Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 22

Ser “Riya Pîroz” Bimîne

Ser “Riya Pîroz” Bimîne

“Wê li wir rêke mezin hebe, wê jêra ‘Riya Pîroz’ bêjin” (ÎŞAYA 35:8, ÎM).

KILAMA 31 Gura Xwedêda Bin!

VÊ GOTARÊDA a

1-2. Cihûyên ku Babîlonêda diman, gerekê kîjan safîkirina ferz bikirana? (Ezra 1:2-4)

 ROJA azabûnê hat! Paşî dîltiya 70 salî Babîlonêda, padşa îzin da Cihûya vegerin welatê xwe (Bixûne Ezra 1:2-4). Tenê Yehowa dikaribû tiştekî usa mezin bike. Em çira usa dibêjin? Çimkî Împêriya Babîlonê dîlê xwe bernedidan (Îşaya 14:4, 17). Lê rojekê, bajarê Babîlonê aliyê serwêrekî dinva hate zeftkirinê. Ewî îzin da Cihûya vegerin welatê xwe. Lê lazim bû, wekî her Cihûyek, îlahî serên malbetê, safî kin hela ji Babîlonê derkevin, yan wêderê bimînin. Bi rastî, ev safîkirin hêsa nîbû. Gelo çira?

2 Bona kesên emirda mezin, ev rêke dûr û gelekî zemet bû. Him jî heçî zef Cihû Babîlonêda hatibûn bûyînê û wana welatekî din nas nedikirin. Bona wan, Îsraêl welatê kal-bavên wan bû. Hine Cihû Babîlonêda gelek dewletî bibûn. Lema jî, diqewime bona wan çetin bû mal-milkê xwe û dikanên xwe bihêlin, û welatekî xerîbda cî-war bin.

3. Çi kerem hîviya wan Cihûyên amin bûn, yên ku dixwestin vegerin Îsraêlê?

3 Bona Cihûyên amin, vegerin welatê xwe Îsraêlê, hêjayî her tiştî bû. Çimkî bona wan keremên herî mezin hebandina Yehowa bû. Babîlonêda zêdetirî 50 paristgehên pûtparista hebûn, lê paristgeha Yehowa tune bû. Wêderê, bona qurbananîna li gora Qanûna Mûsa, ne qurbangeh ne jî kahînên kifşkirî hebûn, wekî qurbana bînin. Usa jî, vî şeherîda heçî zef meriv, xudanên qelp dihebandin, ne ku Yehowa. Lema jî bi hezara Cihûyên xwedêxof, hizreta wê rojê bûn, ku vegerin welatê xwe û dîsa wêderê Yehowa bihebînin.

4. Yehowa çi soz dabû Cihûyên ku safî kiribûn vegerine Îsraêlê?

4 Rêwîtiya ji Babîlonê heta Îsraêlê gelek zemet bû û weke çar meha dikişand. Lê Yehowa soz dabû, ku wê hemû çetinaya ji riya wan bide hildanê. Ewî bi saya Îşaya pêxember got: “Li beriyê riya Xudan amade bikin, li çol û deştê ji bo Xwedayê me rêke mezin vekin. . . . Wê dera xwar rast bibe. Û derên asê bibin deşt” (Îşaya 40:3, 4, ÎM). Hela bide ber çevê xwe rêke ku nava çol, deşta û orta çiyara derbaz dibe. Dewsa ku rêwî ser rêke zemet hilkişiyana çiya û daketana geliya û ser bilindciyara rê biçûna, wanra wê diha hêsa bûya ser rêke rast û dûzra biçûna, û him jî wê zû bigihîştana cî. Bona rêwiya evê rêke gelek xweş û hêsa bûya!

5. Navê riya sîmbolîk, ya ku ji Babîlonê diçû Îsraêlê, çi bû?

5 Roja îroyîn, gelek rê bi nav yan hejmara têne kifşkirinê. Riya sîmbolîk, ya ku Îşaya pêxember besa wê kiribû, navê wê jî hebû. Ewî gotibû: “Wê li wir rêke mezin hebe, wê jêra ‘Riya Pîroz’ bêjin. Wê zilamê nepak wêderêra derbaz nebe” (Îşaya 35:8, ÎM). Gelo ev soz, bona Îsraêliyên wî çaxî çi dihate hesabê? Lê bona me ev çi tê hesabê?

“RIYA PÎROZ”, BERÊ Û ÎRO

6. Çima vê rêra digotin “pîroz”?

6 “Riya Pîroz” navekî çiqas xweş e! Çira vê rêra digotin “pîroz”? Çimkî nava van Îsraêliyada, kîjan ku vegeriyabûn ser erdê xwe, cî bona ‘kesên nepak’ tune bû, dêmek bona wan Cihûya, yên ku bênamûsî dikirin, pût dihebandin yan jî gunên giran dikirin. Cihûyên ku vegeriyabûn welatê xwe, “miletekî buhurtî-jibare” bû (Qanûna Ducarî 7:6). Lê ev yek nedihate hesabê, ku wana gerekê xwe neguhasta, seva ku Yehowa ji wan razî bûya.

7. Hine Cihûya gerekê kîjan guhastin bikirana? Meselekê bîne.

7 Çawa jorê hatibû gotinê, heçî zef Cihû Babîlonêda hatibûne bûyînê, û gelek ji wan hînî edet û fikirên Babîloniya bibûn. Gelek sal paşî vê yekê, ku Cihûyên pêşin vegeriyabûn Îsraêlê, Ezra dît, ku hinek Cihû qîzên pûtparistra zewicîn (Derketin 34:15, 16; Ezra 9:1, 2). Paşê, Nehemiya Welî dît, wekî zarên ku Îsraêlêda hatibûn bûyînê, zimanê Îbranî nizanibûn (Qanûna Ducarî 6:6, 7; Nehemiya 13:23, 24). Gelo zimanê Îbranî çira usa ferz bû? Zimanê Îbranî, zimanê sereke bû, ser kîjanî Xebera Xwedê hatibû nivîsarê. Lema jî, seva ku Yehowa hiz bikin û wîra xizmet kin, lazim bû ku ewana vî zimanî rind fem bikin (Ezra 10:3, 44). Xêncî vê yekê lazim bû, wekî wan Cihûya guhastinên mezin bikirana. Ev yek wê welatê Îsraêlêda hêsa bûya, çimkî wêderê hebandina Yehowara hêdî-hêdî dihate vegerandinê (Nehemiya 8:8, 9).

Gelek qirne pêşiya sala 1919 D.M., mêrên xwedêxof, riya derketina ji Babîlona Mezin hazir kiribûn (Binihêre abzasa 8)

8. Tiştên ku gelek wext pêşda qewimîbûn, çira îro bona me kêrhatî ne? (Binihêre şikilê ser rûyê pêşin.)

8 Diqewime hinek usa difikirin: “Rast e, ev yek hewas e, lê tiştên ku berê hatibûn serê Cihûya, bona me çi tê hesabê?” Vê yekê em îro dikarin beramberî rêwîtiya ser “Riya Pîroz” bikin. Em gişk, him kesên bi ruh kifşkirî him jî ‘pezên din’ gerekê ser “Riya Pîroz” herin. Ev yek alî me dike, wekî em timê Yehowara xizmet kin û bigihîjine keremên, ku Xwedê wê bi saya Padşatiya xwe bide me b (Yûhenna 10:16). Ji sala 1919 D.M., bi mîlyona jin, mêr û zar ji Babîlona Mezin, dêmek ji rêlîgiya qelp derketine û derbazî ser vê riya sîmbolîk bûne. Dibeke tu jî ser vê rê yî. Rast e, ev rê weke 100 sal pêşda hatibû vekirinê, lê şixulên bona hazirkirina vê rê, bi qirna pêşda hatibû destpêkirinê.

HAZIRKIRINA “RIYA PÎROZ”

9. Li gora Îşaya 57:14, “Riya Pîroz” çawa hatibû hazirkirinê?

9 Yehowa soz dabû Cihûyên ku ji Babîlonê derketibûn, wekî Ewê hemû çetinayên ser riya wan bide hildanê (Bixûne Îşaya 57:14). Lê dewrana meda, em dikarin derheqa “Riya Pîroz” çi bêjin? Bi qirna pêşiya sala 1919, Yehowa bi saya mêrên amin rê vekir, dêmek alî geleka kir, wekî ji Babîlona Mezin derên (Beramber ke Îşaya 40:3). Bi saya vê yekê, hîm hatibû danînê, wekî merivên dilsax ji Babîlona Mezin derkevin û bikevine cineta ruhanî û Yehowara xizmet kin.Lê ev şixul çawa dihate kirinê? Were em dîna xwe bidine hine tişta, yên ku bona vê yekê hatibûne kirine.

Gelek qirna, mêrên xwedêxof, riya derketina ji Babîlona Mezin hazir dikirin (Binihêre abzasa 10-11)

10-11. Neşirkirin û welgerandina Kitêba Pîroz çawa rê vekir, wekî Xebera Xwedê diha baş bê femkirinê? (Binihêre usa jî şikil.)

10 Neşirkirina Kitêba Pîroz. Heta weke sala 1450, Kitêba Pîroz bi desta dihate kopîkirinê. Ev yek gelek wext distand, û kopiyên Kitêba Pîroz him hindik bûn, him jî biha bûn. Lê bi saya mekîna neşirkirinê, Kitêba Pîroz îda hêsa dihate neşirkirinê û belakirinê.

11 Welgerandina Kitêba Pîroz. Bi qirna, Kitêba Pîroz heçî zef ser zimanê Latînî hebû, zimanekî ku tenê kesên xwendî fem dikirin. Çaxê xebata neşirkirinê diha pêşda çû, merivên xwedêxof xîret dikirin, wekî Kitêba Pîroz ser wan zimana welgerînin, ser kîjanî heçî zef meriva xeber didan. Çaxê meriva Kitêba Pîroz dixwend, wana dikaribû hînkirinên rêlîgiya xwe û hînkirinên Kitêba Pîroz beramberî hev kin. Bi vî cûreyî, wana dikaribû fem kin, wekî Xebera Xwedê bi rastî çi hîn dike.

Mêrên xwedêxof, riya derketina ji Babîlona Mezin hazir dikirin (Binihêre abzasa 12-14) c

12-13. Qirna 19-da, kesên ku Kitêba Pîroz lêkolîn dikirin, çawa nerastiya dînên qelp eşkere dikirin? Meselê bîne.

12 Hacetên bona lêkolîna Kitêba Pîroz. Merivên ku bi xîret Xebera Xwedê dixwendin û lêkolîn dikirin, gelek tiştên teze pêdihesiyan. Çaxê wana tiştên ku hîn dibûn, kesên dinra gilî dikirin, serwêrên rêlîgî gelek hêrs diketin. Mesele, qirna 19-da, hine mêrên xîret, destpêkirin belavoka derheqa nerastiya dînên qelp bela kin.

13 Weke sala 1835-da, mêrekî xwedêxof bi navê Hênrî Gryû, belavoka derheqa halê miriya neşir kir. Vê belavokêda, ewî bi saya Nivîsarên Pîroz îzbat kir, wekî jîyîna her-heyî pêşkêşa ji Xwedê ye, ne ku ruhekî nemirî ye, çawa ku gelek rêlîgiya hîn dikirin. Sala 1837-da, merivekî bi navê Corc Stors, gava trênêda bû, kopîke vê belavokê dît. Paşî xwendina wê belavokê, ew îzbat bû, wekî ewî rastî dîtiye. Ewî safî kir, wekî derheqa vê yekê kesên dinra jî gilî ke. Sala 1842-da, ewî çend gotar derheqa halê miriya xwend. Ev hînkirin, ser xortekî cahil bi navê Çarlz Têîz Rassêl, gelek hukum kir.

14. Rassêl bira û hevalên wî çawa ji şixulên ruhanî, yên ku berê hatibûn kirinê, kar standin? (Binihêre usa jî şikil.)

14 Rassêl bira û hevalên wî, ça ji şixulên ruhanî, yên ku berê hatibûn kirinê, kar standin? Lêkolînên xweda, wana dikaribû bidine xebatê ferheng û gelek welgerandinên Kitêba Pîroz, yên ku pêşda hatibûn hazirkirinê. Usa jî, lêkolînên Kitêba Pîroz yên Hênrî Gryû, Corc Stors û hine kesên din, bona wan kêrhatî bûn. Birê Rassêl û hevalên wî jî, ev şixulê ruhanî pêşda dibirin. Mesele, wana gelek kitêb, belavok û têmên derheqa Kitêba Pîroz neşir kirin.

15. Sala 1919-da çi qewimî?

15 Sala 1919-da, xizmetkarên Xwedê ji hukumê Babîlona Mezin aza bûn. Wê salê, “xulamê amin û serwaxt” eyan bû. Ev kom wextda, alî kesên dilsax dikir, wekî ewana bikevine ser “Riya Pîroz” (Metta 24:45-47). Bi saya xebata van mêrên xîret û xwedêxof, kesên ku hatibûn ser vê rê, dikaribûn derheqa Yehowa û nêta wî diha zêde pêbihesin (Metelok 4:18). Usa jî, wana dikaribû li gora xwestina Yehowa bijîn. Yehowa hîviyê nîbû, ku xizmetkarên wî hemû guhastinên lazim carekêra bikin. Dewsa vê yekê, ewî alî xizmetkarên xwe dikir, wekî ewana hêdî-hêdî bêne guhastinê (Binihêre çargoşe bi navê “ Yehowa Xizmetkarên Xwe Hêdî-Hêdî Pêşda Dibe”). Gava ev roj bê ku em bikaribin bi hemû kirên xwe dilê Xwedê şa kin, emê gelek bextewar bin! (Kolosî 1:10)

“RIYA PÎROZ” HÊ VEKIRÎ YE

16. Ji sala 1919, “Riya Pîroz” çawa tê tezekirinê? (Îşaya 48:17; 60:17)

16 Hemû rê timê têne tezekirinê. Ji sala 1919, ser “Riya Pîroz” gelek xebat têne kirinê. Bi vî cûreyî, diha zêde meriv dikaribûn ji Babîlona Mezin derkevin. “Xulamê amin û serwaxt”, yê ku teze hatibû kifşkirinê, destpêkir vê yekêda kar bike. Sala 1921-da, wana kitêba bi navê Lîrê Xwedê neşir kir, ya ku alî kesên teze dikir rastiyên Kitêba Pîroz hîn bin. Nêzîkî 6 mîlyon kopiyên wê kitêbê, ser 36 zimana hatibûn neşirkirinê. Bi saya wê kitêbê, gelek meriv riya rastiyê nas kirin. Kitêba herî teze, ya ku bona derbazkirina hînbûna Kitêba Pîroz derketiye, ev heye Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê! Wan rojên paşin, Yehowa bi saya teşkîleta xwe, sifreke têr-tije bi xwarina ruhanî hazir kiriye. Ev xwarina ruhanî alî me dike, wekî em timê ser “Riya Pîroz” bimînin (Bixûne Îşaya 48:17; 60:17).

17-18. “Riya Pîroz” berbi çi dibe?

17 Her kesê, ku destpêkiriye Kitêba Pîroz hîn be, mecal ketiye destê wî wekî ser “Riya Pîroz” bimeşe. Hine meriv tenê wexteke kin ser vê rê ne. Lê hine meriv jî heta ku bigihîjin nêta xwe, bi dil û can dixwazin ser vê rê bimînin. Gelo nêta wan çi ye?

18 “Riya Pîroz” kesên bi ruh kifşkirî dibe “buhişta” Xwedêye ser ezmana (Eyantî 2:7). Lê bona kesên ku bawer dikin, wekî wê heta-hetayê ser erdê, cinetêda bijîn, ev rê wê wana xilaziya Padşatiya Hezarsalî bigihîne bêqisûrtiyê. Hergê tu ser vê rê yî, pişt xwe nenihêre. Heta ku tu bigihîjî dinya teze, riya xwe şaş neke! Em bi dilgermî dibêjin: “Tu bi xêr bigihîjî cî”!

KILAMA 24 Werin ser Çiyayê Yehowa

a Yehowa riya sîmbolîk, ya ku ji Babîlonê diçû Îsraêlê, ça “Riya Pîroz” nav kir. Dewrana meda jî, Yehowa bona cimeta xwe rê hazir kiriye. Ji sala 1919 D.M., bi mîlyona meriv ji Babîlona Mezin derketin û ketine ser “Riya Pîroz”. Em gerekê heta xilaziyê ser vê rê bimînin.

b Binihêre kitêba Pêxembertiya Îşaya, Para II, rûp. 56-57.

c ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Rassêl bira û hevalên wî, hacetên bona lêkolîna Kitêba Pîroz didane xebatê, yên ku bi qirna pêşda hatibûne hazirkirinê.