Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Cahilno; Miqabilî Mîrê-Cina Bisekinin

Cahilno; Miqabilî Mîrê-Cina Bisekinin

“Her çekê Xwedê li xwe kin, ku hûn bikaribin miqabilî hunurêd Mîrêcin bisekinin” (EFES. 6:11).

KILAMÊN: 79, 140

1, 2. a) Bi saya çi cahil şerê ruhanîda serdikevin? (Binihêre şiklê ewlin.) b) Vê gotarêda emê derheqa çi şêwir kin?

PAWLOSÊ şandî Mesîhî beramberî eskera kir, yên ku şerda nin. Belê, em bi rastî şerê ruhanîda nin, lê dijminên me rêalî ne. Şeytan û cinên wî şerda cêribandî û qewî ne. Alîkîva dikare bê kifşê, wekî wî şerîda em nikarin serkevin, îlahî Mesîhiyên cahil. Lê gelo cahil qe dikarin vî şerê tevî dijminên zulmda serkevin? Bi rastî ewana dikarin serkevin û serdikevin jî! Lê çawa? Ewana “yektiya Xudanda qewat” dibin, dêmek qewatê ji Xwedê distînin. Xêncî vê yekê, ewana mîna eskerên hînkirî, “her çekê Xwedê” li xwe dikin. (Bixûne Efesî 6:10-12.)

2 Çaxê Pawlos derheqa vê meselê xeber dida, diqewime ewî hingê çekên eskerên Romê dida ber çevê xwe (Kar. Şand. 28:16). Were em lêkolîn bikin evê meselê, û wedê şêwirkirinê dîna xwe bidinê ku hine cahil çi dibêjin derheqa çetinaya û kara xwekirina her çekên ruhanî.

Te Hemû Çek li Xwe Kiriye?

KEMBERA RASTIYÊ

3, 4. Çawa rastiya ji Kitêba Pîroz mîna kembera eskerê Romê ye?

3 Bixûne Efesî 6:14. Ser kemberên eskerên Romayî, hesinên pen hebûn, kîjan ku pişta wan xwey dikirin. Ew kember usa dihate çêkirinê, wekî giraniya zirihê ku ser sîng bû, bigire. Ser hine kembera usa jî hebûn hesinên qewî ku şûr û kêr pêva dikirin. Çaxê kember qayîm pişta eskerêva girêdayî bû, ew esker xweda bawer bû çaxê diçû şer.

4 Mîna kemberê, rastiyên ku em ji Xebera Xwedê pêdihesin, me ji hînkirinên qelp xwey dikin (Yûhn. 8:31, 32; 1 Yûhn. 4:1). Û çiqas zef em rastiyên Xwedê hiz bikin, haqas wê mera hêsa be “zirihê” xwe kin, dêmek li gora prînsîpên Xwedê bijîn (Zeb. 111:7, 8; 1 Yûhn. 5:3). Xêncî vê yekê, çaxê em rastiyên ji Xebera Xwedê rind fem dikin, em dikarin hê qewî bisekinin û xwe ji dijmina xwey kin (1 Pet. 3:15).

5. Çira em gerekê timê rastiyê xeber din?

5 Çaxê rastiya Kitêba Pîroz bi sîmbolîk meva ye, emê hêlan bin li gora vê yekê bijîn û timê rastiyê bêjin. Lê çira em gerekê xwe ji derewiyê dûr bigirin? Çimkî derew ew heye qirmeke qewî destê Şeytanda. Derewî hin wanra ziyanê tîne yên ku derewa dikin, hin jî wanra, kê ku wan derewa bawer dike (Yûhn. 8:44). Lema jî seva ku xwe ji vê yekê xwey kin, em gerekê xwe ji derewiyê dûr bigirin (Efes. 4:25). Lê ew yek hêsa nîne. Abîgaîl ya ku 18 salî ye, dibêje: “Ne hertim dikare dest bide, rastiyê xeber dî, îlahî hergê derewî dikare te ji dereca çetin xilaz ke”. Lê gelo çira Abîgaîl dixwaze timê rastiyê xeber de? Ew dibêje: “Çaxê ez rastiyê dibêjim, îsafa min ber Yehowa temiz dimîne. Û dê-bavê min usa jî hevalên min îtbariya xwe min tînin”. Vîktorîa ku 23 salî ye, dibêje: “Çaxê tu rastiyê dibêjî û baweriyêda qayîm disekinî, dibeke merivên din qerfa te bikin. Lê tu yeke timê karê distînî: Tu xweda bawer dibî, xwe hê nêzîkî Yehowa texmîn dikî, û merivê ku te hiz dikin, hê qedirê te digirin”. Rastî jî, hêja ye em her gav “rastiyê mîna kemberê li pişta xwe bişidînin”.

Kembera rastiyê (Binihêre abzasa 3-5)

ZIRIHA HEQIYÊ

6, 7. Çira heqî beramberî zirih dibe?

6 Cûrek ziriha eskerê Romayî ji kudorên hesin bû, ew kudor dirêjoşkî bûn, û pê çerm hevva girêdayî bûn. Ew zirih sîng û pişta esker dadida. Milên esker jî bi wî cûreyî pê hesin dadayî bûn. Kincên wî cûreyî rêçûyîn hinekî çetin dikir, û usa jî lazim bû esker timê binihêriya hela ew hevgirêdana hesinên zirih sist nebûne. Lê ew zirih dil û navdilê esker ji şûr û tîra xwey dikir.

7 Belê, prînsîpên Yehowayî heq jî mîna zirih, dilê meyî sîmbolîk xwey dike (Metlk. 4:23). Esker tu car ziriha ji hesin ser mêtaleke sist naguhêze. Em jî gerekê tu car prînsîpên Yehowa neguhêzin tevî wan tişta, çi ku em xwexa hesab dikin ku rast e. Meriv haqas bîlan nînin, wekî dilê xwe xwexa xwey kin (Metlk. 3:5, 6). Hê baş e em her gav ziriha xweye sîmbolîk ku Yehowa daye me, rind bidine ser dilê xwe.

8. Çira hêja ye pê prînsîpên Yehowa bijîn?

8 Diqewime tu cara difikirî wekî prînsîpên Yehowayî rast bargiran in, yan jî azaya te sînor dikin. Daniyêl, ku 21 salî ye, dibêje: “Dersdar û hevaldersxanên min, min dikenin çimkî ez li gora Kitêba Pîroz dijîm. Wedekî ez xweda dudilî dibûm û ez ketime dêprêsiyê”. Lê gelo ça Daniyêl ji vê çetinayê derket? Ew gilî dike: “Axiriyêda, min dît ku çiqas kêrhatî ye pê prînsîpên Yehowa bijîm. Hine ‘hevalên’ min bûne narkoman; hinek jî ji mektebê derketin. Yehowa bi rastî me xwey dike”. Mêdîson ku 15 salî ye, dibêje: “Minra hêsa nîne xwe li prînsîpên Yehowa bigirim û nekevime ber bayê hiş-aqilê cahilên din”. Lê ew çi dike seva nekeve ber bayê wan? Ew dibêje: “Ez timê dikime bîra xwe, wekî navê Yehowa ser min e û Şeytan bi vê cêribandinê ser min gule dike. Çaxê ez serdikevim, dilê min rihet e”.

Ziriha heqiyê (Binihêre abzasa 6-8)

“SOL NIGÊD WEDA, BONA MIZGÎNIYA EDILAYIYÊ HAZIR SEKINÎ BIN”

9-11. a) Kîjan solên sîmbolîk Mesîhî xwe dikin? b) Çi dikare alî me bike diha hêsa mizgîniyê bela kin?

9 Bixûne Efesî 6:15. Eskerê Romê hergê sol pênekira, wê nikaribûya biçûya şer. Ew sol, ku mîna çarixa bûn, ji têlên çerm bûn ku nigva girêdayî bûn û bi saya vê yekê esker rind rêra diçû. Ev sol usa dihate çêkirinê wekî qewî û rihet bin.

10 Ev solên eskerên Romê alî wan dikir, wekî şer rind bivin, usa jî bi sîmbolîk solên ku Mesîhî pêdikin, alî wan dikin mizgîniya edilayê bela kin (Îşa. 52:7; Rom. 10:15). Lê mêrxasî jî lazim e, wekî em mizgîniyê bela kin. Boû ku 20 salî ye, dibêje: “Ez ditirsiyam hevaldersaxanên xwera şedetiyê bidim. Min şerm dikir. Niha ez fem dikim ku nelazim bû min şerm kira, û ez gelek şa me ku cahilên dinra şedetiyê didim”.

11 Gelek cahil dibêjin ku çaxê ewana seva şedetiyê rind hazir dibin, ewana hê xweda bawer dibin. Lê hûn ça dikarin xwe hazir kin? Cûlîa ku 16 salî ye, dibêje: “Ez timê edebyeta dikime çentê xweyî mektebê. Usa jî ez rind guh didim hevaldersxanên xwe, çaxê ewana fikirên xwe dibêjin û derheqa baweriya xwe gilî dikin. Paşî vê yekê, ez îda zanim ça alî wan bikim. Çaxê ez hazir im, ez dikarim tevî wan xeber dim derheqa vê yekê, çi jî dikare wanra karê bîne”. Makênzî, ku 23 salî ye, dibêje: “Hergê tu xeysetda nerm î û rind guh didî, tuyê fem bikî wekî çetinayên cahilên din çi ne. Ez hemû matêrîala dixûnim yên ku bona cahila têne derxistinê. Wî cûreyî ez dikarim dîna wan bidim ser Kitêba Pîroz, yan jî ser malpera me jw.org, ku dikare alî wan bike”. Pê giliyên wan cahila tê kifşê, wekî em çiqas rind hazir bin, haqas wê “solên” me nigên me rind bigirin.

Sol seva hazir sekinî bî (Binihêre abzasa 9-11)

MERTALA BAWERIYÊ

12, 13. Kîjan in hine “tîrêd agir” ku Şeytan davêje?

12 Bixûne Efesî 6:16. “Mertala” mezin, kîjan ku eskerên Romê digirtin, dirêjoşkî bû û ji mil heta çokên wî dadida. Ewê mertalê wî ji gula û ji tîra xwey dikir.

13 Hine “tîrêd agiriye” ku Şeytan dikare bavêje ser te, ew heye derewên derheqa Yehowa, yançi ew bona te xem nake û te hiz nake. Îdê ku 19 salî ye, derheqa xwe difikire wekî ew nehêjayî hizkirina Xwedê ye. Ew dibêje: “Gelek car ez difikirim, ku Yehowa ji min dûr e û naxwaze bibe Dostê min”. Lê gelo Îdê ça şer dike tevî wan fikira? Ew gilî dike: “Civat gelek baweriya min dişidînin. Berê ez ser civata rûdiniştim û min tu car caba xwe nedida, çimkî difikirîm ku tu kes wê nexwaze min bibihê. Lê niha, ez bona civatê xwe hazir dikim û du yan sê cara caba xwe didim. Belê, minra nehêsa ye, lê çaxê ez usa dikim ez xwe baş texmîn dikim. Û xûşk-bira jî gelek dil didine min. Paşî civatê ez timê pê fikirên usa derdikevim, ku Yehowa min hiz dike”.

14. Serhatiya Îdê çi dide kifşê?

14 Serhatiya Îdê rastiya ferz eyan dike: Mertalên ku didane eskera, çapa wan standart bû. Lê bawerî usa nîne, çimkî baweriya me dikare yan zêde be yan jî kêm be, ew yek meva girêdayî ye (Met. 14:31; 2 Têsln. 1:3). Em gerekê aliyê xweda her tiştî bikin, wekî baweriya xwe timê qewî kin û mezin kin!

Mertala baweriyê (Binihêre abzasa 12-14)

KUMZIRIHÊ XILAZBÛNÊ

15, 16. Çi cûreyî hêwî mîna kumzirih e?

15 Bixûne Efesî 6:17. Kumzirihê ku eskerê Romê dikire serê xwe, serê esker, patik û rûyê wî xwey dikir. Ser hine kumziriha hebûn ciyê girtinê, seva esker bikaribe destê xweda bigire.

16 Çawa kumzirih mejiyê esker xwey dike, usa jî bawerî û hêwiya ser “xilazbûnê” fikir û hiş-aqilê me xwey dike (1 Têsln. 5:8; Metlk. 3:21). Hêwî alî me dike wekî hiş-aqilê me ser sozên Yehowa be, û ew yek alî me dike wekî em ser çetinaya rast binihêrin (Zeb. 27:1, 14; Kar. Şand. 24:15). Lê hergê em dixwazin kumzirih me xwey ke, em gerekê ne ku ew bigirine destên xwe, lê bikine serê xwe.

17, 18. a) Ça Şeytan dikare usa bike ku em kumzirih ji serê xwe derxin? b) Ça em dikarin nîşan kin, wekî em pê derewên Şeytan nayêne xapandinê?

17 Lê çawa Şeytan dikare usa bike ku em kumzirih ji serê xwe derxin? Dîna xwe bidinê, Şeytan ça vê yekêda dixwest Îsa bicêribîne. Bêşik, Şeytan zanibû wekî axiriyêda Îsa wê serwêrtiyê însanetê bike. Lê Îsa gerekê hîviya wî wedeyî bûya ku Yehowa kifş kir. Û pêşiya vê yekê ewî gerekê cefa bikişanda û bimira. Lema jî Şeytan soz da ku hergê Îsa serê xwe ber wî dayne, ew wê hema vê demê bibe serwêrê dinyayê (Lûqa 4:5-7). Îro jî Şeytan zane, wekî Yehowa wê her tişt dinya tezeda bide me. Belê, em gerekê hîviya wî wedeyî bin, lê heta hingê em dikarin rastî tengasiya jî bên. Lema jî Şeytan her tiştî dike seva em pey jîyîna baş kevin, ku niha rihet û baş bijîn. Ew dixwaze wekî emirê meda hebûk ser ciyê pêşin be, wekî em pey kevin seva niha qazanc kin. Ew usa dike, wekî emirê meda Padşatiya Xwedê ciyê pêşin negire (Met. 6:31-33).

18 Gelek cahilên Mesîhî, nakevine vê telika Şeytan. Kîana ku 20 salî ye, dibêje: “Ez zanim wekî tenê Padşatiya Xwedê dikare hemû çetinayên me safî ke”. Lê gelo çawa ew bawerî ser fikir û kirên wê hukum dike? Ew dibêje: “Ew yek ku ez hîviya Cinetê me, alî min dike nekevime pey tiştên vê dinyayê. Ez nexwazim wekî feresetên xwe bona kara xwe bidime xebatê, yan jî pey karîêrayê kevim û pêşdaçûyî bim. Dewsa vê yekê, ez wede û qewata xwe xerc dikim seva bigihîjime nêtên xweye ruhanî”.

Kumziriha xilazbûnê (Binihêre abzasa 15-18)

ŞÛRÊ RUH, DÊMEK XEBERA XWEDÊ

19, 20. Ça em dikarin Xebera Xwedê hê rind bidine xebatê?

19 Şûrê ku eskerên Romayî wedê Pawlosda didane xebatê, dirêjaya wî weke 50 santîmêtr bû. Xebitandina şûrda ew esker hoste bûn, çimkî ewana her roj hîn dibûn.

20 Pawlos Xebera Xwedê beramberî şûr dike ku Yehowa daye me. Lê em gerekê rind hîn bin seva ew şûr bi hostetî bidine xebatê, çaxê derheqa baweriya xwe şedetiyê didin, yan jî çaxê lazim e tiştekîda fikir û nihêrandina xwe biguhêzin (2 Korn. 10:4, 5; 2 Tîmt. 2:15). Lê hûn ça dikarin vê yekêda pêşda herin? Sêbastîan ku 21 salî ye, dibêje: “Ez ji Kitêba Pîroz xwera başqe ji her serîkî rêzekê dinivîsim. Usa ez xwera rêzên ku gelek hiz dikim top dikim. Ew yek alî min dike ku nihêrandina min mîna ya Yehowa be”. Daniyêl, besa kîjanî me jorê kir, dibêje: “Çaxê ez Kitêba Pîroz dixûnim, ez xwera başqe wan rêza dinivîsim yên ku dikarin alî meriva bikin, kîjan ku xizmetiyêda rastî min tên. Min dît wekî meriv rind guh didin min, çaxê divînin ku ez Kitêba Pîroz hiz dikim û aliyê xweda her tiştî dikim seva alî wan bikim”.

Şûrê ruh (Binihêre abzasa 19-20)

21. Çira em gerekê ji Şeytan û cina netirsin?

21 Ji giliyên wan cahila ku me jorê şêwir kir, tê kifşê wekî nelazim e em ji Şeytan û cinên wî bitirsin. Belê, ewana qewat in, lê yeke em dikarin serkevin. Hin jî hindik maye ku ewana îda tune bin. Zûtirekê, wedê Hezarsaliya Serwêrtiya Mesîh, ewana wê bêne girêdanê, û paşî vê yekê wê bi temamî qira wan bê (Eyan. 20:1-3, 7-10). Em haş ji dijminê xwe, ji telik, û nêtên wî hene. Pê alîkariya Yehowa em dikarin qewî miqabilî wî bisekinin û serkevin!