1923—Sed Sal Pêşda
JÛRNALA Birca Qerewiliyêda, ya 1 Çileyê, sala 1923 usa dihate gotê: “Sala 1923-da, tiştên mezin hîviya me ne. Çi qedirekî mezin e, ku emê kesên dilşkestîra bêjin, wekî rojên gelek xweş hîviya me ne”. Wê salê, Lêkolînkarên Kitêba Pîroz bona derbazkirina civat, civatên mezin û belakirina mizgîniyê, guhastinên mezin kirin. Lema jî, yektiya wan çiqas diçû, haqas qewî dibû.
YEKTIYA BI SAYA CIVÎNA
Wê salê, seva ku yektiya nav Lêkolînkarên Kitêba Pîroz diha qewî be, teşkîletê hine tişt guhast. Birca Qerewiliyêda ev rêzên Kitêba Pîroz dihatine şirovekirinê, yên ku her heftê ser civîna “Civatên Dua û Pesindayînê” dihatine lêkolînkirinê. Usa jî, Lêkolînkarên Kitêba Pîroz salneme neşir dikirin, kîjanêda ev rêz dihate lêkirinê, ya ku her heftê ser civînê derbaz dibû. Him jî kilamên bona lêkolîna şexsî, yan jî bona qulixkirina tevî malbetê neşir dikirin.
Ser civata, Lêkolînkarên Kitêba Pîroz derheqa qewimandinên xizmetiyêda gilî dikirin, digotin ku çira ewana ji Yehowa razî ne, kilam distiran û hela hê dua jî dikirin. Xûşka me Êva Barnêy, ya ku sala 1923, 15 saliya xweda hate nixumandinê, usa got: “Hergê kesekî bixwesta şedetiyê bida, ew gerekê rabûya ser piya û tiştekî usa bigota: ‘Şikir ji Xudanra ji bo hemû tiştên qenc, ku ewî bona min kiriye’”. Hineka ev yek pir hez dikir. Xûşka Barnêy usa dibêje: “Birakî meyî kal bi navê Godwîn, bona gelek tişta şikirî dida Xudan. Lê gava jina wî didît ku berpirsiyarê civînê ji bo xeberdana wîye dirêj eciz dibe, ewê hêdîka kincê mêrê xwe kaş dikir, û ew derbêra rûdinişt”.
Mehê carekê, her civatek bernameke mexsûs bona “Civatên Dua û Pesindayînê” hazir dikirin. Derheqa vê civînê, Birca Qerewiliyêda ya 1 Nîsanê sala 1923, usa tê gotinê: “Gerekê nîvê civînê derbaz be bona xeberdana derheqa xizmetiyê û hêlankirina xûşk-bira. . . . Em bawer in, ku ev civînên xweş wê hevala diha nêzîkî hev kin”.
Çarlz Martîn, mizgînvanekî 19 salî ji Kanadayê (Venkûver), ji van civîna kareke mezin distand. Ewî got: “Wêderê, ez hîn bûm ku çawa xizmetiyêda xeber dim. Gelek car, kesekî derheqa serhatîke ji xizmetiya mal bi mal gilî dikir. Vê yekê fikir dida min, ku ez çi bêjim û çawa caba merivên neqayîl bidim”.
YEKTIYA BI SAYA XIZMETIYÊ
“Rojên xizmetiyê” jî alî dikirin yektiyê xwey kin. Jûrnala Birca Qerewiliyêda, ya 1 Nîsanê, sala 1923, usa dihate gotinê:
“Şixulê me nav meda yektiyê pêşda tîne. . . . Roja Sêşemê, 1 Gulanê, sala 1923, hatiye kifşkirinê ça roja bona xizmetiyê. Paşî vê yekê, her meh, roja Sêşema pêşin, roja xizmetiyê ye. . . . Endemên ji hemû civata gerekê xizmetiyêda kar bikin”.Hela hê kesên cahil jî vê yekêda kar dikirin. Xûşka Hazêl Barford, ya ku wî çaxî 16 salî bû, got: “Bernamê bona xizmetiyêda, cûrên belakirina mizgîniyê hebûn, yên ku alî me dikirin xizmet kin. a Ez û kalikê min, me bi dil û can vê yekêda kar dikir”. Lê xûşka Hazêl ji bo gotin û fikirên birakî, ecêbmayî ma. Ewê got: “Birakî delal, yê ku emirda mezin bû, qayîl nîbû, wekî ez şedetiyê bidime kesên din. Wî çaxî, hineka fem nedikir ku hemû Lêkolînkarên Kitêba Pîroz, hela hê ‘xortên mêrxas û keçik’ jî, gerekê pesinê Efirandarê Himzor bidin” (Zebûr 148:12, 13). Lê xûşka Hazêl berdewam dikir xizmet ke. Paşê ew çû koma duda ya Mekteba Gîledê û Panamayêda ça mîsyonêr xizmet dikir. Wext şûnda, wan bira fem kir, wekî kesên cahil jî dikarin xizmet kin.
YEKTIYA BI SAYA CIVATÊN MEZIN
Civatên mezin jî yektiyê pêşda tînin. Wî çaxî, wedê gelek civatên mezin rojên xizmetiyê kifş dikirin, mesele li Vînîpêgê (Kanada). Hemû merivên ser wê civata mezin, hatine teglîfkirinê, wekî 31 Adarê vî bajarîda xizmet kin. Gelek meriv vê yekêda kar kirin û bi saya vê yekê, gelek qewimandinên baş hebûn. Weke 7 000 meriv, 5 Tebaxê çûne ser civata mezin li Vînîpêgê. Pêşiya vê yekê, Kanadayêda ser civata mezin haqas meriv qe top nebibûn.
Civata mezine mexsûs ya sala 1923, ji 18 heta 26 Tebaxê, Los Ancêlêsêda derbaz bû (Kalîfornya). Çend heftê pêşiya vê civata mezin, derheqa vê civînê rojnemada hate elamkirinê, û Lêkolînkarên Kitêba Pîroz zêdetirî 500 000 belavok dane meriva.
Usa jî ev elametî trên û erebava dizeliqandin.Roja Şemiyê, 25 Tebaxê, Rûtêrford bira pê gotara bi navê “Pez û Bizin” derket. Ewî şirovekir, ku “pez” têne hesabê kesên ku nêta wan rast e û dixwazin cinetêda bijîn. Usa jî, ewî gotara bi navê “Haş ji Xwe Hebin” xwend, Mesîhiyê vê dinê sûcdar kir û kesên dilsax hêlan kir, wekî ji “Babîlona Mezin” derkevin (Eyantî 18:2, 4). Paşê, Lêkolînkarên Kitêba Pîroz bi mîlyona kopiyên vê gotarê ser temamiya dinê bela kirin.
“Ev şixulên bi yektî, wê hevala diha nêzîkî hev kin”
Roja paşiyê, ya vê civata mezin, zêdetirî 30 000 meriv, guh dane gotara Rûtêrford bira, bi navê “Hemû Milet Diçin Berbi Harmegedonê, lê bi Mîlyona Kesên ku Niha Dijîn wê Tu Cara Nemirin”. Lêkolînkarên Kitêba Pîroz bona vê civata mezin hîviya gelek meriva bûn. Lema jî, wana stadîona teze bi navê Kolezyûm, Los Ancêlêsêda kirê girtin. Seva ku her kes bernamê baş bibihîsta, wana sîstêma deng ya stadyonê dane xebatê. Bona wî çaxî, ev yek têxnolojiyeke teze bû. Gelek kesên din jî bi saya radîoyê ev têma bihîstin.
BELABÛNA XIZMETIYÊ
Sala 1923-da, şixulê belakirina mizgînê Afrîkayêda, Ewropayê, Hindistanê û Amêrîka Başûrda bela bû. Hindistanêda, birê me A. C. Cozêf zewicî bû û bavê şeş zara bû. Lê dîsa jî, ewî him malbeta xwe dibû xweyî, him jî neşirkirina edebyetada kar dikir ser zimanê Hindî, Tamîlî, Telûgî û Ûrdû.
Sîêrra-Lêonêda, Lêkolînkarên Kitêba Pîroz Alfrêd Cozêf û Lêonard Blakmên, bi saya nemê alîkarî ji ofîsa sereke xwestin, dêmek ji Brûklînê (Niyû York). Sala 1923-da 14 Nîsanê, cab wanara hat. Alfrêd got: “Roja Şemiyê, şev dereng nişkêva têlê xistin”. Û bi dengekî bilind pirsîn: “Ew te Civaka Birca Qerewiliyêra neme nivîsî?” Alfrêd got: “Erê”. Paşê birê Wîllîam R. Braûn got: “Ezê alî we bikim”. Wê rojê, ew, jina wî û qîzên wan Lûîz û Lûsî, ji Karîbê hatine wêderê. Paşî demeke kin, xûşk û bira tevî wan bûne nas.
Paşê Alfrêd got: “Sibetirê, min û Lêonard me Kitêba Pîroz lêkolîn dikir, çawa
me her heftê dikir, û nişkêva me mêrekî bilind ber dêrî dît. Ew birê me Wîllîam Braûn bû. Ew rastiyêda yekî haqas xîret bû, ku dixwest roja din pê gotarekê derê”. Weke nava mehekêda, birê Wîllîam hemû edebyetên ku tevî xwe anîbû, bela kir. Hine wext şûnda ewî zêdetirî 5 000 kitêb stand, û hela hê diha zêde jêra lazim bû. Lê temamiya emirê xwe, Wîllîam bira ne ku ça kesê ku kitêba difiroşe dihate naskirinê, lê ça xizmetkarê Yehowaye xîret. Gotarên xweda, ewî hertim dîna meriva dikişande ser Nivîsarên Pîroz. Lema jî, meriva ew ça Braûnê Kitêba Pîroz nav dikir.Wî çaxî, fîlîala Barmênê (Almanya) îda tije bibû. Usa jî, eskerên Fransayê dixwestin vî bajarî zeft kin. Lêkolînkarên Kitêba Pîroz bona neşirkirina edebyeta, Magdebûrgêda avayîkî layîq dîtin. Û 19 Hezîranê, mekîneyên bona neşirkirinê û tiştên din, seva barkirinê hazir bûn ku derbazî Beytela Magdebûrgê kin. Ofîsa sereke pêhesiya ku şixulê barkirinê xilaz bûye. Rojek şûnda, rojnemada elam kirin, ku Fransayê bajarê Barmênê zeft kiriye. Bira dîtin ku Yehowa tevî wan e û wana diparêze.
Brazîlyayêda, Corc Yang, yê ku bona belakirina mizgîniyê diçû ciyên dûr, fîlîaleke teze saz kir û destpêkir Birca Qerewiliyê ser zimanê Portûgalî neşir ke. Nava çend mehada, ewî zêdetirî 7 000 edebyet bela kir. Çaxê ew hate Brazîlyayê, mecaleke baş Sara Fêrgusonêra vebû. Ewê ji sala 1899, Birca Qerewiliyê dixwend û emirê xwe tesmîlî Yehowa kiribû, lê hê nehatibû nixumandinê. Paşî çend meha, ew û her çar zarên wê hatine nixumandinê.
BI ŞABÛNÊ XWEDÊRA XIZMET DIKIN
Xilaziya salê, Birca Qerewiliyêda ya 15 Kanûna Pêşin, sala 1923, dihate gotinê derheqa yektiya hebandina Lêkolînkarên Kitêba Pîroz: “Dihate kifşê, wekî civatên me . . . ruhanda qewî ne. . . . Were em bona şixulê diha mezin hazir bin û salke din, bi xîret û bi şabûnê Xwedêra xizmet kin”.
Sala 1924 jî, tiştên hewas hîviya Lêkolînkarên Kitêba Pîroz bûn. Brûklînêda nêzîkî ofîsa sereke, birên ji Beytelê gelek meha li Stêîtên Aîlêndê, avakirinêda kar dikirin. Destpêka sala 1924-da, avakirina van avaya xilaz bû. Ev proêkt yektiya biratiya me qewî kir û bi saya vê yekê, mizgînî diha baş hate belakirinê.
a Niha em dibêjin, Mîna Îsa Mesîh Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê.