Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 21

Yehowa Çawa Caba Duayên Me Dide?

Yehowa Çawa Caba Duayên Me Dide?

“Em zanin ku ew her tiştên ku em jê dixwazin dibihê, usa jî em zanin çi ku em jê dixwazin, emê bistînin” (1 YÛHENNA 5:15).

KILAMA 41 Bavo, Duayê Min Bibihê

VÊ GOTARÊDA a

1-2. Diqewime em cara derheqa çi berxwe dikevin?

 TU QE berxwe ketî hela Yehowa caba duayên te dide yan na? Hergê erê, tu tenê nînî, çimkî gelek xûşk-bira bona vê yekê berxwe dikevin, îlahî gava dikevine tengasiya. Çaxê em kul-derda dikişînin, mera çetin e bivînin, ku Yehowa bi rastî guh dide duayên me, yan na.

2 Emê niha bivînin, ku em çira dikarin bawer bin, wekî Yehowa guh dide duayên xizmetkarên xwe (1 Yûhenna 5:15). Usa jî, emê dîna xwe bidine van pirsa: Çira carna usa tê kifşê, qey tê bêjî Yehowa caba duayên me nade? Gelo Yehowa çawa caba duayên me dide?

YEHOWA CARA CABA ME USA NADE ÇA EM HÎVIYÊ NE

3. Yehowa çira dixwaze ku em wîra dua bikin?

3 Kitêba Pîroz dibêje, ku Yehowa ji dil me hiz dike û em ber çevê wî gelek qîmet in (Hagay 2:7; 1 Yûhenna 4:10). Lema jî, ew dilê me qewî dike, ku em bi saya dua alîkariyê ji wî bixwazin (1 Petrûs 5:6, 7). Ew dixwaze, ku em nêzîkî wî bin û himberî çetinaya ser kevin.

Yehowa Dawid ji destê dijmina xilaz kir û usa caba duayên wi da (See paragraph 4)

4. Em ji ku zanin wekî Yehowa caba duayên xizmetkarên xwe dide? (Binihêre usa jî şikil.)

4 Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî Yehowa gelek car caba duayên xizmetkarên xwe dabû. Were em dîna xwe bidine mesela Dawid Padşa. Temamiya emirê wî, dijminên wî hebûn, û ewî gelek car alîkarî ji Yehowa dixwest. Carekê, ewî ji dil got: “Ya Xudan, duayê min bibihê! Guh bide hêwarza min, bi heqî û aminîya Xwe caba min bide!” (Zebûr 143:1). Yehowa duayê Dawid bihîst û wî xilaz kir (1 Samûyêl 19:10, 18-20; 2 Samûyêl 5:17-25). Dawid bi baweriya qewî got: “Xudan nêzîkî wan hemûya ye, kîjan ku gazî Wî dikin”. Em jî dikarin vê yekêda bawer bin (Zebûr 145:18).

Yehowa qewat da Pawlosê şandî ku sebir ke, u usa caba duayên wi da (See paragraph 5)

5. Gelo berê Yehowa timê li gora xwestina xizmetkarên xwe caba duayên wan dida? Meselekê bîne. (Binihêre usa jî şikil.)

5 Yehowa cara usa caba duayên me nade çawa ku em dixwazin. Were em dîna xwe bidine mesela Pawlosê şandî. Ewî ji Xwedê reca dikir, wekî ew ji stirûya ku bedena wîda bû, lê xilaz ke. Pawlosê şandî sê cara hema derheqa vî derdê xwe dua kir. Gelo Yehowa caba duayên wî da? Erê, lê ne usa çawa ku Pawlos hîviyê bû. Dewsa ku ji vî derdî lê xilaz ke, Yehowa qewat da wî, wekî ew bikaribe timê bi aminî wîra xizmet ke (2 Korintî 12:7-10).

6. Cara çira usa tê kifşê, qey tê bêjî Yehowa caba duayên me nade?

6 Cara dibeke em jî caba duayên xwe usa nestînin, çawa ku em dixwazin. Lê em dikarin bawer bin, wekî Yehowa rind zane, ku ça bi cûrê lapî baş alî me bike. Ew “dikare her tiştî hê zêde ke, ne çawa em dixwazin yan difikirin” (Efesî 3:20). Lema jî, ew dikare ne ku çawa em dixwazin û difikirin, lê cûrekî mayîn caba me bide.

7. Çira gerekê em cara cûrê duayên xwe biguhêzin? Meselekê bîne.

7 Gava em zelal fem bikin, ku xwestina Yehowa çi ye, emê îda li gora xwestina wî dua bikin. Were em dîna xwe bidine mesela birê me Martîn Poytzîngêr. Hine wext şûnda paşî zewacê, ew kete girtîgeha Natsîsta. Sêrîda ewî ji Yehowa reca dikir, ku ew ji girtîgehê derkeve, wekî jina xwe xwey ke û mizgîniyê bela ke. Lê paşî du heftiya, ewî qe nîşanek jî nedît, ku Yehowa wê ji girtîgehê wî derxe. Lema jî ewî destpêkir usa dua bike: “Yehowa lava dikim, nîşanî min ke wekî tu dixwazî ez çi bikim”. Paşê, ewî dîna xwe dida halê birên din, yên girtîgehêda. Gelek ji wan bona malbetên xwe berxwe diketin. Paşê birê Poytzîngêr destpêkir usa dua bike: “Yehowa şikir ji tera bona vê cabdariya teze. Alî min bike, wekî ez dilê birên xwe qewî kim û hêlanê bidime wan”. Ewî girtîgehêda neh sala xût ev yek dikir!

8. Çaxê em dua dikin, gerekê em çi bîr nekin?

8 Gerekê em bîr nekin, wekî Yehowa wê nêta xwe wextda bîne sêrî. Nêta wî ev e, ku hemû problêma bide hildanê, ji bo çi jî em kul-derda dikişînin, mesele teşqelên tebiyetê, nexweşî û mirinê. Yehowa wê nêta xwe bi saya Padşatiya xwe bîne sêrî (Daniyêl 2:44; Eyantî 21:3, 4). Lê heta hingê, Yehowa dihêle ku Mîrê-cina serwêrtiya vê dinyayê bike b (Yûhenna 12:31; Eyantî 12:9). Hergê Yehowa problêmên dinyayê niha bide hildanê, wê usa bê kifşê, ku bin serwêrtiya Mîrê-cinada her tişt baş e. Rast e, em hîviyê ne ku sozên Yehowa Xwedê bêne sêrî, lê ew me bê alîkarî nahêle. Niha emê bivînin ku Yehowa çawa tê hewara me.

ÇAWA YEHOWA CABA DUAYÊN ME DIDE

9. Yehowa çawa dikare alî me bike, wekî em safîkirinên baş bikin? Meselekê bîne.

9 Ew bîlaniyê dide me. Yehowa soz dide, ku ewê bîlaniya xwe bide me, wekî em safîkirinên baş bikin. Bîlaniya Xwedê mera lazim e, îlahî bona safîkirinên ku ser temamiya jîyîna me hukum dikin, mesele gava em difikirin bizewicin yan na (Aqûb 1:5). Were em dîna xwe bidine mesela xûşka me Marîya. c Ewê bi şabûn ça pêşenga hertim xizmet dikir. Lê rojekê, ew tevî birakî bû nas. Ew dibêje: “Çiqas hevaltiya me qewî dibû, haqas me hevdu hiz dikir. Min zanibû, ku ez gerekê safîkirinekê bikim. Lema jî min bona vê yekê gelek dua dikir. Ez hewcê rêberiya Yehowa bûm, lê min zanibû wekî Yehowa wê dewsa min safî neke”. Marîyayê ji Yehowa bîlanî dixwest, û ewê têderdixist, wekî Yehowa dengê wê dibihê. Gelo çawa? Çaxê ewê edebyetên me lêkolîn dikir, ewê gotarên baş bona pirsên xwe didît. Usa jî, şîreta dayîka wê alî wê kir, ku ew derheqa hestên xwe kûr bifikire. Axiriyêda ewê safîkirineke baş kir.

Yehowa çawa qewatê dide me, wekî em sebir kin? (Binihêre abzasa 10)

10. Li gora Fîlîpî 4:13, Yehowa çawa alî xizmetkarên xwe dike? Meselekê bîne. (Binihêre usa jî şikil.)

10 Xwedê qewatê dide me, wekî em sebir kin. Çawa ku Yehowa qewat dabû Pawlosê şandî, Ewê qewatê bide me jî, wekî em himberî tengasiyên xwe sebir kin (Bixûne Fîlîpî 4:13). Were em dîna xwe bidinê, ku Yehowa çawa alî birakî bi navê Bênjamên kiriye. Cahiltiya xweda, Bênjamên û malbeta wî gelek sala Afrîkayêda, zoma reviyada diman. Bênjamên dibêje: “Min timê Yehowara dua dikir û ji wî lava dikir, ku qewatê bide min, wekî ez bikaribim dilê wî şa kim. Yehowa hiş û dilê min rihet dikir, qewat dida min, wekî ez berdewam kim mizgîniyê bela kim, û Ewî bi saya edebyeta alî min dikir ku ez baweriyêda qewî bimînim”. Usa jî, ew dibêje: “Min ji xwendina serhatiyên xûşk û bira fem dikir, ku Yehowa çawa qewat dida wan, wekî ewana sebir kin. Evê yekê dilê min qewî dikir, ku ez Xwedêra amin bimînim”.

Qe Yehowa bi saya xûşk-bira alî te kiriye? (Binihêre abzasa 11-12) d

11-12. Yehowa çawa dikare bi saya xûşk-bira caba duayên me bide? (Binihêre usa jî şikil.)

11 Xwedê bi saya xûşk-bira alî me dike. Şeva pêşiya mirina xwe, Îsa ji dil Yehowara dua kir. Ewî ji Yehowa lava dikir, wekî ew ber çevê meriva ça yekî ku kifiriya dike neyê hesabê. Dewsa vê yekê Yehowa birakî wî, dêmek melekek şand, ku dilê Îsa qewî ke (Lûqa 22:42, 43). Îro jî Yehowa dikare bi saya xûşk-bira, mesele yên ku mera têlê dixin yan jî serîkî me dixin, alî me bike. Em gişk dikarin mecala bigerin ku hevdu bi “gotineke qenc” qewî kin (Metelok 12:25).

12 Were em dîna xwe bidine serhatiya xûşka me Mîrîamê. Paşî mirina mêrê xwe, ew çend heftiya malda tenê bû. Ew xemgîn bû û dilê wê gelek dêşiya. Ew timê digiriya û lazim bû, ku ew dilê xwe kesekîra veke. Ew dibêje: “Qewata min tunebû, wekî kesekîra têlê xim, lema jî min bi hêsira Yehowara dua kir. Min hela hê duayê xwe xilaz nekiribû, kesekî minra têlê xist. Ew rûspî bû, hevalekî delal”. Ew tevî jina xwe ber dilê Mîrîamêda hatin. Mîrîam bawer bû, wekî Yehowa wî birayî hêlan kir, ku jêra têlê xe.

Yehowa çawa dikare kesên din hêlan ke, wekî alî me bikin? (Binihêre abzasa 13-14)

13. Yehowa çawa dikare bi saya kesên din caba duayên me bide? Meselekê bîne.

13 Xwedê dikare bi saya kesên nebawer jî alî me bike (Metelok 21:1). Cara Yehowa bi saya wan meriva jî, ku wîra xizmet nakin, alî xizmetkarên xwe dike. Mesele, seva ku Nehemiya vegere Orşelîmê û bajêr tezeda ava ke, Yehowa dilê Artahşaşt Padşa nerm kir, wekî ew Nehemiya berde (Nehemiya 2:3-6). Îro jî, Yehowa dikare bi saya kesên, ku xizmetkarên wî nînin, alî me bike.

14. Serhatiya xûşka me Sû Hîng çawa dilê te qewî kir? (Binihêre usa jî şikil.)

14 Xûşkeke bi navê Sû Hîng bawer e, ku Yehowa bi saya doxdirekî alî wê kiriye. Kurê wê ji nexweşiya psîxolojî gelek êş dikişand. Paşî qezîke giran, ewê tevî mêrê xwe xebata xwe hîştin ku bona wî xem bikin. Axiriyêda halê wan aliyê matêriyalîda xirab bû. Xûşka me got, ku derdê wê haqas giran bû, wekî ewê îda nikaribû sebir kira. Ewê Yehowara dua kir, dilê xwe wîra vekir û alîkarî xwest. Doxdirê kurê wê got, ku wê îlacekî bona wan bike. Bi alîkariya wî, wana ji dewletê alîkarî stand û xwera maleke erzan dîtin. Paşê xûşka me got: “Me dît ku destê Yehowa Xwedê ser me ye. Ew bi rastî duayên me dibihê” (Zebûr 65:2).

BONA DÎTIN Û QEBÛLKIRINA CABA YEHOWA, BAWERÎ LAZIM E

15. Xûşkekê çawa fem kir, wekî Yehowa caba duayên wê dida?

15 Yehowa heçî zef eşkere caba duayên me nade. Lê cabên ku em distînin alî me dikin, wekî em Bavê xweyî ezmanara amin bimînin. Lema jî dîna xwe bidê, ku Yehowa çawa caba duayên te dide. Xûşkeke bi navê Yoko difikirî, ku Yehowa caba duayên wê nade. Lê paşê, ewê destpêkir her tiştî xwera binivîse, çi ku ji Yehowa lava dikir. Wext şûnda, gava ewê nivîsara xwe nihêrî, ewê fem kir, wekî Yehowa caba gelek duayên wê dabû, hela hê caba van dua jî, yên ku ewê îda bîr kiribû. Cara em gerekê bifikirin, ku Yehowa çawa caba duayên me daye (Zebûr 66:19, 20).

16. Çaxê em dua dikin, em ça dikarin baweriya xwe bidine kifşê? (Îbranî 11:6)

16 Gelo em çawa dikarin baweriya xwe bidine kifşê? Gerekê em Yehowara dua bikin û paşê caba duayên me çi cûre jî bê dayînê, wê yekê bi dil û can qebûl kin (Bixûne Îbranî 11:6). Were em dîna xwe bidine mesela birê me Mayk û jina wî Krîsî. Nêta wan ew bû, wekî Beytelêda xizmet bikin. Mayk dibêje: “Me gelek sala blanka bona xizmetkirina Beytelêda tije dikir û timê bona vê yekê dua dikir, lê em nehatine teglîfkirinê”. Mayk û Krîsî bawer bûn, wekî Yehowa diha baş zane, ku çawa wana bi cûrê lapî baş xizmetiyêda bide xebatê. Çi ji destê wan dihat wana dikir. Wana ça pêşengên hertim, ciyên ku alîkarî lazim bû, xizmet dikirin, û wana piştgiriya proêktên avakirinê dikir. Roja îroyîn, ew ça berpirsiyarê rêvî xizmet dike. Mayk dibêje: “Yehowa cara ne li gora xwestina dilê me, lê bi cûrê diha baş caba duayên me dide”.

17-18. Li gora Zebûr 86:6, 7, em dikarin baweriya xwe çi bînin?

17 Bixûne Zebûr 86:6, 7. Dawid Padşa bawer dikir, wekî Yehowa duayên wî him dibihê him jî caba wî dide. Tu jî dikarî vê yekêda bawer bî. Meselên vê gotarêda nîşan dikin, ku Yehowa dikare bîlanî û qewatê bide me, wekî em sebir kin. Dibeke ew bi saya xûşk-bira, yan jî bi saya kesên ne bawermend, alî me bike.

18 Em zanin wekî Yehowa caba duayên me dide, lê cara ne usa çawa ku em dixwazin. Tiştên ku mera lazim in, ew wexta rastda dide me. Lema jî, her gav dua bike û bawer be, ku Yehowa dengê te dibihê. Tu dikarî bawer bî, wekî Yehowa wê te bibe xweyî û dinya tezeda “xwestinên dilê te bide te” (Zebûr 37:4).

KILAMA 46 Ji Te Razî ne Yehowa

a Yehowa soz dide, ku hergê duayên me li gora xwestina wî bin, ewê caba me bide. Gava em dikevin tengasiya, em dikarin bawer bin, ku Xwedê wê alî me bike, wekî em jêra amin bimînin. Vê gotarêda emê bivînin, ku Yehowa çawa caba duayên me dide.

b Gotara ji Birca Qerewiliyê, ya meha Hezîranê, sala 2017 bi navê “Dîna Xwe Bidin ser Pirseke Lape Ferz” şirovedike, ku Yehowa çira îzinê dide, wekî Mîrê-cina serwêrtiya vê dinyayê bike.

c Hine navên vê gotarêda hatine guhastinê.

d ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Dayîkek tevî qîza xwe revî ne welatekî din. Wêderê, xûşk-bira bi dilgermî wana silav dikin û alî wan dikin.