Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 19

Hizkirin û Heqî Çaxê Rastî Xirabiyê Tên

Hizkirin û Heqî Çaxê Rastî Xirabiyê Tên

“Tu yî Xwedêyê ku neheqîya naxwaze, xirabê li cem Te nehêwire” (ZEB. 5:4).

KILAMA 142 Xwe Qewî li Baweriyê Digirin

VÊ GOTARÊDA *

1-3. a) Li gora Zebûr 5:4-6, Yehowa ça dinihêre ser xirabiyê? b) Çira em dikarin bêjin, wekî zorbetiya hindava zara miqabilî “qanûna Mesîh” e?

HER cûre xirabî, ber çevê Yehowa Xwedê reş e! (Bixûne Zebûr 5:4-6.) Bidine hesabê xwe, îlahî zorbetiya sêksûalî hindava zara, ber çevê Wî çiqas heram e û tiştekî ça bêxwedêtî ye! Em çawa Şedên Yehowa, çev didine Wî û nefret dikin zorbetiya sêksûalî hindava zara û nava civata Mesîhîtîda tu car çevê xwe ser vê yekê danadin (Rom. 12:9; Îbrn. 12:15, 16).

2 Her cûre zorbetiya hindava zara bi temamî miqabilî “qanûna Mesîh” ye! (Galt. 6:2). Çira em usa dibêjin? Çawa gotara pêşiya vêda em pêhesiyan, qanûna Mesîh, dêmek hemû tişt çi ku Îsa hin pê giliya hin jî pê şixulên xwe hîn dikir, ser hîmê hizkirin û heqiyê bû. Mesîhiyên rast li gora vê qanûnê dijîn, û hindava zara usa nin, wekî zar texmîn kin ku wana dibine xweyî û wana hiz dikin. Lê zorbetiya hindava zara ew heye tiştekî xwehiziyêva girêdayî, nerastî û xirabî, ji bo çi jî zar xwe usa texmîn dike, ku kes lê nabe xweyî û hiz nake.

3 Yazix, zorbetiya sêksûalî hindava zara gelek belabûyî ye, û Mesîhiyên rast jî rastî vê xirabiyê hatine. Çira? Çimkî “merivêd xirabe xweyîfêl” tije ne, û hinek dikarin bikevine nava civatê jî (2 Tîmt. 3:13). Xêncî vê yekê, hine merivên durû, yên ku xwe didine kifşê wekî ewana para civatê ne, ketine bin bayê xwestina bedenêye mirdar, û zar xirab kirine. Were em şêwir kin, ku çira zorbetiya sêksûalî hindava zara gunekî gelek giran e. Paşê emê şêwir kin, ku rûspî çi dikin çaxê civatêda kesek gunê giran dike, dikeve nava vê yekê usa jî zorbetiya sêksûalî hindava zara. Usa jî emê pêbihesin çawa dê-bav dikarin zarên xwe xwey kin. *

GUNEKÎ GELEK GIRAN

4-5. Çira zorbetî hindava zarê gunê mezin e ber zarê?

4 Zorbetiya sêksûalî hindava zara, axirîke gelek xirab tîne û ew ziyan dirêj dikişîne. Ew yek xêncî ku ser zara gelek xirab hukum dibe, usa jî ser neferên wan û xûşk-birên civatê hukum dibe, yên ku bona wan xem dikin. Zorbetiya usa gunekî gelek giran e.

5 Ew yek gunê mezin e hindava zarê. Ew gunekî usa ye, ku derd-kula û ziyanê tîne merivara. Çawa emê gotara dinda pêbihesin, ewê ku zorbetiyê zarê dike, ziyaneke gelek mezin dide zarê û emirê wî xirab dike. Pê kirê xweyî zulm, ew îtbariya zarê unda dike, û zar îda xwe bêxof texmîn nake. Em gerekê zara ji kirê wî cûreyî xwey kin, usa jî berdiliyê û alîkariyê bidine wan zara, yên ku rastî vê xirabiyê hatine (1 Têsln. 5:14).

6-7. Çi cûreyî zorbetiya hindava zara gunê mezin e hindava civatê û serwêrên dewletê?

6 Ew yek gunê mezin e hindava civatê. Hergê kesek ji civatê, tê neheqkirinê vê yekêda ku hindava zarê zorbetiya sêksûalî kiriye, ew navê civatê xirab dike (Met. 5:16; 1 Pet. 2:12). Ew yek nerastiya mezin e hindava bi mîlyona Mesîhiyên amin, yên ku bona baweriya xwe “şerê xwe” dikin, dêmek her tiştî dikin seva navê Yehowa rûmet kin! (Cihûd. 3). Em tu car nahêlin, ku civatêda ew meriv bimînin, yên ku xirabiyê dikin, lê tobe nakin û navê civatê xirab dikin.

7 Ew yek gunê mezin e hindava serwêrên dewletê. Mesîhî gerekê “gura . . . hukumetiyada” bin (Rom. 13:1). Çaxê em qanûnên dewletê tînin sêrî, em îzbat dikin ku gura wanda nin. Hergê kesek ji civatê qanûna dewletê teribandiye, mesele zorbetiya sêksûalî hindava zarê kiriye, ewî hindava serwêrên dewletê gune kiriye (Beramber kin Karên Şandiya 25:8). Rast e îzina rûspiya tune pê qanûna dewletê kesekî ceza kin, lê ewana wî merivê ku zorbetiya zarê kiriye, ji cezakirina dewletê xwey nakin (Rom. 13:4). Ew meriv çi diçîne, vê jî diçine (Galt. 6:7).

8. Yehowa ça dinihêre ser vê yekê, çaxê meriv hindava hevdu gune dikin?

8 Ya lape xirab ew e, ku zorbetiya usa ber Xwedê gunekî giran e (Zeb. 51:4). Çaxê meriv hindava merivê mayîn gune dike, ew usa jî ber Yehowa gune dike. Dîna xwe bidine meseleke ji Qanûnê, ku Xwedê dabû Îsraêliya. Qanûnêda dihate gotinê, ku hergê meriv merivekî din şêlandiye, yan jî hindava wîda qelpî kiriye, ewî “borcê xwe li ber Xudan” neqedandiye, dêmek hindava Xwedê neaminî daye kifşê (Qan. Kah. 6:2-4). Belê, hergê kesek ji civatê zorbetî zarê kiriye, ji bo çi jî zar îda bêxofiyê texmîn nake, ew hindava Xwedê neamin e. Ew usa jî navê Yehowa gelek bêhurmet dike. Belê, zorbetî hindava zara, ber Xwedê gunekî gelek mezin û heram e.

9. Teşkîleta Yehowa nava gelek salada kîjan înformasiya ser hîmê Kitêba Pîroz dide û çira?

9 Nava gelek salada teşkîleta Yehowa, derheqa zorbetiya hindava zara gelek înformasiya daye. Mesele, gotarada ji “Birca Qerewiliyê” û “Hişyar Bin!”, dihate gotinê, ku ça ew zar zorbetî kîjana kirine, dikarin ber wî derdî teyax kin, ça merivên din dikarin alî wan bikin û dilbîniyê bidine wan, û ça dê-bav dikarin zarên xwe xwey kin. Rûspî ser hîmê Kitêba Pîroz, hûr bi hûr rêberî distînin, ku çi gerekê bikin çaxê kesekî zorbetî zara kiriye. Teşkîlet berdewam dike lêkolîn ke, ku civat gerekê çi bikin, çaxê pêdihesin derheqa zorbetiya sêksûalî hindava zara. Lê çira? Seva ku hemû rûspî qanûna Mesîh bînin sêrî, ku bi hizkirinê û heqiyê her tiştî bikin, gava rastî vê derecê bên.

ÇAXÊ KESEK GUNÊ GIRAN DIKE, RÛSPÎ ÇI DIKIN

10-12. a) Çaxê rûspî pêdihesin, wekî gunekî giran hatiye kirinê, ewana çi bîr nakin, û nêta wane sereke çi ye? b) Li gora Yûhenna 5:14, 15, rûspî aliyê xweda çi dikin?

10 Çaxê rûspî pêdihesin, ku kesekî gunê giran kiriye, ewana bîr nakin, wekî qanûna Mesîh dewa dike, ku tevî keriyê pêz gerekê bi hizkirin bin. Ewana usa jî gerekê vê yekê bikin, çi ku ber çevê Xwedê rast û heq e. Lema jî çaxê ewana pêdihesin, ku kesekî gunê giran kiriye, ewana gerekê derheqa gelek tişta kûr bifikirin. Nêta wane lape ferz ew e, wekî Yehowa hurmet be û navê wî bê rûmetkirinê (Qan. Kah. 22:31, 32; Met. 6:9). Ewana usa jî xem dikin bona ruhaniya xûşk-birên civatê, û dixwazin alî wan bikin, hindava kîjanada gunê giran hatiye kirinê.

11 Hin jî, hergê kesek, yê ku para civatê ye, gunê giran kiriye, rûspî gerekê têderxin hela ew bi rastî poşman bûye û tobe dike yan na. Hergê erê, rûspî hemû tiştî dikin, seva alî wî bikin, wekî ew heleqetiya xwe tevî Yehowa dîsa vegerîne. (Bixûne Aqûb 5:14, 15.) Mesîhiyê ku pey xwestina xirab ketiye û gunê giran kiriye, ruhanîda nexweş e. Ew tê hesabê, wekî ewî heleqetiya xwe tevî Yehowa xirab kiriye. * Rûspî çawa hekîmên ruhanî ne, lema ewana aliyê xweda hemû tiştî dikin, seva “yê nexweş”, dêmek yê ku gunê giran kiriye, qenc kin. Şîretên rûspiya ser hîmê Kitêba Pîroz, wê alî wî bikin, wekî heleqetiya xwe tevî Xwedê vegerîne, lê tenê hergê ew bi rastî gunê xwe tobe dike (Kar. Şand. 3:19; 2 Korn. 2:5-10).

12 Eşkere ye, wekî cabdariya rûspiya gelek mezin e. Ewana civatê hiz dikin, çimkî Xwedê cabdarî daye wan, ku miqatî cimeta wî bin, û hindava wanda bi hizkirin û heqiyê bin (1 Pet. 5:1-3). Ewana dixwazin, wekî xûşk-birên wan civatêda xwe xweykirî texmîn kin. Lema jî rûspî çawa ku pêdihesin, wekî kesekî gunê giran kiriye, îlahî zorbetiya sêksûalî hindava zarê, derbêra destpêdikin ser vê pirsê bixebitin. Dîna xwe bidine pirsên ku destpêka  abzasên 13,  15 û  17-da hene.

13-14. Gelo rûspî gura qanûnên dewletê dikin, dêmek çaxê wanra dibêjin derheqa zorbetiya hindava zara, ewana elamî polîs dikin? Şirovekin.

 13 Gelo rûspî wan qanûnên dewletê tînin sêrî, dêmek çaxê wanra dibêjin ku hindava zarê zorbetî hatiye kirinê, ewana polîsra dibêjin? Belê. Wan ciyada kîderê qanûnên wî cûreyî hene, rûspî çaxê pêdihesin derheqa zorbetiya hindava zarê, gerekê serwêrên dewletêra bêjin (Rom. 13:1). Qanûnên wî cûreyî miqabilî qanûna Xwedê nînin (Kar. Şand. 5:28, 29). Lema jî rûspî hema ça derheqa vê yekê pêdihesin, derbêra ji fîlîalê rêberiyê dixwazin, ku wan qanûnên dewletê çi cûreyî bînin sêrî.

14 Rûspî çaxê tevî wan zarên, ku rastî zorbetiyê hatine û tevî dê-bavên wan xeber didin, gerekê wanra bêjin, ku îzina wan heye derheqa vê yekê elamî polîs kin. Lê hergê kesek ji civatê zorbetiya sêksûalîda neheq dikin, û derheqa vê yekê merivên din pêhesiyane, çi gerekê bikin? Gelo lazim e ew Mesîhî ku derheqa vê yekê elam kiriye, berxwe keve ku ew navê Xwedê xirab dike? Tu car na! Ew merivê zorbe, navê Xwedê bêhurmet dike.

15-16. a) Li gora 1 Tîmotêyo 5:19, çira lap kêm du şede lazim in, pêşiya ku rûspî komîtêya dîwankirinê saz kin? b) Rûspî çi dikin çaxê pêdihesin, ku kesekî ji civatê neheq dikin zorbetiya hindava zarêda?

 15 Çaxê civatêda kesekî gunê giran kiriye, çira tê dewakirinê, wekî pêşiya ku rûspî komîtêya dîwankirinê saz kin, gerekê du şede hebin? Ew dewakirina heq, li gora Kitêba Pîroz e. Hergê kesek gunê xwe înkar dike, du şede lazim in, wekî bê îzbatkirinê ku ewî gune kiriye. Wî çaxî rûspî komîtêya dîwankirinê saz dikin. (Qan. Dcr. 19:15; Met. 18:16; bixûne 1 Tîmotêyo 5:19). Lê gelo ev tê hesabê, ku çaxê kesek tê neheqkirinê zorbetiya hindava zarêda, gerekê serwêrên dewletêra nebêjin, heta du şede tunebin? Na. Vê derecêda du şede nelazim in, çimkî ewî kesî dibeke qanûna dewletê teribandiye, dêmek tiştekî neqanûnî kiriye.

16 Çaxê rûspî pêdihesin, wekî kesekî ji civatê zorbetiya hindava zarêda neheq dikin, ewana anegorî qanûnên dewletê polîsra dibêjin, û paşê lêkolîna dikin ku çi qewimiye. Paşê ewana ser hîmê Kitêba Pîroz safî dikin, ku lazim e komîtêya dîwankirinê saz be yan na. Hergê ew endemê civatê gunê xwe înkar dike, rûspî giliyên şeda lêkolîn dikin. Meniya rûspiya heye, wekî komîtêya dîwankirinê saz kin, hergê lap kêm du şede hebin. Yek yê ku derheqa vê yekê elamî wan kiriye, û yê duda, yê ku giliyên wî îzbat dike, yan jî dibêje ku ewî merivî zarên din jî xirab kiriye. * Lê hergê şedê duda tune, ev nayê hesabê wekî ewê ku wî neheq dike, derewa dike. Hergê jî bi saya du şeda neyê îzbatkirinê, ku ewî zorbetî zarê kiriye, yeke rûspî fem dikin, wekî dibeke jî gunê giran hatiye kirinê, ji bo çi jî meriva ziyana mezin standine. Rûspî berdewam dikin ber dilê wanda tên û alî wan dikin, yên ku ziyan standine. Xêncî vê yekê, îda çevê rûspiya ser wî merivî ye, yê ku zorbetiyêda hatiye neheqkirinê, seva ew ziyanê nede endemên civatê (Kar. Şand. 20:28).

17-18. Şirovekin rola rûspiya komîtêya dîwankirinêda.

 17 Rola komîtêya dîwankirinê çi ye? Xebera “dîwankirin” nayê hesabê, wekî rûspî safî dikin, ku ew meriv, kîjanî zorbetî zarê kiriye û qanûna dewletê teribandiye, aliyê polîsda gerekê bê cezakirinê yan na. Rûspî nakevine nava şixulên serwêrên dewletê û tiştên krîmînalî didine destê wan (Rom. 13:2-4; Tîto 3:1). Şixulê rûspiya ew e, ku dîwanê bikin, dêmek safî kin, hela ew kes dikare civatêda bimîne yan na.

18 Çaxê komîtêya dîwankirinê saz dibe, rola rûspiya tenê ew e, ku aliyê ruhanîda dîwanê bikin. Ewana ser hîmê Kitêba Pîroz dîwanê dikin, hela ew kes ku zorbetî kiriye, bi rastî poşman bûye û tobe dike yan na. Hergê ew tobe nake, ew ji civatê tê derxistinê û derheqa vê yekê civatêda tê elamkirinê (1 Korn. 5:11-13). Hergê ew tobe dike, ew dikare civatêda bimîne. Lê yeke rûspî wê jêra bêjin, ku ew wê gelek sal yan jî dibeke tu car, civatêda tu cabdariya nestîne. Usa jî seva zarên civatê bêne xweykirinê, civatêda rûspî başqe dê-bavên zarara dibêjin, wekî fesal bin û çevên wan ser zarên wan be, çaxê zar nêzîkî wî merivî ne. Çaxê rûspî vê yekê dikin, gerekê fesal bin, wekî kesekîra nebêjin, ku ew meriv zorbetî kê kiriye.

ÇAWA ZARÊN XWE XWEY KIN

Dê-bav zarên xwe ji zorbetiya sêksûalî xwey dikin bi vê yekê, ku anegorî salên emirê wan, înformasiya didine wan derheqa sêksê. Ewana înformasiya ji teşkîleta Xwedê didine xebatê (Binihêre abzasa 19-22)

19-22. Dê-bav çi dikarin bikin seva zarên xwe xwey kin? (Binihêre şiklê rûyê jûrnalê.)

19 Seva zar ji ziyanê bêne xweykirinê, kê ye cabdar? Dê-bav cabdar in. * Dê-bavno, “ewled pêşkêşêd Xudan in”, dêmek Yehowa zar pêşkêş dane we (Zeb. 127:3). Lema jî hûn cabdar in seva zarên xwe xwey kin. Lê çi hûn dikarin bikin, wekî zarên xwe ji zorbetiyê xwey kin?

20 Ya pêşin, pêbihesin ku çi ye zorbetî. Bizanibin merivên ku zara xirab dikin çi cûreyî ne, û çi mêtoda didine xebatê seva zara bixapînin. Têderxin û fesal bin çi cûre meriv û kîjan derece dikarin xof bin (Metlk. 22:3; 24:3). Bîr nekin, wekî heçî zef ew meriv zorbetiyê zara dikin, kîjan wan zarara nas in û zar îtbariya xwe wana tînin.

21 Ya duda, timê tevî zarên xwe bikevine xeberdanê, wekî ewana aza wera dilê xwe vekin (Qan. Dcr. 6:6, 7). Rind guh bidine wan çaxê ewana wera giliya dikin (Aqûb 1:19). Bîr nekin, bona wan zara, kîjan ku rastî zorbetiyê hatine, çetin e derheqa vê yekê xeber din. Ewana dibeke ditirsin ku wê tu kes wana bawer neke, yan jî ewê ku zorbetî wan kiriye, ew dane tirsandinê, ku kesekîra nebêjin. Hergê hûn texmîn dikin, wekî zar xwe cûrekî din digire, bi nermî pê pirsa wana bidine xeberdanê, û paşê bi sebir guh bidine wan.

22 Ya sisiya, zarên xwe hîn kin. Anegorî salên emirê wan, wanra derheqa sêksê gilî kin. Zarên xwe hîn kin ku bizanibin çi bêjin û çi bikin, çaxê kesek bi cûrê nelayîq destê xwe dide wan. Bidine xebatê înformasiya ku teşkîleta Yehowa dide derheqa vê yekê, ku ça zarên xwe xwey kin (Binihêre çargoşe bi navê “ Hîn bin û Zarên Xwe jî Hîn kin”).

23. Em ça dinihêrin ser zorbetiya hindava zara, û gotara dinda emê caba kîjan pirsê pêbihesin?

23 Em Şedên Yehowa ser zorbetiya sêksûalî hindava zara usa dinihêrin, çawa gunekî giran û kirê heram. Li gora qanûna Mesîh, em tu car merivên zorbe xwey nakin, wekî ji heqê kirên xwe xilaz bin. Lê em ça dikarin alî wan bikin, yên ku rastî vê xirabiyê hatine? Emê gotara dinda caba vê pirsê pêbihesin.

KILAMA 103 Şivanên Me Pêşkêş in

^ abz. 5 Vê gotarêda wê bê şêwirkirinê, ku çawa zar gerekê ji zorbetiya sêksûalî bêne xweykirinê. Usa jî emê pêbihesin ku rûspî çi dikin, seva civat bê xweykirinê, û çawa dê-bav gerekê zarên xwe xwey kin.

^ abz. 3 GOTINÊN KU HATINE ŞIROVEKIRINÊ: Zorbetiya sêksûalî hindava zara, ew heye çaxê kesek zarê dide xebatê, seva aliyê sêksûalîda xwe razî ke. Ew tê hesabê usa jî sêks, sêksa analî û oralî, mizdana organên cinsî, memika, ciyê rûniştinê, û kirên mayîne mirdar. Ferz e bîr nekin, ku çaxê zar tê xirabkirinê, ew ziyaneke mezin distîne. Gunê wî nîne, ku ew yek tevî wî qewimiye, çimkî ew hatiye xapandinê. Zorbetiya wî cûreyî heçî zef hindava qîzika tê kirinê, lê gelek gede jî têne xirabkirinê. Heçî zef mêr in ku zorbetiyê zara dikin, lê hine jin jî vê yekê dikin.

^ abz. 11 Hergê kesek gunekî giran dike, çimkî ruhanîda nexweş e, ew nayê hesabê, wekî ew bona kirê xwe cabdar nîne. Yê gunekar bi temamî cabdar e bona bijartin û kirên xweyî xirab, û ew wê ber Yehowa caba xwe bide (Rom. 14:12).

^ abz. 16 Tu car ji zarê gerekê neyê dewakirinê, wekî rûyê wî kesî bisene, kîjan ku zorbetiyêda tê neheqkirinê. Seva ku zar êmosiyalîda hê xirab nîbe, dewsa zarê, dê yan bav, yan jî kesekî din, yê ku zar îtbariya xwe wî tîne, dikare derheqa vê yekê rûspiyara gilî ke.

^ abz. 19 Çi ku derheqa dê-bava tê gotinê, usa jî bona dê-bavên nehelal e û bona wan, yên ku bi qanûnî cabdariya zara hildane ser xwe.