Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Şikilê sênê û postêra ser sênêra

1922: Sed Sal Pêşda

1922: Sed Sal Pêşda

“XWEDÊ . . . em bi destê Xudanê me Îsa Mesîh ser xistin” (1 Korintî 15:57). Ev rêz, ya ku ça rêza sala 1922 hatibû bijartinê, nîşanî Lêkolînkarên Kitêba Pîroz kiribû, ku aminiya wan wê bê xelatkirinê. Rastî jî Yehowa ev mizgînvanên xîret kerem kirin. Wê salê, wana destpêkir xwexa kitêba neşir kin û mizgîniya Padşatiyê bi saya radîoyê bela kin. Paşê Yehowa xizmetkarên xwe bi cûrê din jî kerem kirin. Lêkolînkarên Kitêba Pîroz ser civata mezine mexsûs, Sîdar Poîntêda (Ohayo) top bûn. Ev civata mezin heta îro jî ser teşkîleta Yehowa hukum dike.

“FIKREKE ECÊBMAYΔ

Çiqas ku şixulê belakirina mizgîniyê pêşda diçû, haqas hewcetî edebyetada hê zêde dibû. Jûrnal Beytela Brûklînêda dihatine neşirkirin, lê kitêb fîrmada dihatine neşirkirinê. Çaxê fîrmekê gelek meha nikaribû êpêce kitêb neşir ke, birê Rûtêrford ji Robêrt Martîn bira pirsî, yê ku mênêcêrê vê karxanê bû, hela bi nihêrandina wî mecala wan heye ku ewana xwexa kitêba neşir kin, yan na.

Karxana Brûklînêda (Konkord Strît)

Martîn bira usa got: “Ev fikireke ecêbmayî bû, çimkî bona vê yekê, wê lazim bûya ku me karxaneke bona neşirkirina kitêba vekira”. Hingê bira, avayîke, Brûklînêda (Konkord Strît 18) cîk kirê girtin, û hemû mekîneyên lazim hatin kirînê.

Hine meriv ji bo vê yekê eciz bûn. Serwêrê fîrmekî ku kitêbên me neşir dikir, hat dîna xwe bide karxana teze. Ewî got: “Niha destê weda hemû mekînên neşirkirinê hene, lê hûn nizanin ku van mekîna çawa bidine xebatê. Nava şeş mehada, hûnê her tiştî xirab kin”.

Martîn bira got: “Gotinên wî tê bêjî logîkî bûn, lê ewî nizanibû ku Yehowa tevî me ye”. Rastî jî Xwedê alî wan kir. Gelek wext derbaz nebû, ku karxana teze rojê 2 000 kitêb derdixist.

Mekînên neşirkirinê

BI SAYA RADYOYÊ, MIZGÎNÎ DIGIHÎJE BI HEZARA MERIVA

Xêncî vê yekê ku xizmetkarên Yehowa xwexa hine kitêb neşir dikirin, wana destpêkir radîoyê jî bidine xebatê, wekî mizgîniyê bela kin. Roja Ledê 26 Sibatê, sala 1922, paşî nîvro, birê Rûtêrford cara pêşin pê radîoyê xeber da. Ewî gotara bi navê “Bi Mîlyona Kesên ku Niha Dijîn wê Tu Cara Nemirin” ser stansyeke radîoyê, Los Ancêlêsêda xwend.

Weke 25 000 meriva guh dane vê bernamê. Hineka neme nivîsîn ku bona vê bernamê razî ne. Yek ji van nema, ji mêrekî bi navê Wîlard Aşford hat, yê ku Kalîfornyayêda dijît. Ewî pesinê birê Rûtêrford da, çimkî gotara wî gelek xweş bû. Usa jî ewî got: “Hergê we ev gotar cîkî nêzîkî me bixwenda jî, emê nikaribûna bihatana wêderê, çimkî mala meda sê kesên nexweş hene”.

Paşê bernamên din jî bi saya radîoyê hatin derbazkirin. Çawa ku jûrnala Birca Qerewiliyêda hatibû gotinê, heta xilaziya salê, “lapî kêm 300 000 meriva mizgînî bi saya radîoyê bihîstibû”.

Seva vê yekê, Lêkolînkarên Kitêba Pîroz safî kirin, wekî Stêîtên Aîlêndêda, nêzîkî Beytela Brûklînê, stansyeke radîoyê ava kin. Ev stansya, ya ku ça “WBBR” hate navkirinê, çend sala bona belakirina mizgîniya Padşatiyê hate xebitandinê.

“ADV”

Jûrnala “Birca Qerewiliyêda” ya 15 Hezîranê, sala 1922 hate elamkirinê, ku ji 5 Îlonê heta 13 Îlonê sala 1922, civata mezin wê Sîdar Poîntêda bê derbazkirinê. Lema jî Lêkolînkarên Kitêba Pîroz gelek şa bûn, çaxê hatine Sîdar Poîntê ser civata mezin.

Gotara xweye pêşinda, birê Rûtêrford guhdarara usa got: “Ez bawer im ku Xwedê wê . . . civata mezin kerem ke û şedetîke mezin bide dinyayê”. Ser vê civata mezin, gotarvana çend cara gotin, ku şixulê belakirina mizgîniyê gelek ferz e.

Sîdar Poînt, Ohayo, 1922: Guhdarvanên civata mezin

Paşê, roja Îniyê, 8 Îlonê, weke 8 000 guhdarvan gelek hîviya gotara birê Rûtêrford bûn. Ewana hîviyê bûn wekî birê Rûtêrford şiroveke, ku çi tê hesabê herfên “ADV”, yên ku ser belgên teglîfkirinê nivîsî bûn. Gava ewana rûniştî bûn, hine ji wan plakata gulometkkirîye mezin didît, ya ku ser sênêra dardakirî bû. Birakî bi navê Artûr Klaûs, yê ku ji Talsayê hatibû, xwera cîkî gelek baş dîtibû, wekî bikaribe dengê gotarvan rihet bibihê. Wê demê, ew cîkî gelek qîmet bû, çimkî hingê mîkrofon hê nedihatin xebitandinê.

“Me bi hewaseke mezin guh dida her gotina wî”

Rêberê bernamê elam kir ku wedê gotara birê Rûtêrford, îzin wê neyê dayînê wekî kesên ku dereng tên, bikevine odê, wekî guhdarvanên din eciz nebin. Siheta nîvê deha, birê Rûtêrford bi van gotinên Îsa Mesîh gotara xwe destpêkir: “Padşatiya Ezmana nêzîk bûye” (Metta 4:17). Ewî zelal kir, ku mizgîniya derheqa vê Padşatiyê çawa gerekê bihata belakirinê: “Îsa Mesîh xwexa gotibû ku wedê hazirbûna wî, ewê şagirtên xweye rast û amin top ke”.

Artûr bira, yê ku oda mezinda rûniştî bû, usa got: “Me bi hewaseke mezin guh dida her gotina wî”. Lê nişkêva, serê Artûr gêj bû, û lazim bû ku ew ji odê derkeve. Artûr bê dil derket, çimkî ewî zanibû ku îzin tune wekî ew dîsa bikeve hundur.

Çend deqe şûnda, ewî îda xwe baş texmîn dikir. Gava ew vedigeriya odê, ewî dengê çepikên qayîm bihîst. Ew yek xwestina wî hê gur kir, wekî guh bide bernamê! Ewî safî kir, ku hergê lazim be, ewê hilkişe ser banê avayê jî wekî guh bide vê gotara xweş. Hingê ew 23 salî bû, lema jî ewî xwera rê dît, ku ça hilkişe ser ban. Pencerên jorê vekirî bûn, û gava ew nêzîkî pencera bû, ew şa bû ku deng rind dihate bihîstinê.

Xêncî Artûr, hine hevalên wî jî wêderê bûn. Yek ji wan, Frank Conson bû, ewî lê pirsî: “Kêra teye tûj heye”?

Artûr cab da: “Erê, heye”.

Frank got: “Tu caba duayên me yî! Tu vê plakata mezin divînî? Eva postêr e, ser van mixa girêdayî ye. Rind guh bide Hakim. * Gava ew bêje ‘elam bikin, elam bikin, elam bikin’, van çar bena jêke”.

Lema jî Artûr pê kêra xwe tevî hevalên xwe hîviya elametiyê sekinî. Gelek wext derbaz nebû, ku Rûtêrford bira gihîşte xilaziya gotara xwe. Ewî bi xîret û bi dengê bilind usa got: “Bona Xwedê bibin Şedên rast û amin. Heta ku Babîlon bi temamî wêran be, newestin! Vê mizgîniyê hemû ciya bela kin. Bira dinya elam bizanibe ku Yehowa ye Xwedê, û Îsa Mesîh Padşê padşa û Xudanê xudana ye. Ewa wedekî lapî mexsûs e terîxiyêda . Padşa îda hukum dike! Mizgînvanên wî hûn in. Lema jî derheqa Padşa û Padşatiya wî elam bikin, elam bikin, elam bikin”!

Artûr û birên din ben jêkirin, û postêr hêdî-hêdî vebû. Ser postêrê usa nivîsî bû: “Padşa û Padşatiyê elam bikin”. Xebera “ADV” îda hate femkirinê: Ev herf, sê herfên pêşin ya xebera Înglîzî ne, ku tê hesabê “elamkirin”.

ŞIXULEKÎ FERZ

Civata mezin Sîdar Poîntêda, alî xûşk-bira kir, ku ewana dîna xwe bidin şixulê belakirina mizgîniya Padşatiyê, û kesên xîret ev şixul bi şabûnê dianîne sêrî. Pêşengekî ji Oklahomayê usa nivîsî: “Vê herêmêda, kîderê ku em mizgîniyê bela dikin, gelek meriv vî ciyî dixebitin, kîderê ku komirê derdixin, û heçî zef ji wan gelek kesîb in”. Gelek car, gava meriv xebera ji jûrnala “Qirna Zêrîn” dibihîstin, çevên wan bi hêsira tije dibûn. Birê me got: “Em gelek şa ne ku dikarin ber dilê wanda bên”.

Lêkolînkarên Kitêba Pîroz rastiya van gotinên Îsa Mesîh, rind fem dikirin: “Nandirûn gelek e, lê pale hindik in” (Lûqa 10:2). Xilaziya salê, ewana diha hêlan bûn ku mizgîniya Padşatiyê her dera elam kin.

^ Rûtêrford bira, car-cara ça “Hakim” dihate navkirinê, çimkî ew Mîsûriyêda cara ça hakimekî mexsûs dixebitî.