Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 41

Wedê Tengasiya Mezin Amin Bimînin

Wedê Tengasiya Mezin Amin Bimînin

“Xudan hiz kin, hemû aminêd Wî, Xudan şîrhelala xwey dike” (ZEB. 31:23).

KILAMA 129 Heta Xilaziyê Teyax kin

VÊ GOTARÊDA *

1-2. a) Serwêrên dinyayê zûtirekê wê derheqa çi elam kin? b) Cabên kîjan pirsa em gerekê pêbihesin?

BIDINE ber çevê xwe, wekî serwêrên dinyayê elam kirine ku “dinê seqirî û bêxofî ye”, çawa hatiye pêxembertîkirinê. Ewana payê xwe didin ku dinyayêda tu car edilayîke usa tune bûye. Serwêrên dinyayê wê bixwazin ku em bifikirin, wekî ewana dikarin hemû problêmên însanetê safî kin. Lê bi rastî ewana nikarin bidine sekinandinê wê yekê, çi ku paşê wê biqewime. Çira? Li gora pêxembertiya Kitêba Pîroz, “xezebê nişkêva ser wanda bê, . . . û wê nikaribin jê xilaz bin” (1 Têsln. 5:3).

2 Hene pirsên ferz, caba kîjana em gerekê pêbihesin. Çi wê biqewime wedê tengasiya mezin? Yehowa dixwaze em hingê çi bikin? Û ça em îro dikarin xwe hazir kin, seva wedê tengasiya mezin amin bimînin? (Met. 24:21).

ÇI WÊ BIQEWIME WEDÊ “TENGASÎKE . . . MEZIN”?

3. Li gora Eyantî 17:5, 15-18, Xwedê wê ça “Babîlona Mezin” kuta ke?

3 Bixûne Eyantî 17:5, 15-18. “Babîlona Mezin” wê bê kutakirinê. Çawa me jorê got, serwêrên dinyayê wê nikaribin ewê yekê bidine sekinandinê. Çira? Çimkî Xwedê wê evê yekê bike “dilê wan, ku xwestina wî bikin”. Lê xwestina wî çi ye? Qira hemû rêlîgiya qelp bîne, dêmek usa jî Mesîhiyên wê dinyayê. Xwedê wê xwestina xwe bike dilê “dehe stirû” yên “cenewirekî sorê gevez”. Dehe stirû bi sîmbolîk tê hesabê hemû serwêrtî, kîjan ku piştgiriya “cenewir” dikin, dêmek teşkîleta Miletên Yekbûyî (Eyan. 17:3, 11-13; 18:8). Çaxê ew serwêr pey rêlîgiya qelp kevin, ev nîşana vê yekê be, ku tengasiya mezin destpêbûye. Ew wê qewimandineke xof û tirs be, çimkî dinyayêda wê ser hemûya hukum be.

4. a) Serwêrên dinyayê dibeke kîjan meniya bêjin, ku miqabilî rêlîgiya qelp dertên? b) Merivên ku wan rêlîgiyada bûn, dibeke wê çi bikin?

4 Em nizanin ku serwêrên dinyayê wê çi meniya bêjin, ku ewana çira miqabilî Babîlona Mezin derdikevin. Dibeke ewana wê bêjin ku ji bo rêlîgiyên dinyayê edilayî tune û ku ewana her gav dikevine nava şixulê polîtîkayê. Yan jî ewana dibeke bêjin, ku ew teşkîletên rêlîgî gelek dewletî bûne û hebûka mezin xwera qazanc kirine (Eyan. 18:3, 7). Ça tê kifşê, kutakirina rêlîgiya qelp nayê hesabê, ku wê hemû endemên wê, bêne qirkirinê. Lê tê kifşê, wekî ew serwêrên dinyayê wê teşkîletên rêlîgî kuta kin. Gava hemû teşkîlet îda tune bin, endemên wan rêlîgiya wê fem kin, ku serwêrên rêlîgiyên wan, sozên xwe neanîne sêrî, û ewana dibeke bêjin ku îda tu tiştîda tevî wan rêlîgiya nabin.

5. Yehowa çi soz daye derheqa tengasiya mezin, û çira?

5 Kitêba Pîroz eyan nake ku kutakirina Babîlona Mezin wê çiqas wext bikişîne, lê em zanin ku ew wede wê kin bikişîne (Eyan. 18:10, 21). Yehowa soz dide, ku wê rojên tengasiya mezin “kin” ke, seva “bijartiyêd” wî û hebandina rast, bêne xweykirinê (Marq. 13:19, 20). Lê Yehowa çi ji me çi dewa dike wekî em bikin, wedê destpêka tengasiya mezin heta şerê Harmegedonê?

BERDEWAM KIN YEHOWARA XIZMET KIN

6. Xêncî ku ji rêlîgiya qelp biqetin, em gerekê dîsa çi bikin?

6 Çawa me gotara pêşiya wêda dît, Yehowa hîviyê ye ku xizmetkarên wî ji Babîlona Mezin dûr bin. Lê ew nayê hesabê ku tenê ji rêlîgiya qelp biqetin. Em gerekê qayîm xwe li rêlîgiya rast bigirin û Yehowara xizmet kin. Were em du tişta şêwir kin, ku ça wê yekê bikin.

Were em tu car civînên xwe nehêlin, hela hê wedê tengasiya jî (Binihêre abzasa 7) *

7. a) Ça em dikarin berdewam kin xwe prînsîpên Yehowaye derheqa namûsiyê bigirin? b) Çira Îbranî 10:24, 25-da tê gotinê, ku em gerekê civatên xwe bernedin, îlahî niha?

7 Ya pêşin, em gerekê qewî xwe prînsîpên Yehowaye derheqa namûsiyê, bigirin. Em tu car gerekê nihêrandin û prînsîpên wê dinyayê qebûl nekin. Mesele, em her cûre bênamûsiyê qebûl nakin, dikeve nava vê yekê usa jî zewaca du jina yan jî du mêra, û rabûn-rûniştina homosêksûalîye mayîn (Met. 19:4, 5; Rom. 1:26, 27). Ya duda, em gerekê berdewam kin tevî xûşk-bira top bin. Em wê yekê hemû ciya dikin, kîderê tê standin, firqî tune oda civatada yan çaxê lazim e malada, û hela hê dizîkava jî. Çi jî biqewime, emê tu car civatên xwe nehêlin. Bi rastî em gerekê hê zêde tevayî top bin, “çimkî em dibînin ku roja axretê nêzîk dibe”. (Bixûne Îbranî 10:24, 25.)

8. Axiriyêda elametiya me dibeke ça bê guhastinê?

8 Wedê tengasiya mezin, mizgîniya ku em îro bela dikin, dibeke wê bê guhastinê. Niha em mizgîniya derheqa Padşatiyê bela dikin û em çiqas dikarin, meriva dikine şagirt. Lê wî çaxî em dibeke îda elametiya usa bela kin, ku mîna teyrokên gir be (Eyan. 16:21). Diqewime emê elam kin, ku dinya Şeytan wê zûtirekê kuta be. Wededa emê pêbihesin, ku elametiya me wê çi be û çawa em gerekê evê elametiyê bela kin. Gelo emê dîsa wan mêtoda bidine xebatê, kîjana ku sed sal zêdetir xizmetiyêda didine xebatê? Yan jî dibe ku emê hinek ji wan mêtoda bidine xebatê? Em gerekê hîviyê bin û bivînin. Çi jî hebe, yeke emê bi mêrxasî derheqa dîwana Yehowa elam kin (Hezql. 2:3-5).

9. Elametiya me ça dibeke hukum ke ser mileta, lê em çida dikarin dudilî nebin?

9 Dibeke ew elametî ku emê hingê bela kin, wê hêrsa mileta bîne û ewana wê bixwazin me heta-hetayê bidine kerkirinê. Lê çawa ku îro xizmetiyêda em îtbariya xwe Yehowa tînin, hingê jî em gerekê îtbariya xwe wî bînin. Em dikarin dudilî nebin, wekî Xwedayê me wê qewatê bide me, seva qirara wî bînin sêrî (Mîx. 3:8).

HAZIR BIN BONA PEYKETINA SER CIMETA XWEDÊ

10. Çawa ku Lûqa 21:25-28-da hatiye pêxembertîkirinê, tiştên ku wedê tengasiya giranda biqewimin, ça wê ser meriva hukum bin?

10 Bixûne Lûqa 21:25-28. Wedê tengasiya mezin, meriv wê tevhev bin, gava bivînin ku ça ew hemû tişt hildişê, çi ku wana tirê wê her gav hebe. Ewana wê biçerçirin û berxwe kevin, çimkî nava terîxiya însanetêda ew wê wedekî lapî giran be (Sêfn. 1:14, 15). Hingê, dibeke emir wê hê çetin be, hela hê bona cimeta Xwedê jî. Em ne para vê dinyayê ne, lema jî diqewime emê tengasiya bivînin. Dibeke hine tişt ku em hewce bin, bal me tune bin.

11. a) Çira Şedên Yehowa wê bikevine çeva? b) Çira em gerekê tengasiya mezin netirsin?

11 Zû yan dereng, merivên ku rêlîgiya wan kuta be, dibeke hêrs kevin, wekî çira rêlîgiya Şedên Yehowa nehatiye kutakirinê. Em dikarin bidine ber çevê xwe, ku ewana wê ça hêrsa xwe nîşan kin, mesele diqewime întêrnêtêda tiştên xirab derheqa me bela kin. Ew milet û serwêrê wan Şeytan, wê me nefret kin, çimkî tenê rêlîgiya me wê bimîne. Ewana wê negihîjine vê nêta xwe, ku ser erdê qira hemû rêlîgiya bînin. Lema jî emê bikevine çeva. Û hingê miletên ser erdê, wê bibine Gog ji Magogê. * Ewana wê bibine yek û pê hemû qewata xwe wê miqabilî cimeta Yehowa derên (Hezql. 38:2, 14-16). Dibeke em berxwe dikevin ku çi wê biqewime wedê tengasiya mezin, îlahî çimkî em hûr bi hûr her tiştî nizanin. Lê tiştekî em sed selefî zanin: Em gerekê tengasiya mezin netirsin, çimkî Yehowa wê rêberiya bide me, ku gelek ferz in bona emirê me (Zeb. 34:19). Emê hingê “rabin serê xwe bilind kin”, çimkî emê bizanibin ku “azabûna” me “îdî nêzîk e”. *

12. Çawa “xulamê amin û serwaxt” me bona qewimandinên axiriyê hazir dike?

12 “Xulamê amin û serwaxt” me hazir dike, wekî wedê tengasiya mezin em Xwedêra amin bimînin (Met. 24:45). Ew bi cûre-cûre tişta alî me dike, were tenê meselekê şêwir kin: xulamê amin û serwaxt bi saya civatên mezine sêrojî, ku salên 2016-2018-da derbaz bûn, wededa alî me kir. Bi saya wan civatên mezin, em hêlan bûn, wekî nav xweda wan hunura qewî kin, kîjan ku mera lazim in, çimkî roja Yehowa îda gelek nêzîk e. Were em kin wan hunura şêwir kin.

BERDEWAM KIN AMINÎ, SEBIR Û MÊRXASIYA XWE QEWÎ KIN

Îda nihada hazir bin seva wedê tengasiya mezin xilaz bin (Binihêre abzasa 13-16) *

13. Em ça dikarin aminiya xwe hindava Yehowa qewî kin, û çira em gerekê nihada vê yekê bikin?

13 Aminî: Têma civata mezine sêrojî ya sala 2016, usa bû: “Yehowara Amin Bimîne!”. Ewê bernamê em hîn kirin, wekî hergê heleqetiya me tevî Yehowa nêzîk û qewî be, emê jêra amin bimînin. Wêderê dihate gotinê, wekî em dikarin nêzîkî Yehowa bin, hergê timê bi dil û can jêra dua bikin, û Xebera wî kûr lêkolîn bikin. Ew tişt qewatê didine me, wekî wedê tengasiyên giranda jî qewî bimînin. Axiriya dinya Şeytan gelek nêzîk e, û em hîviyê ne ku aminiya me hindava Xwedê û Padşatiya wî, wê hê zêde bê cêribandinê. Dîsa jî dibeke wê qerfa me bikin û me bikenin (2 Pet. 3:3, 4). Ew îlahî hingê dikare biqewime çaxê em tevnebûyînê xwey dikin. Em gerekê îda nihada aminiya xwe qewî kin, seva ku wedê tengasiya mezin amin bimînin.

14. a) Çi wê biqewime tevî birên ser erdê ku rêberiyê didine me? b) Çira wî wedeyî ferz e ku em amin bin?

14 Wedê tengasiya mezin, guhastin wê hebin derheqa birên ku ser erdê rêberiyê didine me. Wedekî hemû Mesîhiyên bijartî yên ku hê ser erdê ne, wê ser ezmana bêne civandinê seva şerê Harmegedonêda şer bikin (Met. 24:31; Eyan. 2:26, 27). Ew tê hesabê ku Koma Rêberiyê îda wê tevî me ser erdê nîbe. Lê yeke elaleta mezin wê dîsa jî organîze be. Birên cêribandî wê rêberiya bidine me. Emê hingê aminiya xwe Yehowara nîşan kin bi vê yekê, ku piştgiriya wan bira bikin û pey rêberiya wan herin, ya ku ewana wê ji Xwedê bistînin. Xilazbûna me vê yekêva wê girêdayî be!

15. Em ça dikarin sebira xwe qewî kin û çira ew yek gelek ferz e?

15 Sebir: Navê civata mezine sêrojî ya sala 2017 usa bû: “Qewî bin û Sebir kin!” Bernama vê civata mezin alî me kir, wekî wedê tengasiya, sebir kin û qewî bimînin. Em pêhesiyan wekî sebira me derecên başva girêdayî nîne. Lê sebira xwe em dikarin hingê qewî kin, gava îtbariya xwe Yehowa tînin (Rom. 12:12). Were em tu car ew sozê Îsa bîr nekin: “Kî ku heta xilaziyê teyax ke, ewê xilaz be” (Met. 24:13). Ew soz tê hesabê, wekî em gerekê wedê her çetinaya amin bimînin. Hergê em wedê tengasiyên îro, sebir kin û qewî bimînin, emê pêşiya destpêbûna tengasiya mezin hê qewî bin.

16. Mêrxasiya me çiva girêdayî ye, û ça em îro dikarin ewî hunurî qewî kin?

16 Mêrxasî: Navê civata mezine sêrojî ya sala 2018 usa bû: “Mêrxas bin!” Ewê bernamê anî bîra me, wekî mêrxasiya me feresetên meva girêdayî nîne. Çawa seva sebir kin bawerî hindava Yehowa lazim e, usa jî seva mêrxas bin, em gerekê îtbariya xwe Yehowa bînin. Lê ça em dikarin hîn bin hê zêde îtbariya xwe Yehowa bînin? Em gerekê her roj Xebera wî bixûnin û bifikirin ku ça Yehowa wedê berê cimeta xwe xilaz dikir (Zeb. 68:20; 2 Pet. 2:9). Çaxê miletên dinyayê wedê tengasiya mezin miqabilî me derên, em gerekê mêrxas bin û îlahî hingê bi temamî baweriya xwe Yehowa bînin (Zeb. 112:7, 8; Îbrn. 13:6). Hergê em niha îtbariya xwe Yehowa tînin, emê wedê peyketina Gog mêrxas bin. *

BI ŞABÛNÊ HÎVIYA XILAZBÛNA XWE BIN

Îsa û ordiya wîye ezmana zûtirekê wê şerê Harmegedonê destpêkin, seva qira dijminên Xwedê bînin! (Binihêre abzasa 17)

17. Çira em gerekê Harmegedonê netirsin? (Binihêre şiklê rûyê jûrnalê.)

17 Çawa em gotara pêşiya vêda pêhesiyan, heçî zef ji me temamiya emirê xwe wedê rojên axiriyê dijîn. Lê hêviya me heye ku wedê tengasiya mezin xilaz bin. Şerê Harmegedon wê bibe xilaziya vê dinyayê. Lê yeke em gerekê netirsin. Çira? Çimkî ew yek wê şerê Xwedê be (Metlk. 1:33; Hezql. 38:18-20; Zeker. 14:3). Çaxê Yehowa fermanê bide, Îsa Mesîh wê rêberiya ordiya Xwedê bike seva derên şer. Ew wê tevî Mesîhiyên bijartî û mîryada meleka derê şer. Tevayî ewana wê miqabilî Şeytan, cinên wî û ordiyên erdê, şer bikin (Dan. 12:1; Eyan. 6:2; 17:14).

18. a) Yehowa çi soz dide? b) Çawa Eyantî 7:9, 13-17 baweriya we derheqa axiriyê qewî dike?

18 Yehowa soz dide me: “Qet çekên ku li dijî [miqabilî] te hatine çêkirin, wê ji tu karîra nebe” (Îşa. 54:17). “Elaleteke . . . mezin”, dêmek xizmetkarên Yehowayî amin, wê wedê tengasiya mezin xilaz bin! Paşî vê yekê, ewana wê berdewam kin jêra xizmet kin. (Bixûne Eyantî 7:9, 13-17.) Kitêba Pîroz baweriya me derheqa axiriyê qewî dike! Em zanin wekî “Xudan şîrhelala xwey dike”, dêmek yên amin (Zeb. 31:23). Hemûyên ku Yehowa hiz dikin û pesina didine wî, wê bivînin û şa bin ku ça navê wî bê pîrozkirinê (Hezql. 38:23).

19. Kîjan hêviya xweş pêşiya me ye?

19 Bifikirin ku hergê rêzên ji 2 Tîmotêyo 3:2-5 biguhêzin, û rêz kin ku meriv dinya tezeda bêy hukumê Şeytan wê çi cûreyî bin (Binihêrin çargoşe “ Meriv Hingê Wê Çi Cûreyî bin”). Corc Gangas bira, yê ku berê endemê Koma Rêberiyê bû, jîyîna dinya tezeda usa dida ber çevê xwe: “Ew dinya wê çiqas xweş be, gava hemûşk Yehowara xizmet kin! Zûtirekê wê qedirekî weyî usa hebe, ku hûnê dinya tezeda bijîn. Hûnê haqas bijîn çiqas Yehowa dijî. Emê heta-hetayê bijîn”. Rastî jî hêvîke çiqas xweş pêşiya me ye!

KILAMA 122 Qewî Bisekinin!

^ abz. 5 Em zanin wekî zûtirekê “tengasîke . . . mezin” wê bê ser însanetê. Lê hingê wê çi biqewime tevî xizmetkarên Yehowa? Yehowa dixwaze em hingê çi bikin? Kîjan hunur mera lazim in, wekî îroda xwe qewî kin, seva wedê tengasiya mezin amin bimînin? Emê vê gotarêda wan pirsa şêwir kin.

^ abz. 11 GOTIN KU HATE ŞIROVEKIRINÊ: Têrmîn Gog ji Magogê (kin tê gotinê Gog), bi sîmbolîk tê hesabê koalîsya dewleta, kîjan ku wê wedê tengasiya mezin, miqabilî xizmetkarên Yehowa derkeve.

^ abz. 11 Bona hê zêde înformasiya derheqa qewimandinên pêşiya Harmegedonê, binihêrin kitêba “Padşatiya Xwedê Serwêrtiyê Dike!”, serê 21. Lê derheqa peyketina Gog ji Magogê û ku çawa Yehowa wê wedê Harmegedonê cimeta xwe xilaz ke, binihêrin kitêba “Hebandina Temiz Yehowara: Şikir Hate Vegerandin” (Pure Worship of Jehovah—Restored At Last), serê 17 û 18, û usa jî “Birca Qerewiliyêda” ya 1 Tîrmehê, sala 2015, rûp. 16-21.

^ abz. 16 Navê civata mezine sêrojî ya sala 2019, usa ne “Hizkirin Tu Car Kuta Nabe”! Ew bername vê yekêda me dişidîne, ku em dikarin hizkirina Yehowada heta-hetayê xweykirî bin (1 Korn. 13:8).

^ abz. 63 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Wedê tengasiya mezin, komeke biçûk ku Şedên Yehowa ne, bi mêrxasî mêşeda civatê derbaz dikin.

^ abz. 65 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Elaleteke mezin ku ji xizmetkarên Yehowayî amin in, wê sax û bextewar ji tengasiya mezin derên!