xwey kirine.

ÇA “EDILAYÎYA XWEDÊ” ALÎ ME DIKE?

3. Çawa emirê Ûsiv nişkêva hate guhastinê?

3 Were şêwir kin serhatiya Ûsiv. Bavê Ûsiv ji hemû kurên xwe, gişka zeftir wî hiz dikir. Ji bo vê yekê birên wî hevsûdî wî dikirin, û çaxê ew weke 17 salî bû, wî dîltî firotin (Destp. 37:2-4, 23-28). Weke 13 sala Ûsiv Misirêda xulamtiyêda û kelêda bû. Hin jî ew ji bavê xwe gelek dûr bû, kîjanî ew zef hiz dikir. Wî halê xweda ewî dikaribû nêta emirê xwe unda kira û bibûya yekî hêrs. Lê çi alî Ûsiv kir, wekî nebû yekî usa?

4. a) Çaxê Ûsiv kelêda bû, ew dikaribû derheqa çi bifikiriya? b) Yehowa ça caba duayên Ûsiv dida?

4 Çaxê Ûsiv kelêda bû, ew dibeke kûr difikirî ku çawa Yehowa alî wî dikir (Destp. 39:21; Zeb. 105:17-19). Diqewime ew usa jî difikirî ser xewnên pêxembertiyê, kîjan ku ewî cahiltiyêda dîtibû. Ewê yekê baweriya wî qewî dikir, ku Yehowa wî qebûl dike (Destp. 37:5-11). Usa jî ewî dibeke gelek dua dikir û dilê xwe Yehowara vedikir (Zeb. 145:18). Ser duayên wîyî dilsax, Yehowa caba Ûsiv da seva ew dudilî nebe, wekî çi jî emirê wîda biqewime, Ew wê timê “tevî wî” be (Kar. Şand. 7:9, 10). *

5. “Edilayîya Xwedê” ça dikare me qewî ke, seva berdewam kin Xwedêra xizmet kin?

5 Nava tengasiyên giranda em dikarin “edilayîya Xwedê” bistînin, kîjan ku hiş-aqilê me xwey dike û me dilrihet dike. (Bixûne Fîlîpî 4:6, 7.) Çaxê em dilteng dibin û gelek berxwe dikevin, edilaya Xwedê dikare me qewî ke, seva em destê xwe sist nekin û berdewam kin Yehowara xizmet kin. Were em niha çend serhatiyên xûşk-bira şêwir kin, yên ku edilaya Xwedê ser xwe texmîn kirine.

ALÎKARIYÊ JI YEHOWA BIXWAZIN SEVA DÎSA DILRIHETIYÊ BISTÎNIN

6, 7. Duayên konkrêt ça alî me dikin, ku dîsa edilayê bistînin? Meselê bînin.

6 Çaxê Rayan û Cûlîyêt pêhesiyan, wekî xizmetiya pêşengtiya wane mexsûs îda xilaz bû, ewana gelek berxwe ketin. Rayan dibêje: “Me derbêra Yehowara dua kir. Me zanibû, wekî ew derece mecaleke baş e, seva ku îtbariya xwe hindava Xwedê bidine kifşê. Civata meda gelek meriv hebûn, yên ku teze hatibûne nava rastiyê, lema me Yehowara dua dikir, wekî alî me bike seva em mesela baş bin baweriyêda”.

7 Lê Yehowa ça caba duayê wan da? Rayan dibêje: “Hema paşî duayê me, fikirên nebaş û diltengî ku me pêşiyê texmîn dikir, derbaz bûn. Edilaya Xwedê dil û hiş-aqilê me xwey dikir. Me fem dikir, wekî em dikarin dîsa jî Yehowara xizmet kin, hergê nihêrandina xwe rast xwey kin”.

8-10. a) Çawa wedê diltengbûnê ruhê Xwedêyî pîroz alî me dike? b) Çawa Yehowa alî me dike em xizmetiya wîda xîret bimînin?

8 Ruhê Xwedêyî pîroz dikare hin dilê me rihet ke, hin jî bîne bîra me wan rêzên ji Kitêba Pîroz, kîjan wê alî me bikin ku em fem kin emirê meda çi ya lape ferz e. (Bixûne Yûhenna 14:26, 27.) Dîna xwe bidin mesela jin-mêrekî bi navê Fîlîp û Mêrî, yên ku weke 25 sala Beytelêda xizmet dikirin. Nava çar mehada herdu jî dayîkên xwe û dîsa merivekî xweyî nêzîk unda kirin, û hin jî miqatî bavê Mêrî dibûn, kîjan ku hişda nexweş e.

9 Fîlîp tîne bîra xwe: “Min tirê min hêsa teyax dikir, lê tiştek kêm bû. Carekê, gotareke ‘Birca Qerewiliyêda’ çevê min çû ser rêza Kolosî 1:11. Min fem kir, wekî rast e min sebir dikir, lê ne bi temamî. Min gerekê ‘bi dûmika dirêj’ û ‘eşq’ sebir kira. Evê rêzê anî bîra min, wekî şabûna min ne ku derecên miva girêdayî ye, lê qewata ruhê Xwedêyî pîrozva, ku ser emirê min hukum dike”.

10 Fîlîp û Mêrî xizmetiya Yehowada xîreta xwe unda nekirin, û bona vê yekê Yehowa wana bi gelek cûra kerem kir. Wede şûnda çaxê ewana ji Beytelê çûn, wana tevî çend meriva hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir, yên ku ruhanîda zû pêşda diçûn û hela hê jî xwestin, wekî heftê çend cara hînbûnê derbaz bin. Mêrî tîne bîra xwe û dibêje: “Ewana şabûna me bûn, û Yehowa bi wana mera digot, wekî her tişt wê baş be”.

TIŞTÊN USA BIKE KU KEREMA YEHOWA BISTÎNÎ

Çaxê halê me tê guhastinê, çida em dikarin çev bidine Ûsiv? (Binihêre abzasa 11-13)

11, 12. a) Çawa Ûsiv mecal da Yehowa, wekî wî kerem ke? b) Çawa Ûsiv bona sebira xwe hate keremkirinê?

11 Çaxê emirê meda nişkêva tiştek tê guhastinê, em dikarin destpêkin bona axiriyê gelek berxwe kevin û hiş-aqilê xwe pêda bidine ser problêma xwe. Ew yek dikaribû tevî Ûsiv jî biqewimiya. Lê dewsê ewî her tişt dikir, seva halê xweda çiqas dikare sebir ke, û bi vê yekê ewî mecal da Yehowa ku cefê wî kerem ke. Çawa bal Potîfar Ûsiv rind dixebitî, ewî kelêda jî her şixul ku serwêrê kelê dida wî, rind dianî sêrî (Destp. 39:21-23).

12 Rojekê, Ûsiv cabdarî stand, wekî pey du mêra binihêre, yên ku berê berdestiyên Firewin bûn. Carekê Ûsiv dît ku keser dihate wan û ewana nerihet bûn bona xewnên ku wana dîtibû. Ewî bi dilê xweyî sax wanra got, wekî dilê xwe jêra vekin (Destp. 40:5-8). Ûsiv ne jî zanibû, wekî ew xeberdana wî tevî wan, wê axiriyêda azayê jêra bîne. Rast e Ûsiv paşî vê xeberdanê dîsa du sala kelêda bû, lê paşê ew aza kirin, û hema vê rojê ew bû merivê duda paşî Firewin (Destp. 41:1, 14-16, 39-41).

13. Çawa em dikarin mecalê bidine Yehowa, wekî me kerem ke?

13 Mîna Ûsiv, em jî cara dereca xwe nikarin biguhêzin yan jî em nikarin problêma xwe safî kin. Lê yeke hergê em sebir dikin û vê derecêda aliyê xweda her tiştî dikin, em mecalê didine Yehowa, wekî me kerem ke (Zeb. 37:5). Belê, cara em sist dibin û diwestin, lê em tu car bêçare namînin (2 Korn. 4:8). Ew giliyên Pawlos ji vê rêzê, wê ser me bêne sêrî, îlahî hergê em xizmetiyêda xîreta xwe unda nekin.

XIZMETIYA XWEDA XÎRET BE

14-16. Nava guhastinada Fîlîpoyê mizgîndar ça xizmetiya xweda xîret ma?

14 Fîlîpoyê mizgîndar meseleke baş hîşt vê yekêda, ku wedê guhastina, xizmetiyêda xîreta xwe unda nekir. Orşelîmêda ewî cabdariya teze stand, lê paşê nişkêva tiştek qewimî. Steyfan * hate kuştinê, û paşî vê yekê Orşelîmêda miqabilî Mesîhiya zêrandineke giran destpêbû (Kar. Şand. 6:1-6). Ji bo vê yekê, Mesîhî ji wêderê revîn û hev bela bûn. Lê hiş-aqilê Fîlîpo dîsa jî ser xizmetiyê bû, lema ew çû Sameryayê, seva mizgîniyê bela ke wan merivara, yên ku mizgînî hê nebihîstibûn (Met. 10:5; Kar. Şand. 8:1, 5).

15 Fîlîpo hazir bû here hemû ciya, kîderê ku ruhê Xwedêyî pîroz rêberî wî bikira. Lema Yehowa wî da xebatê seva wêderê mizgîniyê bela ke, kîderê meriva hê nebihîstibûn. Cihû merivên Samerî ber tiştekîva hesab nedikirin û hindava wanda nebaş bûn. Lê Fîlîpo firqî nedikire orta meriva û ew yek dilê Sameriya dihat. Kitêba Pîroz dibêje, wekî elaletê “bi dil” guh dida Fîlîpo (Kar. Şand. 8:6-8).

16 Paşî vê yekê, ruhê Xwedêyî pîroz rêberî Fîlîpo kir, ew çû Aşdodê û Qeyseriyayê, kîderê ku gelek merivên pûtparist dijîtin (Kar. Şand. 8:39, 40). Weke 20 sala paşî xizmetiya Sameriyayêda, ça tê kifşê dereca wî dîsa hate guhastinê. Malbeta wî îda hebû, û ew wê mihalêda dijît, kîderê mizgînî bela dikir. Nava wan guhastinada, Fîlîpo yeke xîreta xwe unda nekir, û lema Yehowa wî û malbeta wî gelek kerem kir (Kar. Şand. 21:8, 9).

17, 18. Xizmetî ça alî me dike, çaxê emirê meda tiştek tê guhastinê?

17 Gelek xizmetkarên hertim texmîn kirin, ku çaxê ewana hiş-aqilê xwe datînin ser xizmetiyê, ew yek alî wan dike, wedê guhastina şabûnê unda nekin û dilrihet bimînin. Mesele, jin û mêr ji Afrîkaya Başûrê, Polît û Osborn çaxê ji Beytelê çûn, ewana berxwe diketin, çimkî gerekê xwera hin xebata layîq bidîtana, hin jî cî seva bijîn. Osborn dibêje: “Me tirê emê zû xebatê xwera bivînin, lê usa nebû”. Jina wî, Polît tîne bîra xwe: “Me sê meha nikaribû xebat bidîta, û perê meyî zêde jî tune bû. Ew rastî jî çetinayîke mezin bû”.

18 Lê vê çetinayêda çi alî wan kir? Osborn gilî dike: “Me tevî civatê xizmet dikir, û heçî zef evê yekê alî me kir, ku em gelek berxwe nediketin û şabûna xwe unda nedikir. Me xwera safî kir, wekî dewsa ku em rûnên û berxwe kevin, hê baş e pêda nav şixulê xizmetiyêda bin. Ewê yekê mera şabûneke mezin anî. Me hemû ciya xebat digeriya, û axiriyêda me xwera xebat dît”.

BI SEBIR HÎVIYA YEHOWA BIN

19-21. a) Çi wê alî me bike dilrihetiyê xwey kin? b) Em çi karê dikarin bistînin çaxê hînî guhastina dibin?

19 Çawa meselên jorê nîşan kirin, hergê wedê guhastina, em aliyê xweda her tiştî dikin û bi sebir hîviya Yehowa ne, emê dilrihetiyê unda nekin. (Bixûne Mîxa 7:7.) Hingê emê fem kin, wekî çaxê em hînî guhastina dibin, heleqetiya me tevî Yehowa qewî dibe. Polît besa kîjanê me jorê kir, dibêje: “Guhastina kifşkirina me, ez hîn kirim, ku bi rastî çi tê hesabê îtbariya xwe Yehowa bînim, hela hê jî gava problêmada tê bêjî çarekê navînim. Dostiya min tevî wî hê qewî bû”.

20 Mêrî besa kîjanî me jorê kir, heta niha miqatî bavê xweyî emirda mezin dibe, û hin jî pêşeng e. Ew dibêje: “Min fem kir, wekî çaxê ez berxwe dikevim, ez gerekê dua bikim û paşê hêsa bim. Derseke mezin ku ez emirê xweda hîn bûm, ew e ku hemû derd û problêmên xwe bidime destên Yehowa. Ew ders wê ese axiriyêda jî kêrî min bê”.

21 Loîd û Alêksandra, besa kîjanî me destpêka gotarêda kir, dibêjin wekî guhastina dereca wan, baweriya wan usa cêriband, ku ewana ecêbmayî man. Û wana got: “Evê cêribandinê eşkere kir, hela baweriya me ji dil e yan na, û usa jî baweriya me dikare wedê tengasiya me qewî ke û dilbîniyê bide me yan na. Ev derece ser me baş hukum bû û em bûne merivên hê baş”.

Guhastinên ku nişkêva diqewimin, dikarin kerema bînin! (Binihêre abzasa 19-21)

22. Çaxê wedê guhastina çi destê me tê em dikin, hingê çida em gerekê dudilî nebin?

22 Hergê emirê weda tiştek nişkêva tê guhastinê, mesele, kifşkirina we, yan sihet-qewata we, yan jî malda cabdariyên weyî teze zêde dibin, dudilî nebin wekî Yehowa we hiz dike û wê wededa alî we bike (Îbrn. 4:16; 1 Pet. 5:6, 7). Wî wedeyî, aliyê xweda çi destê we tê bikin. Bi dua nêzîkî Bavê xweyî ezmana bin, û hîn bin xwe bikine bin perê wî. Bi wî cûreyî, çi jî biqewime û bê guhastinê, hûnê dilrihetiyê unda nekin.

^ abz. 4 Wede şûnda çaxê Ûsiv ji kelê derket, jêra kur bû. Ewî ew kur ça pêşkêşa ji Xwedê hesab kir, çimkî got wekî Xwedê derdên wî da bîrkirinê. Ûsiv navê wî danî Minaş, çimkî got: “Xwedê hemû derd-kulê min ... ji bîra min derxistin” (Destp. 41:51).

^ abz. 14 Binihêrin vê jûrnalêda gotar “We Zanibû?”.