Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 21

Kitêba Eyantî Derheqa Axiriya Te Çi Dibêje?

Kitêba Eyantî Derheqa Axiriya Te Çi Dibêje?

“Amîn! Were, ya Xudan Îsa” (EYANTÎ 22:20).

KILAMA 142 Xwe Qewî li Baweriyê Digirin

VÊ GOTARÊDA *

1. Her kes gerekê çi safîkirinê bike?

 ROJA îroyîn lazim e ku hemû meriv safîkirineke ferz bikin. Gelo ewana wê Yehowa Xwedê ça Hukumdarê himzor ser temamiya gerdûnê qebûl bikin, yan wê piştgiriya dijminê wî bikin, dêmek Mîrê-cina? Her kes gerekê vê safîkirinê bike. Axiriya her kesî vê yekêva girêdayî ye, ku ewana wê çi safî kin (Metta 25:31-33, 46). Wedê “tengasiya mezin”, ewana wê yan sax bimînin û jîyîna heta-hetayê bistînin, yan jî wê bêne qirkirinê (Eyantî 7:14; 14:9-11; Hezeqêl 9:4, 6).

2. (a) Li gora Îbranî 10:35-39, gerekê em çi bikin? (b) Kitêba Eyantî çawa dikare alî me bike?

2 Îbranî 10:35-39 bixûne. Heger te safî kiriye ku piştgiriya serwêrtiya Yehowa bikî, te safîkirineke here baş kiriye. Niha tu dixwazî alî kesên din bikî ku ewana jî safîkirina rast bikin. Bona vê yekê tu dikarî elametiya ji kitêba Eyantî bidî xebatê. Ev kitêb him zelal dike ku çi wê bê serê dijminên Yehowa, him jî dibêje wekî kesên ku bi aminî piştgiriya serwêrtiya wî dikin, wê çi kerema bistînin. Wê baş be wekî em van rastiyên ferz rind lêkolîn bikin, wekî bikaribin bi aminî Yehowara xizmet kin û alî kesên din bikin, ku ewana jî bêne ser riya rastiyê û Yehowara xizmet kin.

3. Vê gotarêda emê çi şêwir kin?

3 Vê gotarêda, emê dîna xwe bidin van pirsa: Kesên ku piştgiriya serwêrtiya Xwedê dikin, wê çi kerema bistînin? Çi wê bê serê wan meriva yên ku piştgiriya cenewirê sorê gevez dikin derheqa kîjanî kitêba Eyantîda tê gotinê?

MERIVÊN AMIN WÊ ÇI KEREMA BISTÎNIN?

4. Xewn-xeyala Yûhennayê şandîda kê bûn tevî Îsa Mesîh ser ezmana?

4 Xewn-xeyalekêda, Yûhennayê şandî du koma divîne, yên ku piştgiriya serwêrtiya Yehowa dikin û jîyîna herheyî distînin. Koma pêşin ji 144 000 meriva ye (Eyantî 7:4). Ewana ser erdê têne bijartinê, wekî tevî Îsa Mesîh ser ezmên padşatiyê bikin (Eyantî 5:9, 10; 14:3, 4). Xewn-xeyalêda, ewana tevî Îsa Mesîh ser ezmana “li ser çiyayê Siyonê” sekinî ne (Eyantî 14:1).

5. Demeke nêzîkda, yên ku ji 144 000 meriva ser erdê mane, wê ça bin?

5 Nava qirnada, bi hezara meriv têne bijartinê, wekî bibine para koma ji 144 000 bijartiya (Lûqa 12:32; Romayî 8:17). Lê Yûhennara hatibû gotinê wekî rojên paşinda, kesên ku ji vê komê ser erdê mane wê hindik bin, û ewana wê pêşiya destpêka tengasiya mezin “mora” paşin bistînin (Eyantî 7:2, 3; 12:17). Ewana wedê tengasiya mezin wê ji erdê bêne hildanê, û ser ezmana koma ji 144 000 wê îda temam be. Ewana wê li ezmana tevî wan yên ku berê ji mirinê hatibûn rakirinê û tevî Îsa Padşatiyê bikin (Metta 24:31; Eyantî 5:9, 10).

6-7. (a) Yûhenna kîjan komeke din jî dît, û em derheqa vê komê çi zanin? (b) Çima gotinên ji kitêba Eyantî serê 7 him bona 144 000 bijartiya, him jî bona elaleta mezin ferz e?

6 Lê paşê, Yûhennayê şandî “elaleteke usa mezin” dît, hejmara kîjanî bêhesab bû (Eyantî 7:9, 10). Kitêba Eyantî derheqa wan usa dibêje: “Evana ew in, yên ku ji wê tengasiya mezin hatine, çuxên xwe pê xûna wî Berxî şûştine” (Eyantî 7:14). Paşî vê yekê ku ew elalet ji tengasiya mezin xilaz be, ewana wê ser erdê bijîn û gelek kerema bistînin (Zebûr 37:9-11, 27-29; Metelok 2:21, 22; Eyantî 7:16, 17).

7 Çawa ku kitêba Eyantî serê 7 nîşan dike, him 144 000 kesên bijartî, him jî elaleta mezin wê keremên mezin bistînin. Tu jî dikarî nav wanda bî! Rojên pir xweş pêşiya me ne. Hingê emê gelek şa bin, ku me piştgiriya serwêrtiya Yehowa kiriye. Gelo kitêba Eyantî derheqa tengasiya mezin dîsa çi dibêje? (Metta 24:21).

ÇI WÊ BÊ SERÊ DIJMINÊN XWEDÊ?

8. Tengasiya mezin wê çawa destpêbe, û ev yek wê ça ser heçî zef meriva hukum bike?

8 Çawa ku me gotara pêşiya vêda dît, demeke nêzîkda serwêrên polîtîkî wê hicûmî ser dînên qelp bikin, kîjan ku têne navkirinê “Babîlona Mezin” (Eyantî 17:16, 17). Ev yek wê bibe destpêka tengasiya mezin. Gelo dibe ji bo vê yekê gelek meriv teze bixwazin piştgiriya Yehowa bikin? Na! Kitêba Eyantî serê 6 nîşan dike, wekî wan rojên çetinda, kesên ku Yehowara xizmet nakin wê xwe bispêrin “çiya”, dêmek sîstêmên polîtîkî û komêrsî. Û çimkî ewana wê aliyê Padşatiya Xwedê negirin, Yehowa wê wana ça dijmin hesab ke (Lûqa 11:23; Eyantî 6:15-17).

9. Wedê tengasiya mezin, firqiya nav xizmetkarên Yehowa û kesên dinda wê çawa eşkere be, û axirî wê çi be?

9 Wedê tengasiya mezin, firqiya nav xizmetkarên Yehowa û kesên dinda wê eşkere bê kifşê. Ji hemû meriva, tenê ewana wê Yehowa Xwedêra xizmet bikin û piştgiriya “cenewir” nekin (Eyantî 13:14-17). Ewana wê Yehowara amin bimînin, lema jî dijminên Yehowa wê gelek hêrs kevin. Axiriyêda koalîsya mileta wê ser temamiya dinyayê hicûmî ser xizmetkarên Xwedê bike. Kitêba Pîrozda ev hicûmkirin tê navkirinê hicûmê Gog ji Magogê (Hezeqêl 38:14-16).

10. Çawa ku Eyantî 19:19-21 nîşan dike, Yehowa wê çi bike gava dijmin hicûmî ser xizmetkarên wî bikin?

10 Gava ku ev hicûm destpêbe, Yehowa wê bi “agirê xezeba xwe” caba wan bide (Hezeqêl 38:18, 19, 21-23). Kitêba Eyantî serê 19 besa vê yekê dike. Yehowa wê Kurê xwe bişîne, wekî ew xizmetkarên wî biparêze û dijminên wan qir ke. Wî şerîda, “ordiyên ezmên”, dêmek melekên amin û 144 000 kesên bijartî, wê alî Îsa Mesîh bikin (Eyantî 17:14; 19:11-15). Axiriyêda hemû meriv û teşkîletên ku himberî Yehowa ne, wê bêne qirkirinê (Eyantî 19:19-21 bixûne).

PAŞÎ ŞER DEWAT E

11. Elametiya herî ferz ji kitêba Eyantî çi ye?

11 Bide ber çevê xwe ku gava dijminên Xwedê bi temamî bêne qirkirinê, kesên amin wê çiqas şa bin! Çaxê Babîlona mezin bê kutakirinê, ser ezmana wê şabûneke gelek mezin be (Eyantî 19:1-3). Lê “dewata Berx” wê şabûneke diha mezin bîne. Kitêba Eyantîda hema ew e elametiya herî ferz (Eyantî 19:6-9).

12. Li gora Eyantî 21:1, 2, dewata Berx wê kengê destpêbe?

12 Gelo ev dewat wê kengê be? Pêşiya ku şerê Harmegedonê destpêbe, 144 000 kesên bijartî wê gişk îda ser ezmana bin. Lê dewata Berx wê derbêra destpênebe (Eyantî 21:1, 2 bixûne). Dewata Berx wê paşî şerê Harmegedonê û qirkirina hemû dijminên Xwedê destpêbe (Zebûr 45:3, 4, 13-17).

13. Gelo dewata Berx çi tê hesabê?

13 Gelo dewata Berx çi tê hesabê? Çawa ku zewacêda jin û mêr dibin yek, Îsa Mesîh jî wê zewaca sîmbolîkda tevî 144 000, yên ku ça “bûka” wî têne hesabê, bibine yek. Hingêda, Îsa wê tevî 144 000 hempadşayên xwe 1 000 salî ser dinyayê hukum bike (Eyantî 20:6).

BAJAREKÎ BEDEW Û AXIRIYA TE

Eyantî serê 21 bajarê bi sîmbolîk Orşelîma nû dide kifşê ya ku “ji ezmên” tê xwarê. Wedê Hezarsaliya Padşatiya Mesîh ewê keremê mezin ser temamiya merivên guhdarda bibarîne. (Abzasa 14 heta 16 binihêre)

14-15. Kitêba Eyantî serê 21, 144 000 kesên bijartî beramberî çi dike? (Binihêre şiklê rûyê jûrnalê)

14 Kitêba Eyantî serê 21-da, 144 000 yên bijartî beramberî bajarekî gelek bedew dike, navê kîjanê “Orşelîma nû” ye (Eyantî 21:2, 9). Ev bajar ser 12 kevira hîmgirtî ye, ser kîjana ku navên “donzdeh şandiyên Berx nivîsar bûn”. Gelo çima dîna Yûhenna çû ser vê yekê? Çimkî ewî navê xwe li ser kevirekî dît. Ev qedirekî çiqas mezin bû! (Eyantî 21:10-14; Efesî 2:20).

15 Tu bajarekî mîna vî bajarî tune bû! Meydana bajêr ji zêrê xas bû û dergehên wî ji dur hatinbûne çêkirinê. Hîmên sûra bajêr bi her cûre kevirên xase qîmet hatibûne xemilandinê (Eyantî 21:15-21). Lê tiştek lê kêm bû. Yûhenna usa nivîsî: “Min bajêrda paristgeh nedît, çimkî Xudan Xwedêyê Hemû Zorayiyê û Berx paristgeha wî ne. Bajar ne hewcê tevê û hîvê bû ku ronayî bidanê, çimkî rûmeta Xwedê wî ronayî dike û Berx çira wî ye” (Eyantî 21:22, 23). Yên ku para Orşelîma nû ne, wê tevî Yehowa bin (Îbranî 7:27; Eyantî 22:3, 4). Dêmek, Yehowa û Îsa Mesîh paristgeha vî bajarî ne.

“Çem” û “dar” wê kêra kerema bînin? (Abzasa 16 û 17 binihêre)

16. Wedê Hukumdariya Hezarsalî çi wê biqewime?

16 Wê baş be wekî kesên bijartî derheqa vî bajarî bifikirin. Lê ev gotar bona wan jî ferz e, yên ku wê ser erdê bijîn. Wedê Hukumdariya Hezarsalî, Orşelîma nû wê gelek kerema ser însanetêda bibarîne. Dîtinokêda Yûhenna dît, ku keremên ji Padşatiya Xwedê, ça “çemekî ava jiyînê” dikişiya. Li her du aliyên vî çemî, darên jîyînê hebûn. Belgên van dara bona “qencbûna mileta bûn” (Eyantî 22:1, 2). Dêmek hingê, her kes wê bikaribe van kerema bistîne. Gav bi gav, hemû merivên guhdar wê bigihîjin bêqisûrtiyê. Îda nexweşî, êş û hêsirên şînê wê tune bin (Eyantî 21:3-5).

17. Li gora Eyantî 20:11-13, wede Hukumdariya Hezarsalî kê wê kerema bistîne?

17 Gelo kê wê van kerema bistîne? Pêşiyê, wê elaleta mezin ya ku ji Harmegedonê xilaz be, û zarên ku wê paşî Harmegedonê bêne bûyînê, van kerema bistînin. Usa jî, kitêba Eyantî serî 20 soz dide, ku kesên mirî wê bêne saxkirinê (Eyantî 20:11-13 bixûne). Yên “heq”, dêmek kesên amin û yên “neheq”, dêmek kesên ku mecala wan tunebû wekî Yehowa nas bikin, wê gişk dîsa vegerin jîyînê (Karên Şandiya 24:15; Yûhenna 5:28, 29). Lê gelo ev yek tê hesabê, wekî wedê Hukumdariya Hezarsalî her kes wê ji mirinê rabe? Na. Yên ku pêşiya mirina xwe nedixwestin Yehowara xizmet kin, wê neyêne rakirinê. Çaxê Yehowa mecal dabû wan, wekî wîra xizmet kin, wana ev yek înkar kir û nîşan kirin, wekî ew hêjayî jîyîna herheyî nînin (Metta 25:46; 2 Têsalonîkî 1:9; Eyantî 17:8; 20:15).

CÊRIBANDINA XILAZIYÊ

18. Xilaziya 1 000 salî, halê dinyayê wê çawa be?

18 Xilaziya 1 000 salî her kes wê bêqisûr be û tu kes wê îda bin hukumê gunê Ademda neçerçire, çimkî hukumê gunê wî wê îda bi temamî bê hildanê (Romayî 5:12). Bi vî cûreyî, xilaziya Padşatiya Hezarsalî her kes wê ça bêjî sax be, dêmek wê bibe merivê bêqisûr (Eyantî 20:5).

19. Cêribandina xilaziyê çira lazim e?

19 Mîrê-cina aminiya merivê bêqisûr, dêmek Îsa Mesîh kire bin şikê, lê Îsa hemû cêribandinada amin ma. Çaxê mecal bikeve destê Mîrê-cina, ku dîsa merivên bêqisûr bicêribîne, gelo her kes wê mîna Îsa amin bimîne? Wê hingê caba vê pirsê eyan be, gava xilaziya 1 000 salî, Mîrê-cina ji geliyê hey-wayê bê berdanê (Eyantî 20:7). Kesên ku wedê vê cêribandina xilaziyê amin bimînin, wê jîyîna heta-hetayê û azaya rast bistînin (Romayî 8:21). Lê kesên ku miqabilî Xwedê derên, wê tevî Mîrê-cina û cinên wî heta-hetayê bêne kutakirinê (Eyantî 20:8-10).

20. Pêxembertiyên kitêba Eyantî ser te çawa hukum dikin?

20 Ev elametiyên ji kitêba Eyantî ser te çawa hukum dikin? Gelo tu naxwazî pê çevê xwe bivînî, ku ev pêxembertî wê çawa bêne sêrî? Gelo tu naxwazî gazî kesên din jî bikî, wekî ewana jî tevî me Yehowara xizmet kin? (Eyantî 22:17). Em bi rastî jî hizreta vê rojê ne. Mîna Yûhennayê şandî, em jî dibêjin: “Amîn! Were ya Xudan Îsa” (Eyantî 22:20).

KILAMA 27 Lawên Xwedê Eyan Dibin

[Footnote]

^ Vê jûrnalêda eva gotara paşin e derheqa kitêba Eyantî. Vê gotarêda, emê bivînin ku kesên amin wê çi kerema bistînin, û dijminên serwêrtiya Xwedê wê çawa bêne qirkirinê.