Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 19

Kitêba Eyantî bona Me Çira Ferz e?

Kitêba Eyantî bona Me Çira Ferz e?

“Xwezî li wî, ku [van xeberên pêxembertiyê] bixûne” (EYANTÎ 1:3).

KILAMA 15 Nuxriyê Yehowa Rûmet kin!

VÊ GOTARÊDA *

1-2. Wê çima baş be ku em dîna xwe bidine kitêba Eyantî?

 QE USA bûye te albomeke hevalekî xwe dinihêrî? Çaxê te şikila dinihêrî, te gelek merivên nenas didîtin. Lê diha zêde dîna te çû ser şikilekî, çimkî tu jî ser vî şikilî bûyî. Te pirsî ka ev şikil kengê û kîderê hatibû kişandinê. Usa jî, te ser vî şikilî digeriya hela kesên nas hene yan na. Belê, ev şikil bona te diha qîmet bû.

2 Kitêba Eyantî mîna vî şikilî ye. Gelo çira? Lapî kêm bona du meniya. Ya yekê, ev kitêb bona me hatiye nivîsarê. Rêza pêşin usa dibêje: “Eva eyantiya Îsa Mesîh e, kîjan Xwedê da wî, wekî ew wan tiştên ku gerekê zûtirekê biqewimin, nîşanî xulamên wî ke” (Eyantî 1:1). Dêmek, gotinên vê kitêbê bona xizmetkarên Xwedê hatine nivîsarê, û pêxembertiyên ku vê kitêba hewasda berêda hatibûn nivîsarê, meva jî girêdayî ye. Ça bêjî em xwe ser “vî şikilî” divînin.

3-4. Li gora kitêba Eyantî, gotinên vê kitêbê kengê gerekê bihatana sêrî, û gerekê em çi bikin?

3 Meniya duda ku çira kitêba Eyantî bona me ferz e, ev e ku kengê ew pêxembertî gerekê bêne sêrî. Gava Yûhennayê şandî îda kal bû, ewî got ku gotinên vê kitêbê wê “Roja Xudanda” bêne sêrî (Eyantî 1:10). Yûhenna ev rêz sala 96 ya D.M.-da nivîsî. Hingê, “Roja Xudan” hê dûr bû (Metta 25:14, 19; Lûqa 19:12). Li gora Kitêba Pîroz, “Roja Xudan” sala 1914-da destpêbû, gava Îsa Mesîh ser ezmana bû Padşa. Ji wê salêva, pêxembertiyên ji kitêba Eyantî, yên ku cimeta Xwedêva girêdayî ne, têne sêrî. Belê, niha em “Roja Xudanda” dijîn!

4 Em “Roja Xudanda” dijîn, lema em gerekê rind dîna xwe bidin şîreta ji Eyantî 1:3: “Xwezî li wî, ku vê yekê bixûne û xwezî li wan, yên ku van xeberên pêxembertiyê bibihên û tiştên ku vêda hatine nivîsarê dilê xweda xwey kin, çimkî wext nêzîk e”. Belê, gerekê em pêxembertiyên ji vê kitêbê bixûnin, bibihên û dilê xweda xwey kin, dêmek li gora van gotina bijîn. Gelo kîjan gotinên ji vê kitêbê em gerekê dilê xweda xwey kin?

BIRA HEBANDINA TE YEHOWA XWEŞ BÊ

5. Kitêba Eyantî ça nîşan dike ku gelek ferz e, wekî em bi cûrê rast Xwedê bihebînin?

5 Kitêba Eyantîda îda ji serê yekê em pêdihesin ku Îsa rind zane, wekî civatên şagirtên wîda çi diqewime (Eyantî 1:12-16, 20; 2:1). Elametiyên ku Îsa şandibû heft civatên Asya Biçûk, vê yekê eşkere dike. Bi saya van elametiya, Îsa rêberiya şagirtên xwe dikir, wekî ewana bi cûrê rast Yehowa bihebînin. Gotinên wî bona me jî ferz in. Gelo ders bona me çi ye? Rêberê me Îsa Mesîh rind zane ku em ruhanîda çawa nin. Çevê Îsa li ser me ye. Ew her tiştî divîne. Ew zane ku gerekê em çi bikin, wekî Yehowa ji me razî be. Gelo kîjan gotinên wî bona me jî ferz in?

6. (a) Çawa ku Eyantî 2:3, 4 nîşan dike, civata Efesêda çi problêm hebû? (b) Em ji vê yekê çi hîn dibin?

6 Eyantî 2:3, 4 bixûne. Gerekê em hizkirina xweye pêşin hindava Yehowa, unda nekin. Elametiya ku Îsa şandibû civata Efesê nîşan dike, ku xûşk-birên wêderê himberî çetinaya sebir dikirin û bi aminî Yehowara xizmet dikirin. Lê sed heyf ku wana hizkirina xweye pêşin unda kiribû. Seva ku Yehowa hebandina wan qebûl kira, lazim bû ku wana hizkirina xwe tezeda gur kira. Îro jî sebirkirin ferz e, lê gerekê em vê yekê bi nêta rast bikin. Xwedê ne tenê dîna xwe didê ku em çi dikin, ew dîna xwe didê ku em vê yekê çira dikin. Nêta dilê me bona wî gelek ferz e, çimkî ew dixwaze wekî em bi hizkirin û razîbûnê wî bihebînin (Metelok 16:2; Marqos 12:29, 30).

7. (a) Çawa ku Eyantî 3:1-3 nîşan dike, civata Sardeysda çi problêm hebû? (b) Gerekê em çi bikin?

7 Eyantî 3:1-3 bixûne. Gerekê em berdewam kin hişyar bimînin. Civata Sardeysda problêmeke din hebû. Xûşk-birên wêderê berê bi dil û can Yehowara xizmet dikirin, lê xîreta wan îda sist bibû. Lema jî, Îsa wanra got wekî ewana hişyar bin. Gelo ders bona me çi ye? Yehowa wê tu car cefê me bîr neke (Îbranî 6:10). Dîsa jî, gerekê em nefikirin ku heger me berê bi dil û can Yehowara xizmet dikir, niha îda ne lazim e wekî em haqas xîret bin. Heger sihet-qewata me îda ne mîna ya berê ye, dîsa jî em gerekê hişyar bimînin û heta xilaziyê “her gav şixulê Xudanda pêşda herin” (1 Korintî 15:58; Metta 24:13; Marqos 13:33).

8. Çawa ku Eyantî 3:15-17 nîşan dike, civata Lawdikyayêda çi problêm hebû, û ji vê yekê em dikarin çi hîn bin?

8 Eyantî 3:15-17 bixûne. Hebandina me gerekê bi xîret û bi dil û can be. Elametiya ku Îsa şandibû civata Lawdikya eşkere dike ku wêderê, problêmeke din hebû. Hebandina wan îda “golî” bibû. Lema jî, Îsa wanra got ku ewana “merim, reben, belengaz, kor û tezî” ne. Lazim bû ku wana hebandinêda xîreta xwe gur kira (Eyantî 3:19). Ders bona me çi ye? Heger xîreta me kêm bûye, gerekê em keremên ku me ji Yehowa û ji teşkîleta wî standine, diha zêde bişêkirînin (Eyantî 3:18). Usa jî em gerekê haş ji xwe hebin, wekî xwestina me ku bi jîyîneke rihet bijîn, nebe menî ku em hebandina xwe Yehowara daynin ser ciyê duda.

9. Li gora elametiyên Îsa, ku ewî şandibû civatên Pergama û Tiyatîrayê, em gerekê xwe ji çi xwey kin?

9 Em gerekê guh nedin hînkirinên rabera. Îsa hine kesên civata Pergamayêda rast kirin, çimkî wana yektiya civatê xirab dikir (Eyantî 2:14-16). Ewî payê xûşk-birên li Tiyatîrayê da, çimkî wana xwe ji “Surên Mîrêcine Kûr” dûr digirt, û ewî wanra got wekî ewana rastiyê “qewîn bigirin” (Eyantî 2:24-26). Lazim bû wekî kesên ku ketibûn ber bayê hînkirinên qelp tobe kirana. Gelo ders bona me çi ye? Gerekê em hînkirinên ku miqabilî fikirên Yehowa ne, înkar kin. Raber xwe usa nîşan dikin ku tê bêjî xwedêxof in, lê bi rastî ewana ji Yehowa dûr in (2 Tîmotêyo 3:5). Seva ku em bi hînkirinên qelp nexapin, gerekê em Xebera Xwedê bi dil û can lêkolîn bikin (2 Tîmotêyo 3:14-17; Cihûda 3, 4).

10. Ji gotinên Îsa ku ewî civatên Pergama û Tiyatîrayêra got, em dikarin çi dersê hîn bin?

10 Gerekê em bênamûsiyê nekin û bênamûsî ça tiştekî normal hesab nekin. Civatên Pergama û Tiyatîrayêda problêmeke din jî hebû. Îsa hine kesên van civatada sûcdar kir, çimkî wana terka bênamûsiyê nedida (Eyantî 2:14, 20). Ders bona me çi ye? Heger me îda gelek sala Yehowara xizmet kiriye yan heger civatêda cabdariyên me yên mexsûs hebin jî, ev yek nayê hesabê ku Yehowa wê çevê xwe ser gunên me bigire (1 Samûyêl 15:22; 1 Petrûs 2:16). Nihêrandina vê dinyayê aliyê namûsiyêda çiqas xirab be jî, Yehowa dixwaze ku em xwe li prînsîpên wîye nav-namûsiyê bigirin (Efesî 6:11-13).

11. Em çi pêhesiyan? (Binihêre çargoşe “ Dersên bona Me”).

11 Dêmek em çi hîn bûn? Me dît ku em gerekê bi cûrê rast Yehowa bihebînin. Heger em tiştekî usa dikin, seva çi jî Yehowa dikare hebandina me qebûl neke, em gerekê derbêra ser xwe bixebitin û xwe rast kin (Eyantî 2:5, 16; 3:3, 16). Were em şêwir kin hela Îsa wan civatara dîsa çi gotibû?

WEDÊ PEYKETINA QEWÎ BIMÎNE

Ji wexta ku Mîrê-cina ji ezmana hate avîtinê, ew çawa hicûmî ser xizmetkarên Xwedê dike? (Abzasa 12 heta 16 binihêre)

12. Em ji gotinên Îsa, ku ewî civatên Simîrna û Filadelfyayêra şandibû, dikarin çi hîn bin? (Eyantî 2:10)

12 Were em dîna xwe bidin gotinên Îsa, ku ewî civatên Simîrna û Filadelfyayêra şandibû. Ewî wan Mesîhiyara got wekî ewana zêrandina netirsin, çimkî aminiya wan wê bê xelatkirinê (Eyantî 2:10 bixûne; 3:10). Ders bona me çi ye? Gerekê em hazir bin, wekî emê rastî peyketina bên û gerekê ber zêrandina sebir kin (Metta 24:9, 13; 2 Korintî 12:10). Gelo Îsa çira wanra besa peyketina kir?

13-14. Qewimandinên ji kitêba Eyantî serê 12, ser xizmetkarên Xwedê çawa hukum kirine?

13 Kitêba Eyantî îda pêşda gotibû ku “roja Xudanda”, dêmek rojên meda, xizmetkarên Xwedê wê rastî peyketina bên. Kitêba Eyantî serê 12 besa şerê ezmana dike. Ev şer derbêra paşî vê yekê destpêbû, çaxê Îsa bû Padşê Padşatiya Xwedê. Mixayîl, dêmek Îsa û melekên wî miqabilî Mîrê-cina û cinên wî şer kirin (Eyantî 12:7, 8). Axiriyêda, dijminên Xwedê ji ezmên hatine avîtinê. Lema ser erdê gelek kul-derd û xezebên mezin pêşda hatin (Eyantî 12:9, 12). Gelo ev yek ser xizmetkarên Xwedê çawa hukum dike?

14 Kitêba Eyantî mera eyan dike ku Mîrê-cina xwe ça da kifşê. Ew îda nikaribû biçûya ser ezmana, lema ew hêrsa xwe ser Mesîhiyên bijartîda dirijîne, yên ku ser erdê mane. Ewana wekîlên Padşatiya Xwedê ne, û “şedetiya bona Îsa didin” (Eyantî 12:17; 2 Korintî 5:20; Efesî 6:19, 20). Gelo ev pêxembertî çawa hate sêrî?

15. “Du şedên” ku kitêba Eyantî serê 11 besa wan dike, kî ne û çi hate serê wan?

15 Mîrê-cina hicûmî ser birên bi ruhê pîroz bijartî kir, yên ku rêberiya belakirina mizgîniya Padşatiyê dikirin. Kitêba Eyantîda, ewana bi sîmbolîk “du şede” ne, yên ku hatine kuştinê * (Eyantî 11:3, 7-11). Sala 1918-da, buxdan avîtine ser heyşt birên cabdar, wana kirine kelê û gelek sal dane wan. Usa dihate kifşê ku tê bêjî şixulê wan birên bijartî hatibû “kuştinê”, dêmek sekinandinê.

16. Sala 1919-da çi qewimî, lê dîsa jî ji wî wedeyî Mîrê-cina berdewam dike çi dike?

16 Usa jî, kitêba Eyantî serê 11-da pêşda hatibû gotinê ku paşî wexteke kin, “du şede” wê ji mirinê bihatana rakirinê. Gelo ev pêxembertî çawa hate sêrî? Destpêka sala 1919, salek paşî ku birên me ketibûne kelê, ewana nişkêva hatine azakirinê û paşê sûcê wan dîwanêda hate betalkirinê. Birên me derbêra vegeriyan ser şixulê Padşatiyê. Ji wê demêva, Mîrê-cina berdewam dike hicûmî hemû xizmetkarên Xwedê dike, û ewî bi sîmbolîk ‘çemekî’ zêrandinê li ser wan berdaye (Eyantî 12:15). Lema jî mera bi rastî jî sebir û bawerî lazim e (Eyantî 13:10).

ŞIXULÊ KU YEHOWA DAYE ME BI DIL Û CAN BIKE

17. Xizmetkarên Xwedê çaxê rastî peyketina hatin, wana ji kîderê alîkarî stand?

17 Kitêba Eyantî serê 12-da pêşda hatibû gotinê, wekî xizmetkarên Yehowa wê nişkêva alîkariyê bistînin, dêmek bi sîmbolîk “erd” wê ev “çemê” zêrandinê daqurtîne (Eyantî 12:16). Bi rastî usa jî qewimî. Cara, hine parên dinya Mîrê-cina, mesele hine sîstêmên dîwankirinê, têne hewara xizmetkarên Xwedê. Dîwanada, Şedên Yehowa carna serdikevin û hinekî azayê distînin. Gelo ewana vê azayê çawa didine xebatê? Ewana vî şixulî ku Yehowa daye wan, bi dil û can tînin sêrî (1 Korintî 16:9). Gelo ev çi şixul e?

Du xeberên ku xizmetkarên Xwedê bela dikin, çi ne? (Abzasa 18 û 19 binihêre)

18. Van rojên axiriyêda, şixulê meyî herî ferz çi ye?

18 Îsa pêxembertî kir, wekî şagirtên wî wê pêşiya xilaziya dinyayê mizgîniya Padşatiya Xwedê ser temamiya dinyayê bela kin (Metta 24:14). Vî şixulîda, ewana alîkariyê ji meleka distînin. Kitêba Eyantî usa dibêje: “Va milyaketekî din ku ezmênda difirî û Mizgîniya wiye heta-hetayê hebû, wekî wê Mizgîniyê bide yên rûbarî dinê, awa gotî hemû mileta, bereka, zimana û cimeta” (Eyantî 14:6).

19. Lazim e ku xizmetkarên Yehowa kîjan elametiya din jî bela kin?

19 Xêncî mizgîna Padşatiyê, lazim e wekî xizmetkarên Xwedê xebereke din jî bela kin. Gerekê ewana piştgiriya şixulê van meleka bikin, derheqa kîjana Eyantî serê 8 heta 10-da tê gotinê. Ev melek ser kesên ku Padşatiya Xwedê qebûl nakin, çend bela elam dikin. Lema jî Şedên Yehowa dîwana Xwedê yên ser cûre-cûre parên dinya Mîrê-cina elam dikin. Ev elametiya derheqa dîwana Xwedê mîna “teyrok û agir” e (Eyantî 8:7, 13). Gerekê her kes bizanibe wekî axirî nêzîk e û lazim e ku ewana jîyîna xwe biguhêzin, wekî wedê roja hêrsa Yehowa sax bimînin (Sêfaniya 2:2, 3). Lê ev xeber gelek meriva xweş nayê, lema jî mera mêrxasî lazim e. Wedê tengasiya mezin, dîwana xilaziyê wê diha sert û giran be (Eyantî 16:21).

GUH BIDE XEBERÊN PÊXEMBERTIYÊ

20. Du gotarên dinda, emê çi şêwir kin?

20 Gelek ferz e wekî em guh bidin “xeberên pêxembertiyê”, çimkî pêxembertiyên ji kitêba Eyantî meva jî girêdayî ne û wedê meda têne sêrî (Eyantî 1:3). Gelo em çawa dikarin bi aminî wedê peyketina sebir kin û xeberên Xwedê bi mêrxasî elam bikin? Du tişt hene, yên ku qewatê didine me: Ya yekê ev e, ku kitêba Eyantî derheqa dijminên Xwedê çi eyan dike û ya duda jî, ku emê keremên mezin bistînin heger amin bimînin. Du gotarên dinda emê derheqa van tişta şêwir kin.

KILAMA 32 Bisekine Aliyê Yehowa!

^ Îro tiştên ku Yûhenna kitêba Eyantîda pêxembertî kiribû, ber çevên me têne sêrî. Gelo ev pêxembertî çawa ser me hukum dikin? Ev gotar û du gotarên din wê dîna me bikişînin ser hine tiştên ferz ji kitêba Eyantî. Usa jî, ev sê gotar wê nîşanî me bikin, ku gerekê em çawa guh bidin gotinên vê kitêbê, wekî Yehowa ji hebandina me razî be.