Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 44

Gelo Zarên We wê Bibin Xizmetkarên Xwedê?

Gelo Zarên We wê Bibin Xizmetkarên Xwedê?

“Îsa bi serwaxtî û bejinê pêşda diçû û bi merîfetî li ber Xwedê û li ber meriva mezin dibû” (LÛQA 2:52).

KILAMA 134 Zar Pêşkêşa ji Xwedê ye

VÊ GOTARÊDA *

1. Safîkirina here baş çi ye?

SAFÎKIRINÊN dê-bava dikarin wexteke dirêj li ser zarên wan hukum bikin. Heger dê û bav safîkirinên xirab bikin, ev yek dikare bibe sebeba problêmên mezin. Lê heger ew qirarên baş bidin, ewana dikarin alî zarên xwe bikin ku jiyana wan baş be. Hilbet lazim e ku zarok jî safîkirinên baş bikin. Em hêvîdar in ku ewê safî kin ku Yehowara xizmet bikin. Jîyîna merivada eva safîkirina here baş e (Zeb. 73:28).

2. Îsa û dê-bavê wî çi safîkirinên baş dikirin?

2 Dê û bavê Îsa dixwest alî zarên xwe bikin ku ewana Yehowara xizmet bikin, û safîkirinên wan nîşan dikir ku nêta wan ya sereke ev bû (Lûqa 2:40, 41, 52). Îsa jî qirarên baş dikirin, yên ku alî wî dikirin ku ew xwestina Yehowa bîne sêrî (Met. 4:1-10). Îsa bû merivekî dilovan, amin û mêrxas. Hilbet her dê û bav dixwazin ku zarên wan bibine mîna Îsa.

3. Vê gotarêda, emê cabên kîjan pirsa bistînin?

3 Vê gotarêda, emê cabên van pirsa bistînin: Yehowa derheqa Îsa çi safîkirinên baş kir? Dê û bav dikarin ji safîkirinên dê-bavê Îsa çi hîn bin? Cahil dikarin ji safîkirinên Îsa çi hîn bin?

DÊ-BAVNO JI YEHOWA HÎN BIN

4. Yehowa hindava Kurê xwe kîjan safîkirina ferz kir?

4 Yehowa bona Îsa dê û bavekî gelek baş hilbijart (Met. 1:18-23; Lûqa 1:26-38). Gotinên Meryemê, yên ku li Kitêba Pîroz hatine nivîsarê, nîşan dikin ku ewê Yehowa û Xebera wî çiqas hiz dikir (Lûqa 1:46-55). Usa jî, ev yek ku Ûsiv rêberiya Yehowa çawa qebûl kir, nîşanî me dike ku ew ji Xwedê ditirsiya û dixwest dilê wî şa bike (Met. 1:24).

5-6. Yehowa Kurê xwe ji kîjan problêma nediparast?

5 Yehowa bona Îsa dê û bavekî dewlemend nebijart. Qurbana ku Ûsiv û Meryemê paşî bûyîna Îsa pêşkêş kir, nîşan dike ku ew kesîb bûn (Lûqa 2:24). Li Nisretê, Ûsiv îşê necartiyê dikir. Ciyê ku ewî îşê xwe dikir belkî nêzîkî malê bû. Eşkere ye ku ewana bi jîyîneke sivik dijîtin, çimkî herî kêm 7 zarên wan hebûn (Met. 13:55, 56).

6 Yehowa Kurê xwe Îsa ji hine telika diparast, lê ewî ew ji hemû problêma xwey nedikir (Met. 2:13-15). Mesele, hine merivên Îsa baweriya xwe bi wî nedianîn. Bîne ber çevê xwe ku Îsa çiqas xemgîn dibû, ku sêrîda hine neferên malbeta wî ew ça Mesîh qebûl nedikirin (Marq. 3:21; Yûhn. 7:5). Usa jî, ça tê kifşê Ûsiv zû mir, lema belkî lazim bû ku kurê mezin, dêmek Îsa, şixulê bavê xwe berdewam bikira (Marq. 6:3). Gava Îsa mezin dibû, diqewime ewî ebûra malbeta xwe dikir, lema ewî rind zanibû ku berî êvarê, meriv çiqas westiyayî ye.

Dê û bavno – zarên xwe bona jiyanê hazir bikin û wana hîn kin ku ew çawa dikarin ji Xebera Xwedê rêberiyê bistînin (Binihêre abzasa 7) *

7. (a) Wê baş be ku jin û mêr ji xwe çi bipirsin? (b) Gotinên ji Metelok 2:1-6 çawa dikarin alî dê û bava bikin ku ew zarên xwe hîn bikin?

7 Pêşiya ku jin-mêr zara bînin dinyayê, wê baş be ku ewana ji xwe usa bipirsin: “Gelo Yehowa me ça merivên milûk û bawermend divîne, yên ku hazir in wekî zarekê mezin bikin?” (Zeb. 127:3, 4) Heger zarên we hene, ji xwe bipirsin: “Gelo em zarên xwe hîn dikin ku gelek ferz e xebathiz bin?” (Waîz 3:12, 13) “Gelo em çi ji destê me tê dikin ku zarên xwe ji xirabiya dinyayê biparêzin?” (Metlk. 22:3) Hûn hilbet nikarin zarên xwe ji hemû problêmên jiyanê biparêzin, çimkî ev yek nabe. Lê belê, hûn dikarin wana hêdî-hêdî bona jiyanê hazir bikin û wana şîret bikin ku ewana çawa dikarin ji Xebera Xwedê rêberiyê bistînin (Metelok 2:1-6 bixûne). Mesele, heger merivekî we ji riya rastiyê derkeve, zarên xwera şirovekin ku li gora Kitêba Pîroz çima ferz e ku ewana Yehowara amin bimînin (Zeb. 31:23). Yan jî, heger hizkiriyekî we bimire, zarên xwera nîşan kin ku Xebera Xwedê çawa dikare berdilî û dilrihetiyê bide wan (2 Korn. 1:3, 4; 2 Tîmt. 3:16).

DÊ-BAVNO JI ÛSIV Û MERYEMÊ HÎN BIN

8. Ûsiv û Meryemê çawa guh dida rêberiya Qanûna Ducarî 6:6, 7?

8 Ûsiv û Meryemê alî Îsa dikir, wekî ew dilê Xwedê şa bike. Wana guh dida rêberiya Yehowa ya ku bona dê-bava bû (Qanûna Ducarî 6:6, 7 bixûne). Belê, wana Yehowa gelek hiz dikir, û wana dixwest alî zarên xwe bikin, wekî ew jî Yehowa hiz bikin.

9. Ûsiv û Meryemê kîjan safîkirinên ferz kirin?

9 Ûsiv û Meryemê hertim tevî zarên xwe Yehowa dihebandin. Ew bêşik her hefte diçûn civînên kinîşta Nisretê û her sal bona Cejna Derbazbûnê diçûn Orşelîmê (Lûqa 2:41; 4:16). Gava ew diçûn Orşelîmê, wana belkî Îsa û xûşk û birayên wîra terîxa xizmetkarên Yehowa gilî dikir. Rêda, ewana diqewime tevayî wan ciyara diçûn, yên ku Nivîsarên Pîroz bes dikir. Gava malbet her ku diçû hê mezin dibû, îda bona Ûsiv û Meryemê ne hêsa bû ku hebandina xwe bi awayekî terbet berdewam bikin. Lê belê, wana dîsa jî ew yek dikir û ji vê yekê gelek kar distand. Ew yek ku wana jiyana xweda herî zêde dîna xwe dida hebandina Yehowa, malbeta wan nêzîkî Yehowa bû.

10. Dê û bav dikarin ji Ûsiv û Meryemê çi dersa bistînin?

10 Dê û bavno, hûn dikarin ji Ûsiv û Meryemê çi hîn bibin? Ya here ferz, bi gotin û kirinên xwe nîşanî zarên xwe bikin ku hûn Yehowa gelek hiz dikin. Pêşkêşa here mezin, ya ku hûn dikarin bidin wana ev e, ku alî wan bikin wekî ewana Yehowa hiz bikin. Lema, wana hîn kin ku ew çawa dikarin hertim lêkolîna bikin, dua bikin, herin civîna û mizgînê bela bikin (1 Tîmt. 6:6). Usa jî, hilbet lazim e ku hûn aliyê hewcê fîzîkîda bona zarên xwe xem bikin (1 Tîmt. 5:8). Lê belê, bîr nekin ku mal û milk nikare jiyanê bide wan. Tenê dostiya tevî Yehowa alî wan bike ku ew axiriya vê sîstêma kevnda sax bimînin û derbazî dinya teze bin. Bona vê yekê dostiya tevî Yehowa gelek ferz e (Hezql. 7:19; 1 Tîmt. 4:8).

Em çiqas şa ne ku gelek dê û bav bona malbetên xwe safîkirinên baş dikin! (Binihêre abzasa 11) *

11. (a) Şîreta li 1 Tîmotêyo 6:17-19 çawa dikare alî dê û bava bike ku ew safîkirinên baş bikin? (b) Malbeta we dikare xwera kîjan nêta dayne, û kara vê yekê dikare çi be? (Çargoşe bi navê “ Xwera Nêta Daynin” binihêre.)

11 Em pir şa ne ku gelek dê û bav bona malbetên xwe safîkirinên baş dikin. Ewana hertim tevayî Yehowara xizmet dikin. Ewana mizgînê bela dikin û diçin civîna. Hine malbet jî mizgînê li ciyên dûr bela dikin. Hinek jî diçin Beytelê ser êkskûrsiyayê yan piştgiriya proêktên avakirina avayên teşkîletê dikin. Malbetên ku safîkirinên usa dikin, hilbet perê xwe xerc dikin, û ewana dibeke rastî hine çetinaya jî tên. Lê belê, karên ku ew distînin wana bi rastî jî ji aliyê ruhanîva dewlemend dikin (1 Tîmotêyo 6:17-19 bixûne). Gelek kesên ku di malbetên usada mezin dibin li ser vê rê dimînin û tu cara poşman nabin (Metlk. 10:22).

CAHILNO JI ÎSA MESÎH HÎN BIN

12. Gava Îsa mezin dibû, lazim bû ku ew çi bike?

12 Bavê ezmanî yê Îsa Mesîh hertim safîkirinên baş dike, û dê û bavê wî yên ser erdê jî safîkirin bi bîlanî dikirin. Lê belê, gava Îsa mezin dibû, lazim bû ku ew îda xwexa hine safîkirina bike (Galt. 6:5). Çawa ku em xweyê azaya bijartinê ne, ew jî xweyê azaya bijartinê bû. Ewî dikaribû kara xwe tenê bigeriya, lê ewî herî zêde dîna xwe dida dostiya tevî Yehowa (Yûhn. 8:29). Wî alîda, cahil çawa dikarin Îsa Mesîh xwera bikin mesele?

Cahilno, rêberiya dê û bavê xwe red nekin (Binihêre abzasa 13) *

13. Gava Îsa hê cahil bû, wî çi kir?

13 Gava Îsa zarok bû, ewî guhdariya dê û bavê xwe dikir. Ewî rêberiya dê û bavê xwe tu cara pêpes nedikir û nedifikirî ku ew ji wan baştir zane, lê ew hertim “gura wanda bû” (Lûqa 2:51). Ji ber ku Îsa kurê mezin bû, hine cabdariyên wî hebûn, û ewî ev cabdarî bêşik bi awayekî baş dianîn sêrî. Usa tê fem kirin ku ew îşê necartiyê ji Ûsiv hîn bû, bona ku bikaribe piştgiriya malbetê bike.

14. Em ji ku zanin ku Îsa Xebera Xwedê rind lêkolîn dikir?

14 Diqewime, dê û bavê Îsa wîra gotibûn ku ew çawa hate dinyayê û meleka derheqa wî çi gotibûn (Lûqa 2:8-19, 25-38). Xêncî hînkirinê ku Îsa ji dê û bavê xwe distand, ewî Nivîsarên Pîroz xwexa jî lêkolîn dikirin. Em vê yekê ji ku zanin? Gava ew hê zarok bû, mamosteyên li Orşelîmê “ser zanebûn û cabêd wî zendegirtî diman” (Lûqa 2:46, 47). Gava Îsa 12 salî bû, ewî îda fem dikir ku Yehowa Bavê wî ye (Lûqa 2:42, 43, 49).

15. Îsa çawa nîşan kir ku ewî dixwest xwestina Yehowa bîne sêrî?

15 Gava Îsa fem kir ku xwestina Yehowa hindava wîda çi ye, ewî safî kir ku vê qirara Xwedê bîne sêrî (Yûhn. 6:38). Îsa zanibû ku gelek kes wê wî nefret bikin, û ev yek tiştekî zor e. Dîsa jî, ew hazir bû xwe tesmîlî Yehowa bike. Gava Îsa di sala 29 D.M., hate nixumandinê, ewî qirar kir ku hertim li gora xwestina Yehowa bijî (Îbrn. 10:5-7). Wexta ku ew li ser stûnê hat mix kirin jî, ewî herî zêde dîna xwe da xwestina Bavê xwe (Yûhn. 19:30).

16. Zar dikarin ji Îsa çi dersê bistînin?

16 Guh bide dê û bavê xwe. Wek Ûsiv û Meryemê, dê û bavê te jî bêqisûr nînin. Dîsa jî, Yehowa cabdarî daye wan ku ewana te xwey bikin, hîn bikin û rêberiyê te bikin. Heger tu guh bidî şîretên wan û qedirê wan bigirî, tuyê gelek kerema bistînî (Efes. 6:1-4).

17. Li gora Yêşû 24:15, zar û cahil gerekê xwexa kîjan safîkirinê bikin?

17 Safî ke ku tuyê kêra xizmet bikî. Gerekê tu rind fem bikî ku Yehowa kî ye, nêta wî çi ye û xwestina wî bona te çi ye (Rom. 12:2). Hingê tuyê bikaribî qirara herî ferz bidî – safî kî ku tuyê Yehowara xizmet bikî (Yêşû 24:15 bixûne; Waîz 12:1). Bi saya xwendin û lêkolîna Kitêba Pîroz, tuyê hê zêde Yehowa hiz bikî, û baweriya te wê diha qewî be.

18. Wê baş be ku zar û cahil dîna xwe bidin çi, û çira?

18 Di jiyana xweda herî zêde dîna xwe bide xwestina Yehowa. Dinyaya Mîrê-cina dibêje ku heger tu hunurên xwe bona kara xwe bidî xebatê, tuyê bextewar bibî. Lê rastî ev e ku kesên ku dixwazin mal û milk qazanc bikin, xwe dikine “xweyê kul û derda” (1 Tîmt. 6:9, 10). Lê heger tu guhdariya Yehowa bikî û di jiyana xweda herî zêde dîna xwe bidî xwestina wî, tuyê pêşdaçûyî û serwaxt bî (Yêşû 1:8).

SAFÎKIRINÊN BAŞ BIKIN Û KEREMA BISTÎNIN

19. Dê û bav gerekê çi bîr nekin?

19 Dê û bavno, alî zarên xwe bikin ku ew Yehowara xizmet bikin. Xwe bispêrin wî, û ewê alî we bike ku hûn qirarên bîlanî bikin (Metlk. 3:5, 6). Bîr nekin ku hukuma kirinên we, ji hukuma gotinên we mezintir e. Lema, qirarên baş bikin, yên ku wê alî zarên we bikin wekî ew dilê Yehowa şa bikin.

20. Zar û cahilên ku safî dikin ku Yehowara xizmet bikin wê kîjan kerema bistînin?

20 Zar û cahilno, dê û bavê we dikarin riya rast nîşanî we bikin. Lê belê, gerekê hûn xwexa safîkirinên baş bikin û dilê Yehowa Xwedê şa bikin. Lema, Îsa Mesîh xwera bikin mesele û safî kin ku Yehowara xizmet bikin. Heger hûn usa bikin, hûnê gelek kerema bistînin û jiyana heta-hetayê qazanc bikin (1 Tîmt. 4:16).

KILAMA 133 Qulix ke Yehowara Cahiltiya Xweda

^ abz. 5 Şagirtên Îsa dixwazin ku zarên wan bibin xizmetkarên Xwedê. Gelo ewana çawa dikarin alî zarokên xwe bikin ku ew bigihîjin vê nêtê? Gerekê cahil çi bikin wekî jîyîna xweda pêşdaçûyî bin? Vê gotarêda, emê cabên van pirsa bistînin.

^ abz. 64 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Eşkere ye ku Meryemê hizkirina Yehowa kire dilê Îsa. Wê baş be ku em jî hizkirina Yehowa bikin dilê zarên xwe.

^ abz. 66 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Eyan e ku Ûsiv tevî malbeta xwe diçû kinîştê. Wê baş be ku em jî tevî zarên xwe herin civîna.

^ abz. 68 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Îsa îşê necartiyê ji zirbavê xwe Ûsiv hîn bû. Îro jî, cahil dikarin ji bavên xwe gelek tişta hîn bibin.