Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERHATÎ

Yehowa bona Safîkirina Min Kerem ser Minda Barand

Yehowa bona Safîkirina Min Kerem ser Minda Barand

Sala 1939 bû. Em nîvê şevê rabûn û weke sihetekê, pê erebê çûne şeherekî biçûk Japlînê, ku aliyê başûra-roavaya Mîsûrî ye, (Amerîka). Me heta qereberbangê wê mihalêda, ber derê her malekê belavok dihîşt. Gava me şixulê xwe xilaz kir, em çûn cîkî ku pêşda me safî kiribû, wekî wêderê rastî xûşk-birên din bên, yên ku pê erebê gerekê bihatana. Dibeke niha hûn difikirin ku çira me şebeqê zû xizmetiya xwe destpêkir, û paşê zû-zû xilaz kir û derketin ji vê mihalê. Derheqa vê yekê, ezê wera hinekî paşê gilî kim.

EZ Hatime bûyînê sala 1934. Hingê dê-bavê min Êdna û Frêd Molohan, îda 20 sal bû ku Mesîhî bûn. Ez gelek razî me, ku wana min usa mezin kir, wekî ez Xwedê hiz bikim. Ewana Lêkolînkarên Kitêba Pîroz bûn (Şedên Yehowa), yên ku pê xîreta xwe eyan bûn. Malbeta me Parsonsêda, şeherekî biçûkda dijît, ku Kansasa başûra-rohilatêda ye. Civata meda nîvê zef Mesîhiyên bijartî bûn. Malbeta me timê dihate ser civatê û xizmetiyêda jî xîret bû. Her Şemî me denê nîvro başqe dikir bona xizmetiya kûçê, hingê me ew cûre xizmetî nav dikir, xizmetiya ciyê ku gelek meriv top dibin. Cara em gelek diwestiyan, lê bavê min timê paşî xizmetiyê mera gulmast dikirî, wekî em şa bin.

Civata meye biçûk cabdar bû bona mihaleke mezin. Çend şeherên biçûk û usa jî gelek karxane diketine nava wê mihalê. Çaxê me teseliya xweyên karxanê dikir, gelek car wana dewsa ku bona edebyetên me mera pera bidin, tiştên malê didan, mesele xwarina bostan, hêkên malê (hema ji hêlûnê), yan hela hê jî mirîşkên sax. Bavê min bona wan edebyeta îda pêşda pere qurban dikir, lema jî ew xwarin çi mera didan, me xwera dihîşt, seva ebûra xwe bikin.

KAMPANIYÊN BONA ŞEDETIYÊ

Dê-bavê min xwera fonograf destxistibûn, seva xizmetiyêda bidine xebatê. Ez biçûk bûm û min nikaribû ev fonograf bida xebatê, lê min şabûneke mezin distand ku alî dê-bavê xwe dikir, çaxê wana wedê serlêdanên dubare û hînbûnên Kitêba Pîroz, gotarên Rûtêrford bira vêdixistin.

Tevî dê-bavê xwe pêşberê ereba meye dengî

Sala 1936-da, bavê min ji ereba xwe, ereba dengî çêkir, dêmek ewî hacetê mezine dengderxistinê, banê erebêva kir. Ewê erebê gelek kar dianî bona belakirina mizgîniya Padşatiyê. Pêşiyê me miqam vêdixist, seva dîna meriva bikişînin, û paşê me gotarên ser hîmê Kitêba Pîroz vêdixist. Çaxê gotar xilaz dibû, me merivara hewasa kê jî dihat, edebyetên me bela dikir.

Şeherê biçûkda Çêrêvalêda (Kansas), polîs bavê minra got, wekî îzin tune ew ereba dengî parka şeherda bide sekinandinê, çimkî Ledê gelek meriv wêderê hêsa dibin. Lê polîs îzin da, wekî erebê ji parkê der bidin sekinandinê. Bavê min qayîl bû, û erebe kûçê da sekinandinê, kîjan ku hema pêşberî vê parkê bû. Ji wêderê jî deng hêsa dihate merivên parkêda. Gelek min xweş dihat wî wedê hewasda tevî bavê xwe û birê xweyî mezin Cêrî xizmet kim.

Xilaziya salên 1930-da, me kampaniyên mexsûs derbaz dikir, wan mihalada, kîderê meriv gelek miqabilî me bûn. Em nîvê şevê radibûn (çawa me Japlînêda dikir), û hêdîka belavok dikire ber derên malên xelqê. Paşê, em ji şeher der rastî hev dihatin, seva bawer bin ku polîs tu kes negirtiye.

Wan salada, me bi cûrê mexsûs jî xizmet dikir, dêmek pê plakata. Me plakat ser xweva dikir û em diketine rêzê, usa em nav şeherda digeriyan, seva mizgîniya Padşatiyê bela kin. Tê bîra min carekê hevalên me plakat ser xweva kiribûn, kîderê nivîsîbû “Rêlîgiya Telik û Derewî ye”, û nav şeherê me digeriyan. Ewana nav şeherra weke 1.6 kîlomêtir geriyan û paşê vegeriyane mala me. Ça baş e wekî ewana wedê vê xizmetiya pê plakata, rastî miqabilîbûnê nehatin, lê gelek meriva pey wan dinihêrîn.

CIVATÊN MEZINE BERÊ

Malbeta me gelek car ji şeherê Kansasê diçû Têxasê ser civatên mezin. Bavê min ser riya trênê dixebitî, lema jî me dikaribû bê pere pê trênê herin hin merivên xwe bivînin û hin jî herin ser civatên mezin. Xalê minî mezin, Frêd Wîsmar, û jina wî Yûlayla, Têxasêda dijîtin. Frêd cahiltiyêda destpêka salên 1900-da rastiyê pêhesiya, hate nixumandinê, û xûşkên xwera jî derheqa rastiyê gilî kir, dêmek diya minra jî. Ew nav temamiya Têxasa navînêda gelekara nas bû, çimkî ewî wêderê xizmet dikir ça berpirsiyarê mihalê. Ew merivekî heyf û beşerxweş bû, û minra hewas bû timê tevî wî bim. Ew rastiyêda gelek xîret bû, û cahiltiyêda mesela wî gelek baş ser min hukum bû.

Sala 1941-da, malbeta me pê trênê çû St. Lûîsê (Mîsûrî), ser civata mezin. Hemû zar û cahilara gotin, wekî tevayî nêzîkî sênê rûnên seva gotara Rûtêrford bibihên bi navê “Zarên Padşa”. Xilaziya vê gotarê, her zarekê pêşkêş stand, ew kitêba teze bû bi navê “Zar”, kîjan ku Rûtêrford û alîkarçiyên wî bela dikirin. Wêderê 15 000 zêdetir cahil bûn, yên ku ew pêşkêş standin.

Meha Nîsanê, sala 1943 em çûne ser civata mezin ku gelek ferz bû. Navê wê civata mezin “Hêlan bona Şixulkirinê” bû, kîjan ku Kofêyvîlêda (Kansas) derbaz bû. Hingê hemû civatara hate elamkirinê, wekî civatêda Mekteba Dannasînkirinê derbaz kin. Me usa jî bûklêt stand, kîderê ku 52 ders hebûn, seva wedê vê mektebê bidine xebatê. Ew civata mezin bona min mexsûs bû, çimkî ez hatime nixumandinê tevî hinekên din, goleke sarda ku biçûk bû û nêzîkî karxanekê bû.

MIN DIXWEST BEYTELÊDA XIZMET KIM

Min sala 1951-da mekteb xilaz kir, û gerekê emirê xweda hine safîkirinên ferz bikira. Min gelek dixwest Beytelêda xizmet kim, kîderê birê min Cêrî xizmet dikir, lema min blanka Beytelê tije kir. Ew safîkirina min axiriyêda minra aliyê ruhanîda gelek kar anî. Wedekî kinda, min teglîfî Beytelê kirin. Ew 10 Adarê bû, sala 1952-da.

Min dixwest îdara neşirkirinêda bixebitim, kîderê jûrnal û edebyetên me dihatine derxistinê. Lê yazix ez ça ofîsîant hatime kifşkirinê, û paşê xwaringehêda. Ew şixul min xweş dihat û ez gelek tişt wêderê hîn bûm. Yazix ez tu car îdara neşirkirinêda nexebitîme. Lê vê kifşkirina minda, wedê minî zêde hebû, û min ew wede xerc dikir seva kitêbxaneya Beytelêda lêkolînkirina şexsî derbaz kim. Ew yek gelek alî min kir ruhanîda pêşda herim û baweriya min qewî bû. Ewê mecalê usa jî alî min kir, wekî heta ku min dikaribû, xwe xizmetiya Beytelêva bigirim. Cêrî sala 1949-da ji Beytelê çû û zewicî tevî Patrîsyayê, lê ewana nêzîkî Brûklînê dijîtin. Wedê destpêka xizmetiya mine Beytelêda, wana gelek alî min dikirin û dil didane min.

Wede şûnda çaxê ez hatime Beytelê, bira hê zêde gotarvanên Beytelê digeriyan, seva cûre-cûre civatada gotara bixûnin. Ew birên ku hatine bijartinê, gerekê nava salekêda biçûna wan civata, kîjan ku ji Brûklînê 322 kîlomêtir dûr bûn. Ew bira gerekê wan civatada gotar bixwendana û tevî civatê derketana xizmetiyê. Ez jî hatime bijartinê tevî wan bira, çi ku bona min qedirekî mezin bû. Wedê gotara xweye pêşiyê ez gelek berxwe diketim, çimkî hingê gotarek sihetek dikişand. Ez timê pê trênê diçûme wan civata. Carekê tê bîra min sala 1954, zivistanê roja Ledê, ez pê trênê çûme Niyû Yorkê. Ez gerekê îda êvarê vegeriyama Beytelê. Lê firtona berfê rabû û ji bo vê yekê trên hinek wext nedixebitî. Lema jî ez şebeqê weke siheta pênca hatime ciyê sekinandina trêna Niyû Yorkêda. Ji wêderê ez zû ketime mêtroyê ku diçû Brûklînê, û derbêra çûme xwaringehê. Ez hinekî dereng hatim û gelek westiyayî bûm, çimkî temamiya şevê ez ranezabûm. Lê ew bona min bargiranî nîbû, çimkî wê Şemiyê û Ledê min tevî gelek xûşk-bira xizmet kir û hevalên teze xwera dît.

Hazir dibin bona bernama radyoya WBBR

Destpêka xizmetiya mine Beytelêda, min usa jî her heftî ser radiyo stansya me, bi navê WBBR, hevkarî dikir bernama hînbûna Kitêba Pîrozda. Stûdiyên me hingê ser qetê duda bûn, avayê 124 Kolûmbya Haytsda. A. H. Makmîlan bira, kîjan ku gelek sal Beytelêda xizmet dikir, timê bernamên radiyoyêda alîkarî dida. Me bi hizkirinê jêra digot Mak bira. Ew bona me birên cahil, meseleke qewî bû, çimkî nava gelek tengasiyada Yehowara amin ma.

Me belgên rêklama WBBR bela dikir, seva hewasa meriva pêşda bînin

Sala 1958 kifşkirina min hate guhastinê. Ez cabdar bûm, wekî alî wan xûşk-bira bikim, yên ku teze Mekteba Gîled xilaz kiribûn, seva vîza bistînin û bigihîjine wan welata, kîderê hatine kifşkirinê. Hingê bîlêtên teyarê gelek biha bûn, lema tenê hinek dikaribûn pê teyarê herin. Heçî zef yên ku diçûne Afrîkayê û Asya Rohilatê, pê gemiyên barkêş diçûn. Hine sal derbaz bûn, û bayê bîlêtên teyarê erzan bûn, lema îda heçî zef mîsyonêr pê teyarê diçûn wan welata kîderê hatibûn kifşkirinê.

Pêşiya xilazkirina Mekteba Gîled, dîploma top dikim û cîwar dikim

RÊWÎTIYA SER CIVATÊN MEZIN

Sala 1960-da, min cabdarî stand, wekî rêysên pê teyarê ji Amerîkayê heta Ewropayê organîze kim, seva wan xûşk-bira yên ku gerekê sala 1961-da biçûna ser civatên hemdinyayê. Ez xwexa jî pê teyarê ji Niyû Yorkê çûm, ser civata mezin Hambûrgêda (Almanya). Min û sê birên ji Beytelê paşî civata mezin, erebe kirê hildan û Almanyayêra çûne Îtalyayê, seva teseliya fîlîala Romê bikin. Ji wêderê em Çiyayên Pîrenêyêra çûn Fransayê heta Îspanyayê, kîderê şixulê me qedexekirî bû. Me birên Barsêlonêra edebyet anîn, kîjan ça pêşkêş pêçayî bûn. Çiqas baş bû ku em rastî hev hatin û me hev nas kir! Paşî vê yekê em çûne Amstêrdamê û ji wêderê pê teyarê vegeriyane Niyû Yorkê.

Weke salekê, şixulê min Beytelêda ew bû, wekî alîkariyê bidime 583 xûşk-bira, seva herin civatên hemdinyayêye mexsûs. Navê vê civatê “Mizgîniya Heta-Hetayê” bû ku sala 1963-da derbaz dibû. Ew xûşk-bira gerekê nav temamiya dinyayê rêwîtî bikirana, seva herine civata mezin Ewropayê, Asyayê, û Okyanûsa Mezine Başûrê û paşê biçûna Honolûlû, Hawaî, û Pasadênayêda (Kalîfornya). Ewana usa jî Lubnanê û Ûrdunêda disekinîn, seva êkskûrsiya bikin û binihêrin erdên ku Kitêba Pîrozda tê gotinê. Îdara me ne ku tenê bîlêtên teyara û otêl organîze dikir, lê usa jî cabdar bû bona hemû vîza, ku lazim bûn çend welatada.

HEVALA MINE TEZE RÊWÎTIYÊDA

Sala 1963 usa jî bona min mexsûs bû, çimkî ez zewicîm tevî Lîla Rocêrsê, ku ji Mîsûrîyê bû, ya ku sê sal pêşda bibû endemê Beytelê. Dewata me 29 Hezîranê bû. Heftêk şûnda paşî dewata me, ez û Lîla jî çûn ser vê civata mezin, û me jî êkskûrsiya kir Yûnanistanêda, Lubnanêda û Misirêda. Em ji Bêrûtê pê teyarê çûne aêroporta Ûrdunêye gelek biçûk. Wêderê şixulê me qedexekirî bû, û mera gotin wekî wê vîzayê nedin Şedên Yehowa, û me nizanibû çaxê em bigihîjine wî cîyî, wê me berdin yan na. Lê em çiqas şa bûn û metal man çaxê em hatin û me dît ku aêroportêda elaletek pê plakateke mezin sekinî bû, ser kîjanî nivîsîbû “Ser Çevara Şedên Yehowa!”. Hin jî me şabûneke mezin stand, gava me dît ew erdên ku derheqa wan Kitêba Pîrozda tê gilîkirinê. Em çûn wan ciya, kîderê baveşîr dijîtin, û usa jî kîderê Îsa û şandiyên wî xizmet dikirin, û kîderê Mesîhiya destpêkiribûn heta serê dinyayê mizgîniyê bela kin (Kar. Şand. 13:47).

Îda 55 sal e ku Lîla hemû cûrên kifşkirina minda hevalxebatkara mine amin e. Em çend cara çûne Îspanyayê û Portûgalê, çaxê wêderê şixulê me qedexekirî bû. Me hevalên xwe dişidand, û wanra edebyet û tiştên mayîn dianîn, ku ewana hewce bûn. Me hela hê jî teseliya bira kir, yên ku kela Kadîsêda (Îspanya) bûn. Ez gelek eşq û şa bûm, ku min karibû wanra gotarê bixûnim, kîjan dilê wan germ kir û qewî kir.

Tevî Patrîsyayê û Cêrî Molohan rêva diçin ser civata mezin ya sala 1969 bi navê “Edilayî ser Erdê”

Ji sala 1963 min organîzekirina rêwîtiya civatên mezine hemdinyayêda alîkarî dida. Mesele, Afrîkayêda, Avstralyayêda, Amerîkaya Navîn û Başûrêda, Ewropayêda, Rojhilata Dûrda, Hawaîyêda, Zelanda Nû û Porto Rîkoda. Ew bona min qedirekî mezin bû. Lîla û ez, em tevayî gelek car çûne ser civatên mezin, û yek ji wan Warşovada, (Polonîstan) bû, sala 1989-da. Ser vê civata mezin gelek xûşk-bira ji Rûsyayê hatin, û ewana cara pêşin hatibûn ser civata mezin! Çend xûşk-bira rastî kîjana em hatin, Soviyêtêda bi sala bona baweriya xwe kelêda bûn.

Me usa jî nav temamiya dinyayêda teseliya fîlîala dikir, seva dil bidine endemên Beytelê û mîsyonêra û wana bişidîninin. Em xwexa jî şabûnê distînin gava vê yekê dikin. Me cara paşin teseliya fîlîala Korêya Başûrê kir, û em çûne şeherê Syûsonê, seva kelêda teseliya 50 bira bikin. Ew hemû bira şabûna xwe unda nakin û bi dil hîviya wî wedeyî ne, çaxê dîsa bi azayê Xwedêra xizmet kin. Em gelek şidiyan gava rastî wan hatin! (Rom. 1:11, 12).

PÊŞDAÇÛYÎNA TEŞKÎLETÊ ŞABÛNÊ TÎNE

Ez nava gelek salada divînim ku Yehowa ça cimeta xwe kerem dike, ku ew hê mezin û hê pêşda diçe. Ji sala 1943 çaxê ez hatime nixumandinê, heta roja îro, ji 100 000 meriva gihîştiye 8 000 000 zêdetir ku Yehowara xizmet dikin nav 240 welatada. Vê pêşdaçûyînêda, heçî zef mîsyonêra alîkarî dane, yên ku Mekteba Gîled xilaz kiribûn. Dilê min gelek şa dibe ku min tevî wan gelek mîsyonêra nava salada hevkarî dikir, û alî wan dikir wekî bigihîjine ciyên kifşkirina xwe.

Ez tu car poşman nabim, wekî cahiltiyêda min safî kir emirê xwe tesmîlî Yehowa kim û ku min xizmetiya Beytelê bijart. Yehowa nava wan salada gelek kerem ser minda barand. Xêncî vê yekê, bi deha sala min û Lîlayê xizmet kiriye civatên Brûklînêda, kîderê me hevalên nêzîk xwera dîtin.

Ez heta îro Beytelêda pê alîkariya Lîlayê xizmet dikim. Rast e ez îda 84 salî zêdetir im, lê heta îro dikarim şixul bikim û alîkariyê didime fîlîalê, ku ser nema caba xwe didim, û dişînim.

Tevî Lîlayê roja îroyîn

Ew usa baş e, wekî em nava teşkîleta Yehowada nin û zelal divînin firqiya orta xizmetkarên Yehowa û yên ku jêra xizmet nakin. Em îro hê rind fem dikin giliyên ji Malaxî 3:18, kîderê tê gotinê: “Hûnê firqiya orta merivê rast û merivê xirab bivînin, orta xizmetkarê Xwedê û yên ku jêra xizmet nakin”, DT. Her roj em pê çevê xwe divînin ku dinya Şeytan hê xirab dibe, û gelek meriv bêhêvî û bêbext in. Lê ewên ku Yehowa hiz dikin û jêra xizmet dikin, hela hê wan zemanên xirabda jî, bextewar in û hîviya axiriya baş in. Bona me rastî jî qedirekî gelek mezin e wekî mizgîniya Padşatiyê bela kin (Met. 24:14). Em hîviya vê rojê ne, ku zûtirekê wê bê, dêmek çaxê Padşatiya Xwedê wê qira vê dinya xirab bîne û dinya teze wê bê, kîderê ku hemû sozên wî bêne sêrî, dêmek usa jî sihet-qewata meriva wê baş be û bijîn heta-hetayê. Paşê hemû xizmetkarên Yehowayî amin, wê jîyîna xweye heta-hetayêra şa bin!