Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 22

Lêkolînkirinêda hê Pêşda Herin

Lêkolînkirinêda hê Pêşda Herin

“Kîjan here qenc e, hûn wê bibijêrin” (FÎLÎ. 1:10).

KILAMA 35 Kîjan Here Qenc e, Em wê Bijbêrin

VÊ GOTARÊDA *

1. Çira hinek nikarin lêkolîna bikin?

ÎRO gelek meriv zef cefê dikişînin, seva ebûra xwe bikin. Gelek xûşk-birên me gelek siheta dixebitin, seva neferên xwe xwey kin. Gelek jî her rojeke xebatê çend siheta ser rê xerc dikin, seva bigihîjine xebata xwe û bêne malê. Gelek ji wana xebata giran dikin, seva perê nanê xwe çêkin. Xilaziya rojê, ew xûşk-birên ku usa dixebitin, îda hal dikevin! Bona vê yekê, qewata wan îda seva lêkolînkirina şexsî namîne.

2. Hûn çiçax xwera wede divînin bona lêkolînkirinê?

2 Lê yeke em gerekê xwera wede bivînin, seva Xebera Xwedê û edebiyetên me lêkolîn bikin. Heleqetiya me tevî Yehowa û emirê meyî heta-hetayê vê yekêva girêdayî ye (1 Tîmt. 4:15). Hine xûşk-birên me, her roj şebeqê zû radibin lêkolîna dikin, çimkî şebeqa zû deng-his tune û hişê wan hêsabûyî ye. Hinek jî çend deqa xilaziya rojê xwera başqe dikin, wekî tu tişt dîna wana narevîne, seva tiştekî lêkolîn bikin û ser bifikirin.

3-4. Çi guhastin hate kirinê bona edebiyeta, û çira?

3 Bêşik, hûn jî qayîl in, wekî gelek ferz e xwera wede başqe kin bona lêkolînkirinê. Lê em çi gerekê lêkolîn bikin? Dibeke hûn xwera dibêjin: “Haqas tişt heye bona xwendinê. Ez ne jî dikarim pêra bigihînim her tiştî bixûnim”. Bona hine xûşk-bira hêsa ye her tiştî çi ku derdikeve, bixûnin û binihêrin, lê gelekara çetin e bona vê yekê wede xwera başqe kin. Koma Rêberiyê haş ji vê yekê heye, lema jî van paşwextiya safî kir, wekî edebiyetên neşirkirî û întêrnêtêda, kêm bêne derxistinê.

4 Mesele, “Kitêba Hersalî ya Şedên Yehowa” îda nayê derxistinê, çimkî ser malpera me jw.org® û usa jî her meh JW Brodkastîngêda em dikarin derheqa serhatiyên hewas pêbihesin. Usa jî “Birca Qerewiliyê” û “Hişyar Bin!” bona belakirinê, îda salê sê cara derdikevin. Ew guhastin hate kirinê ne seva vê yekê, ku em ewî wedeyî ser şixulên din xerc kin, lê seva em bikaribin hê zêde hiş-aqilê xwe daynin ser tiştên “here qenc” (Fîlî. 1:10). Were em şêwir kin, ku çawa em dikarin tiştên lapî ferz daynin ser ciyê pêşin, û çawa ji lêkolînkirina Kitêba Pîroz hê zêde karê bistînin.

ÇI GEREKÊ SER CIYÊ PÊŞIN BE

5-6. Kîjan edebiyeta em gerekê kûr lêkolîn bikin?

5 Ya pêşin, em gerekê çi lêkolîn bikin? Em gerekê ese her roj wede başqe kin, seva Xebera Xwedê kûr lêkolîn bikin. Bernama xwendina Kitêba Pîroze civatêda, îda kêm bûye, seva em ser wan rêza hê zêde bifikirin û diha zêde lêkolîn bikin. Xêncî ku bixûnin, nêta me gerekê ew be, wekî rêzên ku em dixûnin, dilê me bigirin û hê nêzîkî Yehowa kin (Zeb. 19:14).

6 Lê dîsa çi em gerekê kûr lêkolîn bikin? Em gerekê usa jî bona “Birca Qerewiliyê” û bernama Hînbûna Kitêba Pîroz di civatêda, xwe rind hazir kin. Xêncî vê yekê, usa jî lazim e em bixûnin her “Birca Qerewiliyê” û “Hişyar Bin!” ku bona belakirinê ne.

7. Hergê em pêra nagihînin bixûnin û binihêrin hemû tiştên ser malpera me û JW Brodkastîngê, çira em gerekê berxwe nekevin?

7 Dibeke niha hûn xwera dibêjin: “De baş, lê tiştên ser malpera me jw.org usa jî ser JW Brodkastîng ça pêra bigihînim bixûnim û binihêrim? Ne wêderê jî gelek tişt hene!” Dîna xwe bidine vê meselê: Rêstoranêda cûre-cûre xwarinên xweş hene. Lê ewên ku têne rêstoranê, femdarî ye nikarin wan hemû xwarina bixwin yan jî tem kin. Lema jî ewana tenê çend xwarina dijbêrin ku bixwin. Mîna vê yekê, hergê hûn pêra nagihînin hemû tiştên elektronîkî bixûnin yan binihêrin, berxwe nekevin. Çiqas hûn dikarin haqas bixûnin û binihêrin. Were em şêwir kin ku çi tê hesabê lêkolînkirin, û çawa ji lêkolînkirina xweye şexsî hê zêde karê bistînin.

LÊKOLÎNA XWE HEWAS Û BAŞ KIN

8. Ça em dikarin bona “Birca Qerewiliyê” xwe hazir kin, û ew yek wê mera çi karê bîne?

8 Çaxê hûn lêkolîn dikin, ew tê hesabê ku hûn çi jî dixûnin, hiş-aqilê xwe didine ser û difikirin. Dêmek, ew nayê hesabê, wekî sera-bera bixûnin, yan jî tenê caba kifş kin. Mesele, çaxê hûn xwe bona “Birca Qerewiliyê” seva Hînbûnê hazir dikin, pêşiyê bixûnin “vê gotarêda”, ku bizanibin wê çi bê şêwirkirinê. Paşê, navê gotarê, binseriya û pirsên bona wekilandinê bixûnin û ser bifikirin. Pey vê yekêra, gotarê hêdî-hêdî bixûnin û hiş-aqilê xwe bidine ser xwendina xwe. Her abzasekêda dîna xwe bidine cumla sereke. Ew cumle dikare alî we bike, ku nêta abzasê fem kin. Wedê xwendinê, bifikirin ku çawa her abzas binseriyava û temamiya gotarêva girêdayî ye. Xeberên ku wera nas nînin û fikirên ku bona we teze ne, xwera başqe binivîsin, seva derheqa wan hê zêde lêkolîn bikin.

9. a) Wedê lêkolînkirina “Birca Qerewiliyê”, em gerekê çira û ça dîna xwe bidine îlahî ser rêza? b) Çawa Yêşû 1:8-da tê gotinê, em gerekê çi bikin xêncî xwendina rêza?

9 Bi saya hînbûna “Birca Qerewiliyê” em Kitêba Pîroz hîn dibin. Lema jî wedê lêkolînkirina gotarê, rind dîna xwe bidine rêzên Kitêba Pîroz, îlahî wan rêza ku wê civatêda bêne xwendinê. Bifikirin ku xeberên sereke yan jî giliyên rêzada, ça abzasêda nêta serekeva girêdayî ne. Xêncî vê yekê, wede başqe kin, seva bifikirin ser rêzên ku hûn dixûnin, û dişirmîş bin ku çawa hûn dikarin emirê xweda wan rêza bidine xebatê. (Bixûne Yêşû 1:8.)

Dê-bavno, zarên xwe hîn kin çawa lêkolîna bikin (Binihêre abzasa 10) *

10. Li gora Îbranî 5:14, çira dê-bav gerekê wedê qulixkirina tevî malbetê wede başqe kin, seva zarên xwe hîn kin çawa lêkolîna bikin?

10 Dê-bav dixwazin, wekî her heftî Qulixkirina tevî Malbetê tevî zarên xwe hewas derbaz kin. Rast e dê-bav gerekê timê pêşda safî kin, ku wedê qulixkirina tevî malbetê çi şêwir kin, yeke ese nîne wekî her gav tiştên mezin organîze kin û bi cûrê mexsûs derbaz kin. Dê-bav dibeke wedê Qulixkirina tevî malbetê bernama her mehî ser JW Brodkastîngê dinihêrin, yan jî cara tiştên mexsûs saz dikin, besa xeberê gemiya Nuh ava dikin. Lê xêncî van tişta, usa jî gelek ferz e, ku zara hîn kin çawa lêkolîna bikin. Zar gerekê hîn bin ku çawa xwe bona civatê hazir kin, usa jî hîn bin lêkolîna bikin, wekî bikaribin caba wan pirsa bidin, kîjan ku mektebêda pêşda tên. (Bixûne Îbranî 5:14.) Hergê ewana hine wedê xwe xerc kin, seva malda lêkolîna bikin, ew yek wê alî wan bike, wekî hewasa wan pêşda bê, seva guhdar bin û fem kin, ku çi tê gotinê civatada û usa jî civatên mezinda, kîderê ku ne her gav vîdêo têne nîşankirinê. Dê-bav gerekê safî kin ku çiqas wede xerc kin ser her lêkolînkirina tevî zarê, û hildine hesab sal, xeyset û feresetên zarên xwe.

11. Çira ferz e wekî tevî kîjana em hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikin, hîn kin ku xwexa lêkolîna bikin?

11 Em tevî kê hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikin, wana jî gerekê hîn kin ku bizanibin çawa lêkolîna bikin. Çaxê ewana teze hînbûna Kitêba Pîroz destpêdikin, em şa dibin gava ewana xwe hazir dikin bona hînbûnê yan jî civatê, û caba kifş dikin. Lê em usa jî gerekê wana hîn kin, ku çawa kûr lêkolîna bikin. Wî cûreyî çaxê ewana rastî problêma bên, dewsa ji xûşk-bira bipirsin ku çi bikin, ewana wê hîn bin xwexa evê înformasiyayê edebiyetên meda bigerin, kîjan wê alî wan bike.

WEDÊ LÊKOLÎNKIRINÊ XWERA NÊTÊ DAYNIN

12. Çi nêtên we dikarin hebin çaxê lêkolîna dikin?

12 Hergê hûn hiz nakin lêkolîna bikin, dibeke difikirin, wekî lêkolînkirin wê tu car wera hewas nîbe. Lê usa nîne. Pêşiyê destpêkin wextekî kin lêkolîn bikin û paşê hêdî-hêdî wedê xwe zêde kin. Bîr nekin nêta we çi ye bona lêkolînkirinê. Nêta weye sereke gerekê ew be, ku hê nêzîkî Yehowa bin. Nêtên weye din jî dikarin ew bin, ku caba wan pirsa bigerin, kîjan ku dane we, yan jî înformasiya derheqa problêmekê kîjan rastî we hatiye.

13. a) Şirovekin, cahil dikarin kîjan gavê bavêjin, seva bikaribin mektebêda baweriya xwe şirovekin. b) Çawa hûn dikarin şîreta ji Kolosî 4:6 bidine xebatê?

13 Mesele, hergê tu cahil î, dibeke hevaldersxanên te têoriya êvolûsiyayê bawer dikin. Femdarî ye hûn dixwazin wanra şirovekin, ku hûn çira bawer dikin, wekî meriv hatine efirandinê. Lê dibeke hûn difikirin, wekî hûnê nikaribin şirovekin. Wî çaxî wera lazim e lêkolîna bikin! Wedê lêkolînkirinê du nêtên weye sereke gerekê hebin: 1) Baweriya xwe qewî kin, wekî Xwedê hemû tişt efirandiye û 2) hîn bin çawa hê rind şirovekin rastiya ji Xebera Xwedê (Rom. 1:20; 1 Pet. 3:15). Hûn dikarin pirsê bidine xwe: “Hevaldersxanên min çaxê piştgiriya têoriya êvolûsiyayê bikin, çi dikarin bêjin?”. Paşê edebiyetên meda lêkolîna bikin. Hûn dikarin ecêbmayî bimînin ku ça hêsa ye merivara derheqa baweriya xwe şirovekin. Heçî zef meriv êvolûsiyayê bawer dikin ji bo vê yekê, çimkî kesekî ku ewana qedirê wî digirin, wanra gotiye ku ew rast e. Hergê hûn hema tenê îzbatkirinekê yan duda wanra bêjin, diqewime ku hûn pê caba xwe alî wan bikin, yên ku dixwazin rastiyê pêbihesin. (Bixûne Kolosî 4:6.)

HEWASA XWE PÊŞDA BÎNIN

14-16. a) Çawa hûn dikarin hê zêde pêbihesin derheqa kitêbeke Kitêba Pîroz, kîjan ku wera rind nas nîne? b) Şirovekin ku ça bi saya rêzên margînal, hûn dikarin derheqa kitêba Amos hê zêde pêbihesin (Usa jî binihêrin çargoşe “ Bira Merivên ji Kitêba Pîroz bona We Rêalî bin”).

14 Bidine ber çevê xwe, civatêda li gora bernamê tê şêwirkirinê kitêbeke biçûke pêxembertiyê ji Kitêba Pîroz, kîjan ku wera rind nas nîne. Ya pêşin, hê zêde pêbihesin, ku ewî pêxemberî derheqa çi nivîsiye. Lê hûn ça dikarin vê yekê pêbihesin?

15 Ya pêşin, pirsê bidine xwe: “Ez çi zanim derheqa nivîskarê vê kitêbê? Ew kê bû, kîderê dijît û çi şixul dikir?”. Hergê em pêbihesin, ku ew nivîskar ji ku bû, emê fem kin ku ewî çira ew gilî, yan jî ew mesele dane xebatê. Çaxê hûn Kitêba Pîroz bixûnin, dîna xwe bidine wan giliya, kîjan ku xeysetê wî nivîskarî eyan dikin.

16 Paşê, wê baş be hûn pêbihesin ew kitêb kengê hatiye nivîsarê. Ewê yekê hûn dikarin pêbihesin “Welgerandina Dinya Tezeda”, ku ser cûre-cûre zimana heye, xilaziyêda “Naveroka Kitêbên Kitêba Pîrozda”. Xêncî vê yekê, hûn dikarin binihêrin broşûra “Rêberî bona Hînbûna Kitêba Pîroz”, elametiya bi nexşda, ser rûpêlên 14-17, kîderê rêzkirî ne navên pêxember û padşên ku hingê dijîtin. Çaxê hûn kitêbeke pêxembertiyê lêkolîn dikin, wê baş be ku pêbihesin çi diqewimî wî wedeyî, çaxê ew kitêb dihate nivîsarê. Ewî pêxemberî cimet şîret dikir, ku xwe ji kîjan nihêrandinên xirab, yan ji kîjan şixula dûr bigirin? Wedê wîda kê dijît? Seva derheqa emirê wî hê zêde pêbihesin, diqewime wera lazim be kitêbên dinda bigerin. Mesele, seva hê kûr fem bikin, ku çi diqewimî wedê Amos pêxember, wê baş be hûn bixûnin rêzên ji 2 Padşatî û 2 Dîrok, kîjan ku rêzên margînal in yên Amos 1:1. Xêncî vê yekê, hûn dikarin binihêrin nivîsarên Hoseyada, ku diqewime wedê Amosda dijît. Ew hemû kanî wê alî we bikin, wekî rind fem kin ku Amos çi wedeyîda dijît (2 Padş. 14:25-28; 2 Dîr. 26:1-15; Hos. 1:1-11; Ams. 1:1).

DÎNA XWE BIDINE TIŞTÊN HÛR

17-18. Pê meselên abzasêda yan jî pê mesela xwe, şirovekin ku çawa înformasiyên hûr, dikarin lêkolînkirina Kitêba Pîroz hê hewas kin.

17 Çaxê em Kitêba Pîroz dixûnin, wê baş be ku bixwazin hê zêde pêbihesin. Besa xeberê, hûn dixûnin pêxembertiya ji Zekerya serê 12, kîderê tê pêxembertîkirinê derheqa mirina Mesîh (Zeker. 12:10). Çaxê hûn gihîştine rêza 12, hûn dixûnin wekî “eşîra mala Natan”, dêmek malbeta wî, bona mirina Mesîh wê gelek bigirî û berxwe keve. Dewsa ku ew înformasiya biçûk pişt guhê xweva bavêjin, hûn disekinin û pirsê didine xwe: “Orta mala Natan û Mesîhda, çi hevgirêdan heye? Gelo derheqa vê yekê hê zêde înformasiya heye?” Niha hûn lêkolînê destpêdikin, çimkî dixwazin vê yekê pêbihesin. Rêza margînal we dibe berbi 2 Samûyêl 5:13, 14, ji kîderê hûn pêdihesin, wekî Natan kurê Dawid Padşa bû. Rêza margînala duda Lûqa 3:23, 31 ye, kîjan ku eyan dike, wekî Natan kal-bavê Meryemê bû (Binihêre “Birca Qerewiliyê”, Tebax 2017, rûpêla 32, abzasa 4). Hûn ecêbmayî dimînin! Hûn zanin wekî li gora pêxembertiyê, Îsa gerekê ji rikiniyata Dawid bihata (Met. 22:42). Lê kurên Dawid 20 zêdetir bûn. Niha wera femdarî ye, ku çira Zekeriya xût besa malbeta Natan kir, wekî wê şîna Îsa bikin, çimkî Îsa ji rikinyata wî bû.

18 Dîna xwe bidine, meseleke din. Em kitêba Lûqa serê pêşinda dixûnin derheqa milyaket Cibrayîl, kîjan ku teseliya Meryemê kir, û jêra derheqa kurê ku gerekê jêra bê bûyînê, got: “Ewê mezin be û Kurê Yê Herî Jorin wê bê gotinê. Û Xudan Xwedê wê textê bavê wî Dawid bide wî. Ewê heta-hetayê padşatiyê ser mala Aqûb bike” (Lûqa 1:32, 33). Em dibeke heçî zef dîna xwe didine ser giliyê wîyî pêşin, ku dibêje wekî ser Îsa wê bê gotinê “Kurê Yê Herî Jorin”. Lê Cibrayîl usa jî pêxembertî kir, wekî Îsa wê “padşatiyê . . . bike”. Dibeke em niha dişirmîş dibin, ku giliyên Cibrayîl çi dihatine hesabê bona Meryemê. Gelo diqewime ew difikirî ku giliyên wî têne hesabê, wekî Îsa wê ciyê Padşa Hêrodes bigire, yan jî wê bibe merivê paşî wî û serwêrtiyê ser Îsraêlê bike? Wekî Îsa bibûya padşa, wê Meryem bibûya diya padşê, û malbeta wê qesirêda bijîta. Lê tu cîkî nayê gotinê, wekî Meryemê derheqa vê yekê hema gilîk Cibrayîlra gotiye, û ne jî tu cîkî nivîsar e, ku ewê xwestiye Padşatiyêda ciyê bilind bigire, çawa du şagirtên Îsa xwestin (Met. 20:20-23). Ew înformasiya biçûk dide kifşê, wekî Meryem rastî jî meriveke milûk û şkestî bû!

19-20. Çawa Aqûb 1:22-25 û 4:8-da tê gotinê, nêta lêkolînkirinê çi ye?

19 Em gerekê bîr nekin, wekî nêta meye sereke, ku çira em Xebera Xwedê û edebiyetên me lêkolîn dikin, ew e, ku em nêzîkî Yehowa bin. Em usa jî dixwazin hê rind bivînin, ku em merivne ça nin û bizanibin nav xweda çi guhastina bikin, seva dilê Xwedê şa kin. (Bixûne Aqûb 1:22-25; 4:8.) Her gav çaxê em destpêdikin lêkolîna bikin, em gerekê ji Yehowa ruhê wîyî pîroz bixwazin. Em gerekê ji Yehowa hîvî kin, seva alî me bike, ku bi temamî karê bistînin ji lêkolînê, û têderxin ku ew dixwaze em çida bêne guhastinê.

20 Were em gişk çev bidine wî merivî, derheqa kîjanî zebûrbêj nivîsî: “Şabûna wî hînkirina Xudanda ye, şev û roj ser vê hînkirinê kûr difikire. . . . [Ew] çi jî dixwaze mîyaser dibe” (Zeb. 1:2, 3).

KILAMA 88 Riya Xwe Nîşanî Min ke

^ abz. 5 Yehowa bi merdanî tije înformasiya dide me, ku em binihêrin, bixûnin û lêkolîna bikin. Ew gotar wê alî me bike, wekî safî kin çi lêkolîn bikin. Usa jî emê hine şîreta pêbihesin, ku çawa ji lêkolînkirina xweye şexsî hê zêde karê bistînin.

^ abz. 61 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Dê-bav zarên xwe hîn dikin, ku ça xwe bona “Birca Qerewiliyê” hazir kin.

^ abz. 63 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Bira kitêba Amos lêkolîn dike. Şiklên pişt bira didine kifşê, wekî ew qewimandinên ji Kitêba Pîroz dide ber çevê xwe û ser difikire.