Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Cozêf Rûtêrford û birên din li Ewropayê

1920 – Sed Sal Pêşda

1920 – Sed Sal Pêşda

LI Destpêka salên 1920, xizmetkarên Yehowa ji bo îşê belakirina mizgînê hazir bûn. Rêza ku wana bona sala 1920 hilbijart, ev bû: “Xudan qewat û qudreta min e” (Zeb. 118:14).

Yehowa bi rastî jî qewat dida van mizgînvanên bixîret. Wê salê, hejmara pêşenga ji 225 gihîşt 350. Cara pêşin, zêdetirî 8 000 mizgînvanî ofîsa serekera hesabê xizmeta xwe tesmîl kirin. Bi saya bereketa Yehowa, gelek însana guh da wan.

XÎRETEKE MEZIN

Li 21 Adarê, sala 1920, Cozêf Rûtêrford, yê ku li wê demê rêberiya Lêkolînkarên Kitêba Pîroz dikir, gotareke bi navê “Bi Mîlyona Kesên ku Niha Dijîn wê Tu Cara Nemirin” xwend. Lêkolînkarên Kitêba Pîroz çi ji destê wan dihat kirin, ku meriva teglîf bikin wekî vê gotarê bibihên. Wana yek ji têatra herî mezin ya Niyû Yorkê kirê girtin û weke 320 000 teglîf bela kirin.

Elametiya rojnameyekêda derheqa gotara bi navê “Bi Mîlyona Kesên ku Niha Dijîn wê Tu Cara Nemirin” hatibû gotin

Gelek kes hatin. Têatr bi zêdetirî 5 000 temaşevanîva tije bû, û weke 7 000 kes nikaribû bikevinê. Jûrnala “Birca Qerewiliyê” got ku ev civîn, “yek ji civînên herî pêşdaçûyî bû, ya ku ji aliyê Lêkolînkarên Kitêba Pîrozva hat organîze kirin”.

Her kesî dizanibû ku Lêkolînkarên Kitêba Pîroz xebera ku “bi mîlyona kesên ku niha dijîn wê tu cara nemirin” bela dikir. Li wê demê, wana fem nedikir ku gerekê mizgîna Padşatiyê hê zêde bê elam kirin. Dîsa jî, wana xîreteke mezin eyan dikir. Îdê Olmstêd, ya ku di sala 1902-da cara pêşin hatibû civîna, usa anî bîra xwe: “Me zanibû ku însana wê bereketên mezin bistandana, û me ev mizgîn dida her kesê ku em li xizmetê rastî wan dihatin”.

DERXISTINA EDEBYETA

Ji bo ku xwarina ruhanî bela bikin, birayên li Beytelê dest bi çapkirina hine edebyeta kir. Wana makîneyên çapkirinê kirîn û li avayeke kirêkirî ya li nêzikî Beytelê danîn.

Lêo Pêllê û Waltêr Kêsslêr li meha Çileyê ya sala 1920 dest bi xizmeta Beytelê kir. Waltêr usa anî bîra xwe: “Gava em hatin Beytelê, serkarê çapxaneyê li me nihêrî û got ‘Heta xwarina nîvro sihetek û nîv wexta we heye’. Ewî mera got ku gerekê em qûtiyên bi kitêba ji jêrmalê bînin”.

Lêo got ku roja din, wana çi kir: “Me dîwarên li qatê yekê şûştin. Min tu cara îşekî haqas qirêj nekiribû. Lê belê, îşê ku me dikir, îşê Xudan bû, lema em hazir bûn ku vî îşî bikin”.

Makîneya çapkirinê, ya ku ji bo neşirkirina jûrnala “Birca Qerewiliyê” dihate xebitandinê

Nava çend heftiyada, çapkirina jûrnala “Birca Qerewiliyê” destpêbû. Xizmetkarên bixîret li çapxaneya li qatê duda 60 000 hev jûrnalên “Birca Qerewiliyê” ya 1 Sibatê 1920 neşir kirin. Xêncî vê, li jêrmalê çapxaneyeke din hat saz kirin. Ji hejmara 14 Nîsanê 1920, jûrnala “Qirna Zêrîn” jî îda hat çap kirin. Eyan e ku Yehowa xîreta van xebatkarên rezedilî bibereket dikir.

“Îşê ku me dikir, îşê Xudan bû, lema em hazir bûn ku vî îşî bikin”

“BIRA EM DI AŞTIYÊDA BIN”

Di nav xizmetkarên Yehowa yên aminda, xizmet û biratî ji nûva geş bûn. Lê belê, hine Lêkolînkarên Kitêba Pîroz li dema tengasiya ji sala 1917 heta 1919 ji teşkîletê derketibûn. Gelo teşkîletê çawa alî wan kir?

Li jûrnala “Birca Qerewiliyê” ya 1 Nîsan 1920, gotareke bi navê “Bira Em di Aştiyêda Bin” derket. Di vê gotarêda, usa hat gotin: “Em bawer in . . . ku her kesê ku xweyê ruhê Xudan e . . . hazir e ku tiştên berê bîr bike, . . . di yektiyêda be û bi hevra berdewam bike şixulê Xwedê bîne sêrî”.

Gelek kesa ev teglîf qebûl kir. Jin û mêrekî usa nivîsî: “Li salên berê, gava kesên din mizgîn bela dikir, me tiştek nedikir. Me îda fem kiriye ku ev yek şaş bû. . . . Em hêvîdar in ku emê îda ji rê dernekevin”. Bona van xebatkarên ku ji nûva hatin qazanc kirin, pir îş hebû.

BELAKIRINA KITÊBA “SURA XILAZKIRΔ

Li 21 Hezîranê ya sala 1920, Lêkolînkarên Kitêba Pîroz dest bi belakirina kitêba “Sura Xilazkirî” (para hefta ya “Lêkolîna Nivîsara”) kir. Ev kitêb wek hejmara jûrnala “Birca Qerewiliyê” ya 1 Adarê 1918 hatibû çap kirin. Gava ev kitêb di sala 1918-da hate qedexe kirin, kitêb veşartin.

Teşkîletê dixwest ku bira hemû kesên nixumandî – dêmek ne tenê pêşeng, lê xûşk û birayên din jî – kampanyayêda kar bikin û kitêba “Sura Xilazkirî” bela bikin. Êdmûnd Hûpêr got ku di vê kampanyayêda, gelek kes cara pêşin derketin xizmeta mal bi mal. Ewî got: “Me hêdî-hêdî fem kir, ku îşê me wê bi awayekî nehêvîkirî zêde bibe”.

ÎŞÊ BELAKIRINA MIZGÎNÊ LI EWROPAYÊ JI NÛVA TÊ ORGANÎZE KIRIN

Li dema Şerê Hemdinyayê ya Yekê têkiliya bi xûşk û birayên li welatên dinra pir zor bû. Lema, birayê Rûtêrford dixwest van xûşk û bira hêlan bike û îşê belakirina mizgînê ji nûva organîze bike. Û li 12 Tebaxê ya sala 1920, birê Rûtêrford tevî çar birên din rê ketin û çûn Ewropa û Rojhilata Navîn.

Birayê Rûtêrford li Misrê

Gava birê Rûtêrford li Brîtanyayê bû, Lêkolînkarên Kitêba Pîroz sê civînên mezin û 12 gotar derbaz kirin. Weke 50 000 meriv hatin van civîna. Jûrnala “Birca Qerewiliyê” derheqa vê civînê usa got: “Hevalên me mêrxasî û hêlan stand. Ew hizkirinêda û xizmetêda hê zêde bûne yek, û gelek dilên xemgîn şa bûn”. Li Parîsê, birê Rûtêrford dîsa derheqa gotara “Bi Mîlyona Kesên ku Niha Dijîn wê Tu Cara Nemirin” xeber da. Gava gotarê destpêkir, ode tiptije bû. 300 kesa zêdetir hê zêde elametî xwest.

Postereke ji bo elamkirina gotareke ku wê li Royal Albêrt Holê (London) bihata xwendinê

Di heftiyên paşî vê civînê, hine bira çûn Atîna, Qahîre û Orşelîmê. Ji bo ku meriv bikaribin hê zêde înformasiyayê bistînin, birê Rûtêrford li bajarê Ramellayê, nêzîkî Orşelîmê, cîkî bona edebyeta saz kir. Paşê, ew vegeriya Ewropayê. Li wê derê, ewî Ofîsa Ewropaya Navend saz kir û hazirî kir ku edebyet bên çap kirin.

EŞKEREKIRINA NEHEQIYÊ

Li payîza sala 1920, Lêkolînkarên Kitêba Pîroz № 27 ya jûrnala “Qirna Zêrîn” derxistin. Ev jûrnala mexsûs eşkere dikir ku sala 1918-da, Lêkolînkarên Kitêba Pîroz çawa zulim dîtibû. Çapxaneya me bi şev û roj xebitî û zêdetirî 4 mîlyon jûrnal çap kirin.

Fotoya xûşka Êmma Martîn polîsêda

Vê jûrnalê derheqa dîwankirina xûşkeke bi navê Êmma Martîn elametî da. Xûşka me li San Bernardînoyê (Kalîforniya, DYA) pêşeng bû. Li 17 Adarê ya sala 1918, xûşka me tevî birên Êdward Hamm, Êdward Sonnênbûrg û Êrnêst Stîvêns çû civîneke biçûk ya Lêkolînkarên Kitêba Pîroz.

Lê belê, yek ji merivên ku hatin vê civînê, ne ji bo elametiya derheqa Kitêba Pîroz, lê ji bo nêteke din hat. Paşê, ewî dîwanêra usa got: “Ez bi xwestina ofîsa dîwanê çûbûm vê civînê . . . Min dixwest hine îzbata bivînim”. “Îzbata” ku wî dît, kitêba “Sura Xilazkirî” bû. Çend roj şûnda, xûşka me û sê bira hatin girtin. Ewana bi teribandina Qanûna Cesûsiyê hatin sûcdar kirin, çimkî wana kitêba qedexekirî bela kiribû.

Dîwanê sê sal cezaya kelê da Êmma û hevalên wê. Wana qirara dîwanê çend car qebûl nekir û dîsa dane ser lêkolînê, lê li 17 Gulanê ya sala 1920, ew îda ketin kelê. Lê pir wext derbaz nebû ku ew ji vê neheqiyê xilaz bûn.

Li 20 Hezîranê ya sala 1920, birê Rûtêrford li civîneke mezin, ya ku li San Fransîskoyê dihat derbaz kirin, besa serhatiya wan kir. Gava guhdarvana bihîst ku çi hatibû serê xûşk û birên me, wana telegramek şand serokê Dewletên Yekbûyîra yên Amerîkayê. Wana usa nivîsî: “Ev yek ku Martîn li gora Qanûna Cesûsiyê hat sûcdar kirin . . . neheqiyeke giran e. Serwêrên dewletê otorîteya xwe bi awayekî xirab dane xebatê . . . ku ji bo Martîn telik daynin û wê bi neheqî bişînin kelê”.

Rojek şûnda, Serok Wûdrow Wîlson xûşk û birên me derbêra efû kirin, û ew ji kelê derketin.

Li xilaziya sala 1920, Lêkolînkarên Kitêba Pîroz seva gelek tişta şa bûn. Îşê li ofîsa serekeda çiqas diçû berfiretir dibû, û şagirtên Îsa mizgîna Padşatiya Xwedê bi dil û can çiqas diçû hê zêde bela dikir (Met. 24:14). Lê belê, sala din, dêmek sala 1921, bona elamkirina mizgîna Padşatiyê saleke hê ferz bû.