Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 41

Tu Dikarî Bextewar bî

Tu Dikarî Bextewar bî

“Xwezî li wan hemûyên ku ji Xudan xof dikin û rîya Wîda dimeşin” (ZEBÛR 128:1).

KILAMA 110 Şabûna Yehowa

VÊ GOTARÊDA *

1. Em hewcê çi ne, û ev yek çawa bextewariyêva girêdayî ye?

 BEXTEWARIYA rast tişteke usa nîne, ku zû tê û diçe. Meriv dikare temamiya emirê xweda bextewar be. Gelo çawa? Îsa Mesîh usa gotibû: “Bextewar in ew, yên ku fem dikin hewcetiya xweye ruhanî, çimkî Padşatiya Ezmana ya wan e” (Metta 5:3, DT). Îsa Mesîh zanibû ku xwestina însana heye, wekî Yehowa Xwedê nas bikin û wî bihebînin. Û çimkî Yehowa “Xwedêyê xwezilî” ye, yên ku jêra xizmet dikin jî dikarin bextewar bin (1 Tîmotêyo 1:11).

“Xwezî li wan, ku bona rastîqedandinê têne zêrandinê” (Metta 5:10) (Abzasa 2 û 3 binihêre) *

2-3. (a) Li gora gotinên Îsa, kê dikare bextewar be? (b) Vê gotarêda, emê derheqa çi xeber din, û ev yek çira ferz e?

2 Gelo bextewarî tê hesabê ku jîyîna meda qe derd wê tune bin? Na. Îsa wedê xizmetkirina ser çiyê tiştekî hewas gotibû. Ewî got wekî kesên ku seva gunên xwe yan seva tiştên din dilteng in, dikarin bextewar bin. Usa jî, kesên ku “bona rastîqedandinê têne zêrandinê” û kesên ku seva baweriya xwe têne bêhurmetkirinê jî, dikarin bextewar bin (Metta 5:4, 10, 11). Gava meriv dikeve halekî usa, gelo ew ça dikare bextewar be?

3 Îsa hîn dikir ku bextewarî ne ev e gava jîyîna meda qe çetinayî tune ne, lê ev e, gava em haş ji hewcên xweye ruhanî hene û nêzîkî Xwedê dibin (Aqûb 4:8). Gelo em çawa dikarin vê yekê bikin? Vê gotarêda, emê derheqa sê gavên sereke xeber din, yên ku berbi bextewariya rast dibin.

KITÊBA PÎROZ BIXÛNE Û LÊKOLÎN KE

4. Seva ku em bextewariya rast bistînin, gava pêşin çi ye? (Zebûr 1:1-3)

4 GAVA 1: Seva bi rastî bextewar bin, gerekê em xwarina ruhanî bistînin. Bona jîyînê, him însan him jî heywan hewcê xwarina fîzîkî ne. Lê tenê însan hewcê xwarina ruhanî ne. Lema Îsa usa gotibû: “Însan tenê bi nên najî, lê bi her xebera ku ji devê Xwedê derdikeve” (Metta 4:4). Lema bira rojek jî usa derbaz nebe, ku em Xebera Xwedê nexûnin. Kitêba Pîroz dibêje wekî kesên ku qanûna Yehowa her roj dixûnin, bextewar in (Zebûr 1:1-3 bixûne).

5-6. (a) Em dikarin ji Kitêba Pîroz çi hîn bin? (b) Xwendina Kitêba Pîroz ça dikare alî me bike?

5 Bi saya Kitêba Pîroz, Yehowa bi hizkirinê me hîn dike ku em çawa dikarin bi jîyîneke bextewar bijîn. Ji vê kitêbê em pêdihesin, ku qirara wî bona me çi ye. Usa jî, em hîn dibin ku em çawa dikarin nêzîkî wî bin û gerekê em çi bikin, wekî Ew gunên me bibaxşîne. Xêncî vê yekê, em pêdihesin ku Yehowa bona axiriyê çi soz daye (Yêremya 29:11). Gava em Kitêba Pîroz lêkolîn dikin, rastiya derheqa van tişta dilê me şa dike.

6 Usa jî Kitêba Pîroz şîretên bona jîyîna herrojî dide me. Hergê em li gora van şîreta bijîn, emê bextewar bin. Gava em seva problêmên jîyînê dilteng dibin, wê baş be wekî em Xebera Yehowa hê zêde bixûnin û ser wê kûr bifikirin. Îsa gotibû “yên ku xebera Xwedê dibihên û pêk tînin”, bextewar in (Lûqa 11:28).

7. Tu çawa dikarî ji xwendina Xebera Xwedê diha zêde karê bistînî?

7 Gava tu Xebera Xwedê dixûnî, lez nekeve. Besa xeberê, kesekî tera xwarineke temxweş çêkiriye. Lê ji bo vê yekê ku tu lez dikevî wekî cîkîda herî, yan jî hişê te ser tiştekî din e, tu xwarinê zû-zû dadiqurtînî. Paşî xwarinê tu fem dikî, wekî te çiqas zû xwar û dibêjî: “Xwezil min hêdî-hêdî bixwara û tema xwarinê hê rind têderxista”. Xwendina Kitêba Pîroz jî dikare usa be. Gelo te Kitêba Pîroz qe usa zû xwendiye ku te rind fem nekiriye, wekî ew dixwaze tera çi bêje? Lema jî Kitêba Pîroz hêdî-hêdî bixûne. Serhatiya bide ber çevê xwe, denga bibihê, û ser tiştên ku tu dixûnî, kûr bifikire. Ev yek wê bextewariya te zêde ke.

8. “Xulamê amin û serwaxt” cabdariya xwe ça tîne sêrî? (Usa jî binihêre spartin.)

8 Îsa “xulamê amin û serwaxt” kifş kiriye, wekî wededa xwarina ruhanî bide me, lema jî em ruhanîda tu car birçî namînin * (Metta 24:45). Ser hîmê Xebera Xwedê, xulamê amin têr-tije xwarina ruhanî hazir dike (1 Têsalonîkî 2:13). Ev xwarina ruhanî alî me dike ku em fikirên Yehowa fem bikin, yên ku Kitêba Pîrozda hene. Lema jî gelek ferz e wekî em jûrnalên “Birca Qerewiliyê” û “Hişyar Bin!” û gotarên ser jw.org bixûnin, xwe bona hemû civîna hazir kin û her meh bernama JW Brodkastîng, ya ku ser gelek zimana tê derxistinê, binihêrin. Bi saya vê xwarina ruhanî, emê bikaribin gava duda bavêjin, ya ku berbi bextewariya rast dibe.

GUH BIDE QANÛNÊN YEHOWA

9. Gava duda, ya ku berbi bextewariya rast dibe, çi ye?

9 GAVA 2: Seva ku em bi rastî bextewar bin, gerekê em li gora qanûnên Yehowa bijîn. Kitêba Pîroz usa dibêje: “Xwezî li wan hemûyên ku ji Xudan xof dikin û rîya Wîda dimeşin” (Zebûr 128:1). Em ji Yehowa ditirsin, dêmek em haqas qedirê wî digirin ku em naxwazin dilê wî bi kirên xwe bêşînin (Metelok 16:6). Kitêba Pîroz nîşanî me dike ku bi dîtina Xwedê çi rast e û çi ne rast e, û gelek ferz e ku em xwe li van prînsîpa bigirin (2 Korintî 7:1). Hergê em van tişta bikin, çi ku Yehowa hiz dike, û tiştên ku ew nefret dike, nekin, emê bextewar bin (Zebûr 37:27; 97:10; Romayî 12:9).

10. Li gora Romayî 12:2, gerekê em çi bikin?

10 Romayî 12:2 bixûne. Bes nîne wekî kesek tenê bizanibe ku hukumê Yehowa heye, wekî qanûna dayne; gerekê ew usa jî li gora van qanûna bijî. Vê meselê bîne ber çevê xwe: Dibeke kesek bizanibe ku îzina dewletê heye wekî qanûnên ajotinê dayne. Lê hergê ew gura van qanûna neke, qe kara vê yekê wê hebe? Mîna vê yekê, gerekê em pê rabûn-rûniştina xwe nîşan kin, wekî em bi rastî bawer in ku qanûn-prînsîpên Yehowa bona kara me ne (Metelok 12:28). Dawid jî usa difikirî, lema jî ewî Yehowara got: “Tê rîyên emir minva eyan kî. Şabûneke mezin e li ber dîndara Te, heta-hetayê xêr û xweşî destê Teyî rastêda ye” (Zebûr 16:11).

11-12. (a) Gava derdên me hene, gerekê em çida miqatî xwe bin? (b) Gotinên ji Fîlîpî 4:8 çawa dikarin alî me bikin, wekî em xwera wedederbazkirinên cayîz bijbêrin?

11 Gava derdên me hene yan em tengasiyêda nin, dibeke em bixwazin bi tiştekî din mijûl bin, wekî derheqa problêmên xwe nefikirin. Ev xwestin normal e, lê gerekê em miqatî xwe bin, wekî pê van tişta mijûl nebin, yên ku Yehowa nefret dike (Efesî 5:10-12, 15-17).

12 Pawlosê şandî xûşk-birên bajarê Fîlîpyayêra nivîsîbû, wekî ser wan tişta bifikirin, “çi ku bi rastiyê ye . . . çi ku bi helaliyê ye . . . [û] çi ku bi xweşiyê ye” (Fîlîpî 4:8 bixûne). Rast e gotinên Pawlos raste-rast derheqa wedederbazkirina nîne, lê dîsa jî giliyên wî nîşan dikin wekî lazim e em wedederbazkirinên xwe li gora vê prînsîpê bijbêrin. Hela usa bike: Vê rêzêda kîderê ku xebera “tişt” nivîsar e, dewsa vê, xebera “stiran”, “fîlm”, “kitêb” yan “lîstika komputerê” dayne. Bi vî cûreyî, tu dikarî têderxî ku ber çevê Xwedê çi baş e û çi na. Em dixwazin pê prînsîpên Yehowaye bilind bijîn (Zebûr 119:1-3). Ev yek wê alî me bike wekî îsafa me temiz be, û emê hazir bin ku gaveke din bavêjin, ya ku berbi bextewariya rast dibe (Karên Şandiya 23:1).

PÊŞIYA HER TIŞTÎ DÎNA XWE BIDE HEBANDINA YEHOWA

13. Gava sisiya çi ye, ya ku berbi bextewariya rast dibe? (Yûhenna 4:23, 24)

13 GAVA 3: Hebandina Yehowara dayne ser ciyê pêşin. Yehowa Xwedê hêjayî hebandina me ye, çimkî ewî em xuliqandine (Eyantî 4:11; 14:6, 7). Lema jî gerekê em bi cûrê rast, çawa li wî xweş tê, dêmek bi “ruh û rastiyê” wî bihebînin (Yûhenna 4:23, 24 bixûne). Em dixwazin wekî ruhê pîroz rêberiya hebandina me bike, wekî hebandina me li gora rastiya Xebera Xwedê be. Hergê şixulên Şedên Yehowa welatê meda bi temamî yan hine tiştada qedexekirî ne, lazim e wekî em pêşiya her tiştî dîna xwe bidin hebandina Yehowa. Niha zêdetirî 150 xûşk-birên me seva baweriya xwe kelêda nin. * Dîsa jî ewana çi ji destê wan tê dikin, ku dua bikin, Kitêba Pîroz lêkolîn bikin û merivara derheqa Xwedê û Padşatiya wî gilî kin. Gava meriv me nimiz dikin yan jî dizêrînin, em dikarin bextewar bin, çimkî em zanin ku Yehowa tevî me ye û wê me xelat ke (Aqûb 1:12; 1 Petrûs 4:14).

BIRAKÎ KU BEXTEWARIYA XWE UNDA NEDIKIR

14. Çi hate serê birakî cahil ji Tacîkistanê û çira?

14 Serhatiyên xûşk-birên me nîşan dikin wekî halê me çi be jî, sê gavên ku me niha şêwir kiriye, berbi bextewariya rast dibe. Mesele, were binihêrin, ku Tacîkistanêda çi hate serê birakî 19 salî bi navê Covîdon Boboconov. Ji bo vê yekê ku ewî înkar kir here eskeriyê, 4 Cotmehê, sala 2019, wî ji malê zorê derxistin, ew bi meha kelêda girtî ma û hindava wîda usa bûn, ça hindava krîmînalekî. Vê neheqiyê dîna welatên din jî kişand. Ew hate kutanê, wekî sonda eskeriyê bixwe û kincên eskeriyê li xwe ke. Paşê, wana ber dîwanê ew sûcdar kirin û şandine zomeke xebatê, heta ku prêzîdêntê Tacîkistanê ew afû kir û ferman da, wekî ew bê azakirinê. Heta xilaziyê, gelo Covîdon çi kir ku amin bimîne û şabûna xwe unda neke? Ewî hewcên xweye ruhanî tu car pişt guhê xweva nedavît.

Covîdon xwarina ruhanî distand, li gora qanûnên Xwedê dijît û ji her tiştî zêdetir, dîna xwe dida hebandina Yehowa (Abzasa 15 û 17 binihêre)

15. Gava Covîdon kelêda bû, ewî ça xwarina ruhanî distand?

15 Çaxê Covîdon kelêda bû û destê wîda Kitêba Pîroz û edebyetên me tune bûn jî, ewî xwarina ruhanî distand. Gelo çawa? Xûşk-birên ku wîra xwarin dişandin, rêza rojê ser torba dinivîsîn. Bi vî cûreyî, mecala wî hebû ku her roj Kitêba Pîroz bixûne û ser wê kûr bifikire. Paşî ku ew ji kelê derket, ewî wan kesara, yên ku hê rastî tengasiyên giran nehatibûn, usa got: “Heta ku hûn aza ne, gelek ferz e ku hûn Xebera Xwedê û edebyetên me rind bixûnin, wekî hûn Yehowa diha rind nas kin”.

16. Covîdon ser çi difikirî?

16 Birê me li gora qanûnên Yehowa dijît. Ewî xwestinên nebaş dilê xweda mezin nedikirin û tiştên nerast nedikirin, lê ewî dîna xwe dida Yehowa û qirara wî. Covîdon tebiyetêra heyr-hujmekar dima. Her şebeq, ew ji dengê çivîka hişyar dibû. Şev ewî ser hîv û steyrka dinihêrî. Ew dibêje: “Ev pêşkêşên ji Yehowa dilê min şa dikirin û dil didane ber min”. Hergê em bona tiştên fîzîkî û ruhanî, yên ku Yehowa daye me, razî bin, dilê me wê şa be û ev bextewarî wê qewatê bide me, wekî em sebir kin.

17. Li gora 1 Petrûs 1:6, 7, çetinayî çawa dikarin ser baweriya kesekî hukum bikin?

17 Usa jî Covîdon ji her tiştî zêdetir dîna xwe dida hebandina Yehowa. Ewî zanibû ku çiqas ferz e wekî ew Xwedêra amin bimîne. Îsa usa gotibû: “Serê xwe li ber Xudan Xwedêyê xwe dayne û tenê wî bihebîne!” (Lûqa 4:8). Fermandar û eskera dixwestin wekî Covîdon terka baweriya xwe bide. Ewî şev û roj bi dil û can ji Yehowa alîkarî dixwest, wekî ew neweste û amin bimîne. Covîdon zorê ji mal derxistin, ew hate lêdanê û wî kirine kelê, lê dîsa jî ew Yehowara amin ma. Ewî baweriya xwe çetinayada îzbat kiriye, û ev yek dilê wî şa dike (1 Petrûs 1:6, 7 bixûne).

18. Em çawa dikarin bextewariya xwe xwey kin?

18 Yehowa me hîn dike wekî em çawa dikarin bi rastî bextewar bin. Hergê em sê gavên ku me şêwir kir, bavêjin, emê bikaribin bextewariya xwe xwey kin. Hingê em dikarin usa bêjin: “Xwezî li wî miletî, ku vî halîda ye. Xwezî li wî miletî, ku Xudanê wan Xwedê ye” (Zebûr 144:15).

KILAMA 89 Guh Bide û Guhdar be

^ Gelek meriv difikirin wekî ewana wê bextewar bin, hergê pey kêfa xwe, hebûkê yan jî navdariyê kevin. Lê gava Îsa ser erdê bû, ewî merivara gotibû wekî ewana ça dikarin bi rastî bextewar bin. Vê gotarêda, emê dîna xwe bidin sê gava, kîjan ku dikarin alî me bikin, wekî em bextewar bin.

^ Binihêrin gotar bi navê “Gelo Tu ‘Wedada Xwarinê’ Distînî?”, “Birca Qerewiliyêda”, ya 15 Tebaxê, sala 2014.

^ Bona hê zêde elametî ser jw.org, binihêrin rûpêla “Ji bo Baweriya Xwe Kelêda nin”.

^ ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Xûşk-bira piştgiriya birakî dikin, yê ku hatiye girtinê û diçe dîwanê.