Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 41

Hînbûnên Kitêba Pîroz, yên ku berbi Nixumandinê Diçin – Para 1

Hînbûnên Kitêba Pîroz, yên ku berbi Nixumandinê Diçin – Para 1

“Hûn nema Mesîh in vî qulixîda, yê ku em dikin” (2 KORN. 3:3).

KILAMA 78 “Xebera Xwedê Hîn Dikin”

VÊ GOTARÊDA *

Gava xwendekarekî Kitêba Pîroz tê nixumandinê temamiya civatê gelek şa dibe (Binihêre abzasa 1)

1. Li gora 2 Korintî 3:1-3, derbazkirina hînbûnên Kitêba Pîroz yên ku berbi nixumandinê diçin, çima qedirekî mezin e? (Binihêre şiklê rûyê jûrnalê.)

GAVA xwendekarekî Kitêba Pîroz tê nixumandinê, hemikî dilê te şa dibe (Met. 28:19). Heger dersdarê wî tu yî, dilşadiya te bêşik hê zêde ye! (1 Têsln. 2:19, 20) Şagirtên nû wek “şedenema” ne – ne tenê bona dersdarên xwe, lê bona temamiya civatê (2 Korintî 3:1-3 bixûne).

2. (a) Gerekê em dîna xwe bidin kîjan pirsa ferz, û çima? (b) Hînbûna Kitêba Pîroz çi ye? (Binihêre spartin.)

2 Çar salên paşwextiyê, li temamiya dinyayê her meh weke 10 mîlyon hînbûnên Kitêba Pîroz * hatin derbaz kirin. Li van sala, her sal zêdetirî 280 hezar meriv hatin nixumandin û bûn şagirtên Îsa Mesîh. Gelo em çawa dikarin alî hê zêde kesa bikin, ku ewana jî pêşda herin û bêne nixumandinê? Heta ku Yehowa bi sebir hîviyê disekine ku meriv bibin şagirtên Îsa Mesîh, bira em bi dil û can alî wan bikin ku ew berbi nixumandinê herin. Belê, wext hindik maye! (1 Korn. 7:29a; 1 Pet. 4:7)

3. Vê gotarêda, emê çi bivînin?

3 Gelek ferz e ku em meriva bikin şagirtên Îsa, lema jî Koma Rêberiyê çend fîlîala pirsî ku em çawa dikarin alî xwendekara bikin wekî ewana berbi nixumandinê herin. Vê gotarêda û gotara dinda, emê bivînin ku hine mîsyonêr, berpirsiyarên mihalê û pêşengên cêribandî li ser vê yekê çi dibêjin * (Metlk. 11:14; 15:22). Ewana şirovedikin ku dersdarên Kitêba Pîroz û xwendekarên wan dikarin çi bikin seva ku hînbûna Kitêba Pîroz hê pêşdaçûyî be. Vê gotarêda, emê pênc tişta bivînin, yên ku gerekê her xwendekar bike, wekî ew berbi nixumandinê here.

HÎNBÛNÊ HER HEFTIYÊ DERBAZ BIKE

Ji xwendekar bipirse ka hûn dikarin li cîkî rûnên û derheqa Kitêba Pîroz xeber din (Binihêre abzasa 4 heta 6)

4. Gelo hînbûnên li ber derî bes in ku meriv pêşda herin?

4 Gelek xûşk û birên me hînbûnên Kitêba Pîroz ber derî tevî meriva derbaz dikin. Destpêkêda ev mêtod çiqas baş be jî, heçî zef xeberdanên usa kin in û hînbûn jî her hefte derbaz nabin. Seva ku hewasa meriva hê zêde pêşda bînin, hine mizgînvan hejmara têla meriva dixwazin, wekî ewana bikaribin pêşiya serlêdana din hine fikrên ji Kitêba Pîroz bi têlê yan bi smsekê wanra bişînin. Xeberdanên usa carina bi gelek meha berdewam dibin, lê hînbûn pêşda naçe. Heger xwendekar Kitêba Pîroz tenê haqas lêkolîn bike, gelo ewê bikaribe pêşda here û rojekê bê nixumandinê?

5. Li gora Lûqa 14:27-33, Îsa Mesîh besa çi kir, û gotinên wî çawa hînbûnên Kitêba Pîrozva girêdayî ne?

5 Carekê, Îsa Mesîh gotibû ku heger kesek dixwaze bircekê ava bike, gerekê ew pêşiyê xercê xwe hesab bike û bifikire qewata wî wê bigihîjê evê yekê bîne sêrî yan na. Usa jî, Îsa got ku pêşiya ku padşa diçe ku şer bike, gerekê ew rûnê û bifikire ka eskerên wî wê bikaribin serkevin yan na (Lûqa 14:27-33 bixûne). Mîna vê, Îsa Mesîh zanibû ku heger kesek dixwaze bibe şagirtê wî, gerekê ew rind fem bike ku çi tê hesabê bibin şagirtên wî. Lema, wê baş be ku em xwendekarên xwe hêlan bikin ku ew hînbûna Kitêba Pîroz her heftiyê derbaz bin. Gelo em çawa dikarin evê yekê bikin?

6. Bona ku hînbûnên me pêşda herin, em dikarin çi bikin?

6 Di serîda, xeberdanên li ber derî hevekî dirêj bike. Belkî tu dikarî di her xeberdanêda ne tenê li ser rêzekê, lê li ser du rêza xeber dî. Heger xweyê malêra hewas be derheqa vê yekê xeber de, ji wî bipirse ka hûn dikarin li cîkî rûnên û xeberdanê berdewam bikin. Caba xweyê malê wê alî te bike, wekî têderxî ku xwestina wî çiqas mezin e ku Kitêba Pîroz hîn be. Paşê, seva ku ew hê zêde pêşda here, tu dikarî ji wî bipirsî ka ew dixwaze hînbûna Kitêba Pîroz hefte du cara derbaz be. Dîsa gerekê em çi bikin ku xwendekarên me pêşda herin?

BONA HER DERSÊ XWE HAZIR BIKE

Xwe bona hînbûna Kitêba Pîroz rind hazir ke û alî xwendekar bike ku ew çawa dikare xwe hazir bike (Binihêre abzasa 7 heta 9)

7. Dersdar çawa dikare bona hînbûna Kitêba Pîroz xwe rind hazir bike?

7 Lazim e ku dersdar bona her dersê xwe rind hazir bike. Dersê bixûne û rêza veke. Rind fem bike ku fikirên sereke çi ne. Navê serî, binserî, pirs û rêzên ku gerekê bên xwendin, binihêre. Bifikire ku şikil û vîdêo çawa dikarin dersê zelal bikin. Paşê, bîne ber çevê xwe ku tu çawa dikarî evê înformasiyê bi cûrekî hêsa xwendekarê xwera şirovekî, ku ew bikaribe înformasiyayê rind fem bike û jiyana xweda bixebitîne (Nehem. 8:8; Metlk. 15:28a).

8. Li gora Kolosî 1:9, 10, gerekê em çi bikin?

8 Gava tu xwe hazir dikî, derheqa xwendekar û hewcedariyên wî dua bike. Alîkariyê ji Yehowa bixwaze ku tu bikaribî Kitêba Pîroz bi awayekî baş hîn bikî û bigihînî dilê xwendekar (Kolosî 1:9, 10 bixûne). Pêşda bifikire ku wê belkî bona wî çi zor be ku fem bike yan qebûl bike. Bîr neke ku tu dixwazî alî wî bikî ku ew berbi nixumandinê here.

9. Dersdar çawa dikare alî xwendekar bike ku ew bona hînbûnê xwe hazir bike?

9 Hêviya me ev e ku xwendekar qîmetê bide kirinên Yehowa û Îsa Mesîh û bixwaze hê zêde elametî bistîne (Met. 5:3, 6). Seva ku xwendekar ji hînbûnê karê bistîne, gerekê ew dîna xwe bide tiştên ku ew hîn dibe. Lema, wî hîn bike ku çiqas ferz e wekî ew bona hînbûnê xwe hazir bike. Bona vê yekê, wê baş be ku ew dersê pêşda xwera bixûne û bifikire ku ev înformasiya bona wî çima kêrhatî ye. Wî cûreyî, tu çawa dikarî alî wî bikî? Mesele, tevayî bona dersekê xwe hazir bikin. * Nîşan bike ku ew çawa dikare cabên pirsa bivîne û xeber yan cumlên sereke kifş bike. Paşê, alî wî bike ku ew hîn be caba bi gotinên xwe bîne zimên. Bi wî awayî, tuyê bivînî ka ewî ders fem kir yan na. Usa jî, wê baş be ku xwendekar çi bike?

BIRA XWENDEKAR KITÊBA PÎROZ HER ROJ BIXÛNE Û DUA BIKE

Xwendekar hîn ke ku ew çawa dikare guh bide Yehowa û wîra xeber de (Binihêre abzasa 10 û 11)

10. Çima ferz e ku xwendekar Kitêba Pîroz her roj bixûne, û ew çawa dikare ji xwendina Kitêba Pîroz karê bistîne?

10 Xêncî derbazkirina hînbûnê tevî dersdar, wê baş be ku xwendekar xwexa hine tişta bike. Mesele, wê baş be ku ew her roj guh bide Yehowa û wîra xeber de. Gelo ew çawa dikare dengê Yehowa bibihê û guh bide wî? Bona vê yekê, gerekê ew Kitêba Pîroz her roj bixûne (Yêşû 1:8; Zeb. 1:1-3). Nîşanî wî bike ku ew çawa dikare bona xwendina Kitêba Pîroz bernameke baş çêke. Seva ku ew ji xwendina Kitêba Pîroz karê bistîne, wî hêlan bike ku ew li ser gotinên Kitêba Pîroz yên derheqa Yehowa kûr bifikire û têderxe ku ew çawa dikare gotinên Kitêba Pîroz di jiyana xweda pêk bîne (Kar. Şand. 17:11; Aqûb 1:25).

11. Xwendekar çawa dikare hîn bibe ku çawa dua bike, û çima ferz e ku ew timê dua bike?

11 Usa jî, xwendekarê xwe hêlan bike ku ew her roj dua bike û bi vî awayî tevî Yehowa xeber de. Destpêkêda û xilaziya her dersêda ji dil dua bike, û duada besa xwendekarê xwe bike. Gava ew duayên te dibihê, ewê hîn bibe ku ew çawa dikare bi navê Îsa Mesîh dua bike û dilê xwe Yehowara veke (Met. 6:9; Yûhn. 15:16). Belê, heger xwendekar Kitêba Pîroz her roj bixûne (dêmek guh bide Yehowa) û dua bike (dêmek Yehowara xeber de), ewê her ku diçe hê nêzîkî Xwedê bibe (Aqûb 4:8). Bi vî awayî, ewê hêdî-hêdî berbi sonda tesmîlbûyînê û nixumandinê here. Dîsa gerekê ew çi bike?

ALÎ XWENDEKAR BIKE KU EW BIBE DOSTÊ YEHOWA

12. Dersdar çawa dikare alî xwendekar bike ku ew bibe dostê Yehowa?

12 Em hilbet dixwazin ku xwendekarê me derheqa Yehowa hîn bibe. Usa jî, em dixwazin ku hînbûna Kitêba Pîroz dilê wî bigire, seva ku ew tiştên ku hîn dibe di jiyana xweda bixebitîne. Gotinên Îsa Mesîh ne tenê li ser hişê meriva, lê li ser dilê wan jî hukum dikir (Lûqa 24:15, 27, 32). Pir ferz e ku xwendekar Yehowa wek Kesekî rêalî û wek Bav, Xwedê û Dostê xwe hesab ke (Zeb. 25:4, 5). Li dema hînbûna Kitêba Pîroz dîna xwendekar bikişîne ser xeysethunurên Xwedê (Derk. 34:5, 6; 1 Pet. 5:6, 7). Têma dersê çi be jî, nîşanî xwendekar bike ku Yehowa yekî çawa ye. Alî wî bike ku ew hizkirin, dilovanî û dilremiya Yehowa bivîne. Îsa Mesîh gotibû ku “temiya pêşin û here mezin” ev e ku meriv “Xudan Xwedêyê xwe hiz bike” (Met. 22:37, 38). Xîret bike ku hizkirina Xwedê di dilê xwendekarda mezin bibe.

13. Tu çawa dikarî alî xwendekar bikî ku ew xeyset-hunurên Yehowa nas bike?

13 Xwendekarê xwera zelal şiroveke ku tu çima Yehowa hiz dikî. Bi vî awayî, ewê fem bike ku gerekê ew jî bibe dostê Yehowa û wî hiz bike (Zeb. 73:28). Mesele, heger di edebyeta lêkolînêda yan di rêzekêda cumleke xweş derheqa hizkirin, bîlanî, heqî yan qewata Yehowa hebe, dîna xwendekar bikişîne ser vê cumleyê. Bira ew bizanibe wekî menîk ku tu çima Yehowa hiz dikî, ev hunurên wî ne. Lê seva ku xwendekar berbi nixumandinê pêşda here, gerekê ew tiştekî din jî bike.

XWENDEKARÊ XWE HÊLAN BIKE, KU EW BÊ CIVÎNA

Xwendekarê xwe ji destpêkêva hêlan bike ku ew bê civîna (Binihêre abzasa 14 û 15)

14. Li gora Îbranî 10:24, 25, civîn bona pêşdaçûyîna xwendekar çima ferz in?

14 Em gişk dixwazin ku xwendekarên me pêşda herin û rojekê bêne nixumandinê. Çi dikare alî wan bike ku ew bigihîjin vê nêtê? Mesele, pir ferz e ku em wan hêlan bikin wekî ew bên civîna. Dersdarên cêribandî dibêjin ku xwendekarên ku ji destpêkêva tên civîna aliyê ruhanîva zû pêşda diçin (Zeb. 111:1). Hine dersdar xwendekarên xwera dibêjin ku bona hînbûna Kitêba Pîroz, hînkirina ku civatada tê dayîn mîna hînbûna şexsî ferz e. Îbranî 10:24, 25 tevî xwendekar bixûne û wîra şiroveke ku çi karê ew dikare ji civata bistîne. Vîdêoya “Çi Diqewime Oda Civatêda? * nîşanî wî ke. Alî xwendekar bike ku ew fem ke civîn çiqas ferz in û alî wî bike ku ew bê hemû civîna.

15. Em çawa dikarin xwendekarên xwe hêlan bikin ku ew hertim bên civîna?

15 Heger xwendekarê te hê nehatiye civînekê yan heger ew her heftiyê nayê civîna, tu çawa dikarî alî wî bikî? Ne bes e ku tu wî tenê teglîf bikî. Bona ku tu xwestina wî zêde bikî, bi xîret besa tiştekî xweş bike, ya ku tu li civînekê hîn bûyî. “Birca Qerewiliyê” û “Bernama Civînê: Bijîn û Xizmet kin” bide wî, yên ku vê heftiyê wê di civînada bên lêkolîn kirin. Nîşanî wî bike ku li civîna din çi wê bê şêwirkirinê, û wî bipirse ka kîjan têma lê xweş tê. Tiştên ku xwendekarê te wê li civîna bivîne û bibihê, wê ji hemû tiştên ku ewî li civînên baweriyên din dîtine yan bihîstine, xweştir bin (1 Korn. 14:24, 25). Bi serda, ewê kesên din nas bike, yên ku dikarin wîra bibin meselên baş û alî wî bikin ku ew berbi nixumandinê here.

16. Bona ku xwendekarên Kitêba Pîroz berbi nixumandinê herin, gerekê dersdar çi bike, û gotara dinda, emê derheqa çi xeber din?

16 Bona ku xwendekarên me berbi nixumandinê herin, gerekê em çi bikin? Gerekê em alî her xwendekarî bikin wekî ew fem bikin, ku hînbûna Kitêba Pîroz çiqas ferz e. Lema wê baş be ku em wana hêlan bikin ku ew hînbûnê her heftiyê derbaz bin û bona her dersekê xwe hazir bikin. Usa jî, gerekê em wana hêlan bikin ku ew her roj guh bidin Yehowa û wîra xeber din. Bi vî awayî, ewê bibin dostên wî. Xêncî vê yekê, gerekê em xwendekara hêlan bikin, ku ewana bên civîna (Çargoşe bi navê “ Xwendekar Gerekê Çi Bike?” binihêre). Gotara dinda, emê li ser pênc tiştên din xeber din, yên ku dersdar dikare bike ku xwendekarên xwe berbi nixumandinê bive.

KILAMA 76 Gelo Tu Şa Nabî?

^ abz. 5 Gava em kesekî hîn dikin, em alî wî dikin ku ew jiyan û fikrên xwe biguherîne. Rêza salê ya 2020 – dêmek Metta 28:19 – tîne bîra me ku çiqas ferz e ku em Kitêba Pîroz hîn bikin û alî meriva bikin ku ew bibin şagirtên Îsa Mesîh. Vê gotarêda û gotara dinda, emê bivînin ku em çawa dikarin vî îşê ferzda bibin hoste.

^ abz. 2 GOTIN KU HATE ŞIROVEKIRINÊ: Heger tu Kitêba Pîroz bi cûrekî sîstêmatîk kesekî hîn dikî, tu hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikî. Heger te nîşanî kesekî kiriye ku hînbûna Kitêba Pîroz çawa derbaz dibe û paşê jî te du cara tevî wî hînbûn derbaz kiriye, û heger tu bawer î ku ev hînbûn wê berdewam be, tu dikarî vê hînbûnê hesaba xizmeta xweda binivîsî.

^ abz. 3 Di van gotarada, hine şîretên ji rêza gotara ya bi navê “Hînbûnên Kitêba Pîroz yên ku Pêşda Diçin” ji “Qulixkirina Meye Padşatiyê”, Tîrmeh 2004 – Gulan 2005, hatine dayînê.

^ abz. 9 Li vîdêoya bi navê “Şagirtên Xwe Hîn Dikin Wekî Hazir Bin”, binihêre. Li jw.org®, bikeve KITÊBXANE > VÎDÊO > CIVÎN Û XIZMETIYA ME > PÊŞDAÇÛYÎN FERESETÊN BAŞDA.

^ abz. 14 Li jw.org®, bikeve DERHEQA ME > CIVAT.