Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Berê Îsraêliya Şer Dikirin, Lê Em Çira Şer Nakin?

Berê Îsraêliya Şer Dikirin, Lê Em Çira Şer Nakin?

WEDÊ Şerê Hemdinyayê ya Duda, ofîsêrekî Natsîsta, komeke Şedên Yehowara usa got: “Hergê hûn qebûl nekin ku miqabilî Fransa yan Înglîstanê şer bikin, emê we gişka bikujin”! Nêzîkî wan, eskerên Natsîsta bi çekên xwe hîviyê sekinî bûn, lê dîsa jî birên me sist nebûn. Wana mêrxasîke çiqas mezin da kifşê! Mesela wan nihêrandina Şedên Yehowa rind nîşan dike: Em şer nakin. Hergê meriv me bikujin jî, yeke emê tev şerên vê dinyayê nebin.

Lê gelek merivên ku dibêjin wekî ewana Mesîhî ne, tevî nihêrandina me razî nînin. Ewana difikirin ku her Mesîhî gerekê welatê xwe biparêze. Hinek usa dibêjin: “Berê Îsraêlî xizmetkarên Xwedê bûn, û wana şer dikir, lê îro çira Mesîhî naçin şer”? Hergê kesek tera usa bêje, tu dikarî şirovekî, ku halê Îsraêliya ji halê xizmetkarên Xwedêye îroyîn bi temamî cude ye. Were em dîna xwe bidine van pênc firqiya:

1. CIMETA XWEDÊ GIŞK MILETEK BÛN

Wedê berê, Yehowa ji miletekî xwera cimet top kiribû. Lema jî, Ewî wana ça milkê xweyî mexsûs hesab dikir (Derketin 19:5). Usa jî Xwedê erdekî mexsûs dabû wan. Lema jî gava Xwedê Îsraêliyara got, ku ewana tevî miletên din şer bikin, nav dijminên wanda xizmetkarên Yehowa tune bûn. *

Îro, xizmetkarên Xwedê “ji her miletî, ji her berekê, ji her cimetê û ji her zimanî” tên (Eyantî 7:9). Hergê xizmetkarên Xwedê biçûna şêr, wana wê tevî bawermendên xwe jî şer bikira û hela hê wana bikuştana jî.

2. YEHOWA FERMAN DABÛ ÎSRAÊLIYA KU EWANA ŞER BIKIN

Wedê berê, Yehowa safî dikir, ku gerekê Îsraêlî kengê û çima şer bikin. Mesele, Xwedê ji wan xwest wekî ewana tevî Kenaniya şer kin, çimkî wana cinara xizmet dikir, bênamûsiya giran dikirin û zar qurban dikirin. Yehowa ji Îsraêliya xwest, wekî ewana vê xirabiyê ji Erdê Sozdayî kuta kin (Qanûna Kahîntiyê 18:24, 25). Çaxê Îsraêlî wêderê cîwar bûn, Xwedê carna îzin dida wan, wekî ewana himberî dijminên bêrem şer bikin (2 Samûyêl 5:17-25). Lê Yehowa tu car îzin nedida Îsraêliya wekî ewana xwexa safî kin ku herine şer. Çaxê wana xwexa safî dikir ku herine şêr, axiriya vê yekê gelek car pir xirab bû (Jimar 14:41-45; 2 Dîrok 35:20-24).

Îro, Yehowa îzinê nade meriva ku şer bikin. Miletên dinyayê bona kara xwe şer dikin û nihêrandina Xwedê hilnadin hesab. Ewana carna ji bo erd, pera, yan jî ji bo polîtîkayê şer dikin. Îro hine kes difikirin, ku ewana bi navê Xwedê şer dikin, wekî rêlîgiya xwe biparêzin, yan jî dijminên Xwedê bikujin. Gelo şerên usa cayîz in? Na. Yehowa wê xizmetkarên xweye rast axiriyêda, dêmek şerê Harmegedonêda biparêze û dijminên xwe qir ke (Eyantî 16:14, 16). Hingê, ordiya Xwedê wê tenê ji eskerên ruhanî be, ne ku ji xizmetkarên wîye ser erdê (Eyantî 19:11-15).

3. ÎSRAÊLIYA KESÊN KU BAWERIYA XWE XWEDÊ DIANÎN, SAX DIHIŞTIN

Gelo şerên îroda hindava merivên bawermend remê didine kifşê, çawa ku hindava Rexab û malbeta wêda dane kifşê, wedê şerê Erîhayê?

Wedê berê, ordiya Îsraêlî gelek car rema xwe didane kifşê hindava wan meriva, yên ku baweriya xwe Xwedê dianîn, û tenê wan meriva dikuştin, kîjana ku Yehowa safî kiribû bikuje. Were dîna xwe bidin van du mesela: Rast e Yehowa safî kiribû wekî bajarê Erîhayê bihata wêrankirinê, lê Îsraêliya Rexab û malbeta wê sax hiştin, çimkî ewê baweriya xwe Yehowa anî (Yêşû 2:9-16; 6:16, 17). Wext şûnda bajarê Gîbeonê jî nehate wêrankirinê, çimkî Gîboniya tirsa ber Xwedê didane kifşê (Yêşû 9:3-9, 17-19).

Îro, miletên ku şer dikin, rema xwe hindava merivên bawermend nadine kifşê. Û carna, gelek binelî jî ku neheq nînin, têne kuştinê.

4. ÎSRAÊLIYA LI GORA RÊBERIYA XWEDÊ ŞER DIKIRIN

Wedê berê, Yehowa dixwest ku eskerên Îsraêlî li gora rêberiya wî şer bikin. Mesele, Xwedê carna dixwest, wekî ewana tevî bajarekî dijmina, peymana “edilayê” girêdin (Qanûna Ducarî 20:10). Usa jî Yehowa dixwest ku eskerên Îsraêlî xwe û zoma xwe him fîzîkîda him jî ruhanîda temiz xwey kin. (Qanûna Ducarî 23:9-14). Ordiyên miletên din gelek car jinên dijmina xirab dikirin, lê Yehowa qedexe dikir wekî cimeta wî usa bike. Û heta ku mehek derbaz nebûya, îzina wan tune bû wekî wan jinara bizewicin, kîjana ku wana çawa dîl zeft kiribûn (Qanûna Ducarî 21:10-13).

Îro, gelek welata qebûl kirine ku li gora peymanên hemdinyayê şer bikin. Lê yazix ku ev peyman bona parastina merivên neneheq, cara têne teribandinê.

5. XWEDÊ BONA CIMETA XWE ŞER DIKIR

Gelo îro Xwedê bona miletekî şer dike, çawa ku Ewî Erîhayêda bona Îsraêliya şer kiribû?

Wedê berê, Yehowa gelek car bona Îsraêliya şer dikir û carna bi keremeta alî wan dikir, ku ewana serkevin. Mesele, Yehowa alî Îsraêliya kir wekî ewana bajarê Erîhayê zeft kin. Gelo çawa? Gava Îsraêliya li gora fermana Yehowa bi dengê bilind kirine qîrînî, dîwarên bajêr hilşiyan, û ordî hêsa kete hundur (Yêşû 6:20). Careke din, gava wana tevî Emoriya şer dikir, Yehowa teyrokên mezin ser wanda barand. Kesên ku ji teyrokê mirin, ji merivên ku bi şûrê Îsraêliya hatine kuştinê, zêdetir bûn (Yêşû 10:6-11).

Îro, Yehowa bona tu miletî şer nake. Padşatiya Xwedê û Îsa, Padşê vê Padşatiyê, “ne ji vê dinyayê” ne (Yûhenna 18:36). Serwêrên dinyayê bin destê Mîrê-cinada nin. Ev yek eşkere tê kifşê ji şerên vê dinyayê (Lûqa 4:5, 6; 1 Yûhenna 5:19).

MESÎHIYÊN RAST EDILAYÎHIZ IN

Çawa ku me dît, dereca me ji dereca Îsraêliyên berê gelek cude ye. Xêncî van firqiya, meniyên din jî hene, ku çira em naçine şêr. Mesele, Xwedê berêda gotibû ku rojên axiriyêda, kesên ku ji aliyê wîva têne hînkirinê, wê “êdî hînî şer nebin” û şer nekin (Îşaya 2:2-4, ÎM). Usa jî şagirtên Îsa “ne para dinyayê ne”, lema jî ewana piştgiriya tu şera nakin (Yûhenna 15:19).

Him jî Îsa şagirtên xwera got, ku ewana xwe dûr bigirin ji tiştên usa, ku kîn, hêrs û şera pêşda tînin (Metta 5:21, 22). Ewî wanra gotibû ku ewana “edilayiyê” bikin û “dijminên xwe hiz bikin” (Metta 5:9, 44).

Em çawa dikarin li gora van şîreta bijîn? Hemikî em naxwazin şer bikin, lê gelo em dilê xweda dijminatiyê dikişînin, çi ku dikare edilaya civatê xirab ke? Hergê erê, were em her tiştî bikin, wekî evê yekê ji dilê xwe derxin! (Aqûb 4:1, 11)

Em piştgiriya şerên nava miletada nakin, lê em edilayî û hizkirinê nava hevduda pêşda tînin (Yûhenna 13:34, 35). Heta ku ew roj bê, gava Yehowa hemû şera heta-hetayê bide sekinandinê, were em tevnebûyînê xwey kin! (Zebûr 46:9)

^ Eşîrên Îsraêlê carna himberî hev jî şer dikirin, lê ev şerê orta cimeta Yehowada, Wî xweş nedihatin (1 Padşatî 12:24). Tenê gava hine eşîr himberî Wî derdiketin, yan gunên giran dikirin, Xwedê şerên usa qebûl dikir (Hakimtî 20:3-35; 2 Dîrok 13:3-18; 25:14-22; 28:1-8).