Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Rûtêrford bira ser civata mezin Sîdar Poîntêda gotarê dixûne (sala 1919)

1919: Sed Sal Pêşda

1919: Sed Sal Pêşda

SALA 1919 Şerê Mezin (paşê hate navkirinê Şerê Hemdinyayê ya I) îda xilaz bibû, kîjan ku çar sala zêdetir kişand. Xilaziya sala 1918, welatên ku şer dikirin, şer dane sekinandinê, û 18 Çileyê sala 1919, “Konfêrênsiya Edilayêye Parîsê” (Paris Peace Conference) derbaz bû. Pêşdaçûyîneke vê konfêrênsiyê “Peymana Vêrsalî” bû, kîjan ku 28 Hezîranê, sala 1919-da hate qolkirinê. Ewê peymanê bi ofîsyalî şerê orta welatên yekbûyî û Almanyayê da sekinandinê.

Ewê peymanê usa jî teşkîleta teze saz kir, bi navê Lîga Mileta. Nêta vê teşkîletê ew bû, ku nava welatên dinyayêda tifaqî, edilayî û bêxofî be. Gelek Mesîhiyên vê dinyayê piştgiriya Lîga Mileta dikirin. “Koma Fêdêralî ya Dêrên Mesîh Amerîkayêda”, got ew teşkîleta polîtîkî heye “eyankirina Padşatiya Xwedê ser erdê”. Ewê komê piştgiriya hindava Lîga Mileta pê vê yekê da kifşê, ku merî şandin ser vê “Konfêrênsya Edilayêye Parîsê”. Yek ji wan meriva ku hate şandinê, got wekî ew konfêrênsya, “nava terîxiya dinyayêda destpêbûna dewraneke teze bû”.

Dewrana teze rastî destpêbû, lê ne ku bi saya wan meriva, yên ku ew konfêrênsya derbaz kirin. Sala 1919-da dewrana teze destpêbû şixulê belakirina mizgîniyêda, çaxê Yehowa qewat da cimeta xwe, wekî hê zêde xizmet kin, ne ku çawa berê. Lê pêşiya vê yekê, Lêkolînkarên Kitêba Pîroz gerekê guhastineke mezin bikirana.

SAFÎKIRINA FERZ

Cozêf Rûtêrford

Sala 1919-da, 4 Çileyê bijartina hersalî ya dîrêktorên Civaka Birca Qerewiliyê derbaz bû. Wî wedeyî Cozêf Rûtêrford, kîjanî ku hingê rêberiya cimeta Yehowa dikir, tevî heft bira bi neheqî kiribûn kela Atlantayê (Amerîka). Pirs vê yekêda bû: Gelo ew birên ku rêberên teşkîletê bûn, û ketine kelê, gerekê tezeda bêne bijartinê, yan gerekê dewsa wan kesên din bijbêrin?

Êvandêr Koward

Rûtêrford bira otaxa xweye kelêda bona axiriya teşkîletê berxwe diket. Ewî zanibû, wekî hine bira difikirîn, ku hê baş e kesekî din bibe prêzîdêntê teşkîletê. Lema jî ewî neme nivîsî wan birara, yên ku ser vê civînê top bibûn, ku wê baş be ewana Êvandêr Koward bira ça prêzîdênt bijbêrin. Rûtêrford derheqa Koward bira nivîsî, wekî ew merivekî “rihet”, “serwaxt”, û “Xudanra amin e”. Lê gelek bira dixwestin, ku bijartinê ser şeş meha paş xin. Û koma advokata jî yên ku birên kelêda diparistin, ser vê yekê qayîl bûn. Wedê vê şêwirkirinê ku çi safî kin, hine bira bîna xwe teng kirin.

Rîçard Barbêr

Rîçard Barbêr gilî kir, wekî paşê tiştekî usa qewimî, ku birakî ça bêjî av ser agirda kir. Ser vê civînê, ew bira rabû û got: “Ez qanûnzan nînim, lê hergê niha xeberdan diçe derheqa qanûnê, ez qanûna aminiyê zanim. Xwedê aminiyê dewa dike. Ya lape baş, ku em ça dikarin hindava Xwedê aminiyê bidine kifşê, ew e ku dîsa Rûtêrford bira bijbêrin ça prêzîdênt” (Zeb. 18:25).

Alêksandr Makmîlan

Makmîlan bira, yê ku tevî Rûtêrford bira kelêda bû, paşê gilî kir ku roja duda Rûtêrford dîwarê otaxa wîye kelê xist û got: “Destê xwe derxe”. Rûtêrford têlêgram da destê wî. Makmîlan dît nivîsara kin û derbêra fem kir, ku çi têda dihate gotinê. Wêderê nivîsar bû, wekî hemû dîrêktor tezeda hatine bijartinê. Ew dihate hesabê wekî Rûtêrford û Wîlîam Van Ambûrg dîsa cabdar bûn bona teşkîletê. Û Rûtêrford bira dîsa ma ça prêzîdêntê teşkîletê.

AZABÛN!

Wî wedeyî çaxê heyşt bira kelêda bûn, Lêkolînkarên Kitêba Pîroz qolê meriva top dikirin, seva ji dewletê hîvî kin, ku ewan bira ji kelê derxin. Ew xûşk-bira 700 000 zêdetir qol top kirin. Çarşemê, 26 Gulanê, sala 1919, pêşiya ku ew xwestin bişandana dewletêra, Rûtêrford bira û birên mayîne cabdar, ji kelê hatine azakirinê.

Çaxê Rûtêrford vegeriya mal, ewî wanra yên ku mala wîda hîviya wî bûn, got: “Ez bawer im, wekî ew çi ku tevî me hemûşka qewimî, me hazir dike bona wedê diha çetin . . . Şerê we ne tenê bona vê yekê bû, ku birên xwe ji kelê derxin, lê nêta weye sereke ew bû, ku Yehowa rûmet kin. Ewên ku ew yek kirin, keremên mezin standin”.

Çi ku wedê dîwana wan bira diqewimî, dida kifşê wekî Yehowa rêberî şixulê wan dikir. 14 Gulanê, sala 1919, dîwanê elam kir: “Safîkirina dîwanê derheqa wan meriva, tê betalkirinê, çimkî şixulê wan rast nehatibû lêkolînkirinê, çawa ku wanra diket”. Ew bira tiştên usada hatibûn neheqkirinê, ku hergê jî dîwanê bibaxşanda wan, yan jî gunê wan kêm kira, ew sûca giran wê ser navê wan bima. Lê xêncî ku dîwanê elam kir, wekî neheqiya wan tune, ewana usa jî tu tiştên mayînda nehatine neheqkirinê. Lema jî Rûtêrford dîsa jî hakim ma, û ewî dikaribû ber Dîwana Here Mezine Amerîkayê, cimeta Yehowa biparêze, û paşî azabûna xwe ewî gelek car vê yekê dikir.

HAZIR IN BI XÎRET XIZMET KIN

Makmîlan bira gilî kir: “Em bêşixul nîbûn û me destê xwe tevwar nekir rûneniştin, ku hîviyê bûna heta Xwedê me bive ezmana. Me fem dikir ku gerekê em tiştekî bikin, seva têderxin ku qirara Xwedê bi rastî çi ye”.

Lê birên ji ofîsa sereke nikaribûn şixulê xwe berdewam kirana, kîjan ku bi gelek sala dikirin. Çira? Çimkî çaxê ewana kelêda bûn, merivên miqabil hacetên bona neşirkirina edebyeta, kuta kirin. Ew yek çetinayîke mezin bû, lema jî hine bira difikirîn, gelo dibe şixulê belakirina mizgîniyê îda xilaz bû.

Gelo dîsa kesek hebû, ku guh bida mizgîniya Padşatiyê, kîjan ku Lêkolînkarên Kitêba Pîroz bela dikirin? Seva caba vê pirsê bistînin, Rûtêrford bira safî kir, wekî gotarê bixûne. Ser vê gotarê hemû meriv dihatine teglîfkirinê. Makmîlan bira got: “Hergê tu kes neyê ser wê civînê, emê bizanibin ku şixulê belakirina mizgîniyê xilaz bûye”.

Rojneme ku elam dike gotara Rûtêrford bira, bi navê “Hêvî bona Însaneta ku Diçerçire” Los Ancêlêsêda (Kalîfornya, sala 1919)

Roja Ledê, 4 Gulanê, sala 1919, rast e Rûtêrford bira giran nexweş bû, lê ewî ev gotar xwend. Navê gotarê usa bû, “Hêvî bona Însaneta ku Diçerçire”, û ew civîn Los Ancêlêsêda (Kalîfornya) derbaz bû. Weke 3 500 meriv hatin, û bi seda meriv paşda vegeriyan, çimkî cî tune bû. Roja din, 1 500 merî hatin. Bira caba pirsa xwe standin, dêmek hebûn meriv ku dixwestin guh bidine mizgîniyê!

Paşî vê yekê çi ku bira kirin, hukum bû ser şixulê belakirina mizgîniyê, ku ça Şedên Yehowa heta îro dikin.

HAZIRBÛN BONA PÊŞDAÇÛYÎNA AXIRIYÊ

“Birca Qerewiliyêda” ya 1 Tebaxê, sala 1919, hate elamkirinê, wekî destpêka Îlonê civata mezin wê Sîdar Poîntêda (Ohayo) bê derbazkirinê. Ji Mîsûrî Lêkolînkarekî Kitêba Pîroz Klarênts Bêtî, gilî kir: “Gişka fem dikir, wekî gerekê ese herin ser vê civata mezin”. Ser vê civata mezin 6 000 zêdetir xûşk-bira hatibûn, ne ku çiqas ewana hîviyê bûn. Xêncî vê yekê, tiştekî mexsûs ser vê civatê usa jî ew bû, ku 200 meriva zêdetir Gola Eriyêda hatine nixumandinê.

Rûyê jûrnala “Qirna Zêrîn” ya pêşin, ku 1 Cotmehê, sala 1919 hate derxistinê

Roja pênca ya vê civata mezin, 5 Îlonê sala 1919, Rûtêrford bira gotara xweda navê kîjanî bû “Elametî Hevalxebatkarara”, derheqa jûrnala teze “Qirna Zêrîn”, * elam kir. Nêta vê jûrnalê ew bû, ku “derheqa qewimandinên ferz yên paşwextiyê elam ke, û ser hîmê Kitêba Pîroz şiroveke, ku çira ew tişt diqewimîn”.

Hemû Lêkolînkarên Kitêba Pîroz, îda hazir bûn wekî bi mêrxasî ew edebyeta teze bela kin. Nemêda, kîderê dihate şirovekirinê ku ew şixul gerekê ça organîze be, nivîsar bû: “Bira her kesê nixumandî bîra neke, wekî Xwedêra xizmet kin ew qedirekî mezin e, û hema îro ewê mecalê bidine xebatê, ku şedetiya mezin bidine dinyayê”. Geleka ev teglîfkirin qebûl kirin! Meha Kanûna Pêşin bi saya xizmetiya mizgînvanên xîret, 50 000 meriva zêdetir xwestin evê jûrnalê her meh bistînin.

Brûklînêda bira ber erebê sekinîne, kîjan ku pê jûrnala “Qirna Zêrîn” barkirî ye

Xilaziya sala 1919, cimeta Yehowa tezeda organîze bûn û xîreta wan hê zêde bû. Xêncî vê yekê, çend pêxembertiyên derheqa rojên axiriyê hatine sêrî. Cêribandin û paqijkirina cimeta Xwedê, ku Malaxî 3:1-4-da hatiye pêxembertîkirinê, hate sêrî, usa jî cimeta Yehowa bi sîmbolîk ji dîltiya “Babîlona Mezin” aza bûn, û Îsa “xulamê amin û serwaxt” * kifş kir (Eyan. 18:2, 4; Met. 24:45). Lêkolînkarên Kitêba Pîroz îda hazir bûn destpêkin wî şixulî, ku Yehowa dixwest ewana bikin.

^ abz. 22 Sala 1937-da navê jûrnala “Qirna Zêrîn” danîn “Berdilî”, û paşê sala 1946-da ew nav kirin “Hişyar Bin!”.