Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Meriv gerekê vê elametiyê bibihên, ku “firtona” Xwedê nêzîk dibe!

Dîwana Xwedê: Gelo Xwedê Timê Êpêce Wede Pêşda Derheqa vê yekê Elam Dike?

Dîwana Xwedê: Gelo Xwedê Timê Êpêce Wede Pêşda Derheqa vê yekê Elam Dike?

MERIVÊ ku derheqa hewayê pêşda dibêje, radarê lêkolîn dike. Ew divîne, wekî firtoneke mezin tê ser wî cîyî, kîderê gelek meriv dijîn. Ew fem dike, wekî emirê meriva bin xofêda ne, lema jî hemû tiştî dike, wekî heta ku dereng nîne, zû derheqa vê yekê pêşda wanra elam ke.

Wî cûreyî, niha Yehowa merivara pêşda derheqa “firtonê” elam dike, kîjan ku ji hewa xirab xoftir e. Lê ça ew derheqa vê yekê elam dike? Û çira em dikarin dudilî nebin, wekî ew êpêce wede dide meriva, wekî evê elametiyê qebûl kin? Seva caba wan pirsa pêbihesin, were em pêşiyê çend mesela şêwir kin, ku ça Yehowa berê derheqa dîwana xwe pêşda elam dikir.

KENGÊ XWEDÊ DERHEQA DÎWANA XWE PÊŞDA ELAM DIKIR

Wedê berê, Yehowa derheqa cûre-cûre “firtona”, dêmek derheqa dîwana xwe pêşda elam dikir wan merivara, yên ku hemdê xwe temiyên wî pişt guhê xweva diavîtin (Metlk. 10:25; Yêrem. 30:23). Her derecada, ewî pêşda merivên neguhdarra derheqa dîwana xwe elam dikir, wekî ewana bêne guhastinê û gura wîda bin (2 Padş. 17:12-15; Nehem. 9:29, 30). Gelek car Xwedê xizmetkarên xweyî amin dida xebatê, wekî merivara derheqa dîwana xwe elam ke, seva ew meriv fem kin, ku derbêra çi gerekê bikin (Ams. 3:7).

Merivekî usa Nuhê amin bû. Gelek sala ewî bi mêrxasî merivên bênamûs û zulmra derheqa Sêlava ku gerekê bihata ser dinyayê, elam dikir (Destp. 6:9-13, 17). Ewî wanra usa jî digot, ku ewana çi gerekê bikin, seva wedê Sêlavê xilaz bin. Ewî haqas wanra derheqa vê yekê elam dikir, ku derheqa wî paşê hate gotinê, wekî ewî “rastî dannasîn dikir” (2 Pet. 2:5).

Nuh çi jî dikir, yeke meriva ew elametî derheqa hatina Sêlavê pişt guhê xweva diavîtin. Baweriya wan qe tune bû. Axiriya vê yekê ew bû, ku lêyî “rabû û hemû jî xeniqandin” (Met. 24:39; Îbrn. 11:7). Wana tu car nikaribû bigotana, wekî Xwedê qe wanra derheqa vê yekê pêşda elam nekir.

Derecên mayînda, Yehowa hindik wede pêşda elam dikir derheqa “firtonê”, dêmek dîwana xwe. Lê dîsa jî ew wede têra wan dikir, seva tiştekî bikin wekî xilaz bin. Mesele, ewî heta ku Deh Bela bianiya ser Misira berê, pêşda elam dikir ku wê çi bike. Besa xeberê, Yehowa Mûsa û Harûn şande bal Firewin û xizmetkarên wî, seva wanra derheqa bela hefta elam ke, ku wê teyrokeke qayîm bibare. Teyrok gerekê roja duda bibariya, lê gelo ew wede têra wan dikir, seva cî-sitarê bivînin û xwe ji teyrokê xwey kin? Kitêba Pîroz dibêje: “Ji xulamêd Firewin, kîjan ku ji gotina Xudan ditirsîya, xulamêd xwe û heywanêd xwe birine hindur, lê kê guhdarîya gotina Xudan nekir, xulamêd xwe û heywanêd xwe çolê hiştin” (Derk. 9:18-21). Eşkere ye, Yehowa wanra haqas wede da, wekî ewana zû-zû tiştekî bikin û xwe ji vê belayê xwey kin.

Firewin û xizmetkarên wîra derheqa bela deha jî pêşda hate elamkirinê. Lê wana serhişkî kirin û ew elametî pişt guhê xweva avîtin (Derk. 4:22, 23). Axiriya vê yekê ew bû, ku kurên wanî nixurî mirin. Rastî jî axirîke çiqas xirab e! (Derk. 11:4-10; 12:29). Lê gelo wedê wan hebû, ku tiştek bikirana heta dereng nîbû? Erê! Mûsa derbêra Îsraêliyara got, wekî bela deha wê hebe û gote wan, ku ça ewana dikarin malbetên xwe xwey kin (Derk. 12:21-28). Lê gelo çiqas meriva guh dane Mûsa? Li gora hine lêkolîna, sê mîlyon meriv, ça Îsraêlî û usa jî “elaleteke giran ji gelek mileta” û Misirî, ji dîwana Xwedê xilaz bûn û ji Misirê derketin (Derk. 12:38).

Ça ew mesele didine kifşê, Yehowa timê êpêce wede dida meriva, seva ewana ji dîwana wî xilaz bin (Qan. Dcr. 32:4). Lê çira Xwedê timê derheqa dîwana xwe pêşda elam dikir? Petrûsê şandî şirovekir, wekî Yehowa “naxwaze tu kes unda be, lê dixwaze wekî hemû ji gunekirinê vegerin” (2 Pet. 3:9). Belê, Xwedê meriva hiz dike. Ewî dixwest, wekî heta hatina dîwana wî, ewana gunê xwe bînin rûyê xwe û bêne guhastinê (Îşa. 48:17, 18; Rom. 2:4).

ÎRO XWEDÊ ÇA DERHEQA DÎWANA XWE PÊŞDA ELAM DIKE

Îro jî hemû meriv gerekê guh bidine vê elametiyê, ku nav temamiya dinyayêda tê belakirinê. Îsa çaxê ser erdê bû, ewî pêşda got, wekî ew dinya îroyîn wê axiriyêda wedê tengasiya mezinda bê kutakirinê (Met. 24:21). Îsa pêxembertiya derheqa dîwana axiriyê hûr bi hûr şirovekir, kîjan ku wê şagirtên wîra eyan kira, wekî hîviya çi bin û çi wê biqewime heta ew wede nêzîk dibe. Îsa derheqa qewimandinên mezin gilî kir, kîjan ku gerekê dinyayêda biqewimiyana, û em îro pê çevê xwe divînin wan tişta (Met. 24:3-12; Lûqa 21:10-13).

Li gora vê pêxembertiyê, Yehowa îro her kesîra elam dike, wekî jêra xizmet kin û gura wî bikin. Ew dixwaze, wekî merivên ku gura wî dikin, ça niha emirê xwe baş kin, usa jî dinya tezeda kerema bistînin (2 Pet. 3:13). Yehowa dixwaze, alî meriva bike, wekî baweriya xwe sozên wî bînin. Ça? Yehowa elametiya ferz dide meriva, kîjan ku emir xilaz dike. Ew heye “mizgîniya Padşatiyê”, ku Îsa pêxembertî kiriye “wê li nav temamiya dinyayê bê dannasînkirinê, ku hemû miletara bibe şedetî” (Met. 24:14). Xwedê xizmetkarên xwe organîze kir wekî ew “şedetî” bidin, dêmek ev elametiya Xwedê bela kin, weke 240 welatada. Yehowa dixwaze, wekî gelek meriv guh bidine vê elametiyê û ji “firtonê” birevin, dêmek ji dîwana wîye heq (Sêfn. 1:14, 15; 2:2, 3).

Dêmek, pirsa ferz ne ku ew e, wekî Yehowa çiqas wede dide meriva seva ji dîwana wî xilaz bin. Gelek îzbatkirin hene ku ew her gav êpêce wede dide. Lê pirsa sereke ew e: Heta wede heye, gelo meriv wê guh bidine elametiya dîwana Xwedê? Were em ça elametçiyên Xwedê berdewam kin çiqas dikarin alî gelek meriva bikin, wekî wedê wêrankirina vê dinyayê, xilaz bin.