GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 23
Bira Hizkirina We Sar Nebe!
“Pêta wê [hizkirinê] mîna pêta êgir dişewitîne” (STIRANA SILÊMAN 8:6, ÎM).
KILAMA 131 Ewên ku Xwedê Kirine Yek
VÊ GOTARÊDA a
1. Kitêba Pîroz derheqa hizkirina ji dil çi dibêje?
“PÊTA wê [hizkirinê] mîna pêta êgir dişewitîne û diqedîne. Pêlên mezin nikarin hizkirinê bitefînin [bitemirînin], ne jî lêyî dikarin wê bi xwera bibin” b (Stirana Silêman 8:6, 7, ÎM). Belê, hizkirina ji dil tu car xilaz nabe! Vê rêzêda giliyên baş hatine nivîsarê, wekî jin-mêr bi rastî jî dikarin hertim hevdu hiz bikin.
2. Seva ku hizkirina orta jin-mêr sar nebe, ewana gerekê çi bikin?
2 Seva ku jin-mêr heta xilaziya emirê xwe hev hiz bikin, xîret lazim e. Hizkirin mîna agir e. Seva ku agir gur bimîne, lazim e ku kesek timê dara bavêje agir. Mîna vê yekê, seva ku hizkirina orta jin-mêrda qewî bimîne, ewana gerekê berdewam kin heleqetiya xwe qewî kin. Lê carna, hergê jin-mêr aliyê matêrîalîda bikevine tengasiyê, sihet-qewata wan sist be, yan jî xweykirina zara bona wan çetin be, hizkirina orta wanda dikare sar be. Lê seva ku zewaca weda alava hizkirinê netemire, gelo hûn çi dikarin bikin? Vê gotarêda, emê bivînin ku jin-mêr ça dikarin heleqetiya xwe diha qewî kin û emirekî xweş tevayî derbaz kin. c
DOSTYA XWE TEVÎ YEHOWA DIHA QEWÎ KIN
3. Dostiya qewî tevî Yehowa ça alî jin-mêra dike, wekî diha zêde hevdu hiz bikin? (Waîz 4:12) (Binihêre usa jî şikil.)
3 Seva ku ‘alava hizkirinê’ netemire, jin-mêr gerekê xîret bikin, wekî dostiya xwe tevî Yehowa diha qewî kin. Ev yek ça dikare alî zewaca wan bike? Jin-mêrên ku dostiya xwe tevî Bavê xweyî ezmana qîmet dikin, hazir in guh bidine şîretên Xwedê. Û ev yek wê alî wan bike problêma alt kin, wekî hizkirina wan hindava hevda sar nebe (Bixûne Waîz 4:12). Jin-mêrê ruhanîda qewî, her tiştî dikin, wekî çev bidine Yehowa û mîna wî dilovan bin, bi sebir bin û afûkar bin (Efesî 4:32–5:1). Hunurên usa alî jin-mêra dikin, wekî diha zêde hevdu hiz bikin. Xûşkeke bi navê Lêna, ya ku 25 sala zêdetir mêrkirî ye, dibêje: “Minra çetin nîne qedirê yekî xwedêhiz bigirim û wî hiz bikim”.
4. Yehowa çima Ûsiv û Meryem bijart ku bibin dê-bavê Mesîhê sozdayî?
4 Were em dîna xwe bidine meseleke ji Kitêba Pîroz. Gelo Yehowa çima Ûsiv û Meryem bijart ku ewana bibin dê-bavê Mesîhê sozdayî? Wana Yehowa hiz dikir, û Yehowa zanibû wekî Ewê emirê wanda ciyê pêşin bigire. Jin-mêrno, hûn ji mesela Ûsiv û Meryemê çi dikarin hîn bin?
5. Mêr dikarin ji mesela Ûsiv çi hîn bin?
5 Ûsiv timê hazir bû guh bide rêberiya Yehowa. Lema jî ew malxêkî baş bû. Kêmî-kêm ewî sê cara bona malbeta xwe rêberî ji Xwedê standibû. Çiqas jî wîra çetin bû, Ûsiv timê derbêra guh dida Yehowa (Metta 1:20, 24; 2:13-15, 19-21). Ew pey rêberiya Yehowa diçû, lema jî ewî Meryem diparast û bona wê xem dikir. De bidine ber çevê xwe, ku Meryemê çiqas qedirê Ûsiv digirt û wî hiz dikir! Mêrno, hûn dikarin çev bidine Ûsiv û bona xweykirina malbeta xwe rêberiyên Kitêba Pîroz bigerin. d Hergê wera hêsa nîne wan şîreta bidine xebatê, lê dîsa jî hûn vê yekê dikin, usa hûn hizkirina xwe hindava kulfeta xwe didine kifşê û dixwazin zewaca xwe qewî kin. Xûşkeke ji girava Vanûatû, ya ku 20 sala zêdetir mêrkirî ye, dibêje: “Gava mêrê min rêberiya Yehowa digere û xîret dike ku li gora vê rêberiyê bijî, ez diha zêde qedirê wî digirim. Ez xwe rihet texmîn dikim û zanim ku safîkirinên wî gelek baş in”.
6. Jin dikarin ji Meryemê çi hîn bin?
6 Dostiya Meryemê tevî Yehowa qewî bû. Baweriya wê kirên Ûsivva girêdayî nîbû, ewê xwexa baweriya xwe qewî dikir. Meryemê Nivîsarên Pîroz rind zanibûn. Usa jî ew ser van tişta kûr difikirî, çi ku pêdihesiya (Lûqa 2:19, 51). Bêşik, Meryem ruhanîda qewî bû, lema jî ew kulfeteke gelek baş bû. Îro gelek xûşk xîret dikin ku çev bidine wê. Mesele, dîna xwe bidinê ku xûşka me Êmîko çi dibêje: “Gava ez azep bûm, min xwexa baweriya xwe qewî dikir. Lê paşî zewacê, mêrê min dua dikir û qulixkirina tevî malbetê derbaz dikir. Lema jî baweriya min îda kirên wîva girêdayî bû. Lê min fem kir ku ez gerekê xwexa dostiya xwe tevî Yehowa qewî kim. Niha ez wede başqe dikim wekî dua bikim, Nivîsarên Pîroz bixûnim û ser bifikirim” (Galatî 6:5). Xûşkno, gava hûn xîret dikin wekî dostiya xwe tevî Yehowa diha qewî kin, hûn hê zêde mecala didine mêrê xwe, ku ew we hiz bike û payê we bide (Metelok 31:30).
7. Jin-mêr ji Ûsiv û Meryemê derheqa qulixkirina tevî malbetê çi dikarin hîn bin?
7 Ûsiv û Meryemê tevayî xîret dikirin, wekî dostiya xwe tevî Yehowa hê qewî kin. Wana fem dikir, ku çiqas ferz e malbetêva Yehowara xizmet kin (Lûqa 2:22-24, 41; 4:16). Ev yek hêsa nîbû, îlahî gava zarên wan zêde bûn, lê dîsa jî wana her tiştî dikir, wekî malbeta wan ruhanîda qewî be. Wana meseleke gelek baş jin-mêrara hîştiye! Hergê zarên we hene, dibeke wera cara çetin e herin civata, yan jî qulixkirina tevî malbetê derbaz kin. Û îlahî dibeke diha çetin e, ku jin-mêr wede bivînin wekî tevayî dua kin û Kitêba Pîroz lêkolîn kin. Lê bîr nekin, gava hûn tevayî Yehowara xizmet dikin, hûn diha nêzîkî hevdu û Yehowa dibin. Lema jî xizmetiya Yehowa daynin ser ciyê pêşin!
8. Hergê zewaca weda çetinayî hene, hûn çawa dikarin bi saya qulixkirina malbetê diha nêzîkî hev bin?
8 Hergê zewaca weda çetinayî hene, hûn çi dikarin bikin? Diqewime wera hewas nîbe qulixkirina tevî malbetê tevayî derbaz kin. Hergê usa ne, hûn dikarin kin û hewas tiştekî usa şêwir kin, çi ku we herda xweş tê. Ev gav dikare alî we bike, wekî hûn diha zêde hevdu hiz bikin û him jî xwestina we zêde be, ku tevayî Yehowara xizmet kin û şixulên ruhanîda kar bikin.
TEVAYÎ WEDE DERBAZ KIN
9. Jin-mêr gerekê çi bikin û çira?
9 Jin-mêrno, seva ku hizkirina we sar nebe, tevayî wede derbaz kin. Hergê hûn usa bikin, hûnê her aliyava nêzîkî hev bimînin (Destpêbûn 2:24). Were dîna xwe bidine mesela birê me Rûslan û kulfeta wî Lîlîyayê. Ewana 15 sala zêdetir zewicî ne. Paşî zewacê, wana tiştek têderxist. Rûslan dibêje: “Me fem kir ku em nikarin haqas tevayî wede derbaz kin, çiqas dixwazin. Şixul emelên me û zarên me, gelek wede ji me distandin. Me têderxist, ku hergê em ça jin-mêr wede bona hev nevînin, emê dûrî hev kevin”.
10. Jin-mêr çawa dikarin prînsîpa ji Efesî 5:15, 16 bidine xebatê?
10 Seva ku jin-mêr bikaribin wede tevayî derbaz kin, dibeke lazim be, ku ewana bona vê yekê konkrêt wede başqe kin (Bixûne Efesî 5:15, 16). Birakî bi navê Ûzondû ji Nîjeryayê, dibêje: “Gava ez grafîka şixulên xwe çêdikim, ez usa jî ev wedê ku gerekê tevî jina xwe derbaz kim, grafîkêda dinivîsim, û ew wede bona min lapî ferz e” (Fîlîpî 1:10). Were em dîna xwe bidine mesela xûşka me Anastasîyayê. Mêrê wê Moldovayêda berpirsiyarê mihalê ye. Ew dibêje ku ew ça wedê xwe rast xerc dike: “Çaxê mêrê min cabdariyên xwe tîne sêrî, wî çaxî ez şixulên xwe dikim. Û paşê em wede tevayî derbaz dikin”. Lê hergê şixulên we zef in û hûn nikarin wede bona hev bivînin, wî çaxî hûn dikarin çi bikin?
11. Cotên zewicî dikarin ji mesela Ekîla û Priskîlayê çi hîn bin?
11 Cotên zewicî dikarin çev bidine jin-mêrekî bi navê Ekîla û Priskîla, ku qirna yekêda dijîtin, kîjana civatêda gelek hiz dikirin (Romayî 16:3, 4). Kitêba Pîroz derheqa zewaca wan gelek tişt nabêje. Lê em zanin wekî wana tevayî şixul dikir, xizmet dikir û alî kesên din dikir (Karên Şandiya 18:2, 3, 24-26). Hewas ev e, ku gava Kitêba Pîroz besa Ekîla û Priskîlayê dike, navên wan hertim tevayî tê gotinê.
12. Jin-mêr çawa dikarin diha zêde wext tevayî derbaz kin? (Binihêre usa jî şikil.)
12 Gelo hûn çawa dikarin çev bidine Ekîla û Priskîlayê? Bifikirin derheqa van tişta, çi ku her kes ji we gerekê bike. Dewsa ku hûn her tiştî tenê bikin, wê baş be wekî hûn şixûla tevayî bikin? Mesele, Ekîla û Priskîla tevayî diçûne xizmetiyê. Gelo hûn jî tevayî diçine xizmetiyê? Usa jî Ekîla û Priskîla tevayî dixebitîn. Diqewime hûn ser xebatekê naxebitin, lê hûn dikarin şixulên malê tevayî bikin (Waîz 4:9). Hergê hûn alî hev bikin, hûnê diha nêzîkî hev bin û mecala bivînin, wekî tevayî xeber din. Robêrt û Lînda zêdetirî 50 sal zewicî ne. Robêrt dibêje: “Rast bêjim, gelek mecalên me tune ne ku em wede tevayî derbaz kin. Lê gava ez firaqa dişom û jina min ziha dike, yan jî gava em tevayî baxçeda dixebitin, ez gelekî şa dibim. Şixulên ku em tevayî dikin, me nêzîkî hevdu dikin. Usa hizkirina orta meda çiqas diçe diha qewî dibe”.
13. Seva ku jin-mêr bi rastî nêzîkî hev bin, ewana gerekê çi bikin?
13 Bîr nekin ku hergê hûn timê ber çevê hev bin, ev yek nayê hesabê wekî heleqetiya we wê dixwazî-naxwazî nêzîk be. Xûşkeke ji Brazîlyayê dibêje: “Roja îroyîn şixulên me gelek in. Em dikarin bifikirin ku em malekêda dijîn û ev îda tê hesabê, wekî em wedê xwe tevayî derbaz dikin. Lê min fem kir ku ev yek bes nîne. Tiştê herî ferz ev e, ku ez ji dil dîna xwe bidime mêrê xwe û bona wî wede veqetînim”. Gelo çi alî birê me Brûno û jina wî Taysê dike, wekî dîna xwe bidin hevdu? Brûno dibêje: “Çaxê em tevayî ne, em têlên xwe datînin alîkî û wedê xwe hewas derbaz dikin”.
14. Hergê jin-mêr hiz nakin wede tevayî derbaz kin, ewana dikarin çi bikin?
14 Lê hergê hûn hiz nakin wedê xwe tevayî derbaz kin, çimkî hûn ji hevdu eciz dibin, hûn dikarin çi bikin? Mesela agir dîsa bidin ber çevê xwe. Bona agir qirşik lazim in, paşê jî seva ku agir gur be, lazim e dara bavêjinê. Mîna vê yekê, sêrîda hûn jî dikarin rojê hema çend deqa tevayî derbaz kin. Tevayî tiştên usava mijûl bin, çi ku we herda xweş tê, ne ku we eciz dike (Aqûb 3:18). Çawa ku agir hêdî-hêdî gur dibe, hizkirin jî dikare gav bi gav qewî be.
QEDRÊ HEVDU BIGIRIN
15. Çira ferz e ku jin-mêr qedirê hev bigirin?
15 Çawa ku bona agirekî gur û qewî oksîjen lazim e, seva ku zewac jî qewî be, qedirgirtin lazim e. Agir bê oksîjen ditemire. Mîna vê yekê, hergê jin-mêr qedirê hev negirin, hizkirina nav wanda wê sar be. Ji aliyê dinva jî, hergê jin-mêr xîret bikin ku qedirê hev bigirin, hizkirina wan wê timê qewî be. Diqewime tu difikirî, wekî tu ça lazim e qedirê jin yan mêrê xwe digirî. Lê ferz ev e, ku hevalzewacê te vê yekê texmîn ke. Were em dîna xwe bidine mesela Arêt û Pênnî, yên ku zêdetirî 25 sala zewicî ne. Pênnî dibêje: “Bi saya vê yekê ku em qedirê hevdu digirin, mala meda hizkirin heye. Em aza dilê xwe hevdura vedikin, çimkî em fikir û nihêrandina hevdu qîmet dikin”. Dêmek seva ku hevalzewacê te bivîne, wekî tu qedirê wî digirî, tu gerekê çi bikî? Were em dîna xwe bidine mesela Birahîm û Serayê.
16. Mêr dikarin ji mesela Birahîm çi hîn bin? (1 Petrûs 3:7) (Binihêre usa jî şikil.)
16 Birahîm qedirê Serayê digirt. Ewî hestên wê hildida hesab û fikirên wê qîmet dikir. Carekê Sera gelek dilteng bû. Ewê dilê xwe Birahîmra vekir û bona diltengiya xwe wî neheq kir. Gelo Birahîm hêrs ket û jêra şer kir? Na. Ewî zanibû ku Sera wî ça serê malê qebûl dike û piştgiriya safîkirinên wî dike. Birahîm guh da wê û xîret kir, wekî bona derdê wê çarekê bivîne (Destpêbûn 16:5, 6). Em dikarin ji vê meselê çi hîn bin? Xwedê cabdariya safîkirinên malbetê tesmîlî mêra kiriye (1 Korintî 11:3). Lê pêşiya ku mêr safîkirinekê bike, wê baş be wekî ew jina xwe bipirse, hela ew derheqa vê yekê çi difikire, îlahî hergê ev yek wê ser jina wî jî hukum ke (1 Korintî 13:4, 5). Cara, dibeke jin xemgîn be û bixwaze derdê xwe mêrê xwera bêje. Derecên usada mêr gerekê hestên wê hilde hesab û baş guh bide wê (Bixûne 1 Petrûs 3:7). Eva îda weke 30 sal e ku Dmîtrî û Anjêla zewicî ne. Anjêla dibêje, ku mêrê wê çawa qedirê wê digire: “Gava ez xemgîn im yan jî dixwazim jêra xeber dim, Dmîtrî her gav hazir e guh bide min. Cara ez tevlihev im û bi hêrs xeber didim, lê dîsa jî ew min fem dike û ber dilê minda tê”.
17. Jin dikarin ji mesela Serayê çi hîn bin? (1 Petrûs 3:5, 6)
17 Serayê piştgiriya safîkirina Birahîm dikir û bi vî cûreyî nîşan dikir, ku qedirê wî digire (Destpêbûn 12:5). Rojekê, nişkêva sê kes hatin cem wî û Birahîm xwest mêvanhiziyê wanra bide kifşê. Ewî Serayêra got, ku şixulê xwe bihêle û zûskava nan bipêje (Destpêbûn 18:6). Serayê derbêra gura mêrê xwe kir û destpêkir haziriya bike. Kulfetno, hûn dikarin çev bidine Serayê û mîna wê piştgiriya safîkirinên mêrê xwe bikin. Hergê hûn usa bikin, zewaca weyê diha qewî be (Bixûne 1 Petrûs 3:5, 6). Dmîtrî dibêje, ku jina wî çawa nîşan dikir, wekî qedirê wî digire: “Çaxê nihêrandinên me ji hev cude ne jî, Anjêla xîret dike wekî piştgiriya safîkirinên min bike. Hergê axiriya safîkirina min nebaş be jî, ew min sûcdar nake. Lema jî, ez lê gelek qîmet dikim”. Belê, hergê kesek qedirê me bigire, mera diha hêsa ye lê hiz bikin!
18. Jin-mêr wê çi karê bistînin hergê hevdu hiz bikin?
18 Îro dijminê me Mîrê-cina, dixwaze heleqetiya orta jin-mêrda xirab ke. Bona vê yekê ew her tiştî dike, wekî ‘alava hizkirina’ wan bitemire. Ew zane ku hergê hizkirina orta jin-mêrda sar be, ewana wê ji Yehowa jî dûr kevin. Lê hizkirina rast qe xilaz nabe! Bira hizkirina we mîna hizkirina ji kitêba Stiranên Silêman be. Xîret bikin ku hûn zewaca xweda pêşiya her tiştî, dîna xwe bidine hebandina Yehowa. Bona hevdu wede veqetînin û qedirê hest û fikirên hev bigirin. Hergê hûn usa bikin, zewaca we wê rûmetê bide Yehowa Xwedê, yê ku Kaniya hizkirina rast e. Bira hizkirina we tu car sar nebe!
KILAMA 132 Em Bûne Yek
a Zewac pêşkêşa Yehowa ye. Ew dixwaze ku jin-mêr hev hiz bikin. Lê sed heyf ku ev hizkirin dikare sar be. Ev gotar wê alî jin-mêra bike wekî ewana timê hev hiz bikin û emirekî xweş tevayî derbaz kin.
b Zimanê orîjînalêda, vê rêzêda hizkirina rast tê navkirinê ça “Alava Yah”, çimkî Kaniya hizkirinê Yehowa ye.
c Hergê hevalzewacê te ne Şedê Yehowa ye, dîsa jî şîretên vê gotarê dikarin heleqetiya we qewî kin û alî we bikin (1 Korintî 7:12-14; 1 Petrûs 3:1, 2).
d Mesele, şêwir kin şîretên kêrhatî ji rʹêza gotara “Alîkʹarî bona Malbetê”, kʹîjan ku dikarin ser jw.org û JW Library® bivînin.