Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 23

Dê-Bavno Alî Zarên Xwe Bikin ku Ewana Yehowa Hiz Bikin

Dê-Bavno Alî Zarên Xwe Bikin ku Ewana Yehowa Hiz Bikin

“Xudan Xwedêyê xwe hiz bike bi temamiya dilê xwe, bi temamiya caniya xwe û bi temamiya hişê xwe” (METTA 22:37).

KILAMA 134 Zar Pêşkêşa ji Xwedê ye

VÊ GOTARÊDA *

1-2. Gava derecên me têne guhastinê, hine prînsîpên Kitêba Pîroz çira bona me diha qîmet dibin?

 ROJA dewatê, bûk û zeva rind guh didin gotara zewacê. Prînsîpên vê gotarêda hilbet wanra nas in. Lê ji vê rojêda ev prînsîp bona wan diha ferz dibin. Gelo çima? Çimkî îda lazim e ku ewana ça jin û mêr li gora van prînsîpa bijîn.

2 Gava ku jin û mêr dibin dê-bav hingê jî bona wan hine prînsîp diha ferz dibin. Bi sala, dibeke wana guh dabû gelek gotarên derheqa mezinkirina zara. Lê niha ev prînsîp bona wan diha ferz in, çimkî ew îda bûne dê-bav. Çi cabdarîke mezin e! Belê, gava derecên me têne guhastinê, hine prînsîp dikarin bona me diha qîmet bin. Xizmetkarên Yehowa, çawa ku padşên Îsraêlêra hatibû gotinê, Nivîsarên Pîroz “temamîya rojên emirê xweda” dixûnin û li ser wan kûr difikirin (Qanûna Ducarî 17:19).

3. Vê gotarêda, emê çi şêwir kin?

3 Dê-bavno, ev yek ku hûn dikarin zarên xwe derheqa Yehowa hîn kin, qedirekî gelek mezin e. Hilbet nêta we ne tenê ev e ku hûn derheqa Yehowa wana hîn kin. Hûn dixwazin alî wan bikin ku ewana Xwedê ji dil hiz bikin. Gelo hûn çawa dikarin hizkirina Yehowa bikine dilê zarên xwe? Vê gotarêda, emê dîna xwe bidin çar prînsîpên ji Kitêba Pîroz, yên ku dikarin alî we bikin (2 Tîmotêyo 3:16). Usa jî, emê bivînin ku hine dê û bava ji şîretên Kitêba Pîroz çawa kar standine.

ÇAR PRÎNSÎPÊN KU DIKARIN ALÎ DÊ Û BAVA BIKIN

Heger hûn her gav rêberiya Yehowa bigerin û zarên xwera bibin mesela baş, ev yek wê ser wan çawa hukum ke? (Abzasa 4 û 8 binihêrin)

4. Çi dikare alî dê û bava bike ku hizkirina hindava Yehowa bikine dilê zarên xwe? (Aqûb 1:5)

4 Prînsîpa 1: Rêberiya Yehowa bigerin. Ji Yehowa bîlaniyê bixwazin, wekî hûn bikaribin alî zarên xwe bikin ku ewana wî hiz bikin (Aqûb 1:5 bixûne). Şîretên herî baş ji Yehowa Xwedê tên. Em vê yekê ji ku zanin? Ya pêşin, çimkî Yehowa “kaniya jiyanê” ye, ew bavê herî cêribandî ye (Zebûr 36:9). Ya duda, şîretên wî hertim bona me karê tînin (Îşaya 48:17).

5. (a) Teşkîleta Yehowa çawa alî dê-bava dike? (b) Çawa ku vîdêoyêda hate kifşê, dê-bavekî zarên xwe ça mezin kirin?

5 Yehowa bi saya Xebera xwe û teşkîleta xwe, xwarina ruhanî têr-tije dide, çi ku wê alî we bike ku hûn hizkirina Yehowa bikine dilê zarên xwe (Metta 24:45). Mesele hûn dikarin gelek şîretên kêrhatî vê rêza gotarada bivînin: “Alîkarî Bona Malbetê”, kîjan ku edebyetên meda û ser malpera me hatine derxistinê. Usa jî, serhatî, vîdêo û sînem, ku ser jw.org hene, dikarin alî dê-bava bikin ku zarên xwe li gora rêberiya Yehowa mezin kin * (Metelok 2:4-6).

6. Coû û jina wî derheqa rêberiya Yehowa ku ew bi saya teşkîletê dide, çi dibêjin?

6 Gelek dê û bav alîkariya ku Yehowa bi saya teşkîleta xwe dide, gelek dişêkirînin. Bavekî bi navê Coû dibêje: “Hêsa nîne ku em sê zarên xwe rastiyêda mezin kin. Ez û jina min, em her gav dua dikin, ku Yehowa alî me bike. Û gelek car usa dibe, ku gotar yan vîdêoyek wextda derdikeve û alî me dike ku em problêma xwe safî kin. Em hertim xwe dispêrin rêberiya Yehowa”. Coû û jina wî texmîn kirine wekî gotar û vîdêo alî zarên wan dikin ku diha nêzîkî Yehowa bin.

7. Çima lazim e ku dê-bav bibine mesela baş? (Romayî 2:21)

7 Prînsîpa 2: Bi rabûn-rûniştina xwe bibine mesele. Zar timê dîna xwe didine dê-bavên xwe û çev didine wan. Hemikî dê û bavên bêqisûr tune ne (Romayî 3:23). Dîsa jî, wê baş be ku dê û bav çi ji destê wan tê bikin, wekî zarên xwera bibin mesela baş (Romayî 2:21 bixûne). Bavek derheqa zara usa dibêje: “Zar mîna pembû her tiştî dikişînin xwe. Heger em van tişta nekin çi ku em wana hîn dikin, ewana vê yekê wê derbêra bidin rûyê me”. Lema jî, heger em dixwazin ku zarên me Yehowa hiz bikin, gerekê em xwexa jî Yehowa qayîm hiz bikin, û vê yekêda zarên xwera bibine mesele.

8-9. Hûn ji gotinên Êndrû û Êmayê çi hîn dibin?

8 Dê-bav dikarin bi cûre-cûre mêtoda zarên xwe hîn kin, wekî ewana Yehowa hiz bikin. Birakî 17 salî bi navê Êndrû, usa dibêje: “Dê-bavê me hertim em hîn dikirin ku dua çiqas ferz e. Her êvar, heger min xwexa îda dua kiribû jî, bavê min dîsa tevî min dua dikir. Dê-bavê me hertim mera digotin: ‘Hûn her gav kengê dixwazin, dikarin Yehowara xeber din’. Lema jî, ez duakirinê gelek qîmet dikim, û ez aza Yehowara dua dikim û wî ça Bavekî dilovan hesab dikim”. Dê-bavno, bîr nekin wekî hizkirina we hindava Yehowa, dikare zarên we jî hêlan ke wî hiz bikin.

9 Were em serhatiya Êmayê jî şêwir kin. Gava bavê wê malbet hîşt çû, deynekî mezin stûyê diya wêda ma. Êma dibêje: “Diya min aliyê êkonomîkîda gelek cara dikete tengasiyê, lê ewê hertim digot ku Yehowa timê bona hewcên xizmetkarên xwe xem dike. Ewê pê jîyîna xwe nîşan dikir, ku ew bi rastî jî vê yekê bawer dike. Diya min bi rastî jî usa dijît çawa ku ewê ez hîn dikirim”. Ev serhatî nîşan dike ku heger problêm hebin jî, yeke dê û bav dikarin zarên xwera bibin mesele (Galatî 6:9).

10. Wedê berê, çi mecalên dê û bavên Îsraêlî hebûn ku tevî zarên xwe xeber din? (Qanûna Ducarî 6:6, 7)

10 Prînsîpa 3: Her gav tevî zarên xwe xeber din. Wedê berê, Yehowa xizmetkarên xwera digot, wekî ewana timê derheqa wî zarên xwe hîn kin (Qanûna Ducarî 6:6, 7 bixûne). Nava rojêda, gelek mecalên dê û bavên Îsraêlî hebûn ku zarên xwera xeber din û hizkirina hindava Yehowa bikin dilê wan. Mesele, kurikên Îsraêlî dibeke bi siheta tevî bavê xwe zevyêda dixebitîn. Lê keçikên Îsraêlî dibeke kincdirûnêda û şixulên malêda alî diya xwe dikirin. Gava dê-bav tevî zarên xwe dixebitîn, wana dikaribû derheqa gelek têmên ferz xeberdana, mesele, derheqa qenciya Yehowa û ku Yehowa çawa alî malbeta wan dike.

11. Dê û bav kengê dikarin tevî zarên xwe xeber din?

11 Jîyîna îro, ne mîna ya berê ye. Gelek welatada, dê-bav dixebitin û zar jî diçin mektebê, lema jî ewana nikarin tevayî gelek wede derbaz kin. Lê ça jî mabe dê-bav gerekê wede bivînin wekî tevî zarên xwe xeber din (Efesî 5:15, 16; Fîlîpî 1:10). Bona vê yekê, qulixkirina tevî malbetê mecaleke pir baş e. Birakî cahil bi navê Alêksandr usa dibêje: “Bavê min timê pêşda bona qulixkirina tevî malbetê grafîkê çêdike û îzinê nade, wekî tiştek bibe menî ku qulixkirin derbaz nebe. Paşî lêkolînê, em tevayî rûdinên û xwera xeber didin”.

12. Wedê qulixkirina tevî malbetê, gerekê serê malbetê çi bîr neke?

12 Gelo serê malbetê dikare çi bike wekî zar wedê qulixkirina tevî malbetê şabûnê bistînin? Mesele, heger hûn kitêba teze ya bi navê “Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!” tevî zarên xwe lêkolîn bikin, wê gelek mecalên we hebin ku tevî zarên xwe xeber din. Heger hûn dixwazin ku zarên we dilê xwe wera vekin, hûn gerekê wedê qulixkirina tevî malbetê tevî wan sert nîbin û wana sûcdar nekin. Usa jî, heger hine nihêrandinên zarên we ne li gora prînsîpên Kitêba Pîroz bin jî, ser wan hêrs nekevin, lê şa bin ku ewana aza dilê xwe wera vedikin. Seva ku hûn bikaribin alî zarên xwe bikin, gerekê hûn bizanibin ku ewana çi difikirin, lema jî usa bikin wekî ewana tevî we aza xeber din.

ê-bav çawa dikarin bi saya tebiyetê dîna zarên xwe bikişînin ser hunurên Yehowa? (Abzasa 13 binihêrin)

13. Xêncî qulixkirina tevî malbetê, dê û bav çawa dikarin alî zarên xwe bikin ku ew diha nêzîkî Yehowa bin?

13 Dê-bavno, nava rojêda mecala bigerin ku alî zarên xwe bikin, wekî ewana diha nêzîkî Yehowa bin. Seva ku hûn wanra besa Xwedayê meyî dilovan bikin, eseyî nîne wekî hûn rûnên û bi formal Kitêba Pîroz lêkolîn kin. Ka binihêrin ku dayîkek navê kîjanê Lîza ye, çi dibêje: “Me alî zarên xwe dikir ku ewana bivînin wekî tebiyet çawa dîna me dikişîne ser Yehowa. Mesele, gava zar ser kirên kûçikê me dikeniyan, me digot ku ev yek nîşan dike, wekî Xwedê jî mîna me heneka û jîyînê hiz dike”.

Dê-bavno, gelo hûn hevalên zarên xwe nas dikin? (Abzasa 14 binihêrin) *

14. Dê-bav çira gerekê alî zarên xwe bikin wekî ewana xwera hevalên baş bijbêrin? (Metelok 13:20)

14 Prînsîpa 4: Alî zarên xwe bikin ku ewana xwera hevalên baş bijbêrin. Xebera Xwedê zelal dike ku hevalên me dikarin li ser me baş yan xirab hukum kin (Metelok 13:20 bixûnin). Dê-bavno, gelo hûn hevalên zarên xwe nas dikin? Gelo we ew dîtine û tevî wan wext derbaz kiriye? Hûn çawa dikarin alî zarên xwe bikin, wekî ewana tevî kesên ku Yehowa hiz dikin hevaltiyê bikin? (1 Korintî 15:33). Diqewime hûn dikarin gazî wan meriva bikin yên ku ruhanîda qewî ne, wekî ewana tevî malbeta we wede derbaz kin (Zebûr 119:63).

15. Dê-bav çawa dikarin alî zarên xwe bikin ku ewana xwera hevalên baş bijbêrin?

15 Were em serhatiya bavekî bi navê Tonî şêwir kin. Gelo ewî û jina wî çawa alî zarên xwe kirin ku ewana xwera hevalên baş bijbêrin? Ew dibêje: “Bi sala, ez û jina min, me cûre-cûre xûşk û birên cahil û emirda mezin teglîfî mala xwe dikir. Me tevayî xwarin dixwar û qulixkirina tevî malbetê derbaz dikir. Ev yek mecaleke baş e, wekî wan meriva rind nas kin yên ku Yehowa hiz dikin û bi şabûnê wîra xizmet dikin. Em gelek şa ne ku berpirsiyarê mihalê, mîsyonêr û kesên din mala meda mane. Xîret, hazirbûn û serhatiyên wan, ser zarên me gelek baş hukum kirine û alî wan kiriye ku ew diha nêzîkî Yehowa bin”. Dê-bavno, bi rastî jî gelek ferz e, wekî hûn alî zarên xwe bikin, ku ewana xwera hevalên baş bijbêrin!

HÊVIYA XWE UNDA NEKIN!

16. Heger zar naxwaze Yehowara xizmet ke, gerekê hûn çi nekin?

16 Heger we gelek qewat xerc kiriye ku hizkirina hindava Yehowa bikin dilê zarên xwe, lê yeke, zareke we naxwaze Yehowara xizmet ke, nefikirin ku hûn dê-bavne xirab in! Yehowa azaya bijartinê daye me her kesî. Lema jî, em dikarin xwexa safî kin, ku Xwedêra xizmet bikin yan na. Heger zara we naxwaze Yehowara xizmet ke, hêviya xwe unda nekin ku rojekê ewê dîsa vegere bal Yehowa. Meteloka kurê undabûyî bînin bîra xwe (Lûqa 15:11-19, 22-24). Ev xort ji riya rast gelek dûr ket, lê xilaziyê ew dîsa vegeriya. Hine kes diqewime usa bêjin: “Eva tenê metelok e. Gelo tiştekî usa bi rastî dikare biqewime?” Belê! Were em serhatiya xortekî bi navê Êlî şêwir kin.

17. Serhatiya Êlî çawa dilbîniyê dide we?

17 Êlî derheqa dê û bavê xwe usa dibêje: “Wana gelek xîret dikir ku hizkirina hindava Yehowa û Kitêba Pîroz dilê minda pêşda bînin. Lê gava ez weke 15 salî bûm, ez bûme yekî xweserîxwe”. Êlî destpêkir bi jîyîneke xirab bijî. Dê-bavê wî dixwestin alî wî bikin ku ew pişta xwe nede Yehowa, lê ewî alîkariya wan înkar dikir. Paşî ku Êlî ji malê çû, ewî destpêkir hine tiştên xirab bike. Lê dîsa jî, ewî hevalekî xwera derheqa Kitêba Pîroz gilî dikir. Êlî dibêje: “Çiqas ku min hevalê xwera besa Yehowa dikir, haqas diha zêde ez derheqa Yehowa difikirîm. Toximên rastiya Kitêba Pîroz, kîjan ku dê-bavê min dilê minda çandibûn, hêdî-hêdî şîn dibûn”. Wede şûnda, Êlî vegeriya ser riya rastiyê. * Bidin ber çevê xwe ku dê-bavê wî çiqas şa dibûn, ku wana ji biçûktaya wîda xîret kiribûn wekî alî wî bikin seva ku ew Yehowa hiz bike! (2 Tîmotêyo 3:14, 15).

18. Hûn hindava wan dê-bavada ça nin yên ku zarên xwe bi dil û can hîn dikin, ku ewana Yehowa hiz bikin?

18 Dê-bavno, wera qedirekî mezin hatiye dayînê, ku hûn dikarin zarên xwe hîn kin, wekî ewana bibine xizmetkarên Yehowa (Zebûr 78:4-6). Ev yek hêsa nîne, û em payê we didin, çimkî hûn berdewam dikin bi xîret alî zarên xwe bikin! Bawer bin ku heger hûn roj bi roj çi ji destê we tê bikin, ku zarên we Yehowa hiz bikin û wana bi qeyde û qanûnên wî mezin bikin, Bavê meyî ezmana wê ji we gelek razî be (Efesî 6:4).

KILAMA 135 Yehowa Dibêje: “Kurê Min, Serwaxt be”

^ Şedên Yehowa zarên xwe gelek hiz dikin. Lema jî, ewana her tiştî dikin, wekî hewcên zarên xwe aliyê ruhanî û matêrîalîda razî kin. Usa jî, ewana çi ji destê wan tê dikin, wekî hizkirina hindava Yehowa dilê zarên xweda pêşda bînin. Vê gotarêda, emê dîna xwe bidin çar prînsîpa yên ku dikarin alî dê-bava bikin ku bigihîjine vê nêtê.

^ Li ser jw.org, vîdêoya bi navê “Yehowa Em Hînkirin, Zarên Xwe Mezin kin” binihêrin.

^ Binihêre gotar “Kitêba Pîroz Jîyîna Meriva Diguhêze” ji “Birca Qerewiliyê” ya 1 Nîsanê, sala 2012.

^ ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Bavek tevî kurê xwe û hevalê kurê xwe baskêtbol dilîze, wekî hevalê kurê xwe nas bike.