SERHATÎ
Lalbûnê Rê Min Negirt ku Meriva Hîn kim
Sala 1941 çaxê ez 12 salî bûm, ez hatime nixumandinê. Lê min rastiya Kitêba Pîroz bi rastiyê fem kir sala 1946-da. Lê çira usa dereng? Niha ezê wera gilî kim.
WEKE sala 1910-da dê-bavê min ji Tilbîsê (Gurcistan), derbazî Kanadaya Roavayê bûn, nêzîkî şeherê Pêlê, (Saskaçêvan). Me maleke fêrmêda dijît. Ez sala 1928 hatime bûyînê, û ji 6 zara ez yê biçûk bûm. Bavê min pêşiya bûyîna min mir, lê çaxê ez hê zar bûm diya min mir. Wede şûnda, xûşka mine mezin Lûsî mir, ya ku 17 salî bû. Paşî vê yekê, apê min Nîk ez û xûşk-birên min xwey kirin.
Carekê, çaxê teze min destpêkir rê herim, malbeta min dîtin ça ez poça hespê kaş dikim. Ewana tirsiyan wekî hesp wê min xe û kirine qajînî wekî berdim. Pişta min wanda bû û min dengê wan nedibihîst. Ça baş e wekî ewê hespê ziyan neda min, lê hema vê rojê malbeta min fem kir ku ez ker-lal im.
Hevalê malbeta me şîret da, wekî ez tevî zarên ker-lal hîn bim. Lema jî apê min Nîk ez birime mekteba ker-lala, kîjan ku şeherê Saskatûnêda bû, (Saskaçêvan). Kîderê min destpêkir bijîm, ji malbeta min riya çend siheta dûr bû. Ez gelek tirsiyam çimkî ez 5 salî bûm. Min tenê wedê rojên hêsabûnê û havînêda malbeta xwe didît. Axiriyêda, ez zimanê ker-lala hîn bûm û ez şa dibûm ku min îda dikaribû tevî zara bilîzim.
RASTIYÊ PÊDIHESIM
Sala 1939-da, xûşkeke mine ji min mestir Marên, Bîl Danîlçûk stand. Wana xûşka min Fransîs û ez birime bal xwe û em xwey kirin. Malbeta meda cara pêşiyê ewana rastî Şedên Yehowa hatin. Havînê, wedê rojên hêsabûnê, wana çiqas dikaribû çi ku ji Kitêba Pîroz pêdihesiyan, minra gilî dikirin. Rast bêjim minra nehêsa bû wana fem kim, çimkî wana zimanê ker-lala nizanibûn. Lê wana texmîn dikir wekî min bi dil rastî hiz kir.
Min didît ewana li gora Kitêba Pîroz dijîn, û lema ez tevî wan diçûme xizmetiyê. Zûtirekê min dixwest bême nixumandinê, û 5 Îlonê sala 1941-da, Bîl min teşta hesinda nixumand. Ewî av ji bîrê hilda, kîjan ku gelek sar bû!Sala 1946 havînê wedê hêsabûnê çaxê ez vegeriyame malê, em çûn civata mezine sêrojî li şeherê Klîvlêndê, (Ohayo, Dewletên Yekbûyî). Ser civata mezin roja pêşiyê, xûşka min fikirên ji bernamê minra ser kaxaz dinivîsî. Lê roja duda, ez ecêbmayî mam çaxê min dît wekî bona merivên ker-lal bername tê welgerandinê. Bername bona min gelek femdarî bû, û ew usa baş bû ku min axiriyêda zelal fem kir rastiya Kitêba Pîroz!
MERIVA RASTIYÊ HÎN DIKIM
Wî wedeyî, Şerê Hemdinyayê Duda teze xilaz bû û nasyonalîzm zef bela bû. Paşî civata mezin, ez vegeriyame mektebê û min xwera nêt danî wekî aminiya xwe Xwedêra îzbat kim. Min îda rûmet nedida beyreqê û ne jî gîmn distra ser zimanê ker-lala. Usa jî ez tevî cejina nedibûm û ne jî diçûme dêrê çawa şagirtên din diçûn. Ew yek dîrêktorê mektebê xweş nehat, û ewî dixwest min bide tirsandinê, lema tiştên derew digot seva ez fikirên xwe biguhêzim. Derheqa vê yekê hevalên dersxanêda pêhesiyan û ecêbmayî man, lê ewê derecê minra rê vekir, wekî wanra şedetiyê bidim. Lerî Androsof, Norman Dîtîk, û Êmîl Şnîdêr yên ku tevî min mektebêda hîn dibûn, hatine ser riya rastiyê û heta roja îro bi aminî Yehowara xizmet dikin.
Çaxê ez diçûme şeherên din min xwera nêt danî, wekî ker-lalara şedetiyê bidim. Mesele, Monrêalêda ez çûm ser civînekê ku ker-lal tevayî top bibûn. Li wêderê min şedetî da Êdî Tagêrra, yê ku cahil bû. Wî çaxî ew serokê komeke ker-lala bû, lê îro ew birê me ye, û Lavalêda (Kwêbêk) civata ker-lalada xizmet dike. Min usa jî şedetî da cahilekîra, navê wî Jûan Ardanêz e. Ewî mîna merivên ji Beroya kûr lêkolîn dikir, seva rastiya Kitêba Pîrozda bawer be (Kar. Şand. 17:10, 11). Ew jî hate ser riya rastiyê û ça rûspî bi aminî Ottawayêda (Ontaryo) heta mirina xwe xizmet dikir.
Sala 1950 ez derbazî Venkûverê bûm. Min gelek hiz dikir merivên ker-lalara mizgîniyê gilî kim, lê ezê tu car bîr nekim vê qewimandinê ku tevî min qewimî. Min jinikeke bi navê Krîs Spaysêr kûçêda da sekinandinê, lê ew ker-lal nîbû. Ewê qebûl kir wekî her meh jêra jûrnalên me bivim, û ewê xwest wekî ez herim mala wan û rastî mêrê wê Garî bêm. Ez çûme mala wan, û bi nivîsandinê ser kaxasa me dirêj xeber da. Paşî vê rojê, me îda hev nedît. Lê ez ecêbmayî mam çaxê
sal derbaz bûn, min Torontoda ser civata mezin ewana dîtin. Hema vê rojê Garî gerekê bihata nixumandinê. Ewê qewimandinê kire bîra min, wekî çiqas ferz e timê mizgîniyê bela kin, çimkî nizanî kîderê yan kengê wê dilê merivada rastî mezin be.Wede şûnda, ez dîsa derbazî Saskatûnê bûm. Li wêderê ez rastî jinikekê hatim, kîjanê minra got wekî ez tevî qîzên wêye cêwî hînbûna Kitêba Pîroz derbaz kim. Navê wan Can û Coan Rotênbêrgêr bûn. Ewana jî vê mekteba ker-lalada hîn dibûn, kîderê berê ez hîn dibûm. Zûtirekê ew du keçika çi ku pêdihesiyan, hevalên xwera dersxanêda gilî dikirin. Axiriyêda, 5 hevalên wan bûne Şedên Yehowa. Yek ji wan Yûnês Kolîn bû. Cara pêşiyê min Yûnês dît çaxê min îda mekteba xwe xilaz dikir. Wî çaxî ewê minra şîrinayî da û got ku ew dixwaze tevî min hevaltiyê bike. Wede derbaz bû û ew bû meriveke mine lape nêzîk, ew bû jina min.
Çaxê diya Yûnêsê pêhesiya ku ew Kitêba Pîroz hîn dibe, ewê dîrêktorê mektebêra got wekî usa bike ku qîza wê terk bide hînbûnê. Dîrêktor edebyet bi çi jî ew Kitêba Pîroz hîn dibû, ji wê standin. Lê Yûnêsê xwera safî kir, wekî Yehowara amin bimîne. Çaxê ewê dixwest bê nixumandinê, dê-bavê wê jêra gotin: “Hergê tu bibî Şedê Yehowa, emê te ji malê derxin!” Yûnês 17 saliya xweda ji mal çû û Şedên Yehowa ku mihala wêda dijîtin bi dil û can lê bûne xweyî. Ewê berdewam kir Kitêba Pîroz hîn be û axiriyêda hate nixumandinê. Çaxê em zewicîn sala 1960-da, dê-bavê wê nehatine dewata me. Lê sal derbaz bûn, û wana hêdî-hêdî qedirê me digirtin seva baweriya me û usa jî seva ku me ça zarên xwe mezin dikir.
YEHOWA TIMÊ ALÎ MIN DIKE
Heft kurên me hene, lê ewana ker-lal nînin. Bona min û jina min, nehêsa bû zarên xwe mezin kin, lê me zimanê ker-lala wana hîn dikir, seva tevî wan xeber din û rastiyê bikin dilê wan. Xûşk-birên civatêda zef alî me kirin. Mesele, carekê bira nêzîkî me bû û got wekî kurekî me Oda Civatêda giliyên necayîz dibêje. Bi saya wî birayî me derbêra kurê xwe şîret kir. Çar kurên min Cêyms, Cêrî, Nîkolas û Stîvên tevî jin û malbeta xwe bi aminî Yehowara xizmet dikin. Ew her çar jî rûspî ne. Hin jî Nîkolas tevî jina xwe Debora, fîlîala Brîtanyayêda alîkariyê didine welgerandina zimanê ker-lala. Lê Stîvên û jina wî Şanan fîlîala Dewletên Yekbûyîda koma welgerandinêda nin, ya zimanê ker-lala.
Kurê min Cêyms, Cêrî, û Stîvên jinên xweva bi cûre-cûre alîkarî didine belakirina mizgîniyê ser zimanê ker-lala
Mehek mabû ku 40 salê zewaca me temam bûya, Yûnês mir, çimkî reqa (kansera) wê hebû. Nava tengasiya xweda ew qewî ma û baweriya wê qayîm bû ku mirî wê rabin. Ez gelek hîviya vê rojê me çaxê dîsa wê bivînim.
Meha Sibatê sala 2012, ez erdê ketim û qorika min şikest. Min fem kir wekî minra alîkarî lazim e. Û lema ez çûme bal kurekî xwe. Niha em şeherê Kalgarîda civata ker-lalada nin, û li wêderê jî ez ça rûspî xizmet dikim. Dikarim bêjim wekî ew cara pêşiyê ye ku ez civata ker-lalada me. Bidine hesabê xwe ku ez ji destpêka sala 1946 civata înglîzîda bûm. Gelo ça ez ruhanîda qewî mam? Yehowa sozê xwe anî sêrî ku xweyê êtîma ye (Zeb. 10:14). Ez gelek ji wan xûşk-bira razî me, yên ku alî min kirine ruhanîda nekevim. Mesele, wana ser kaxasa fikirên ji civatê minra dinivîsîn, zimanê ker-lala hîn dibûn û çiqas dikaribûn minra weldigerandin.
Rast bêjim, cara ez berxwe diketim, çimkî nikaribûm fem kira çi ku dihate gotinê, yan jî ku yên din min fem nedikirin. Lê wî wedeyîda, ez ser giliyên Petrûs difikirîm, ku ewî Îsara got: “Xudan, emê herine cem kê? Gotinêd jiyîna heta-hetayê cem te ne” (Yûhn. 6:66-68). Çawa xûşk-birên dine ker-lal saliyên minda, ez jî hîn bûme bi sebir bim. Ez hîn bûm îtbariya xwe Yehowa û teşkîleta wî bînim, û ewê yekê minra gelek kerem anîn! Niha ser zimanê min xwarina ruhanî tije heye, û ez lezetê distînim ku diçime ser civata û civatên mezin ser zimanê ker-lalayî Amêrîkî. Bi rastiyê emirê min bextewar û bi kerema tije bû, çimkî min Yehowara, Xwedayê meyî Zorra xizmet dikir.