Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Rastiyê Hîn kin

Rastiyê Hîn kin

“Ya Yehowa . . . xeberên te temamîya xweva rastî ne” (ZEB. 119:159, 160, DT).

KILAMÊN: 29, 53

1, 2. a) Emirê Îsada kîjan şixul ciyê pêşin digirt, û çira? b) Em gerekê çi bikin, wekî bibine hevalxizmetkarên Xwedêye baş?

ÎSA MESÎH necar û xizmetkar bû (Marq. 6:3; Rom. 15:8). Ewî herdu şixul jî bi hostetî dikir. Ew çawa necar, hîn bû hacetên bona vî pêşeyî rind bide xebatê, seva pê dara tiştên kêrhatî çêke. Û çawa dersdarê mizgîniyê, ewî usa jî bi hostetî zanebûna Nivîsarên Pîroz dida xebatê, seva alî meriva bike ku ewana rastiyên ji Xebera Xwedê fem kin (Met. 7:28; Lûqa 24:32, 45). Îsa çaxê 30 salî bû îda necartî nedikir, çimkî zanibû ku xizmetkirin şixuleke hê ferz e. Ewî got, wekî belakirina mizgîniya Padşatiyê jî menî bû, ku Xwedê ew şande ser erdê (Met. 20:28; Lûqa 3:23; 4:43). Bona Îsa xizmetî ciyê pêşin digirt, û ewî dixwest wekî bona merivên din jî usa be (Met. 9:35-38).

2 Dibeke em necar nînin, lê em gişk jî xizmetkar in, yên ku meriva mizgîniyê hîn dikin. Ew şixul gelek ferz e, çimkî Xwedê nav wî şixulîda ye, û em hevalxebatkarên wî ne (1 Korn. 3:9; 2 Korn. 6:4). Em zanin, wekî “xeberên [Yehowa] temamîya xweva rastî ne” (Zeb. 119:159, 160, DT). Lema jî em dixwazin bawer bin, wekî em “xebera rastiyê” rast şirovedikin. (Bixûne 2 Tîmotêyo 2:15.) Bona vê yekê, em ser xwe dixebitin, wekî hê bi hostetî Kitêba Pîroz bidine xebatê, çimkî ew haceta meye sereke ye, ku em didine xebatê seva meriva derheqa Yehowa, Îsa û Padşatiyê hîn kin. Lê seva ku em xizmetiyêda pêşda herin, teşkîleta Yehowa hacetên din jî derxist. Em gerekê hîn bin wan haceta bi hostetî bidine xebatê. Em wan haceta nav dikin Hacetên Sereke bona Hînkirinê.

3. Ji bo vê yekê ku bona şedetiyê wede hindik maye, em gerekê hê zef dîna xwe bidine ser çi? Û li gora Karên Şandiya 13:48 em merivên çi cûreyî digerin?

3 Dibeke hûn niha difikirin, wekî çira em dibêjin Hacetên bona Hînkirinê, ne ku Hacetên bona Belakirina Mizgîniyê. “Belakirin” ev tê hesabê çaxê elametiyê bela dikin, lê “hînkirin” ew tê hesabê, ewê elametiyê bigihînine hiş û dilê mêriv, seva ku ew paşê bide xebatê wan tişta çi ku pêdihese. Gelek hindik wede maye seva em merivara şedetiyê bidin, lema nêta me gerekê ew be, ku tevî meriva hînbûnên Kitêba Pîroz destpêkin, û wana rastiyê hîn kin. Ew tê hesabê, wekî em gerekê bi dil û can wan merivên dilsax bigerin, yên ku hazir in guh bidine mizgîniyê, wekî ewana jîyîna heta-hetayê bistînin. (Bixûne Karên Şandiya 13:44-48.)

4. Em ça dikarin têderxin hela kê hazir e mizgîniyê qebûl ke, û ça em dikarin wan meriva bivînin?

4 Lê em ça dikarin têderxin, hela kê hazir e mizgîniyê qebûl ke? Çawa qirna yekêda, îro jî em dikarin wan meriva bivînin, gava şedetiyê bidin. Îsa gote şagirtên xwe: “Çi bajar yan gundê ku hûn bikevinê, maleke hêja bibînin” (Met. 10:11). Em hîviyê nînin wekî merivên durû, qure, yan jî yên ku nafikirin derheqa heleqetiya xwe tevî Xwedê, wê guh bidine mizgîniyê. Em merivên dilsax, milûk û ruhanîda birçî digerin. Ewê yekê em dikarin beramberî pêşê Îsa bikin. Mesele, çawa necar, pêşiyê ewî gerekê darekî baş bijbarta, seva tiştên navmal, derî, nîr, yan jî tiştên din çêkira. Gava ewî dar îda dijbart, qutiya hacetên xwe hildida, zanebûna xwe dida xebatê û destpêdikir tişta çêke. Em jî pêşiyê merivên dilsax digerin, paşê îda hacet, fereset û zanebûna xwe didine xebatê, seva alî wan bikin, ku bibine şagirt (Met. 28:19, 20).

5. Em çi gerekê bizanibin derheqa Hacetên bona Hînkirinê? Meselê bînin. (Binihêre şiklê ewlin.)

5 Her hacet bona nêtekê ye. Besa xeberê, bifikirin derheqa hacetên ku Îsa necartiyêda dida xebatê. * Ewî gerekê pê wan haceta dar çapkira, tiştên zêde bibiriya, rinde kira, û paşê hevva kira. Mîna vê yekê, Hacetên Sereke bona Hînkirinê, seva nêteke konkrêt mera hatine dayînê. Were niha em şêwir kin, ku çi dikeve nava hacetên me, û bivînin ça em wan hacetên ferz gerekê bidine xebatê.

HACETÊN BI KÎJANA MERIVDERHEQA ME HÊ ZÊDE PÊDIHESIN

6, 7. a) Hûn ça didine xebatê kartên malpera me? b) Teglîfkirina meye ser civatê, bona kîjan du nêta ye?

6 Kartên Malpera me. Ew kartên biçûk gelek hêsa ye bidine xebatê. Bi saya wan karta meriv derheqa me pêdihesin ku em kê ne û ewana dîna xwe didine ser malpera me. Çaxê ewana dikevine malpera me, dikarin derheqa me hê zêde pêbihesin û hela hê jî hînbûna Kitêba Pîroz bixwazin. Heta roja îro 400 000 meriva zêdetir ser jw.org nivîsîne, wekî hînbûna Kitêba Pîroz dixwazin, û bi seda zêdetir jî her roj derheqa vê yekê dinivîsin. Wê baş be ku çaxê hûn diçine cîkî, ew kartên malpera me timê bal we hebin, û gava mecal hebe, merivara şedetiyê bidin.

7 Teglîfkirin. Belgê teglîfkirina ser civatên me, bona du nêtên sereke ye. Wêderê tê gotinê: “Em we teglîf dikin wekî tevî Şedên Yehowa Kitêba Pîroz hîn bin”. Paşê tê gotinê, wekî ewana dikarin ser “civata me” hîn bin, yan jî “hînbûna Kitêba Pîroz” şexsî tevî wan dikarin derbaz kin. Bi vê yekê ew hacet, ne ku tenê me tevî meriva dike nas, lê usa jî merivên ku “fem dikin hewcetiya xweye ruhanî”, teglîf dike Kitêba Pîroz tevî me hîn bin (Met. 5:3, DT). Firqî tune merivê bixwazin yan nexwazin Kitêba Pîroz hîn bin, yeke çaxê ewana têne ser civatên me, em wana bi dil û can qebûl dikin. Hergê ewana bêne ser civînên me, wê bivînin û bibihên ku çiqas tişt ewana derheqa Kitêba Pîroz dikarin pêbihesin.

8. Çira gelek ferz e wekî meriv hema carekê bêne ser civatê? Meselê bînin.

8 Gelek ferz e, wekî em gonê carekê meriva teglîf kin ser civata me. Çira ew yek usa ferz e? Ewana wê bîvînin, wekî em meriva rastiya Kitêba Pîroz hîn dikin û wana tevî Xwedê dikine nas, lê dînên qelp, dêmek Babîlona Mezin vê yekê nake (Îşa. 65:13). Jin-mêrek, Lînda û Rêy kîjan ji Amerîkayê ne, çend sal pêşda ev firqî dîtine. Wana Xwedê bawer dikir û ruhanîda birçî bûn, lema destpêkirin herin hemû dêrên ku şeherê wanda hene. Destpêkêda wana xwera qirar kir, wekî çaxê dêrekê bijbêrin, gerekê du tişta hildine hesab. Ya pêşin, ewana gerekê vê dêrêda tişta hîn bin, û ya duda, kincxwekirina endemên vê dêrê, gerekê layîqî xizmetkarên Xwedê be. Wana nava çend salada, teseliya hemû dêrên şeherê xweda kirin, lê dilşikestî man. Ewana wêderê ne tiştekî hîn bûn, ne jî endemên dêrê layîq xwe dikirin. Paşî vê yekê çaxê wana teseliya dêra paşin kir, Lînda çû ser xebata xwe, lê Rêy çû malê. Rêva Rêy pê avtê ber Oda Civatêra derbaz dibû, û dilê xweda got: “Bise ez bikevime wêderê jî, û bivînim hela wêderê çi diqewime”. Hemikî, ew rojeke lape xweş bû bona wî! Her kesî Oda Civatêda wî bi dil û can qebûl kirin, wîra heyf bûn, û layîq xwekirî bûn. Rêy ser kursiyên pêşin rûniştibû û çi bihîst, gelek dilê wî girt. Ew yek dike bîra me giliyên Pawlos, çaxê ewî derheqa merivekî got, kîjan cara pêşin tê civatê û dibêje: “Xwedê nav weda ye!” (1 Korn. 14:23-25). Paşî vê yekê, Rêy hertim rojê Leda diçû civatê, paşê jî îda destpêkir wedê bernama civînê jî here. Lîndayê jî destpêkir bê ser civatê, û wana weke 70 saliyên xweda hînbûna Kitêba Pîroz destpêkirin û hatine nixumandinê.

HACETÊN BONA DESTPÊKIRINA XEBERDANÊ

9, 10. a) Çira hêsa ye belavoka bidine xebatê? b) Şirovekin ku ça bidine xebatê belavoka bi navê “Çi ye Padşatiya Xwedê?”.

9 Belavok. Heyşt belavokên me hacetên baş in. Gelek hêsa ye wana bidine xebatê, seva xeberdanê destpêkin. Ew belavok sala 2013 hatine derxistinê, û weke 5 mîlîard hev hatine neşirkirinê! Ew hacet bi formatekê hatine derxistinê, û lema hergê hûn hîn bin ku ji wana yekê bidine xebatê seva xeberdanê destpêkin, hûnê bikaribin wî cûreyî yên mayîn jî bidine xebatê. Lê çawa?

10 Mesele, dibeke hûn dixwazin bidine xebatê vê belavokê “Çi ye Padşatiya Xwedê?”. Dîna meriva bidine ser pirsa ji rûyê belavokê, û bipirsin: “Hûn qe fikirîne ser vê yekê, ku çi ye Padşatiya Xwedê? Hinek difikirin wekî ew . . .”. Paşê bipirsin hela ewana wê ji wan sê caba kîjanê bijbêrin. Firqî tune, ewê caba rast bijbêre yan na, belavokê vekin, kîderê nivîsar e “Kitêba Pîroz Dibêje”, û bixûne rêza ji Daniyêl 2:44 û Îşaya 9:6. Hergê dibe, xeberdanê berdewam kin. Xilaziyêda, ser rûpêla paşin bixûnin evan binseriya “Derheqa vê yekê Bifikirin”: “Bin serwêriya Padşatiya Xwedê jîyîna me wê çawa be?”. Ew yek wê hîm dayne, seva careke din xeberdanê berdewam kin. Çaxê hûn dîsa rastî hev bên, dîna meriv bidin ser dersa 7, ji broşûra “Mizgîniya Xwedê seva Meriya”. Ew broşûra jî yek ji wan haceta ye, bi saya kîjanî em dikarin hînbûna Kitêba Pîroz tevî meriva destpêkin.

HACETÊN KU BAWERIYÊ HINDAVA KITÊBA PÎROZ PÊŞDA TÎNIN

11. Jûrnalên me bona çi nêtê têne derxistinê, lê em gerekê derheqa wan çi bizanibin?

11 Jûrnal. “Birca Qerewiliyê” û “Hişyar bin!” jûrnalên gelek belabûyî ne, kîjan ku ser gelek zimana têne welgerandinê! Ew jûrnal nav temamiya dinyayê têne belakirinê, lema jî rûyên wan jûrnala usa têne sazkirinê, wekî hemûyara hewas be. Em gerekê ewan haceta bidine xebatê, seva dîna meriva bidine ser tiştên lape ferz emirda. Lê seva evan jûrnala rind bela kin, em gerekê bizanibin her yek ji wan bona çi cûre xwendevana ye.

12. a) Jûrnala “Hişyar bin!” bona çi cûre xwendevana tê derxistinê, û nêta vêye sereke çi ye? b) Wan paşwextiya çi qewimandinên hewas hebûne çaxê we ev jûrnal da xebatê?

12 “Hişyar bin!” bona wan xwendevana ye, yên ku derheqa Kitêba Pîroz hinekî zanin yan jî qe nizanin. Ewana dibeke nizanin derheqa hînkirinên Mesîhîtî, û diqewime îtbariya xwe tu rêlîgiya naynin, yan jî nizanin wekî Kitêba Pîroz dikare wanra karê bîne. Lê nêteke sereke ya vê jûrnalê ew e, wekî meriva bide bawerkirinê ku Xwedê heye (Rom. 1:20; Îbrn. 11:6). Usa jî ew alî xwendevana dike bawer kin, ku Kitêba Pîroz bi rastî “xebera Xwedê” ye (1 Têsln. 2:13). Sê derxistinên vê jûrnalê yên sala 2018, ew in: “Riya ku Dibe Berbi Bextewariyê”, “12 Gavên Kêrhatî bona Bextewariya Malbetê”, û “Alîkarî bona Wan, yên ku Merivên Xwe Unda Kirine”.

13. a) “Birca Qerewiliyê” bona belakirinê, seva çi cûre xwendevana ye? b) Wan paşwextiyada çi qewimandina hewas bal we hebû derheqa vê hacetê?

13 “Birca Qerewiliyê” bona belakirinê, seva wan xwendevana ye, yên ku Xwedê bawer dikin û qedirê Kitêba Pîroz digirin. Ew jûrnal dîna wan dide ser hînkirinên Kitêba Pîroz. Rast e ewana dibeke derheqa Kitêba Pîroz hinekî zanin, lê ewana hînkirinên wê nerast fem dikin (Rom. 10:2; 1 Tîmt. 2:3, 4). Sê derxistinên vê jûrnalê ya sala 2018, caba wan sê pirsa didin: “Gelo Kara Xwendina Kitêba Pîroz Heye?”, “Gelo Çi Axirî Hîviya Me ye?”, û “Gelo Dilê Xwedê ser Te Dişewite?”.

HACET KU HEWASA MERIVAPÊŞDA TÎNIN

14. a) Çar vîdêoyên me bona çi nêtê ne? b) Wedê xizmetiyê we ça ew vîdêo dane xebatê û ça ew yek ser meriva hukum bûye?

14 Vîdêo. Wedê Îsada necara tenê hacetên desta didane xebatê. Lê roja îroyîn, necar hacetên elektrîkî didine xebatê, mesele rindeya tokê, drêl, birekên tokê û mekînên din. Xêncî edebyetên neşirkirî, bal me îro hene vîdêoyên baş, ji wana çar hev dikevine nava hacetên meye sereke: Çira Hîn bin Kitêba Pîroz?”, “Ça Derbaz Dibe Hînbûna Kitêba Pîroz”, “Çi Diqewime Oda Civatêda?”, û Şedên Yehowa bi Rastî Kî ne?”. Ew vîdêo ku 2 deqe kêmtir dikişînin, gelek kêrhatî ne bona serlêdana pêşin. Lê vîdêoyên dirêj, îda em dikarin bidine xebatê wedê serlêdana duda û usa jî tevî wan meriva wedê kîjana heye. Ew hacetên baş dikarin meriva hêlan kin, wekî destpêkin Kitêba Pîroz hîn bin û bêne ser civatên me.

15. Meselê bînin ku çaxê meriv ser zimanê xwe vîdêoya dinihêrin, ça ser wan hukum dibe.

15 Dîna xwe bidine qewimandineke xûşkekê, ku rastî jinikeke ji Mîkronêsyayê hat, zimanê kîjanê Yapî bû. Xûşka me jêra ser zimanê wê vîdêo bi navê “Çira Hîn bin Kitêba Pîroz” nîşan kir. Gava vîdêo vêket, jinikê got: “Ew ser zimanê min e. Ew gelek ecêbmayî ye! Vîdêoyêda aksênta mêrik jî, mîna aksênta vê giravê ye, ji kîderê ku ez hatime! Ew hema ser zimanê min xeber dide!”. Paşî vê yekê ewê got, wekî dixwaze malpera me jw.org-da, her tiştî ser zimanê xwe bixûne û binihêre (Beramber kin Karên Şandiya 2:8, 11.) Niha dîna xwe bidine qewimandina din. Xûşkeke me ji Amerîkayê, kurê birê xwera ku welatê xerîbda dijî, lînka vê vîdêoyê ser zimanê wî şand. Gava ewî ev vîdêo nihêrî, jêra pê êmaîlê nivîsî: “Ew para ku tê gotinê, wekî dinya bin hukumê kesê zulmda ye, hewasa min pêşda anî. Min hînbûna Kitêba Pîroz xwest”. Ew wî welatîda dijî, kîderê şixulê me qedexekirî ye!

HACET KU RASTIYÊ HÎN DIKIN

16. Şirovekin nêta wan her edebyeta: a) “Guh Bide Xwedê û Bijî Heta-Hetayê”. b) “Mizgîniya Xwedê seva Meriya”. c) “Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?”.

16 Broşûr. Ça hûn dikarin rastiyê wan meriva hîn kin, yên ku xwendinê nizanin, yan jî ser zimanê kîjana edebyet tunene? Seva wan meriva broşûra Guh Bide Xwedê û Bijî Heta-Hetayê * heye. Seva hînbûna Kitêba Pîroz destpêkin, haceta gelek baş, ew heye broşûra Mizgîniya Xwedê seva Meriya”. Hûn dikarin merivara ser rûpêla paşin 14 pirsa nîşan kin, û bira ew xwexa bijbêre, kîjan pirs jêra hewas e. Paşê destpêkin tevî wî evê dersê şêwir kin. Lê we ew mêtod qe wedê serlêdana dubare daye xebatê? Broşûra sisiya ku dikeve nava hacetên me, ew heye broşûra Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?”. Ew broşûra alîkariyê dide wan, yên ku Kitêba Pîroz hîn dibin, wekî derheqa teşkîleta me hê zêde pêbihesin. Seva ku hîn bin ça evê broşûrê wedê hînbûna Kitêba Pîroz bidine xebatê, binihêrin bernama civînê “Mîna Îsa Mesîh Bijîn û Xizmet kin”, ya meha Adarê, sala 2017.

17. a) Nêta kitêbên bona hînbûnê çi ye? b) Çi tê dewakirinê ji wan, yên ku dixwazin bêne nixumandinê, û çira?

17 Kitêb. Çaxê we îda hînbûna Kitêba Pîroz pê broşûrê destpêkir, îda çiçax dixwazin, dikarin kitêba Kitêba Pîroz Çi Dibêje? * derbaz bin. Pê vê kitêbê, ew wê derheqa hînkirinên Kitêba Pîroze sereke, hê zêde zanebûnê bistîne. Paşî vê yekê, çaxê we îda ew kitêb xilaz kir, û hergê ew meriv ruhanîda pêşda diçe, berdewam kin hînbûnê pê kitêba Çawa Nava Hizkirina Xwedêda Bimînin?”. Ew hacet wê wî merivî hîn ke, ku çawa şîret û prînsîpên Kitêba Pîroz emirê xweda bide xebatê. Bîr nekin, wekî hela hê paşî nixumandinê jî, şagirtên teze gerekê berdewam kin hînbûnê, heta ku ew herdu kitêba xilaz kin. Ew yek wê alî wan bike baweriyêda qewî bin. (Bixûne Kolosî 2:6, 7.)

18. a) 1 Tîmotêyo 4:16 çi me hêlan dike seva rastiyê hîn kin, û kara vê yekê çi ye? b) Çaxê em Hacetên bona Hînkirinê didine xebatê, nêta me gerekê çi be?

18 Em Şedên Yehowa, borcdar in “xebera mizgîniyêye rast” meriva hîn kin, çimkî usa ewana dikarin jîyîna heta-hetayê bistînin. (Kols. 1:5; bixûne 1 Tîmotêyo 4:16.) Seva em wî şixulî rind bikin, bal me hene Hacetên bona Hînkirinê, çi ku mera gelek lazim in. (Binihêrin “ Hacetên Sereke bona Hînkirinê”.) Were em çiqas dikarin ewan haceta bi hostetî bidine xebatê. Her kes ji me xwexa dikare safî ke, kîjan edebyetê bide xebatê û kengê. Lê em zanin, wekî nêta me ew nîne, ku tenê edebyeta bela kin, yan jî wan merivara edebyetên me bihêlin, yên ku naxwazin guh bidine me. Nêta me ew e, wekî merivên dilsax, milûk û ruhanîda birçî, dêmek yên ku hazir in mizgîniyê qebûl kin, bikine şagirt (Kar. Şand. 13:48; Met. 28:19, 20).

^ abz. 5 Binihêrin gotara bi navê “Necar” û çargoşe “Qutiya Hacetên Necar”, “Birca Qerewiliyêda” ya 1 Tebaxê, sala 2010.

^ abz. 16 Hergê meriv xwendinê nizane, hûn dikarin tevî wî broşûra “Guh Bide Xwedê” derbaz bin, kîjan ku heçî zef bi şikla ye.

^ abz. 17 Hergê ser zimanê we ew kitêbên teze hê tunene, hûn dikarin bidine xebatê kitêba “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?”, û “Xwe Nava Hizkirina Xwedêda Xwey ke”. Lê gava ew kitêb ser zimanê we derên, hûn gerekê îda yên teze bidine xebatê.