Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 43

Bi Temamiya Dilê Xwe Yehowara Amin Bimînin

Bi Temamiya Dilê Xwe Yehowara Amin Bimînin

“Serê xwe li ber Xudan Xwedêyê xwe dayne û tenê wî bihebîne” (MET. 4:10).

KILAMA 51 Me Xwe Tesmîlî Xwedê Kiriye!

VÊ GOTARÊDA *

1. Çira Yehowa hêja ye ku tenê wî bihebînin?

YEHOWA hêja ye ku tenê wî bihebînin û jêra amin bin, çimkî ew e Efirandar û Jîyîndarê me (Eyan. 4:11). Lê ew yek hêsa nîne. Rast e em Yehowa hiz dikin û wî hurmet dikin, lê dibeke bona me tiştên mayîn diha ferz bin, û ew yek rê me bigire ku tenê Yehowa bihebînin. Em gerekê bizanibin, ku ça dikare usa biqewime. Pêşiyê were em şêwir kin çend tişta, ku çi tê hesabê tenê Yehowa bihebînin.

2. Li gora Metta 4:10, hergê em bi temamiya dilê xwe Yehowara amin in û tenê wî dihebînin, emê çi bikin?

2 Kitêba Pîrozda çaxê tê gotinê derheqa aminiya hindava Xwedê, ew tê hesabê hizkirina qayîm hindava wî. Hergê em tenê Yehowara amin bin, emê tenê wî bihebînin. Emê nehêlin, kesek yan jî tiştek dilê meda ciyê wî bigire. (Bixûne Metta 4:10.)

3. Çira em çevgirtî Yehowa hiz nakin?

3 Lê em çevgirtî Yehowa hiz nakin. Çira? Çimkî ew hizkirin ser hîmê wan tişta ye, çi ku em derheqa wî pêhesiyane. Hunurên wîyî baş me gelek xweş tên. Em zanin ew çi hiz dike û çi hiz nake, û em jî pey riya wî diçin ku mîna wî bin. Em fem dikin qirara wî hindava meriva û piştgiriya qirara wî dikin. Bona me qedir e, wekî ew mecalê dide me ku em bibin dostên wî (Zeb. 25:14). Her tişt çi ku em derheqa Efirandarê xwe pêdihesin, me hê nêzîkî wî dike (Aqûb 4:8).

4. a) Çira Şeytan dixwaze hizkirina me hindava Yehowa bi temamî nîbe? b) Emê vê gotarêda derheqa çi şêwir kin?

4 Ew dinya bin destê Mîrê-cinada ne, û ew dixwaze wekî tiştên ku me xweş tên, emirê meda ciyê ferz bigirin, û em pey xwestinên xweyî nerast kevin (Efes. 2:1-3; 1 Yûhn. 5:19). Nêta wî ew e ku hizkirina me hindava Yehowa bi temamî nîbe, û em tiştên din jî hiz bikin. Were em du tişta şêwir kin, kîjan ku Şeytan dide xebatê seva bigihîje vê nêta xwe. Ya pêşiyê, ew dixwaze em pey hebûkê û pera kevin, ya duda, ew dixwaze, wekî em wedederbazkirina nerast bijbêrin.

XWE JI PEREHIZIYÊ XWEY KIN

5. Çira em gerekê fesal bin, wekî nebine perehiz?

5 Em gişk dixwazin, wekî xwarin, kincên layîq û mala me hebe. Lê em gerekê fesal bin, ku nebine perehiz. Gelekên vê dinya Şeytanda “perehiz” in û wan tişta hiz dikin, ku pê pera têne kirînê (2 Tîmt. 3:2). Îsa zanibû, wekî vê yekêda şagirtên wî wê bêne cêribandinê. Lema jî ewî got: “Tu kes nikare du axara xulamtiyê bike, çimkî yan wê hîlê wî ji yekî here û yê dinê hiz bike, yan jî wê qedirê yekî bigire û yê dinê bêhurmet ke. Hûn nikarin hin Xwedêra, hin jî hebûkêra xulamtiyê bikin” (Met. 6:24). Merivê ku Yehowa dihebîne, û usa jî gelek wede û qewat xerc dike seva dewletî be, bi rastî dixwaze du axara xulamtiyê bike. Hizkirina wî hindava Yehowa wê bi temamî nîbe.

Hine merivên Lawidîkyayê çevê xweda usa bûn . . . Lê çevê Yehowa û Îsada ewana aha bûn (Binihêre abzasa 6)

6. Em ji giliyên Îsa ku ewî civata Lawdikyara got, çi ders hîn dibin?

6 Nêzîkî xilaziya qirna yekê, civata şeherê Lawdikyayê xwe qure dikir: “Ez dewletî me, wê yekêda gelek pêşda çûme, qet hewcê tu tiştî nîme”. Lê çevê Yehowa û Îsada ewana “merim, reben, belengaz, kor û tezî” bûn. Îsa ewana şîret kirin, ne seva vê yekê ku ewana dewletî bûn, lê çimkî hizkirina wane hindava hebûkê, heleqetiya wan tevî Yehowa xirab dikir (Eyan. 3:14-17). Hergê em têderxin ku em dilê xweda dixwazin pey hebûkê kevin, em gerekê derbêra nihêrandina xwe rast kin (1 Tîmt. 6:7, 8). Hergê em vê yekê nekin, dilê me wê paravebe, dêmek hizkirina me hindava Yehowa wê bi temamî nîbe, û Yehowa wê îda hebandina me qebûl neke. Yehowa dixwaze em wî “bi temamiya dilê xwe” hiz bikin (Marq. 12:30). Lê ça pere dikare emirê meda ciyê ferz bigire?

7-9. Hûn ji mesela Dêvîd çi hîn bûn?

7 Dîna xwe bidine mesela birakî me Dêvîd ji Amerîkayê, yê ku rûspî ye. Ew gilî dike, wekî ew yekî gelek xebathiz bû. Kompaniya ku ew têda dixebitî, xebateke hê baş jêra da, û ewî hê zêde pere distand. Vê xebatêda ew usa pêşda çû, ku welatê xweda, ew bû yek ji xebatçiyên lapî baş. Dêvîd got: “Hingê min tirê ew pêşdaçûyîn kerem e ji Yehowa”. Lê gelo rastî ew yek ji Yehowa bû?

8 Dêvîd têderxist, wekî ew xebat ser dostiya wî tevî Yehowa, xirab hukum dibe. Ew dibêje: “Ser civata û hela hê jî wedê xizmetiyê, ez difikirîm derheqa problêmên xebatêda. Min gelek pere çêdikir, lê ez hê zêde diketime strêsê û zewaca minda jî problêm pêşda hatin”.

9 Dêvîd fem kir, wekî ew gerekê safî ke bona wî çi lapî ferz e. Ew gilî dike: “Min xwera qewî safî kir, wekî dereca xwe biguhêzim”. Dêvîd dixwest wedê xebata xwe biguhasta, û ewî derheqa vê yekê gote mezinê xebata xwe. Axirî çi bû? Dêvîd ji xebatê derxistin. Lê ewî çi kir? Ew gilî dike: “Hema roja duda, min blank tije kir, wekî bibime pêşengê komekdar”. Dêvîd û jina wî seva ebûra xwe bikin, destpêkirin avayên mezinda şixulê temizayê bikin. Hine wede şûnda, ew bû pêşeng, û axiriyêda jina wî jî tevî wî bû pêşeng. Wana bijart ku xebata nimiz bikin, çimkî bona wan cûrê xebatê ferz nîne. Rast e ewana himberî xebata berê, deh cara kêmtir pere distînin, lê her meh perê wana têra wan dike. Ewana dixwazin Yehowa emirê wanda ciyê pêşin bigire, û wana xwexa pê çevê xwe dît, ku Yehowa xem dike bona wan meriva, yên ku Padşatiya wî datînin ciyê pêşin (Met. 6:31-33).

10. Em ça dikarin dilê xwe xwey kin?

10 Firqî tune perê me gelek e yan jî hindik e, yeke em gişk gerekê dilê xwe xwey kin. Çi cûreyî? Em gerekê nehêlin dilê meda hizkirin hindava perada pêşda bê. Û nehêlin wekî xebata me ji xizmetiya Yehowara ferztir be. Lê ça hûn dikarin têderxin, wekî hûn ketine telikeke usa? Hine pirsa bidine xwe: “Çaxê ez civatêda me yan jî xizmet dikim, ez timê derheqa xebata xwe difikirim? Dibe ez timê ditirsim, ku axiriyêda aliyê perada çetinayî bal min pêşda bên? Min û zewaca minra pere û hebûk problêma pêşda tînin? Ez hazir im xebateke usa bikim, ku ber çevê meriva nimiz e, hergê ew xebat wê alî min bike hê zêde Yehowara xizmet kim?” (1 Tîmt. 6:9-12). Çaxê em derheqa wan pirsa difikirin, were em bîr nekin, ku Yehowa me hiz dike û sozekî usa dide wan, yên ku wî hiz dikin: “Ezê tu car ji te neçim û tu car te bernadim”. Lema jî Pawlosê şandî nivîsî: “Perehizî bira nava jiyîna weda cî negire” (Îbrn. 13:5, 6).

FESAL WEDEDERBAZKIRINA BIJBÊRE

11. Wedederbazkirin ça dikare ser meriva hukum be?

11 Yehowa dixwaze em emirê xwera şa bin, û vê yekêda wedederbazkirin dikarin alî me bikin. Xebera Xwedê dibêje, wekî “bona zilam ji xwarin û vexwarinê û ji kedê canê xwe şa kirinê qenctir tiştek nîne” (Waîz 2:24). Lê heçî zef wedederbazkirinên vê dinyayê, dikarin ser me xirab hukum bin. Ew wedederbazkirin normên namûsiyê xirab dikin, û hêlan dikin qebûl kin û hela hê jî hiz bikin wan tişta, kîjan ku Xebera Xwedê qedexe dike.

Kê bona te wedederbazkirinê hazir dike? (Binihêre abzasa 11-14) *

12. Li gora 1 Korintî 10:21, 22, çira em gerekê wedederbazkirina fesal bijbêrin?

12 Em dixwazin, wekî tenê Yehowa bihebînin û jêra amin bin, lema jî em nikarin hin “ji sifra” Yehowa û hin jî “ji sifra cina” bixwin. (Bixûne 1 Korintî 10:21, 22.) Çaxê em xwarinê tevî kesekî dixwin, gelek car ew nîşana hevaltiyê ye. Hergê em wedederbazkirinên usa dijbêrin, kîderêda heye zorbetî, sêrbazî, bênamûsî, yan jî xwestinên bedenê û nihêrandinên nerast, bi rastî ew tê hesabê, wekî em tevî dijminên Xwedê xwarinê dixwin, kîjan ku wana hazir kiriye. Axiriya vê yekê ew e, ku em ne ku tenê xwera ziyanê tînin, lê usa jî heleqetiya me tevî Yehowa xirab dibe.

13-14. Ser hîmê Aqûb 1:14, 15, çira em gerekê fesal wedederbazkirina bijbêrin? Meselê bînin.

13 Dîna xwe bidinê, ku hine tiştada wedederbazkirin mîna xwarinê ye. Çaxê em dixwazin xwarinê bixwin, em xwexa dijbêrin çi bixwin. Lê gava em xwarinê dadiqurçînin, ew xwarin ça jî ser me hukum be, îda em nikarin kontrol kin. Xwarina baş dikare sihet-qewata me baş ke, lê xwarina nekêrhatî, wê sihet-qewata me xirab ke. Ew yek rojekêda wê neyê kifşê, lê wede derbaz be, ew yek wê eyan be.

14 Mîna vê yekê, çaxê em wedederbazkirina dijbêrin, em xwexa dijbêrin çi bikine hişê xwe. Lê paşê îda em nikarin kontrol kin, ku ew wedederbazkirin ça hukum be ser hişê me û dilê me. Wedederbazkirina baş dikare mera karê bîne, lê ya xirab ziyanê tîne. (Bixûne Aqûb 1:14, 15.) Em nikarin derbêra têderxin ku wedederbazkirina xirab ça ser me hukum dike, lê wede şûnda ew yek wê eşkere bê kifşê. Lema jî Kitêba Pîroz mera pêşda dibêje: “Nexapin, Xwedê nabe pêkenî. Çimkî meriv çi diçîne, wê jî diçine. Kî ku bona binyata xwe diçîne, ewê ji wê binyatê mirinê biçine” (Galt. 6:7, 8). Rastî jî çiqas ferz e em her cûre wedederbazkirina biterikînin, kîjanada tiştên usa hene, ku ber çevê Yehowa reş in! (Zeb. 97:10).

15. Yehowa çi pêşkêş daye me?

15 Gelek xizmetkarên Xwedê hiz dikin JW Brodkastîngê binihêrin, ku kêrhatî ye. Xûşkekê, navê kîjanê Mêrîlîn e, got: “JW Brodkastîngê alî min kir, ku hê pozîtîv bim, û wêderê ez dikarim hemû tiştî binihêrim, çimkî ew hemû tişt bona kara min e. Çaxê ez xwe tenê texmîn dikim, yan jî dilteng im, gotar û Qulixkirina Şebeqê ku wêderê hene, min gelek dişidînin. Ew yek min hê nêzîkî Yehowa û teşkîleta wî dike. JW Brodkastîngê bi temamî emirê min guhast”. Lê hûn ewê pêşkêşa Yehowa didine xebatê? Xêncî bernama her mehî, ser JW Brodkastîngê gelek aûdîo û vîdêo têne derxistinê, usa jî kilamên ku dil didine me.

16-17. Çira em gerekê kontrol kin ku em çiqas wede xerc dikin ser wedederbazkirinê?

16 Em gerekê fesal bin ne tenê vê yekêda, ku çi cûre wedederbazkirin bijbêrin, lê usa jî çiqas wede em ser xerc kin. Hergê em dîna xwe nedin vê yekê, em dikarin wedê xwe hê zêde ser wedederbazkirina xerc kin, ne ku ser xizmetiya Yehowara. Gelekara çetin e kontrol kin, ku çiqas wede xerc kin seva hêsabûnê. Xûşkeke me Abîgaîl dibêje: “Çaxê ez westiyayî me, nihêrandina têlêvîsyonê alî min dike xwera hêsa bim. Lê hergê ez fesal nîbim, ezê gelek sihet ber têlêvîsyonê xerc kim”. Birakî cahil Samûyêl dibêje: “Min texmîn kir, wekî ez gelek wede xerc dikim ser vîdêoyên kin Întêrnêtêda. Ez ça destpêdikim yekê binihêrim, paşê îda ez texmîn nakim, wekî ça min 3-4 siheta ser vê yekê xerc kir”.

17 Lê em ça dikarin wedê xwe kontrol kin, ku çiqasî ser wedederbazkirinê xerc kin? Pêşiyê em gerekê pêbihesin, ku em ser vê yekê çiqas wede xerc dikin. Wê baş be wekî hûn binivîsin, ku ser wedederbazkirinê hûn her heftî çiqas wede xerc dikin. Salnemêda binivîsin, ku hûn çiqas wede xerc dikin ser têlêvîsyonê, Întêrnêtê, û ser lîstika têlêda. Hergê we texmîn kir, ku hûn gelek wede xerc dikin ser wan tişta, xwera safî kin, ku ser çi, çiqas wede xerc kin. Pêşiyê wede başqe kin, seva tiştên ferz bikin, paşê bona wedederbazkirinê wede başqe kin. Paşê, ji Yehowa alîkariyê bixwazin seva alî we bike, hûn usa bikin çawa we safî kiriye. Wî cûreyî bal we wê hê zêde wede û qewat bimîne ser lêkolînkirina Kitêba Pîroz, qulixkirina tevî malbetê, civatê û ser xizmetiya Yehowara. Wî cûreyî hûnê ji hêsabûna xwe hê lezetê bistînin, çimkî hûn şixulê Yehowa datînin ciyê pêşin.

TENÊ YEHOWA BIHEBÎNIN Û JÊRA AMIN BIN

18-19. Em ça dikarin bidine kifşê, ku em tenê Yehowa dihebînin?

18 Çaxê Petrûsê şandî nivîsî derheqa axiriya dinya Şeytan û dinya teze ku zûtirekê wê bê, ewî got: “Awa delalno, hûn ku hîviya van yeka ne, bikin ku ew we bêleke û bêqusûr edilayiyêda tevî xwe bibîne” (2 Pet. 3:14). Hergê em gura vê şîretê bikin û her tiştî bikin, seva namûsiyêda û ruhanîda xwe temiz xwey kin, emê îzbat kin wekî em tenê Yehowa dihebînin û bi temamiya dilê xwe wî hiz dikin.

19 Şeytan û dinya wî, wê berdewam kin me bixalifînin, wekî em emirê xweda dewsa Yehowa, tiştên mayîn daynin ciyê pêşin (Lûqa 4:13). Lê em tu car gerekê nehêlin, wekî xêncî Yehowa kesek yan tiştek dilê meda ciyê yekê bigire. Em bi dil û can dixwazin, wekî vê yekê bidine Yehowa, çi ku tenê ew hêja ye, dêmek bi temamiya dilê xwe wî hiz kin û tenê wî bihebînin!

KILAMA 30 Bav, Xwedê û Dost

^ abz. 5 Em Yehowa hiz dikin û lema jêra xizmet dikin. Lê gelo em tenê wî dihebînin? Caba vê pirsê tê kifşê vê yekêda, ku em safîkirinên ça dikin. Were em du tişta şêwir kin, kîjan ku em emirê xweda safî dikin, û ew yek wê alî me bike têderxin hela em bi temamiya dilê xwe Yehowara amin in yan na.

^ abz. 53 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Em naxwazin xwarina usa bixwin, kîjanê ciyê qirêjda çêdikin. Em îlahî gerekê tiştên usa nenihêrin, kîderê ku zorbetî, sêrbazî, û bênamûsî heye.