Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 20

Li gora Kitêba Eyantî, Çi wê Bê Serê Dijminên Xwedê?

Li gora Kitêba Eyantî, Çi wê Bê Serê Dijminên Xwedê?

“Hingê wan ruha ew padşa civandine wî ciyî ku bi îbranî jêra ‘Harmegedon’ tê gotinê” (EYANTÎ 16:16).

KILAMA 150 Xwe li Xwedê Bigire, ku Xilaz bî

VÊ GOTARÊDA *

1. Kitêba Eyantî derheqa xizmetkarên Xwedê çi dibêje?

 KITÊBA Eyantî nîşan dike ku Padşatiya Xwedê ser ezmana hatiye sazkirinê û Mîrê-cina ji ezmana hatiye avîtinê (Eyantî 12:1-9). Lema jî ser ezmana îda edilayî heye, lê halê me xirab e. Gelo çima? Çimkî Mîrê-cina ser xizmetkarên Yehowa gelek hêrs e û pey wan dikeve (Eyantî 12:12, 15, 17).

2. Çi dikare alî me bike ku em Yehowara amin bimînin?

2 Gelo em çawa dikarin ber hicûmê Mîrê-cina qewî bisekinin? (Eyantî 13:10). Çiqas baş e ku em zanin wekî axiriyêda çi wê biqewime, çimkî ev yek dikare alî me bike wekî em Yehowara amin bimînin. Mesele, kitêba Eyantîda, Yûhennayê şandî besa hine kerema kiribû, yên ku emê demeke nêzîkda bistînin. Yek ji van kerema ev e ku wê koka dijminên Xwedê bê. Were em bivînin ku kitêba Eyantî derheqa van dijmina çi dibêje û çi wê bê serê wan.

DIJMINÊN XWEDÊ BI SÎMBOLÎK TÊNE ELAMKIRINÊ

3. Kitêba Eyantî besa kîjan cenewira dike?

3 Kitêba Eyantî rêza yekê zelal dike, wekî gotinên vê kitêbê bi zimanekî sîmbolîk hatine nivîsarê (Eyantî 1:1). Lema jî derheqa dijminên Xwedê jî bi zimanekî sîmbolîk tê gilî kirinê. Kitêba Eyantî besa çend cenewira dike. Mesele, cenewirek ku “ji berê derdiket” û “heft serên wî û dehe stirûyên wî hebûn” (Eyantî 13:1). Paşî vî cenewirî, Yûhennayê şandî divîne ku “cenewirekî din ji erdê derdiket”. Ev cenewir “mîna ziyê xeber dida” û “heta ku agir jî ji ezmên” davît (Eyantî 13:11-13). Paşê, derheqa “cenewirekî sorê gevez” tê gotinê, ser kîjanî qavek siyar bibû. Ev sê cenewir dijminên berê yên Yehowa Xwedê û Padşatiya wî ne. Lema jî gelek ferz e ku em fem bikin, wekî ewana bi rastî kî ne (Eyantî 17:1, 3).

ÇAR CENEWIRÊN MEZIN

Ewana ji berê derdikevin (Daniyêl 7:1-8, 15-17). Ev cenewir têne hesabê serwêrtiyên dinyayê, yên ku destpêbûyî ji rojên Daniyêl heta roja îro ser xizmetkarên Xwedê gelek hukum dikin. (Abzasa 4 û 7 binihêre)

4-5. Gotinên Daniyêl 7:15-17 çawa alî me dikin ku em fem bikin, wekî cenewirên ji kitêba Eyantî çi têne hesabê?

4 Pêşiya ku em pêbihesin ku ev dijmin kî ne, gerekê em mena vî zimanê sîmbolîk fem bikin. Bi rastî Kitêba Pîroz xwexa vê yekê zelal dike. Gelek sîmbolên ku kitêba Eyantî besa wan dike, kitêbên dinda têne zelalkirinê. Mesele, Daniyêl pêxember xewneke xweda dîtibû ku “ji deryayê [berê] çar cenewirên mezin derketin” (Daniyêl 7:1-3, ÎM). Kitêba Daniyêl eşkere dike ku ev cenewir, çar “padşa”, dêmek serwêrtî têne hesabê (Daniyêl 7:15-17 bixûne). Lema jî logîkî ye ku cenewirên ji kitêba Eyantî jî têne hesabê serwêrên polîtîkî.

5 Niha emê dîna xwe bidin çend gotinên ji kitêba Eyantî û bivînin ku Kitêba Pîroz çawa alî me dike, wekî van gotina fem bikin. Emê bivînin ku cenewir bi sîmbolîk çi têne hesabê, çi wê bê serê wan, û ev yek wê ser me ça hukum bike.

DIJMINÊN XWEDÊ KÎ NE?

CENEWIRÊ BI HEFT SERIYA

Ew ji berê derdikeve û heft serê wî, deh stirû û deh tacên wî hene (Eyantî 13:1-4). Ev cenewir tê hesabê serwêrtiyên dinyayê, yên ku heta niha ser însanetê hukum dikin. Heft serên wî heft serwêrtiyên dinyayê têne hesabê, yên ku li ser xizmetkarên Xwedê gelek hukum dikin. (Abzasa 6 heta 8 binihêre)

6. Cenewirê pê heft seriya, derheqa kîjanî Eyantî 13:1-4-da tê gotinê, çi tê hesabê?

6 Cenewirê pê heft seriya çi tê hesabê? (Eyantî 13:1-4 bixûne). Çar cenewirên ji kitêba Daniyêl serê 7, mîna vî cenewirê ji kitêba Eyantî ne. Cenewirê ji kitêba Eyantî mîna piling e, nigên wî mîna lepê hirça ne, devê wî mîna devê şêra ye û dehe stirûyên wî hene. Dêmek çar cûrên cenewirên ji kitêba Daniyêl, cenewirê kitêba Eyantîda hene. Rêz dibêje ku ev cenewir “li ser her berekê, cimetê, zimanî û miletî” serwêrtiyê dike. Lema jî, em fem dikin wekî ev cenewir serwêrtîk yan împêriyeke başqe nîne (Eyantî 13:7). Eşkere ye ku ev cenewir hemû serwêrtiyên polîtîkî têne hesabê, yên ku nava terîxiyêda ser temamiya însanetê serwêrtiyê dikin * (Waîz 8:9).

7. Her yek ji heft serên cenewir çi tê hesabê?

7 Her yek ji heft seriya çi tê hesabê? Kitêba Eyantî serê 17 alî me dike ku em caba vê pirsê bistînin. Ev serî besa sûretê cenewirê ji serê 13-da ya kitêba Eyantî dike. Eyantî 17:9, 10 usa dibêje: “Ew her heft serî, . . . heft padşa ne. Ji wan pênc ketine, yek heye, yê din hê nehatiye û gava bê, gerekê hinek wext bimîne”. Ji hemû serwêrtiyên polîtîkî ku Mîrê-cina heta niha dane xebatê, heft “serî”, dêmek serwêrtî, yên herî nav-deng bûn. Ew hene împêriyên hemdinyayê yên ku pey cimeta Xwedê diketin. Li rojên Yûhennayê şandîda, pênc ji van împêriya îda derbaz bibûn: Misir, Asûr, Babîlon, Mediya-Faris û Yûnanistan. Gava ku Yûhennara eyantî hate dayînê, împêriya şeşa, dêmek ya Romê, hukum dikir. Gelo kîjan împêriya hemdinyayê wê bibûya serê hefta, dêmek serwêrtiya paşin?

8. Serê hefta yê cenewir kê ye?

8 Bi alîkariya kitêba Daniyêl, emê niha bivînin ku serê hefta, dêmek serê paşin yê cenewir çi tê hesabê. Gelo kîjan serwêrtiya hemdinyayê van rojên paşin, dêmek “Roja Xudanda” hukum dike? (Eyantî 1:10). Ev serwêrtî, ji Brîtanya û Dewletên Yekbûyî pêşda hatiye, ev heye Anglo-Amêrîka. Lema jî, em fem dikin ku ev e serê hefta ya cenewirê ji Eyantî 13:1-4.

CENEWIRÊ PÊ DU STIRÛYÊN MÎNA YÊ BERXEKÎ

Ew “ji erdê” derdikeve û “mîna ziyê” xeber dide. Ew “agir jî ji ezmên” davêje ser erdê û ça “pêxemberê derew” nîşanên ecêb dike (Eyantî 13:11-15; 16:13; 19:20). Anglo-Amêrîka du stirûyên cenewir û pêxemberê derewîn tê hesabê, yê ku meriva dixapîne û wanara dibêje, wekî ewana heykelê cenewirê bi heft seriya û deh stirûya çêkin. (Abzasa 9 binihêre)

9. Cenewirê ku ‘du stirûyê wîye mîna yê berxa hene’, bi sîmbolîk kê ye?

9 Kitêba Eyantî serê 13 eyan dike, wekî ev serê hefta, dêmek Anglo-Amêrîka, usa jî ev cenewir e ku ‘du stirûyê wîye mîna yê berxa hene û mîna ziyê xeber dide’. Li gora kitêba Eyantî, ev cenewir “nîşanên usa ecêbe mezin dikirin, heta ku agir jî ji ezmên li ber çevê meriva davîte ser erdê” (Eyantî 13:11-15). Kitêba Eyantî serê 16 û 19 vî cenewirî ça “pêxemberê derew” nav dike (Eyantî 16:13; 19:20). Kitêba Daniyêl jî pêşda gotibû ku împêriya hemdinyayê, dêmek Brîtanya û Amêrîka, wê bi cûrekî “nedîtî wêran bike” (Daniyêl 8:19, 23, 24, ÎM). Wedê Şerê Hemdinyayê ya II hema usa jî qewimî. Du bombên atomê ku zandarên Brîtanî û Amêrîkî tevayî çêkiribûn, avîtinê ser Japonyayê, û ew yek bû menî ku ev şer xilaz bû. Hingê ça bêjî Anglo-Amêrîka ‘agir ji ezmên avîte ser erdê’.

CENEWIRÊ SORÊ GEVEZ

Qava bi navê Babîlona Mezin lê siyar bûye. Ev cenewir ça “padşê heyşta” tê navkirinê (Eyantî 17:3-6, 8, 11). Pêşiyê ev qav cenewir kontrol dike, lê paşê ew bi destê cenewir tê wêrankirinê. Ev qav tê hesabê hemû dînên qelp. Cenewir îro Miletên Yekbûyî tê hesabê, yê ku piştgiriya sîstêma polîtîkî ser temamiya dinyayê dike. (Abzasa 10, 14 heta 17 binihêre)

10. “Heykelê cenewir” bi sîmbolîk çi tê hesabê? (Eyantî 13:14, 15; 17:3, 8, 11)

10 Niha em cenewirekî din divînin. Ev cenewir mîna cenewirê bi heft seriya ye, lê rengê wî sorê gevez e. Ew ça “heykelê cenewir” û ça “padşê heyşta” tê navkirinê * (Eyantî 13:14, 15; 17:3, 8, 11 bixûne). Kitêba Eyantî dibêje ku ev “padşa” hebû, paşê betavebû û paşê dîsa xuya bû. Ew yek bi rastî jî eyan dike, wekî ew teşkîleta Miletên Yekbûyî ye, ya ku bona piştgiriya sîstêma polîtîka hemdinyayê hate sazkirinê. Pêşiyê, ev ça Lîga Mileta eyan bû. Lê Wedê Şerê Hemdinyayê ya II, ew hilşiya. Paşê, ew ça Miletên Yekbûyî tezeda dîsa pêşda hat.

11. Cenewirên polîtîkî wê çi bikin, û çira ne lazim e ku em ji wana bitirsin?

11 Cenewirên polîtîkî bi saya propaganda xwe, wê nav meriva din wekî miqabilî Yehowa û xizmetkarên wî rabin. Bi sîmbolîk, ewana wê “hemû padşên dinyayê” bona şerê Harmegedonê, dêmek bona “Roja Mezine Xwedêyê Hemû Zorayiyê”, bicivînin (Eyantî 16:13, 14, 16). Lê ne lazim e ku em ji wana bitirsin, çimkî wê rojê, Yehowa wê kesên ku piştgiriya serwêrtiya wî dikin, xilaz ke (Hezeqêl 38:21-23).

12. Çi wê bê serê hemû cenewira?

12 Çi wê bê serê hemû cenewira? Eyantî 19:20 usa dibêje: “Hingê ew cenewir tevî wî pêxemberê derew dîl hatine girtinê, yê ku li ber wî cenewirî nîşanên ecêb dikirin. Ewî bi wan kira ew xalifandin, yên ku nîşana cenewir qebûl kirin û serê xwe li ber heykelê wî danîn. Cenewir û pêxemberê derew jî saxe-sax hatine avîtinê nav gola agirê kirkûtêyî dişixule”. Dêmek, ewana wê wedê serwêrtiya xwe, bi destê Yehowa ser heta-hetayê bêne qirkirinê.

13. Hine serwêr zorê Mesîhiya dikin ku ewana çi bikin?

13 Em gerekê çi bikin? Em Mesîhî ne, lema jî gerekê em Xwedêra û Padşatiya wîra amin bimînin (Yûhenna 18:36). Bona vê yekê, gerekê em xwe ji polîtîkê dûr bigirin û tevnebûyînê xwey kin. Ev yek carna gelek zor e, çimkî serwêrên dinyayê dixwazin ku em bi gotin û kirên xwe piştgiriya wan bikin. Kesên ku piştgiriya wan dikin, nîşana cenewir distînin (Eyantî 13:16, 17). Her kesê ku vê nîşanê distîne, wê hêrsa Yehowa ser xwe bîne, û wê jîyîna her-heyî nestîne (Eyantî 14:9, 10; 20:4). Bi rastî jî gelek ferz e, wekî em bi temamî tevnebûyînê xwey kin, hela hê wî çaxî jî, gava serwêrên dinyayê zorê me bikin, wekî aliyê wan bigirin.

QIRKIRINA QAVA MEZIN

14. Li gora Eyantî 17:3-5, Yûhennayê şandî çi tiştê ecêb dît?

14 Paşê, Yûhennayê şandî tiştekî ecêb dît, jinek li ser cenewirekî sorê gevez siyar bibû (Eyantî 17:1, 2, 6). Ew qaveke mezin e û ew tê navkirinê “Babîlona Mezin”, ya ku tevî “padşên dinyayê” bênamûsiyê dike (Eyantî 17:3-5 bixûne).

15-16. “Babîlona Mezin” kê ye, û em vê yekê ji ku zanin?

15 “Babîlona Mezin” çi ye? Eşkere ye, ku ev jin teşkîleteke polîtîkî nîne, çimkî ew xwexa tevî serwêrên polîtîkî yên vê dinyayê, bênamûsiyê dike (Eyantî 18:9). Serda jî, ev qav wana siyar bûye, dêmek ew wana bin kontrola xweda digire. Usa jî eyan e ku ew qav sîstêma komêrsiyaye tima nîne, çimkî kitêba Eyantî vê sîstêmê nav dike ça “bazirganên dinyayê” (Eyantî 18:11, 15, 16).

16 Carna Nivîsarên Pîroz wan meriva ça “qav” nav dike, yên ku xwe yançi ça xizmetkarên Xwedê hesab dikin, lê bi rastî pûtparistiyê dikin, yan jî bi cûrekî din tevî vê dinyayê dostiyê dikin (1 Dîrok 5:25; Aqûb 4:4). Lê kesên ku bi aminî Xwedê dihebînin ça qîzên “bikir” têne navkirinê (2 Korintî 11:2; Eyantî 14:4). Babîlona berê ciyê sereke bû, ji kîderê ku hebandina qelp pêşda hat. Lema eşkere ye, wekî Babîlona Mezin hemû cûrên hebandina qelp tê hesabê. Ew bi rastî jî împêriya hemdinyayê ya rêlîgiya qelp e (Eyantî 17:5, 18; Binihêre gotar ser jw.org, bi navê “Babîlona Mezin Çi ye?”).

17. Çi wê bê serê Babîlona Mezin?

17 Çi wê bê serê Babîlona Mezin? Eyantî 17:16, 17 usa dibêje: “Ew her dehe stirûyên ku te dîtin, usa jî cenewir wê hevra bijenine ya qav. Ewê destê wê ji her tiştî bikin, wê tezî kin û goştê wê bixwin, êgirda bişewitînin. Çimkî Xwedê ev yek kire dilê wan, ku xwestina wî bikin”. Belê, Yehowa wê fikira xwe bike dilê mileta, wekî ewana bi saya cenewirê sorê gevez, dêmek teşkîleta Miletên Yekbûyî, hicûmî ser hemû rêlîgiyên qelp bikin û wana bi temamî qir kin (Eyantî 18:21-24).

18. Em çawa dikarin xwe ji Babîlona Mezin dûr bigirin?

18 Em gerekê çi bikin? Gerekê xwedênasiya me ber çevê Xwedêyê me “rast û bêqusûr” be (Aqûb 1:27). Gelek ferz e ku em nekevin bin hukumê hînkirinên qelp, cejinên pûtparistî, bênamûsiyê û sêrbaziya Babîlona Mezin. Usa jî, gerekê em berdewam kin gazî meriva bikin, wekî ewana jî “ji nava wê derkevin”, seva ku “nebine heval-parên gunên wê” (Eyantî 18:4).

DÎWANA DIJMINÊ XWEDÊ YÊ HERÎ XIRAB

ZIYAYÊ ZER

Mîrê-cina qewatê dide cenewir (Eyantî 12:3, 9, 13; 13:4; 20:2, 10). Mîrê-cina dijminê Yehowa yê herî xirab e. Ewê ser 1 000 salî bê avîtinê nava “geliyê hey-wayê”. Paşî vê yekê, ewê “bê avîtinê nava gola agirê kirkûtê”. (Abzasa 19 û 20 binihêre)

19. “Ziyakî zerî mezin” kê ye?

19 Kitêba Eyantî besa “ziyakî zerî mezin” dike (Eyantî 12:3). Ev ziya tevî Îsa Mesîh û melekên wî şer dike (Eyantî 12:7-9). Ew hicûmî xizmetkarên Xwedê dike û qewatê dide cenewirên polîtîkî (Eyantî 12:17; 13:4). Gelo ev ziya kê ye? Ew “merê berê” ye, ku “jêra Mîrêcin û Şeytan dibêjin” (Eyantî 12:9; 20:2). Ew hemû dijminên Yehowa kontrol dike.

20. Çi wê bê serê zîya?

20 Çi wê bê serê ziya? Eyantî 20:1-3 dibêje ku melekek wê Mîrê-cina bavêje “geliyê hey-wayê”, dêmek ça bêjî ewê kelêda girtî be. Hingê ewê “îdî mileta nexalifîne, heta hezar sal temam be”. Paşî vê yekê, Mîrê-cina û cinên wî wê bêne avîtinê “nava gola agirê kirkûtê”, çi ku qirkirina heta-hetayê tê hesabê (Eyantî 20:10). De bide ber çevê xwe, ku bê Mîrê-cina û cinên wî, jîyîn wê çiqas xweş be!

21. Kitêba Eyantî çima dilê me şa dike?

21 Gelo em şa nînin ku em gotinên sîmbolîk yên kitêba Eyantî fem dikin? Me dît ku dijminên Yehowa kî ne û çi wê bê serê wan. Belê, “xwezî li wî, ku vê yekê bixûne û xwezî li wan, yên ku van xeberên pêxembertiyê bibihên û tiştên ku vêda hatine nivîsarê dilê xweda xwey kin” (Eyantî 1:3). Lê paşî ku dijminên Xwedê bêne qirkirinê, însanên guhdar wê çi kerema bistînin? Gotara xilaziyêda, emê caba vê pirsê bistînin.

KILAMA 23 Yehowa Serwêrtiya Xwe Destpêkir

^ Kitêba Eyantîda, Yûhenna derheqa dijminên Xwedê bi zimanekî sîmbolîk gilî dike. Kitêba Daniyêl alî me dike ku em van gotina fem bikin. Vê gotarêda emê hine pêxembertiyên ji kitêba Daniyêl beramberî pêxembertiyên ji kitêba Eyantî bikin. Bi vî cûreyî, emê pêbihesin ku dijminên Xwedê kî ne, û emê bivînin ku çi wê bê serê wan.

^ Ev yek, ku “deh stirûyên” cenewirê bi heft seriya hene nîşan dike, wekî ev tê hesabê hemû serwêrtiyên polîtîkî. Kitêba Pîrozda, hejmara “deh” gelek car tiştekî tam dide kifşê.

^ Ser stirûyên cenewirê pêşin tac hene, lê ser stirûyên heykelê cenewir tac tune ne, çimkî ew ji heft padşên din tê û hukumê xwe ji wana distîne (Eyantî 13:1). Binihêre gotara ji malpera jw.org bi navê “Cenewirê Sorê Gevez ji Eyantî Serê 17, bi Sîmbolîk Kê ye?