Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 21

Pê “Serwaxtiya vê Dinyayê” Neyne Xapandinê

Pê “Serwaxtiya vê Dinyayê” Neyne Xapandinê

“Serwaxtiya vê dinyayê li ber Xwedê bêhişî ye” (1 KORN. 3:19).

KILAMA 98 Nivîsar ji Bîna ber Xwedê ye

VÊ GOTARÊDA *

1. Xebera Xwedê çi me hîn dike?

EM Dikarin her çetinayîkêda çarê bivînin, çimkî Yehowa ye Mamostayê meyî Herî mezin (Îşa. 30:20, 21). Xebera Wî alî me dike, seva em haş hemû tiştî hebin û “bona hemû kirinêd qenc hazir sekinî” bin (2 Tîmt. 3:17). Çaxê em li gora hînkirinên Kitêba Pîroz dijîn, em ji merivên ku pê “serwaxtiya vê dinyayê” dijîn, serwaxttir dibin (1 Korn. 3:19; Zeb. 119:97-100).

2. Vê gotarêda emê çi şêwir kin?

2 Vê gotarêda emê pêbihesin, ku ça serwaxtiya vê dinyayê, meriva hêlan dike pey xwestinên xwe kevin. Mera nehêsa ye çev nedine nihêrandin û rabûn-rûniştina merivên vê dinyayê, lema jî Kitêba Pîroz badîhewa nabêje: “Haş ji xwe hebin, nebe ku yek bi serwaxtiya derewe pûç dilê we bike hêsîr. Ew ji edetêd meriva . . . tên” (Kols. 2:8). Emê usa jî şêwir kin, ku çawa du derewên pûç, dinyayêda gelek belabûyî bûne. Her du derecada emê bivînin, ku çira serwaxtiya vê dinyayê bêhişî ye, û çawa serwaxtiya Xebera Xwedê ji her tiştî ku ev dinya dide, çêtir û bilindtir e.

ÇA NIHÊRANDINA HINDAVA NAMÛSIYÊ HATE GUHASTINÊ

3-4. Destpêka qirna 20-da, Amerîkayêda nihêrandina cimetê hindava namûsiyê ça hate guhastinê?

3 Amerîkayêda destpêka qirna 20-da nihêrandina meriva ser namûsiyê, gelek hatiye guhastinê. Pêşiya vê yekê, meriv difikirîn, wekî sêks gerekê tenê orta jin-mêrda be, û cûrekî mayîn ne jî difikirîn. Lê ew nihêrandin betavebû û nihêrandineke din bela bû, ku kê ça dixwaze usa bijî.

4 Paşî Şerê Hemdinyayê ya yekê, salên 1920-1929 pê vê yekê eyan bûn, ku wî wedeyî rabûn-rûniştina meriva û nihêrandina wan ser sêksê lapte hate guhastinê. Lêkolînkarek gilî dike: “Sînem, têatir, kilam, roman, û rêklamada, îda tiştên sêksûalî eyan dikirin”. Hingê usa jî cûrê reqasa hate guhastinê, kîjana meriv hêlan dikirin berbi sêksê. Meriva kincxwekirina xwe jî guhastin, û îda necayîz xwe dikirin. Çawa Kitêba Pîrozda hatibû pêxembertîkirinê, nîşaneke rojên axiriyê wê ew bûya, ku meriv bibine “rihetîhiz” (2 Tîmt. 3:4).

Cimeta Yehowa nakeve ber bayê nihêrandina vê dinyayê ser namûsiyê (Binihêre abzasa 5) *

5. Paşî sala 1960, derheqa namûsiyê nihêrandina meriva ça hate guhastinê?

5 Paşî sala 1960, bona meriva bû tiştekî normal, wekî jin-mêrên ku hevra zewacêda nînin, tevayî bijîn. Homosêksûalî û hevqetandin jî gelek bela bû. Fîlmada, rêklamada û tiştên dinda kîjanava meriv mijûl dibûn, sêks îda diha eyan nîşan dikirin. Belê, meriva îda prînsîpên namûsiyê pişt guhê xweva davîtin. Lê hingêda heta roja îroyîn, axiriya vê yekê çi ye? Nivîskarekî nivîsî, wekî ji bo vê yekê ku meriv derheqa namûsiyê îda nafikirin, gelek problêm pêşda tên. Mesele, jin mêr zû hev diqetin, dê yan bav tenê zara xwey dikin, meriv êmosiyalîda hê xirab dibin, pornografiyayêva girêdayî dibin, û dîsa çetinayên din pêşda tên. Nexweşiyên ji bo heleqetiya sêksûalî jî bela bûne, mesele EYDZE (nexweşiya spîd). Ew tenê nîşaneke, ku dide kifşê, wekî serwaxtiya vê dinyayê bêhişî ye (2 Pet. 2:19).

6. Çira nihêrandina meriva ser sêksê, dilê Şeytan tê?

6 Nihêrandina vê dinyayê ser sêksê, gelek Şeytan xweş tê. Ew şa dibe wekî meriv sêksê aliyê xirabda didine xebatê, û evê pêşkêşa zewacê ku Xwedê daye, naşêkirînin (Efes. 2:2). Bênamûsî ne tenê bêhurmet dike pêşkêşa zaranînê, ku ji Xwedê ye, lê usa jî dikare rê meriva bigire, wekî jîyîna heta-hetayê bistînin (1 Korn. 6:9, 10).

NIHÊRANDINA KITÊBA PÎROZ SER BÊNAMÛSIYÊ

7-8. Çira nihêrandina Kitêba Pîroz derheqa heleqetiya sêksûalî layîq û kar e?

7 Merivên ku serwaxtiya vê dinê qebûl dikin, dikenin ser prînsîpên Kitêba Pîroz derheqa namûsiyê, çimkî difikirin ku nerêalî ye wan prînsîpa bînin sêrî. Merivên wî cûreyî pirsê didine xwe: “Çira Xwedê pê xwestinên sêksûalî em efirandine, û paşê mera dibêje, wekî pey wan xwestina neçin?” Ew pirs bal wan pêşda tê, çimkî nihêrandina wan nerast e. Ewana difikirin ku dilê meriv çi dixwaze, gerekê vê jî bike. Lê Kitêba Pîroz cûrekî mayîn hîn dike. Ew hîn dike ku em gerekê pey her xwestinên xwe neçin û xwe kontrol kin (Kols. 3:5). Xêncî vê yekê, Yehowa merivên zewicîra pêşkêş daye, seva bikaribin hewcên xweye sêksûalî layîq razî kin (1 Korn. 7:8, 9). Bi saya vê yekê, jin-mêr zewacêda ji sêksê lezetê distînin, û berxwe nakevin bona wan tişta, seva kîjana merivên ku bênamûsiyê dikin, berxwe dikevin.

8 Belê, Kitêba Pîroz derheqa sêksê nihêrandina rast hîn dike û dibêje, wekî heleqetiya orta jin-mêr lezetê tîne (Metlk. 5:18, 19). Lê ew usa jî dibêje: “Bira ji we her kes jî zanibe qalibê xwe helal û bi namûsî xwey ke, ne bi xwestina temê xirab, mîna pûtparista, yêd ku Xwedê nas nakin” (1 Têsln. 4:4, 5).

9. a) Destpêka qirna 20-da, çi alî cimeta Yehowa kir, ku xwe li serwaxtiya Xebera Xwedê bigirin? b) Kîjan şîreta bîlan tê gotinê 1 Yûhenna 2:15, 16-da? c) Çi kirên bênamûsî Romayî 1:24-27-da têne rêzkirinê, ji kîjana em gerekê xwe dûr bigirin?

9 Wedê destpêka qirna 20, cimeta Xwedê nekete ber bayê nihêrandina pûç, ya merivên ku “şerma rûyê xwe unda kirine” (Efes. 4:19). Ewana her tişt dikirin seva xwe li prînsîpên Yehowa bigirin. “Birca Qerewiliyêda” ya meha 15 Gulanê, sala 1926, dihate gotinê wekî “her mêr û her jin, gerekê temiz be û namûs be, hin fikirada hin jî kirên xweda, îlahî jin hindava mêrada, û mêr hindava jinada”. Cimeta Yehowa çev nedida merivên dor berê xwe, û pê serwaxtiya herî bilind dijîtin, dêmek pê serwaxtiya Xebera Xwedê. (Bixûne 1 Yûhenna 2:15, 16.) Rastî jî em çiqas razî ne bona Xebera Xwedê! Em usa jî razî ne, ku Yehowa wededa xwarina ruhanî dide me, seva em aliyê namûsiyêda, * nekevine ber bayê serwaxtiya vê dinyayê. (Bixûne Romayî 1:24-27.)

GUHASTINA NIHÊRANDINÊ HINDAVA XWEHIZIYÊ

10-11. Kitêba Pîrozda derheqa rojên axiriyê çi hatiye gotinê?

10 Kitêba Pîrozda pêşda hatiye gotinê, ku rojên axiriyêda meriv wê bibine “xwehiz” (2 Tîmt. 3:1, 2). Em ecêbmayî namînin, wekî îro ew dinya meriva hêlan dike, ku xwehiz bin. Ensîklopêdiyakêda tê gotinê, wekî salên 1970-1979-da, kitêbên usa belabûyî bûn, kîjana şîret dihatine dayînê, wekî çawa emirê xweda pêşdaçûyî bin. Hine kitêba, “xwendevan hêlan dikirin, wekî nelazim e bêne guhastinê, û nefikirin wekî tiştekî xirab nav wanda heye”. Mesele, dîna xwe bidinê, kitêbekêda çi dihate gotinê: “Xwe hiz bike, çimkî tu nava dinyayêda kesê lapî bedew, hêja û mexsûs î”. Vê kitêbêda usa jî dihate gotinê, wekî meriv gerekê xwexa safî ke, ku ça rabe-rûnê û vê yekê bike çi ku ew hesab dike rast e û ça jêra dest dide.

11 Nihêrandina wî cûreyî dibeke wera nas e. Şeytan Hêwa hema berbi wê yekê hêlan kir. Ewî gote wê, ku ew dikare “mîna Xwedê, qencî û xirabîyê” ji hev derxe (Destp. 3:5). Îro gelek merî usa babax in, wekî hesab dikin ku tu kes, hela hê Xwedê jî, nikare wanra bêje çi rast e û çi xirab e. Mesele, nihêrandina wî cûreyî îlahî tê kifşê vê yekêda, ku meriv ça dinihêrin ser zewacê.

Mesîhî hewcên meriva didin ciyê pêşin, îlahî hewcên jin yan mêrê xwe (Binihêre abzasa 12) *

12. Ew dinya ser zewacê ça dinihêre?

12 Kitêba Pîroz temiyê dide mêr û jina, wekî hurmetê bidine kifşê hindava hevdu û usa jî hindava sonda zewaca xwe. Kitêba Pîroz usa jî jin-mêra hîn dike, wekî ewana borcdar in tevayî bin û hev neqetin: “Mêrê dê û bavê xwe bihêle, xwe li jina xwe bigire û bibine bedenek” (Destp. 2:24). Lê ewên ku pê serwaxtiya vê dinyayê dijîn, cûrekî mayîn difikirin. Ewana dibêjin, wekî her kes gerekê bona xwe û hewcên xwe bifikire. Kitêbekêda derheqa hevqetandinê hatiye gotinê, wekî sonda zewacê, ku jin-mêr hevdura didin û dibêjin “heta em sax bin”, hine welatada usa hatiye guhastinê, “heta em hev hiz bikin”. Ev nihêrandina sivik ser zewacê, bê hesab malbeta hildişîne û êşeke mezin tîne. Bêşik dikarin bêjin, wekî nihêrandina vê dinyayê ser zewacê, bêhişî ye.

13. Menîk çi ye ku merivên babax ber çevê Xwedê reş in?

13 Kitêba Pîroz dibêje: “Xudan ji hemû kubar-babaxa zivêr e” (Metlk. 16:5). Çira merivên babax ber çevê Yehowa reş in? Menîk ew e, ku ewên ku dibine xwehiz û babax, çev didine babaxiya Şeytan. Bidine hesabê xwe, Şeytan difikirî, wekî Îsa, bi saya kîjanî Xwedê hemû tişt efirand, gerekê serê xwe ber wî dayne û wî bihebîne! (Met. 4:8, 9; Kols. 1:15, 16). Merivên ku xwehiz û babax in, difikirin ku serwaxt û bîlan in, lê çevê Xwedêda ewana bêfem in.

NIHÊRANDINA KITÊBA PÎROZ SER XWEHIZIYÊ

14. Çawa Romayî 12:3 alî me dike, wekî derheqa xwe rast bifikirin?

14 Kitêba Pîroz me hîn dike, wekî em gerekê derheqa xwe ça bifikirin. Ew dibêje wekî vê yekêda xirabî tune, hergê em rast xwe hiz bikin. Îsa got “hevalê xwe weke xwe hiz bike”. Ew yek dide kifşê, wekî em gerekê bona xwe jî bifikirin (Met. 19:19). Lê Kitêba Pîroz hîn nake, wekî em gerekê xwe ser merivara bigirin. Dewsê ew dibêje: “Tiştekî bi hevrikiyê nekin û li navê xwe negerin, lê ji we her yek bi milûktiyê hevalê xwe ser xwera bigire” (Fîlî. 2:3; bixûne Romayî 12:3.)

15. Bi texmîna we çira nihêrandina Kitêba Pîroz ser xwehiziyê, kêrhatî ye?

15 Îro gelek merivên ku xwe aqil hesab dikin, ser vê şîreta Kitêba Pîroz dikenin. Ewana dibêjin, ku hergê tu xwe ser merivara negirî, tuyê bibî merivekî sist, û meriv wê te bona kara xwe bidine xebatê. Lê gelo axiriya vê nihêrandina dinya Şeytan çi ye? Em çi divînin? Merivên xwehiz, yan jî neferên wan qe bextewar in? Qe hevalên wanî rast hene? Heleqetiya wan tevî Xwedê nêzîk e? Bi texmîna we, çi hê axiriya baş tîne, serwaxtiya vê dinyayê, yan serwaxtiya ji Xebera Xwedê?

16-17. Seva çi em gerekê razî bin ji Xwedê û çira?

16 Ewên ku pey serwaxtiya merivên vê dinyayê diçin, mîna tûrîstekî ne, kîjan ku ji tûrîstekî din dipirse, wekî rê nîşanî wî ke, lê herdu jî unda bûne. Îsa derheqa merivên “serwaxt” yên hingê, got: “Ewe kor in û rêberê kora ne. Heger kor rêberiyê kora bike, her duyê jî bikevine çelê” (Met. 15:14). Bi rastî jî, serwaxtiya wê dinyayê ber serwaxtiya Xwedê, bêfemtî ye.

Xizmetkarên Xwedê bextewar in, ku emirê xwe xerc kirin bona xizmetiya Yehowara (Binihêre abzasa 17) *

17 Şîreta Kitêba Pîroz, timê “kêrhatî ye bona hînkirinê, lêhilatinê, rastkirinê û şîretkirina jiyîna rastiyêda” (2 Tîmt. 3:16). Em gelek ji Yehowa razî ne, wekî ew bi saya teşkîleta xwe, me ji serwaxtiya vê dinyayê xwey dike! (Efes. 4:14). Xwarina ruhanî ku ew dide me, qewatê dide me seva em xwe li prînsîpên ji Xebera wî bigirin. Rastî jî ew qedirekî çiqas mezin e bona me, wekî Yehowa pê Xebera xwe serwaxtiya lape baş me hîn dike!

KILAMA 54 “Eva ye Rê”

^ abz. 5 Ew gotar wê alî me bike, wekî diha bawer bin, ku tenê Yehowa ye Kaniya rêberiya lape rast û bi îtbarî. Emê usa jî şêwir kin, ku kê pey serwaxtiya vê dinyayê diçe, axiriya xirab distîne, lê kê pê serwaxtiya Xebera Xwedê dijî, karê distîne.

^ abz. 50 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Em divînin hine derecên emirê jin-mêrekî, ku Şedên Yehowa ne. Salên 1960-da, ew xûşk-bira mizgîniyê bela dikin.

^ abz. 52 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Salên 1980-da, ew mêr miqatî jina xwe dibe, ya ku nexweş ketiye, û qîza wane biçûk wana dinihêre.

^ abz. 54 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Salên 1980-da, ew mêr miqatî jina xwe dibe, ya ku nexweş ketiye, û qîza wane biçûk wana dinihêre.