Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Edilayî; Em Ça Dikarin Bistînin?

Edilayî; Em Ça Dikarin Bistînin?

EM DIJÎN dinyake gelek çetinda, û lema em aliyê xweda her tiştî dikin, wekî dilrihetiyê bistînin. Lê çaxê em dilrihet in jî, yeke em dixebitin wekî evê edilayê unda nekin. Xwedê dibêje, ku em ça dikarin edilaya rast û dirêj bistînin. Lê gelo em ça dikarin vê yekêda alî merivên din jî bikin?

ÇI LAZIM E SEVA EDILAYA RAST BISTÎNIN?

Seva ku edilaya me hebe, lazim e em xwe bêxof texmîn kin û dilrihet bin. Em usa jî gerekê bixebitin wekî heleqetiya me tevî meriva baş be. Lê ya lape ferz ku ça edilaya dirêj bistînin ew e, ku bibine dostên Yehowayî nêzîk. Ça em dikarin vê yekê bikin?

Xemên me dikarin edilayê ji me bistînin

Çaxê em guh didine temî û prînsîpên Yehowa, bi vê yekê em didine kifşê, wekî em baweriya xwe wî tînin û dixwazin tevî wî edilayêda bin (Yêrem. 17:7, 8; Aqûb 2:22, 23). Ew jî aliyê xweda nêzîkî me dibe, me kerem dike û dilrihetiyê dide me. Îşaya 32:17-da tê gotinê: “Wê karê rastiyê bibe silamet û wê bera rastiyê hişbûna abadîn û ewlebûn be”. Belê, çaxê em bi dil gura Yehowa dikin, hingê em bi rastî dilrihet dibin (Îşa. 48:18, 19).

Usa jî ruhê Xwedêyî pîroz, ku pêşkêşa ji Bavê meyî ezmana ye, dikare edilayê bide me (Kar. Şand. 9:31).

RUHÊ PÎROZ EDILAYÊ DIDE ME

Pawlosê şandî çaxê hunurên berê ruhê pîroz rêz dike, rêzêda ya sisiya edilayî ye (Galt. 5:22, 23). Belê, edilayî bi saya ruhê Xwedêyî pîroz pêşda tê, lema jî em gerekê bihêlin ruhê pîroz ser me hukum ke. Were du dereca şêwir kin, ku çawa ruhê Xwedêyî pîroz dikare alî me bike.

Ya pêşin, çaxê em her roj Xebera Xwedê dixûnin, ew yek alî me dike ku edilayî dilê meda hebe (Zeb. 1:2, 3). Çaxê em difikirin ser xwendina Kitêba Pîroz, ruhê Xwedêyî pîroz alî me dike, wekî em nihêrandina Yehowa ser gelek tişta, fem kin. Mesele, em pêdihesin ku ew ça edilayê xwey dike û çira bona wî edilayî gelek ferz e. Gava em dersên wî cûreyî ji Xebera Xwedê hîn dibin, em hê zêde edilayê distînin (Metlk. 3:1, 2).

Ya duda, em gerekê dua bikin, wekî ruhê Xwedêyî pîroz bistînin (Lûqa 11:13). Hergê em alîkariyê ji Yehowa dixwazin, ew mera soz dide, wekî “edilayiya Xwedê ku ji her hiş-aqilî derbaztir e, wê dil û fikirêd [me] yektiya Mesîh Îsada xwey ke” (Fîlî. 4:6, 7). Gava em timê dua dikin û ruhê pîroz ji Yehowa dixwazin, Xwedê dilrihetiyê dide me. Edilaya wî cûreyî Yehowa tenê dide wan, yên ku dostiya tevî wî qîmet dikin (Rom. 15:13).

Were em niha çend serhatiyên xûşk-bira şêwir kin, yên ku şîretên ji Kitêba Pîroz dane xebatê û nav xweda guhastin kirine seva ku dilrihetiyê bistînin, usa jî tevî Yehowa û meriva edilayêda bin.

ÇAWA WANA EDILAYA RASTQAZANC KIRIN

Civata Mesîhîtîda hene xûşk-birên usa, yên ku berê “hêrs” bûn, lê niha ewana hindava meriva fesal, şîrin, bi sebir û bi edilayê bûne * (Metlk. 29:22). Dîna xwe bidine mesela xûşkekê û birakî, yên ku hêrsa xwe temirandine û tevî meriva edilayê xwey dikin.

Hergê em prînsîpên Kitêba Pîroz bînin sêrî û bona ruhê Xwedêyî pîroz dua bikin, emê dilrihetiyê û edilayê bistînin

Dêvîd, xeberdanêda yekî sert bû, çimkî nihêrandina wî nerast bû. Pêşiya ku ewî xwe tesmîlî Xwedê kira, ewî qerf meriva dikir û hindava neferên xwe xeberên necayîz dida xebatê. Wede derbaz bû Dêvîd fem kir, wekî ew gerekê evî xeysetê xwe biguhêze û tevî meriva edilayêda be. Lê gelo çi alî wî kir bê guhastinê? Ew gilî dike: “Min destpêkir prînsîpên Kitêba Pîroz bînim sêrî, û bi saya vê yekê ez û neferên min hê qedirê hev digirin”.

Rêyçêl, malbeteke usada mezin bûye ku ser nihêrandina wê hukum bûye. Ew dibêje: “Hela hê niha jî ez ser xwe dixebitim, wekî hêrsa xwe bigirim, çimkî ez malbeteke usada mezin bûme, kîderêda gişk hêrs bûn”. Lê gelo çi alî wê kir, wekî ew tevî meriva edilayê xwey dike? Ew dibêje: “Min timê Yehowara dua dikir û alîkarî ji wî dixwest”.

Me tenê du mesele şêwir kir, ku ça prînsîpên Kitêba Pîroz û usa jî duakirina bona ruhê pîroz, alî meriva dike bi edilayî bin. Eşkere ye, ku rast e em vê dinya xirabda dijîn, lê yeke em dikarin dilrihetiyê bistînin, kîjan ku baş hukum dike hin ser neferên me, hin jî ser xûşk-bira. Yehowa mera dibêje, wekî em “tevî hemû meriva edilayêda bin” (Rom. 12:18). Lê gelo ew yek dibe, û emê çi karê bistînin hergê tevî meriva edilayêda bin?

TEVÎ MERIVA EDILAYÊDA BIN

Bi saya xizmetiya xwe, em merivara mizgîniya Padşatiya Xwedê bela dikin û ew mizgînî dikare edilayê bide wan (Îşa. 9:6, 7; Met. 24:14). Ça baş e ku gelek meriva ev mizgînî qebûl kirine. Ew meriv îda dilşkestî nînin û ne jî hêrs dikevin ser vê yekê ku çi diqewime vê dinêda. Dewsê, ewana hîviya axiriya baş in, û aliyê xweda edilayê xwey dikin (Zeb. 34:14).

Sed heyf, ne hemû meriv pêra-pêra mizgîniya me qebûl dikin (Yûhn. 3:19). Lê ruhê Xwedêyî pîroz alî me dike, wekî evê mizgîniyê nerm û bi qedir wanra gilî kin. Bi wî cûreyî em pey rêberiya Îsa diçin, ku Metta 10:11-13-da nivîsar e: “Gava hûn herine malê, silavê bidine wê û bêjin: ‘Edilayî vê malêra’. Û heger ew mal hêja ye, bira silava we li ser wê be, lê heger ne hêja ye, bira silava we li we vegere”. Çaxê em pey şîretên Îsa diçin, em dilrihet dimînin û careke mayîn ewana dikarin guh bidin mizgîniyê.

Usa jî çaxê em tevî merivên dewletê bi qedir xeber didin, em edilayê çêdikin tevî wan, û hela hê tevî wan jî, yên ku miqabilî me ne. Mesele, serwêrtiya welatekî Afrîkayê îzin neda, wekî em Odên Civata ava kin, çimkî derheqa me nerast difikirîn. Seva ku evê çetinayê bi edilayê safî kin, birakî ku berê wî welatîda ça mîsyonêr xizmet dikir, hate kifşkirinê wekî Londonêda tevî qasidê wî welatê Afrîkayê xeber de. Ewî gerekê derheqa şixulê Şedên Yehowa wîra gilî kira, ku welatê wî qasidîda tê kirinê. Gelo ew rasthatin ça derbaz bû?

Ew bira gilî dike: “Çaxê ez ketime hundur, min dît wekî ew qîzika ku meriva qebûl dike, kincên vê berekê lê ne, zimanê kîjanî ez hîn dibûm. Lema jî min ser zimanê wê jêra silav da. Ew ecêbmayî ma û ji min pirsî: ‘Çira hûn hatine wira?’ Min bi qedir jêra got, wekî ez dixwazim qasid bivînim. Ewê wîra têlêxist, ew qasid hat û ser zimanê wî berekî minra silav da. Paşî vê yekê, ewî rind guh da min çaxê min jêra şirovedikir derheqa şixulên Şedên Yehowa, ku edilayê xirab nakin”.

Evî birayî usa bi qedir wî qasidîra şirovekir, wekî ewî qasidî nihêrandina xwe guhast û îda ser şixulê me baş dinihêrî. Hine wede şûnda, serwêrê wî welatê Afrîkayê îzin da, wekî em Odên Civata ava kin. Rastî jî xûşk-bira çiqas şa bûne ku usa bi edilayî ew çetinayî safî bû. Belê, çaxê em hindava meriva bi qedir in, em gelek karê û edilayê distînin.

HETA-HETAYÊ EDILAYÊRA ŞA BIN

Îro cimeta Yehowa cineta ruhanîda ne ku bi edilayê tije ye. Hûn jî aliyê xweda dikarin evê edilayê zêde kin, gava wî hunurê berê ruhê pîroz nav xweda pêşda bînin û emirê xweda bidine xebatê. Lê ya lape ferz ew e, ku hûnê qebûlkirina Yehowa bistînin û dinya tezeda heta-hetayê edilayêda bin (2 Pet. 3:13, 14).

^ abz. 13 Derheqa hunurekî berê ruhê pîroz, dêmek şîrinayê, wê bê şêwirkirinê gotara dinda, ya vê rêza gotara derheqa berê ruhê Xwedêyî pîroz.