Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 20

Em Ça Dikarin Duayên Xwe Hê Baş kin?

Em Ça Dikarin Duayên Xwe Hê Baş kin?

“Wîra dilê xwe vekin” (ZEBÛR 62:8).

KILAMA 45 Fikirên Dilê Min

VÊ GOTARÊDA a

Em dikarin her roj Yehowara dua bikin û bona her derecên jîyîna xwe, rêberiyê ji wî bixwazin (Binihêre abzasa 1)

1. Yehowa dixwaze ku xizmetkarên wî çi bikin? (Binihêre usa jî şikil.)

 GAVA em hewcê rêberiyê û berdiliyê ne, gelo em dikarin alîkariyê ji kê bixwazin? Em caba vê pirsê zanin, em dikarin Yehowa Xwedêra dua bikin. Yehowa dixwaze ku em “her gav dua bikin” (1 Têsalonîkî 5:17). Em dikarin aza dilê xwe wîra vekin û ji wî lava kin, ku rêberiya me bike (Metelok 3:5, 6). Yehowa gelek merd e, lema jî em kengê û çiqas bixwazin dikarin wîra dua bikin.

2. Vê gotarêda emê dîna xwe bidine çi?

2 Em gelek ji Yehowa razî ne, ku ewî îzin daye me wîra dua bikin. Lê ji bo vê yekê ku şixulên me gelek in, mera hêsa nîne wede bona duakirinê bivînin. Usa jî dibeke em têderdixin, ku em gerekê duayên xwe diha baş kin. Vê yekêda Kitêba Pîroz dikare alî me bike. Vê gotarêda emê pêbihesin, ku çawa mîna Îsa bona duakirinê wede bivînin. Usa jî, emê dîna xwe bidine pênc tiştên ferz, yên ku dikarin alî me bikin duayên xwe baş kin.

ÎSA BONA DUAKIRINÊ WEDE BAŞQE DIKIR

3. Îsa derheqa dua çi zanibû?

3 Îsa zanibû wekî Yehowa duayên me gelek qîmet dike. Pêşiya ku ew hate ser erdê, ewî didît ku Bavê wî Yehowa, çawa caba duayên merivên amin dide. Mesele, gava Îsa kêleka Bavê xwe bû, ewî didît ku Ew çawa caba duayên Hanna, Dawid û Êlyas dide, çaxê wana ji dil dua dikir (1 Samûyêl 1:10, 11, 20; 1 Padşatî 19:4-6; Zebûr 32:5). Lema jî, Îsa şagirtên xwera got, wekî ewana timê dua bikin û bawer kin, ku Xwedê dengê wan dibihê! (Metta 7:7-11)

4. Em ji duayên Îsa çi hîn dibin?

4 Îsa meseleke baş şagirtên xwera hîşt, ku çawa dua bikin. Ewî gelek car dua dikir. Îsa qe betal nedima, çimkî gelek meriv dihatin cem wî, û lema jî lazim bû, ku ew bona duakirinê wede bivîne (Marqos 6:31, 45, 46). Mesele, ew berbangê radibû, wekî başqe dua bike (Marqos 1:35). Carekê, pêşiya ku safîkirineke ferz bike, ewî temamiya şevê dua dikir (Lûqa 6:12, 13). Usa jî, şeva pêşiya mirina xwe Îsa gelek cara dua dikir, seva ku cabdariya xweye here ferz bîne sêrî (Metta 26:39, 42, 44).

5. Gava em dua dikin, em çawa dikarin çev bidine Îsa?

5 Mesela Îsa nîşan dike, ku çiqas jî şixulên me hebin, em gerekê bona duakirinê wede bivînin. Mîna Îsa, em jî dikarin bona duakirinê mecala bivînin. Mesele, em dikarin şebeqê hinekî zû rabin, yan jî pêşiya razanê wede bona duakirinê veqetînin. Usa emê Yehowara bidine kifşê, ku em mecala duakirinê qîmet dikin. Xûşkeke bi navê Lîn, çaxê pêhesiya wekî dua çiqas qîmet e, ew gelek şa bû. Ew dibêje: “Gava ez pêhesiyam, ku ez dikarim her gav Yehowara dua kim, min destpêkir Wî ça dostê xweyî nêzîk hesab kim û min xwest duayên xwe diha baş kim”. Bêşik, gelek ji me usa texmîn dikin. Niha emê dîna xwe bidine pênc tişta, derheqa kîjana em dikarin dua bikin.

PÊNC TIŞTÊN FERZ BONA DUAKIRINÊ

6. Li gora Eyantî 4:10, 11, Yehowa hêja yî çi ye?

6 Pesinê Yehowa bide. Dîtinokêda Yûhennayê şandî dît, ku 24 rûspî ser ezmana serê xwe ber Yehowa datînin. Wana pesinê Xwedê dida û digot ku tenê Xwedê hêja ye wekî “rûmet, hurmetê û qewatê” bistîne (Bixûne Eyantî 4:10, 11). Belê, gelek meniyên meleka jî hene, ku pesin û rûmetê bidine Yehowa. Ewana ser ezmana kêleka wî ne û wî rind nas dikin. Ewana hunurên Xwedê bi saya kirên wî divînin. Û ev yek wana hêlan dike pesinê Yehowa bidin (Îbo 38:4-7).

7. Em dikarin bona çi pesinê Yehowa bidin?

7 Em jî gerekê duayên xweda pesinê Yehowa bidin û wîra bêjin, ku em çira wî hiz dikin û qedirê wî digirin. Çaxê tu Kitêba Pîroz dixûnî û ser difikirî, dîna xwe bide hunurên Yehowa, kîjanara tu firnaq dibî (Îbo 37:23; Romayî 11:33). Paşê Yehowara bêje, ku ev hunur ça ser hiş û dilê te hukum dikin. Usa jî, em dikarin pesinê Yehowa bidin, çimkî ew alî me û xûşk-bira dike. Ew hertim me dibe xweyî û me diparêze (1 Samûyêl 1:27; 2:1, 2).

8. Em dikarin bona çi razîbûna xwe Yehowara bidine kifşê? (1 Têsalonîkî 5:18).

8 Yehowara razîbûna xwe bide kifşê. Duayên xweda, em dikarin bona gelek tişta razîbûna xwe Yehowara bidine kifşê (Bixûne 1 Têsalonîkî 5:18). Her tiştê qenc ji wî ye, lema jî em dikarin bona gelek tişta razîbûna xwe wîra bidine kifşê (Aqûb 1:17). Mesele, em dikarin razîbûna xwe wîra bidine kifşê, bona bedewiya dinyayê û cûre-cûre efrîna. Usa jî, em dikarin razîbûnê bidine kifşê, bona jîyînê, malbeta xwe, hevalên xwe û hêviya ku Xwedê daye me. Û em dixwazin razîbûna xwe Yehowara bidine kifşê, ku ewî îzin daye me, wekî em bibine dostên wî.

9. Çira em gerekê razîbûna xwe Yehowara bidine kifşê?

9 Gerekê em kûr bifikirin, ku em bona çi ji Yehowa razî ne. Îro gelek meriv bêşêkir in. Meriv heçî zef dîna xwe didine xwestinên xwe, ne ku razî ne bona van tişta, çi ku cem wan heye. Hergê em jî tenê bikevine heyra xwe, duayên meda wê tenê xwestinên me bin. Seva ku ev yek neyê serê me, gerekê em her tiştî, çi ku Yehowa dide me, bişêkirînin û razîbûna xwe bidine kifşê (Lûqa 6:45).

Hergê em timê ji Yehowa razî bin, ev yek wê alî me bike sebir kin (Binihêre abzasa 10)

10. Çi alî xûşkeke me dikir, ku sebir bike? (Binihêre usa jî şikil.)

10 Hergê em şêkirdar bin, emê bikaribin himberî tengasiya sebir kin. Were em dîna xwe bidine serhatiya xûşka me Kyung-suk, b ya ku bi kansera pişika nexweş ketibû. Ew dibêje: “Ew nexweşî gelek giran bû. Min xwe usa texmîn dikir, ku tê bêjî min her tişt unda kiribû, û ez gelek ditirsiyam”. Gelo çi alî wê dikir sebir ke? Ewê got, ku her şev pêşiya razanê, ew hildikişiya ser baniyê mala xwe û bi dengê bilind bona pênc tişta dua dikir, seva çi jî ew vê rojê razî bû. Bi vî cûreyî, dilê wê rihet dibû, û ewê Yehowara digot, ku ew çiqas wî hiz dike. Ewê fem kir, ku Yehowa rojên çetinda alî xizmetkarên xwe dike. Usa jî, ewê fem kir, wekî jîyîna wêda diha zêde kerem hene ne ku derd. Mîna xûşka me Kyung-suk, tengasiyada jî gelek menî hene ku em razîbûna xwe Yehowara bidine kifşê. Hergê em duada razîbûna xwe Xwedêra bidine kifşê, emê bikaribin sebir kin û şabûna xwe unda nekin.

11. Çaxê Îsa vegeriya ezmana, şagirtên wî çira hewcê mêrxasiyê bûn?

11 Bona belakirina mizgîniyê, ji Yehowa mêrxasiyê bixwaze. Pêşiya ku Îsa vegeriya ezmana, ewî şagirtên xwera dîsa got, wekî ewana “ji Orşelîmêda girtî temamiya Cihûstanê, Sameryayê û heta serê dinê” derheqa wî şedetiyê bidin (Karên Şandiya 1:8; Lûqa 24:46-48). Hine wext şûnda, serwêrên Cihûya, Petrûs û Yûhennayê şandî girtin û birin ber dîwana herî bilind ya Cihûya. Wana ew girtin û wanra gotin, ku mizgîniyê bela nekin (Karên Şandiya 4:18, 21). Gelo Petrûs û Yûhennayê şandî xwe ça dane kifşê?

12. Li gora Karên Şandiya 4:29, 31, şagirta çi kir?

12 Petrûs û Yûhennayê şandî usa caba serwêrên Cihûya dan: “Ka hûn xwexa bifikirin, gelo ev yek ber Xwedê rast e ku em gura we bikin, ne ya Xwedê? Em nikarin bona wan tiştên ku me xwexa dîtin û bihîstin nekine dengî” (Karên Şandiya 4:19, 20). Gava Petrûs û Yûhenna hatine berdanê, şagirtên din usa dua kirin: “Keremê xulamên xwera bike, wekî em mêrkîmî xebera te xeber din”. Belê, ev duayên wan li gora xwestina Yehowa bûn, lema jî Ewî caba duayê wan da (Bixûne Karên Şandiya 4:29, 31).

13. Em ji serhatiya birê Jîn-Hyûk çi hîn dibin?

13 Hergê dewlet ji me dewa ke, wekî em belakirina mizgîniyê bide sekinandinê, gerekê em mîna şagirtên qirna yekê, berdewam kin mizgîniyê bela kin. Were em dîna xwe bidine serhatiya birê me Jîn-Hyûk. Ewî înkar kir eskeriyêda qulix ke, lema jî wî kirine kelê. Wêderê, ew kifş kiribûn, wekî bona hewcên hine girtiya xem bike, yên ku kelêda başqe girtî bûn. Lê îzina wî tune bû derheqa Kitêba Pîroz tevî wan xeber de. Ewî Yehowara bona mêrxasiyê dua dikir, wekî mecala bivîne wan girtiyara şedetiyê bide (Karên Şandiya 5:29). Ew dibêje: “Yehowa caba duayên min da. Ewî mêrxasî û bîlanî da min, wekî ez bikaribim hînbûnên Kitêba Pîroze, weke pênc deqa ber derê her girtîkî derbaz kim. Lê êvara, min neme dinivîsî û roja din dida girtiya”. Em dikarin bawer bin, ku Yehowa wê alî me jî bike, wekî em xizmetiya xwe bînin sêrî. Mîna Jîn-Hyûk, em jî dikarin bona mêrxasî û bîlaniyê dua bikin.

14. Çi dikare alî me bike himberî problêma sebir kin? (1 Petrûs 5:6, 7)

14 Alîkariyê ji Yehowa bixwaze, wekî himberî problêma sebir kî. Gelek ji me cûre-cûre derda dikişînin, mesele nexweşî, diltengî, mirina kesê nêzîk, derdên malbetê, zulm, peyketin û çetinayên din. Û tiştên usa ça pandemiya û şer, derdên me diha giran kirin. Derecên usada Yehowara dua bike û dilê xwe wîra veke. Çawa tu hevalekî xweyî nêzîkra besa xem û derdên xwe dikî, bi vî cûreyî Xwedêra jî besa xem û derdên xwe bike. Tu dikarî bawer bî, wekî Yehowa Xwedê bona te xem dike (Bixûne 1 Petrûs 5:6, 7).

15. Dua çawa dikare alî me bike “tengasiyada sebir kin”? Meselekê bîne.

15 Hergê em timê dua bikin, emê “tengasiyada sebir kin” (Romayî 12:12). Yehowa rind zane, wekî xizmetkarên wî çiqas derda dikişînin, Ew “zarînîya wan dibihê” (Zebûr 145:18, 19). Were em dîna xwe bidine serhatiya xûşka me Krîstîna. Ew 29 salî ye û ça pêşeng xizmet dike. Nişkêva ew qayîm nexweş ket û kete dêprêsiya giran. Paşê, ewê bihîst ku diya wê nexweşîke usa ketiye, ya ku nayê qenckirinê. Krîstîna dibêje: “Seva ku ez her roj sebir kim, min ji dil Yehowara dua dikir û ji wî lava dikir, ku qewatê bide min. Min berdewam dikir şixulên ruhanîva mijûl bim, herim civîna û hînbûna şexsî derbaz kim”. Usa jî ew dibêje: “Dua alî min dikir, ku ez rojên herî çetinda sebir kim. Min zanibû, ku Yehowa her gav tevî min e û ev yek qewat dida min. Rast e, ez zû qenc nebûm, lê Yehowa edilayî û dilekî rihet da min”. Were em tu cara bîr nekin, wekî Xwedê wê aminên xwe “ji cêribandina xilaz ke” (2 Petrûs 2:9).

Hergê tu (1) bona alîkariyê dua bikî, (2) li gora duayên xwe hereket bikî û (3) dostiya xwe tevî Yehowa qewî kî, tuyê himberî cêribandina amin bimînî (Binihêre abzasa 16-17

16. Çira cêribandinada mera alîkariya Yehowa lazim e?

16 Alîkariyê ji Yehowa bixwaze, wekî cêribandinada amin bimînî. Em merivne gunekar in, lema jî em gerekê her tiştî bikin, wekî himberî cêribandina şer kin. Dijminê me Mîrê-cina çi ji destê wî tê dike, wekî em cêribandinada amin nemînin. Mesele, ew usa dike, wekî em wedederbazkirinên necayîzva mijûl bin. Ew dixwaze ku hişê me tiştên xirabva tije be, wekî em gunên giran bikin (Marqos 7:21-23; Aqûb 1:14, 15).

17. Hergê me dua kiriye, seva ku em nekevin cêribandinê, paşî vê yekê em gerekê çi bikin? (Binihêre usa jî şikil.)

17 Mera alîkariya Yehowa lazim e, wekî em xwe ji tiştên nerast dûr bigirin. Carekê Îsa Xwedêra usa dua kir: “Me nebe cêribandinê, lê me ji yê xirab xilaz ke” (Metta 6:13). Yehowa hertim hazir e alî me bike, lê em gerekê bona vê yekê wîra dua bikin. Usa jî, gerekê em li gora duayên xwe hereket bikin. Em gerekê qewatê bidine xebatê, wekî guh nedin û nexûnin van tişta, yên ku dinya Mîrê-cinada bela bûyî ne, seva ku nekevine bin hukumê fikirên xirab (Zebûr 97:10). Gava em Kitêba Pîroz dixûnin û ser difikirin, vî çaxî fikirên baş dikevine hiş û dilê me. Çûyîna ser civata û belakirina mizgîniyê jî dikarin fikirên me biparêzin. Û Yehowa soz dide, ku emê ji qewata xwe der neyêne cêribandinê (1 Korintî 10:12, 13).

18. Her roj em gerekê çi bikin û çira ev yek gelek ferz e?

18 Van rojên paşin û çetinda, seva ku em Yehowara amin bimînin, her kes ji me gerekê hê zêde dua bike. Her roj bona duakirinê wede veqetîne. Yehowa dixwaze ku “em dilê xwe li ber wî vekin” (Zebûr 62:8). Pesinê Yehowa bide û bona hemû kirên wî razîbûna xwe jêra bide kifşê. Bona belakirina mizgîniyê, mêrxasiyê ji wî bixwaze. Ji Yehowa lava bike ku alî te bike, seva ku tu bikaribî himberî hemû çetinaya sebir kî û her cûre cêribandinada amin bimînî. Bira tu tişt û tu kes riya te negire, wekî her roj Yehowara dua bikî. Lê gelo Yehowa çawa caba duayên me dide? Gotara dinda, emê caba vê pirsa ferz bistînin.

KILAMA 42 Duayê Qulixkarê Xwedê

a Em dixwazin ku duayên me mîna wan nema bin yên ku em dostekî xweyî delalra dinivîsin. Lê carna ne haqas hêsa ye bona duakirinê wede bivînin. Û carna jî em nizanin bona çi dua bikin. Vê gotarêda emê derheqa van herdu fikirên ferz şêwir kin.

b Binihêre jûrnala Birca Qerewiliyê ya 1 Çileyê, sala 2015, rûp. 10, abz. 11.