GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 22
Bira Bîlanî Her Roj Rêberiya Me Bike
“Xudan e yê serwaxtîyê dide” (METELOK 2:6).
KILAMA 89 Guh Bide û Guhdar Be
VÊ GOTARÊDA *
1. Em çima hewcê bîlaniya Xwedê ne? (Metelok 4:7)
GAVA ku lazim e wekî em safîkirineke ferz bikin, gelo em dua nakin wekî Xwedê bîlaniyê bide me? (Aqûb 1:5). Bîlanî bi rastî jî tiştekî gelek qîmet e. Silêman Padşa usa nivîsî: “Serî serwaxtî ye” (Metelok 4:7 bixûne). Vê rêzêda, Silêman besa bîlaniya dinyayê nedikir. Ewî besa vê bîlaniyê dikir, kîjan ku ji Yehowa ye (Metelok 2:6). Gelo bîlaniya Xwedê dikare alî me bike, wekî em problêmên îroyîn safî kin? Hemikî erê!
2. Em çawa dikarin bîlaniya rast qazanc kin?
2 Seva ku em bîlaniya rast qazanc kin, wê baş be wekî em gotinên du kesên herî bîlan, lêkolîn bikin û bidine xebatê. Pêşiyê, emê dîna xwe bidine gotinên Silêman Padşa. Li gora Kitêba Pîroz, “Xwedê şehrezayî [bîlanî], femdarîke kûr . . . da Silêman” (1 Padşatî 4:29, ÎM). Niha emê dîna xwe bidine gotinên Îsa Mesîh, yê ku kesê herî bîlan bû (Metta 12:42). Derheqa Îsa berêva usa hatibû gotinê: “Wê Ruhê Xudan, Ruhê şehrezabûn û femdariyê . . . li ser wî be” (Îşaya 11:2, ÎM).
3. Vê gotarêda, emê derheqa çi xeber din?
3 Him Silêman Padşa him jî Îsa bi saya bîlaniya ku wana ji Xwedê standibû, bona jîyîna herrojî gelek şîretên kêrhatî dane me hemûya. Vê gotarêda, emê dîna xwe bidin van sê tişta: Gerekê em ser pera, xebatê û ser xwe çawa binihêrin?
GEREKÊ EM SER PERA ÇAWA BINIHÊRIN?
4. Halê Silêman Padşa û Îsa Mesîh çida cude dibûn?
4 Halê Silêman Padşa û Îsa Mesîh aliyê matêrîalîda ji hev cude bûn. Silêman yekî dewletî bû, lê mal û milkê Îsa tune bû (1 Padşatî 10:7, 14, 15; Metta 8:20). Lê herdu jî ji Yehowa Xwedê bîlanî standibûn, lema jî nihêrandina wan ser tiştên matêrîalî rast bû.
5. Silêman Padşa çawa ser pera dinihêrî?
5 Silêman qebûl dikir wekî pere dikare me biparêze (Waîz 7:12). Bi saya pera, em dikarin hewcên xweye matêrîalî razî kin û dibeke hine xwestinên xwe jî bînin sêrî. Lê Silêman çiqas jî dewlemend bû, dîsa jî ewî fem dikir wekî pere tiştê herî ferz nîne. Mesele, ewî got: “Navê qenc ji hebûka pir qenctir e” (Metelok 22:1). Usa jî, Silêman didît wekî gelek merivên ku pera hiz dikin, bi tiştên ku destê wanda hene, razî nînin (Waîz 5:10, 12). Ewî got ku gerekê meriv xwe bi temamî nespêre pera, çimkî pere dikare zû “bifire” (Metelok 23:4, 5).
6. Îsa çawa ser tiştên matêrîalî dinihêrî? (Metta 6:31-33)
6 Gelo Îsa çawa ser tiştên matêrîalî dinihêrî? Ewî ji xwarin û vexwarinê lezet distand (Lûqa 19:2, 6, 7). Carekê, ewî şeraveke xweş çêkir. Û ev yek keremeta wîye pêşin bû (Yûhenna 2:10, 11). Roja mirina Îsa kinceke biha li wî bû (Yûhenna 19:23, 24). Lê Îsa tiştên matêrîalî ça tiştên herî ferz hesab nedikir. Ewî şagirtên xwera usa got: “Tu kes nikare du axara xulamtiyê bike . . . Hûn nikarin hin Xwedêra, hin jî hebûkêra xulamtiyê bikin” (Metta 6:24). Îsa got ku heger em berî her tiştî Padşatiya Xwedê bigerin, Yehowa wê bona hewcên meye matêrîalî xem bike (Metta 6:31-33 bixûne).
7. Birakî me ji nihêrandina rast ser pera çi kar standiye?
7 Gelek xûşk-birên me, ji şîretên Xwedêye bi bîlanî yên bona xebitandina pera, kar standine. Were em dîna xwe bidin mesela birakî azep bi navê Dênîêl. Ew dibêje: “Çaxê ez cahil bûm, min qirar kir wekî ezê jîyîna xweda herî zêde dîna xwe bidim xizmetiya Yehowara”. Ew bi jîyîneke hêsa dijî, lema jî ew dikare wext û feresetên xwe bona şixulên teşkîletê bide xebatê. Ew dibêje: “Bi rastî jî, ez tu car ji safîkirina xwe poşman nebûme. Heger min herî zêde dîna xwe bida hebûkê, hilbet minê bikaribûya gelek pere qazanc kira. Lê minê dostên usa baş qazanc nekira û bextewariya ku ji xizmetiyê tê, nestanda. Belê, pere tu car nikare dewsa wan kerema bigire, yên ku min ji Yehowa standiye”. Eşkere ye ku heger em herî zêde dîna xwe bidin xizmetiya Yehowara ne ku qazanckirina pera, emê kareke mezin bistînin.
NIHÊRANDINA ME HINDAVA XEBATÊ GEREKÊ ÇAWA BE?
8. Nihêrandina Silêman hindava xebatê çawa bû? (Waîz 5:18, 19)
8 Silêman digot wekî ew şabûna ku meriv ji keda xwe distîne, “dayîna Xwedê” ye (Waîz 5:18, 19 bixûne). Ewî usa nivîsî: “Her şixulîda kar heye” (Metelok 14:23). Silêman vê yekêda xwexa jî bawer bû. Ewî mal ava kiribûn, rez û bax çandibûn, hewz çêkiribûn û hela hê çend bajar jî ava kiribûn (1 Padşatî 9:19; Waîz 2:4-6). Ev yek bi rastî jî xebateke mezin bû, û Silêman bê şik ji keda xwe kêf distand. Lê Silêman zanibû seva ku bextewariya rast bistînin, ev yek bes nîne. Lema jî xêncî van şixula, ewî bona Yehowa jî gelek tişt kir. Mesele, ewî paristgeha Yehowa ava kir. Ev avakirina mezin heft sala kişand (1 Padşatî 6:38; 9:1). Silêman paşî kirina hemû şixulên xwe, fem kir wekî xizmetiya Yehowara tiştê herî ferz e. Ewî usa nivîsî: “Ji Xwedê bitirse û emrên wî bigire” (Waîz 12:13, ÎM).
9. Îsa çi dikir wekî xebat jîyîna wîda ciyê herî ferz negire?
9 Îsa yekî xebathiz bû. Ewî ji zarotiyêda şixulê necartiyê dikir (Marqos 6:3). Bona dê-bavê wî hêsa nîbû ebûra malbetê bikin. Bê şik wana alîkariya Îsa gelek qîmet dikir. Îsa bêqisûr bû û qisûra xebata wî jî tune bû, lema jî dibeke mişteriya dixwestin çêkirina destên wî qazanc kirana. Rast e Îsa ji xebata xweye necartiyê şabûn distand, dîsa jî ewî wede didît wekî Yehowara xizmet ke (Yûhenna 7:15). Paşê ça xizmetkarê hertim, Îsa guhdarên xwera usa got: “Bona xwarina pûç nexebitin, lê bona wê xwarinê bixebitin, ya ku jiyîna heta-hetayêda dimîne” (Yûhenna 6:27). Wedê xizmetiya ser Çiyê, Îsa usa got: “Xiznê xwera li ezmên bicivînin” (Metta 6:20).
10. Hine Şedên Yehowa ser xebatê dikarin rastî çi problêmê bên?
10 Bîlaniya ji Xwedê alî me dike, wekî em nihêrandina rast hindava xebatê xwey kin. Kitêba Pîroz dibêje, wekî em gerekê bi dil û can bixebitin (Efesî 4:28). Gelek serwêrên xebatê xîret û milûktiya me dibînin û şixulên me qîmet dikin. Diqewime em bifikirin ku heger em zêde bixebitin, serwêrê xebatê wê hê zêde qedirê Şedên Yehowa bigire. Lê dikare usa bibe wekî wedê me bona cabdariyên malbetê û xizmeta Yehowara nemîne. Derecên usada em gerekê nihêrandina rast xwey kin.
11. Birakî çi ders stand derheqa nihêrandina rast hindava xebatê?
11 Birakî cahil bi navê Wîlyam bi çevê xwe dîtiye ku çiqas baş e wekî meriv hindava xebatê nihêrandina rast xwey ke. Ew li ser rûspîkî ku berê serwêrê xebata wî bû, usa dibêje: “[Ev bira] aliyê xebatêva bi rastî jî meselekî baş e. Ew bi dil û can dixebite, û mişterî wî hiz dikin, çimkî xebata wî gelek baş e. Lê berî êvarê, gava ku xebata wî xilaz dibe, ew diçe malê û bi temamî dîna xwe dide malbeta xwe û xizmeta Yehowa. Ew bi rastî jî merivekî bextewar e.” *
GEREKÊ NIHÊRANDINA ME HINDAVA MEDA ÇAWA BE?
12. Sêrîda Silêman ça da kifşê ku nihêrandina rast hindava xweda xwey dike, lê paşê çi qewimî?
12 Çaxê Silêman Padşa bi aminî Yehowara xizmet dikir, ewî nihêrandina rast hindava xwe xwey dikir. Xortaniya xweda, ewî sînorên xwe bi milûktî qebûl dikir û ji Yehowa rêberî dixwest (1 Padşatî 3:7-9). Gava Silêman teze destpêkiribû padşatiyê bike, ewî zanibû wekî pozbilindî çiqas xirab e. Ewî usa nivîsî: “Berî wêranbûnê kubarî tê û berî ketinê ruhê babaxîyê” (Metelok 16:18). Sed heyf ku paşê, Silêman li gora vê şîreta xwe ne dijît. Paşî çend salên padşatiya xwe, ew kubar-babax bû û qanûnên Yehowa înkar kir. Mesele, yek ji van qanûna ev bû ku gerekê padşa “jina zêde neke” wekî dilê wî ser riya rast sar nebe (Qanûna Ducarî 17:17, ÎM). Silêman guh neda vê qanûnê û xwera 700 jin û 300 carî anîn. Serda jî, gelek ji wan jina pûtparist bûn (1 Padşatî 11:1-3). Silêman dibeke difikirî ku her tişt bin kontrola wîda ye. Lê belê, wext şûnda, ew ji Yehowa dûr ket û rastî gelek kul-derda hat (1 Padşatî 11:9-13).
13. Îsa yekî çawa bû, û em ji wî çi dikarin hîn bin?
13 Nihêrandina Îsa hindava xwe rast û bi milûktî bû. Pêşiya ku ew hate ser erdê, ewî xizmeta Yehowada gelek tiştên baş kiribû. Bi destê Îsa, “her tiştên li erd û ezmana efirîne” (Kolosî 1:16). Usa tê femkirinê ku gava Îsa hate nixumandinê, tiştên ku ewî tevî Bavê xwe kiribû hatin bîra wî (Metta 3:16; Yûhenna 17:5). Dîsa jî, Îsa xwe qure nedikir. Ewî xwe tu cara ji kesên din bilindtir nedigirt. Ewî şagirtên xwera got ku ew nehatiye dinyayê “ku jêra berdestiyê bikin, lê wekî ew xwexa berdestiyê bike û emirê xwe bide, ku geleka bikire” (Metta 20:28). Usa jî, Îsa bi milûktî qebûl kir ku ew “nikare xweserîxwe tiştekî bike” (Yûhenna 5:19). Belê, Îsa yekî gelek milûk bû, û wê baş be ku em çev bidine wî.
14. Giliyên Îsa ça alî me dikin, wekî em nihêrandina rast hindava xwe xwey kin?
14 Îsa şagirtên xwe hîn dikir ku ewana nihêrandina rast ser xwe xwey kin. Carekê, ewî wanra usa got: “Her têlekî porên serê we jimartî ne” (Metta 10:30). Ev rêz nîşan dike ku Bavê meyî ezmana bona me xem dike û me qîmet dike. Ev yek alî me dike, wekî em hindava xweda nihêrandina rast xwey kin, îlahî heger em xweda bawer nînin û xwe bêkêr hesab dikin. Yehowa îzinê dide ku em wîra xizmet kin û dixwaze jîyîna heta-hetayê bide me, em gerekê tu car vê yekêda dudilî nebin.
15. (a) Gerekê em ser xwe çawa binihêrin? (b) Çawa ku şiklên ser rûpêla 24 nîşan dikin, em çi kerema dikarin unda kin heger bi zêdeyî dîna xwe bidine ser xwe?
15 Weke 15 sal pêşda, jûrnala “Birca Qerewiliyêda” usa hatibû gotinê: “Gerekê em derheqa xwe zêde nefikirin û xwe qure nekin. Ji aliyê dinva jî, em gerekê nefikirin ku em bêkêr in. Lazim e ku em derheqa xwe rast bifikirin û him qewata xwe him jî kêmasiyên xwe bizanibin. Xûşkekê usa gotibû: ‘Ez ne yeke here xirab im ne jî yeke here baş im. Mîna her kesî, aliyên mine qewî jî hene û yên sist jî.’” * Belê, gelek ferz e ku em derheqa xwe rast bifikirin.
16. Yehowa çima rêberiyê me dike?
16 Yehowa bi saya Xebera xwe bîlaniyê dide me û rêberiyê me dike. Ew me hiz dike û dixwaze ku em bextewar bin (Îşaya 48:17, 18). Riya rast, dêmek riya ku bextewariya here mezin tîne, ev e ku em berî pêşin dilê Yehowa şa kin. Bi vê yekê, em dikarin xwe ji gelek problêma xwey kin. Çimkî ew merivên ku bi zêdeyî pera, xebata xwe yan jî xwe hiz dikin gelek cara rastî problêmên mezin tên. Were em hertim bîlan bin û dilê Yehowa şa kin! (Metelok 23:15).
KILAMA 94 Razî ne seva Xebera Xwedê
^ Silêman Padşa û Îsa Mesîh merivne gelek bîlan bûn. Ev bîlaniya wan, ji Yehowa Xwedê bû. Vê gotarêda, emê bivînin ku li gora şîretên Silêman Padşa û Îsa Mesîh yên ku ji bîna ber Xwedê bûn, gerekê em çawa ser pera, xebatê û ser xwe binihêrin. Usa jî, emê bivînin ku hine xûşk-birên me, van aliyava çawa ji şîretên Kitêba Pîroz kar standine.
^ Binihêre gotar “Çawa ji Xebata Xwe Şabûnê Bistînin” (“Birca Qerewiliyê”, 1 Sibatê, sala 2015).
^ Binihêre gotara bi navê “Kitêba Pîroz Dikare Alî Te Bike Şabûnê Qazanc kî”, (“Birca Qerewiliyê”, 1 Tebaxê, sala 2005).
^ ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Du birên cahil bi navên Con û Tom civatekêda nin. Con gelek wedê xwe ser avta xwe xerc dike. Tom kesên din pê avta xwe dibe xizmetiyê û civîna.
^ ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Con dirêj dixebite, çimkî ew dixwaze ku serkarê xebatê ji wî razî be. Lema jî gava serkarê xebatê wîra dibêje ku ew êvarê jî bixebite, ew vê yekê qebûl dike. Wê êvarê, Tom, yê ku berdestiyê civatê ye, tevî rûspîkî diçe ku serlêdana şivantiyê bike. Tom îda pêşda serwêrê xebata xwera gotibû ku ew hine êvara nikare bixebite çimkî ew wan şixulava mijûl e, kîjan ku xizmetiya wîva girêdayî ne.
^ ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Con hiş-aqilê xwe diha zef dide ser xwe. Tom berî ewlin dîna xwe dide dostiya xwe tevî Yehowa, lema jî gava ew tezekirina Odên Civatên Mezinda kar dike, ew gelek hevala xwera qazanc dike.