Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 42

Hînbûnên Kitêba Pîroz, yên ku berbi Nixumandinê Diçin – Para 2

Hînbûnên Kitêba Pîroz, yên ku berbi Nixumandinê Diçin – Para 2

“Haş ji xwe û hînkirina xwe hebe” (1 TÎMT. 4:16).

KILAMA 77 Ronayî li Dinya Terîda

VÊ GOTARÊDA *

1. Îşê belakirina mizgînê çima pir ferz e?

ÎŞÊ belakirina mizgînê pir ferz e. Îsa Mesîh usa gotibû: “Niha herin hemû mileta hîn kin û wana . . . binixumînin” (Met. 28:19, 20). Bona ku însan xilaz bibin û jiyana heta-hetayê bistînin, nixumandin eseyî e. Kesê ku dixwaze bê nixumandinê gerekê baweriya xwe bîne ku qurbanbûn û rabûna Îsa Mesîh riya xilazbûnê vekiriye. Lema, Petrûsê şandî got ku nixumandin însana bi saya rabûna Îsa Mesîh “xilaz dike” (1 Pet. 3:21). Dêmek, gava şagirtekî nû tê nixumandinê, ew dikeve riya xilazbûnê.

2. Li gora 2 Tîmotêyo 4:1, 2, gerekê em çi bikin?

2 Bona ku em meriva bikin şagirtên Îsa Mesîh, gerekê em “hînkirinêda” bibine hoste (2 Tîmotêyo 4:1, 2 bixûne). Gelo çima? Di Metta 28:19, 20-da, Îsa Mesîh gotibû ku gerekê em meriva “hîn bikin”. Pawlosê şandî jî usa got: “Her gav nava wanda bimîne, çimkî bi vî tiherî tê xwe jî xilaz kî û wan jî, kîjanêd guhdariya te dikin”. Lema, wî got: “Haş ji xwe û hînkirina xwe hebe” (1 Tîmt. 4:16). Ew yek ku hînkirin şixulê belakirina mizgînêva girêdayî ye, gerekê em bibin dersdarên hoste.

3. Vê gotarêda, emê derheqa çi xeber din?

3 Li temamiya dinyayê, Şedên Yehowa bi mîlyona hînbûnên Kitêba Pîroz derbaz dikin. Lema, çawa gotara pêşiya vêda hate gotinê, em dixwazin bizanibin ka em çawa dikarin alî hê zêde însana bikin ku ewana bêne nixumandinê. Vê gotarêda, emê dîna xwe bidin pênc tiştên din, yên ku gerekê em bikin wekî xwendekarên me berbi nixumandinê pêşda herin.

BIRA KITÊBA PÎROZ DEWSA TE XEBER DE

Seva ku tu hîn bibî ku tu çawa dikarî îznê bidî wekî Kitêba Pîroz dewsa te xeber de, ji dersdarekî cêribandî alîkariyê bixwaze (Binihêre abzasa 4 heta 6) *

4. Gava em hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikin, çima ferz e ku em bi zêdeyî xeber nedin? (Binihêre spartin.)

4 Em rastiya Kitêba Pîroz pir hiz dikin. Lema telik ev e ku em bi zêdeyî derheqa tiştên ku em hiz dikin, xeber din. Lê belê, em zanin ku gerekê ewê ku Hînbûna “Birca Qerewiliyê”, Hînbûna Kitêba Pîroz ya Civatê yan hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dike, bi zêdeyî xeber nede. Heger em dixwazin ku Kitêba Pîroz meriva hîn bike, gerekê em xwe bigirin. Ne lazim e ku em her tiştê ku em derheqa rêz yan têmekê zanin, xeber din * (Yûhn. 16:12). Bîne bîra xwe ku gava tu hatî nixumandinê, zanîna te çiqas bû. Femdarî ye, te li wê demê dibeke tenê rastiyên sereke zanibû (Îbrn. 6:1). Gelek sal derbaz bûn heta ku tu her tiştî hîn bûyî. Lema, wê baş be ku em xwendekara pê înformasiya nehewce bargiran nekin.

5. (a) Li gora 1 Têsalonîkî 2:13, em dixwazin ku xwendekarên me çi fem bikin? (b) Em çawa dikarin xwendekarên xwe hêlan bikin ku ew besa tiştên ku ew hîn dibin, bikin?

5 Em dixwazin ku xwendekarê me fem bike ku tiştên ku ew wedê hînbûnê hîn dibe, ji Kitêba Pîroz in (1 Têsalonîkî 2:13 bixûne). Em çawa dikarin bigihîjin vê nêtê? Xwendekarê xwe hêlan bike ku ew besa tiştên ku ew hîn dibe, bike. Dewsa ku tu hemû rêza wîra zelal bikî, bêje ku bira ew hine rêza tera zelal bike. Alî xwendekar bike wekî ew bivîne ku gotinên Kitêba Pîroz çima bona wî kêrhatî ne. Paşî xwendina rêzekê, bipirse ka ew li ser vê rêzê çi difikire (Lûqa 10:25-28). Mesele, pirsên usa bipirse: “Ev rêz dîna te dikişîne ser kîjan hunurê Yehowa? Tu çawa dikarî ji vê rêzê karê bistînî? Gelo fikra vê rêzê li te xweş hat?” (Metlk. 20:5) Tiştê herî ferz ne ev e ku zanebûna xwendekar çiqas gelek be, lê ev e ku ew tiştên ku ew zane çiqas hiz dike û van tişta di jiyana xweda çiqas pêk tîne.

6. Wê çima baş be ku em dersdarekî cêribandî tevî xwe bibin ser hînbûna Kitêba Pîroz?

6 Gava tu hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikî, gelo tu mizgînvanên cêribandî carina tevî xwe dibî? Mesele, tu dikarî ji wana bipirsî hela derbazkirina te çawa ye û tu bi rastî îznê didî ku Kitêba Pîroz dewsa te xeber bide. Heger tu dixwazî bibî dersdarekî baş, gerekê tu milûk bî (Karên Şandiya 18:24-26 binihêre). Usa jî, ji mizgînvanê cêribandî bipirse ku bi dîtina wî, xwendekar rastiyê fem dike yan na. Heger tu çend heftiya nikaribî hînbûnê derbaz bikî, tu dikarî ji vî mizgînvanî reca bikî ku bira ew hînbûnê derbaz bike. Bi vî awayî, hînbûn wê bi cûrekî terbet berdewam bibe, û xwendekar wê diha baş fem bike ku hînbûna Kitêba Pîroz çiqas ferz e. Tu cara nefikire ku xwendekar tenê para te ye, û tu kesê din nikare hînbûnê derbaz bike. Hertim bifikire ku çi wê bona xwendekar baş be, wekî ew riya rastiyêda pêşda here.

BI XÎRET Û BI BAWERÎ HÎN BIKE

Seva ku xwendekarê te fem bike ku ew çawa dikare prînsîpên Kitêba Pîroz bide xebatê, besa serhatiyên kesên din bike (Binihêre abzasa 7 heta 9) *

7. Çi dikare alî xwendekar bike ku rastiya Kitêba Pîroz dilê wî bigire?

7 Gava tu besa rastiyê dikî, gelek ferz e ku xwendekar xîret û baweriya te bivîne (1 Têsln. 1:5). Ev yek wê alî wî bike ku rastiya Kitêba Pîroz dilê wî bigire. Heger dibe, wîra bêje ku xebitandina prînsîpên Kitêba Pîroz jiyana te çawa diha baş kiriye. Bi vî awayî, xwendekar wê fem bike ku rêberiya Kitêba Pîroz wê wîra jî karê bîne.

8. Tu çawa dikarî alî xwendekarê xwe bikî ku ew aliyê ruhanîva pêşda here?

8 Heger hine problêmên xwendekarê te hene, wîra besa serhatiyên hine meriva bike, yên ku rastî wî cûreyî problêma hatibûn û ew problêm safî kirine. Xêncî vê yekê, tu dikarî mizgînvanekî din tevî xwe bivî ser hînbûnê, wekî xwendekarê te ji cêribandina wî karê bistîne. Usa jî, li ser jw.org, di rêza “Kitêba Pîroz Jîyîna Meriva Diguhêze * serhatiyên xweş hene. Gotar û vîdêoyên usa dikarin alî xwendekarê te bikin ku ew kara xebitandina prînsîpên Kitêba Pîroz fem bike.

9. Tu çawa dikarî xwendekarê xwe hêlan bikî ku ew meriv û hevalên xwera besa mizgînê bike?

9 Heger xwendekarê te zewicî ye, jina wî (yan mêrê wê) teglîf bike ku ew jî wedê hînbûnê tevî we be. Xwendekarê xwe hêlan bike ku ew nefer û hevalên xwera besa mizgînê bike (Yûhn. 1:40-45). Tu çawa dikarî alî xwendekarê xwe bikî ku ew vê yekê bike? Mesele, ji wî bipirse: “Teyê ev rastî neferên xwera çawa şirovekira?” Yan jî: “Teyê ev yek bi alîkariya kîjan rêzê hevalekî xwera îzbat bikira?” Bi vî cûreyî, tu dikarî xwendekarê xwe hazir bikî ku rojekê ew jî bibe dersdar. Paşê, gava ew hazir e, ew dikare bibe mizgînvanekî nenixumandî. Tu dikarî xwendekarê xwe bipirsî ka hine nasên wî hene, yên ku belkî dixwazin hînbûna Kitêba Pîroz bistînin. Heger kesên usa hene, bêje wana ku ew dikarin hînbûna Kitêba Pîroz destpêkin û vîdêoya “Ça Derbaz Dibe Hînbûna Kitêba Pîroz?” * nîşanî wan bike.

ALÎ XWENDEKAR BIKE KU EW CIVATÊDA XWERA HEVALA BIVÎNE

Alî xwendekarê xwe bike ku ew li civatê xwera hevala bivîne (Binihêre abzasa 10 û 11) *

10. Li gora 1 Têsalonîkî 2:7, 8, em çawa dikarin Pawlos xwera bikin mesele?

10 Gelek ferz e ku em ji dil bikevine heyra xwendekarên xwe û wana wek xûşk û birên xweye ruhanî bivînin (1 Têsalonîkî 2:7, 8 bixûne). Bona wan belkî hêsa nîne ku ew heleqetiya xwe tevî hevalên xwe yên berê biqetînin û jiyana xwe bi temamî biguhêrînin, wekî ew bikaribin Yehowara xizmet bikin. Lema, gerekê em alî wan bikin ku ew civatêda xwera hevalên baş bivînin. Lazim e ku em ne tenê li dema hînbûnê, lê li demên din jî tevî wan wede derbaz bikin. Wê baş be ku em li rojên din jî carna wanra têlêxin, smsekê bişînin yan serîkî wan xin. Bi vî awayî, ewê fem bikin ku em bi rastî bona wan xem dikin.

11. Em çawa dikarin alî xwendekarên xwe bikin ku ew xwera hevalên nû bivînin, û ev yek çima ferz e?

11 Gotineke usa heye ku dibêje: “Mêvanê yekî, mêvanê gundekî”. Em jî dikarin usa bêjin: “Xwendekarê yekî, xwendekarê civatekê”. Lema, dersdarên cêribandî xwendekarên xwe xûşk û birên din jî didin nas kirin. Kesên usa dikarin alî xwendekara bikin ku ew diha nêzîkî Yehowa bibin û mêrxasiyê bidin wan. Em dixwazin ku xwendekarên me xwe wek para civatê û para malbeta me ya ruhanî hesab kin û xûşk-bira hiz bikin. Ev yek wê alî wan bike ku ew heleqetiya xwe tevî hevalên nebaş biqetînin, yên ku alî wan nakin ku ew Yehowa hiz bikin (Metlk. 13:20). Hingê, heger hevalên wan yên berê wan bihêlin jî, ewê xemgîn nebin, çimkî ewê bizanibin ku di teşkîleta Yehowada xwera dostên baş bivînin (Marq. 10:29, 30; 1 Pet. 4:4).

BESA SONDA TESMÎLBÛYÎNÊ Û NIXUMANDINÊ BIKE

Gav bi gav, xwendekarekî dilpak dikare bona nixumandinê hazir bibe (Binihêre abzasa 12 û 13)

12. Çima lazim e ku em xwendekarên xwera besa sonda tesmîlbûyînê û nixumandinê bikin?

12 Em dixwazin ku xwendekarên me axiriyêda bêne nixumandinê û bibin şagirtên Îsa Mesîh. Lema, gerekê em xwendekarên xwera besa sonda tesmîlbûyînê û nixumandinê bikin. Paşî ku xwendekarên me bi çend meha hînbûna Kitêba Pîroz derbaz bûne û îlahî heger ew îda tên civîna, gerekê ewana fem bikin ku nêta hînbûna Kitêba Pîroz ev e ku ew bibin Şedên Yehowa.

13. Xwendekar çawa gav bi gav berbi nixumandinê diçe?

13 Gav bi gav, xwendekarekî dilpak dikare bona nixumandinê hazir bibe. Gava pêşin ev e ku xwendekar Yehowa nas bike, wî hiz bike û baweriya xwe wî bîne (Yûhn. 3:16; 17:3). Bi vî cûreyî, xwendekar wê hêdî-hêdî hê nêzîkî Yehowa û civatê bibe (Îbrn. 10:24, 25; Aqûb 4:8). Wede şûnda, ewê terka edetên xirab bide û gunên xwe tobe bike (Kar. Şand. 3:19). Çiqas baweriya wî qewî bibe, haqas ewê bixwaze kesên dinra rastiyê gilî ke (2 Korn. 4:13). Paşê, ewê jiyana xwe bide destê Yehowa û wê bê nixumandinê (1 Pet. 3:21; 4:2). Gava xwendekarek tê nixumandinê, her kes gelek şa dibe! Gava xwendekar hêdî-hêdî berbi vê nêtê diçe, payê wî bide û wî hêlan bike, wekî ew li ser riya rastiyê bimîne û pêşda here.

PÊŞDAÇÛYÎNA XWENDEKARÊ XWE BICÊRIBÎNE

14. Em çawa dikarin fem bikin ka xwendekarên me bi rastî pêşda diçin yan na?

14 Heta ku xwendekarên me hazir bin ku jiyana xwe bidin destê Yehowa û bêne nixumandinê, hilbet lazim e ku em sebir bikin. Dîsa jî, gerekê em zû yan dereng têderxin ka ew bi rastî dixwaze Yehowara xizmet bike yan na. Mesele, ji xwe usa bipirse: “Gelo xwendekarê min ji aliyê xweda tiştekî dike ku guh bide qanûnên Îsa Mesîh? Yan jêra tenê xeberdana min hewas e?”

15. Pêşdaçûyîna xwendekarekî çawa eyan dibe?

15 Xwendekar çawa pêşda diçe? Gelo ew dibêje ku ew Yehowa hiz dike? Gelo ew wîra dua dike? (Zeb. 116:1, 2) Gelo ew ji xwendina Kitêba Pîroz şabûnê distîne? (Zeb. 119:97) Gelo ew diçe hemû civîna? (Zeb. 22:22) Gelo ewî jiyana xwe guherandiye? (Zeb. 119:112) Gelo ew malbet û hevalên xwera besa mizgînê dike? (Zeb. 9:1) Ya herî ferz, gelo ew dixwaze bibe Şedê Yehowa? (Zeb. 40:8) Heger xwendekar van aliyada qet pêşda naçe, bi nermî ji wî pêbihese ku menî çi ye, û paşê wîra bi qedir lê raste-rast derheqa vê problêmê xeber de. *

16. Em çawa dikarin têderxin ka gerekê em hînbûneke Kitêba Pîroz bidine sekinandinê yan na?

16 Car cara bifikire dibeke wê baş be ku tu hînbûnê bidî sekinandinê. Mesele, heger xwendekar bona hînbûnê hazir nabe, naxwaze bê civîna, terka xeysetên xweye xirab nedaye, ji dînê qelp derneketiye, belkî tu badîhewa wedê xwe ser wî xerc dikî. Heger xwendekar qîmet nake tiştên ku ew hîn dibe û naxwaze xwe rast bike, qe kara berdewamkirina vê hînbûnê heye?

17. Li gora 1 Tîmotêyo 4:16, gerekê hemû dersdarên Kitêba Pîroz çi bikin?

17 Gelek ferz e ku em meriva bikin şagirtên Îsa Mesîh, û em dixwazin alî xwendekarên xwe bikin ku ew berbi nixumandinê pêşda herin. Lema, gerekê em îznê bidin ku Kitêba Pîroz dewsa me xeber de, û gerekê em bi xîret û bi bawerî hîn bikin. Usa jî, gerekê em xwendekarê xwe hêlan bikin ku ew li civatê xwera hevala bivîne. Xêncî vê yekê, gerekê em besa sonda tesmîlbûyînê û nixumandinê bikin û pêşdaçûyîna xwendekar car cara bicêribînin (Çargoşe bi navê “ Dersdar Gerekê Çi Bike?” binihêre). Em pir şa ne ku di vî îşê ferzda para me jî heye! Bira em çi ji destê me tê bikin ku em hînbûnên Kitêba Pîroz bi awayekî baş derbaz bikin, wekî xwendekarên me berbi nixumandinê herin!

KILAMA 79 Wana Hîn kin ku Qewî Bisekinin

^ abz. 5 Bi saya hînbûna Kitêba Pîroz, em meriva hîn dikin ku ew nihêrandin û jiyana xwe li gora xwestina Yehowa rast bikin. Vê gotarêda, emê bivînin ku em çawa dikarin bibin dersdarên diha baş.

^ abz. 4 Li gotara “Wedê Hînkirinê Çi Nelazim e Bikin” (“Mîna Îsa Mesîh Bijîn û Xizmet kin – Bernama Civînê”, Îlon 2016).

^ abz. 8 Bikeve KITÊBXANE > VÎDÊO > ÎNTÊRVÎÛ Û SERHATÎ.

^ abz. 9 Bikeve li jw.org®, KITÊBXANE > VÎDÊO > CIVÎN Û XIZMETIYA ME > HACETÊN BONA XIZMETIYÊ.

^ abz. 15 Li gotarên “Hizkirina Hindava Yehowa Berbi Nixumandinê Hêlan Dike” û “Tu Hazir î Bêyî Nixumandinê?” binihêre (“Birca Qerewiliyê”, Adar 2020).

^ abz. 77 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Paşî hînbûna Kitêba Pîroz, xûşka cêribandî şîretê dide xûşka ku hînbûn derbaz kiribû, ku bira ew dema hînbûnêda bi zêdeyî xeber nede.

^ abz. 79 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Wedê hînbûnê, xwendekar hîn dibe ku ew çawa dikare bibe jineke diha baş. Paşê, ew mêrê xwera besa tiştên ku ew hîn bûye, dike.

^ abz. 81 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Xwendekar û mêrê wê li mala xûşk û birakî wext derbaz dikin.