Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 18

KILAMA 1 Hunurên Yehowa

Îtbariya Xwe “Hakimê Temamîya Dinyayê” Bîne!

Îtbariya Xwe “Hakimê Temamîya Dinyayê” Bîne!

“Nabe ku hakimê temamîya dinyayê dîwana rast neke?”(DESTPÊBÛN 18:25).

VÊ GOTARÊDA

Ev yek ku merivên nerast wê ji mirinê rabin yan na, ça rem û heqiya Yehowava girêdayî ye? Vê gotarêda emê caba vê pirsê bistînin.

1. Yehowa çi ders da Birahîm?

 CAREKÊ, Yehowa bi saya melekekî Birahîmra got, ku Ewê bajarên Sodom û Gomorayê kuta ke. Rast e baweriya Birahîm gelek qewî bû, lê dîsa jî ewî Yehowa pirs kir: “Gelo tevî neqenca tê rasta jî unda kî? . . . Ev yek nabe ku hakimê temamîya dinyayê dîwana rast neke?” Yehowa bi sebir alî dostê xwe Birahîm kir, wekî ew derseke ferz hîn be: Xwedê wê tu car merivên rast qir neke. Ev ders bona me jî kêrhatî ye û berdiliyê dide me (Destpêbûn 18:23-33).

2. Em çira dikarin bawer bin, ku Yehowa timê bi heqî û remtiyê dîwanê dike?

2 Em dikarin bawer bin, ku gava Yehowa dîwanê dike, ew timê vê yekê bi heqî û rema mezin dike, çimkî ew dilê meriva divîne (1 Samûyêl 16:7). Belê, Kitêba Pîroz dibêje, ku Yehowa ‘dilê hemû meriva zane’ (1 Padşatî 8:39; 1 Dîrok 28:9). Bîlaniya Yehowa gelek mezin e û em nikarin hemû qirarên wî fem kin. Pawlosê şandî derheqa Yehowa Xwedê usa got: “Kî dikare dîwankirina wî fem bike!” (Romayî 11:33, ÎM).

3-4. Carna dibeke em bona çi ber xwe kevin, û vê gotarêda emê çi şêwir kin? (Yûhenna 5:28, 29)

3 Diqewime bal me jî pirsên usa pêşda bên, çawa ku cem Birahîm pêşda hatibûn. Dibeke em ber xwe kevin û bifikirin: “Gelo ew merivên, ku Yehowa Sodom û Gomorayêda qir kiribû, wê bikaribin dîsa bijîn? Gava “neheqê ji mirinê rabin”, gelo hinek ji wan wê bêne saxkirinê? (Karên Şandiya 24:15)

4 Were em bînin bîra xwe, ku em derheqa rabûna ji mirinê çi zanin. Van paşwextiya, me femkirina teze stand derheqa wan meriva, yên ku “wê bona jiyînê rabin” û yên ku wê “bona dîwanê” rabin a (Bixûne Yûhenna 5:28, 29). Ji bo vê femkirina teze, hine guhastinên din jî lazim bûn. Vê gotarêda û gotara dinda, emê derheqa van guhastina şêwir kin. Pêşiyê emê bivînin, ku em derheqa dîwanên Yehowaye rast çi nizanin, paşê jî emê bivînin ku em çi zanin.

TIŞTÊN KU EM NIZANIN

5. Berê edebyetên meda derheqa merivên ji Sodom û Gomorayê çi dihate gotinê?

5 Gelo halê wan meriva wê ça be, kîjana ku Yehowa ça merivên nerast hesab dike? Berê edebyetên meda dihate gotinê, ku bona wan meriva, yên Sodom û Gomorayêda hatine qirkirinê, tu gumana saxkirinê tune ye. Lê çaxê me derheqa vê têmayê diha zêde dua kir û lêkolîn kir, me fem kir, ku em nikarin bêjin, wekî em vê pirsêda sed selefî rast in. Gelo çira?

6. Kîjan serhatî dîwanên Yehowaye miqabilî merivên nerast nîşan dikin û em çi nizanin?

6 Were em dîna xwe bidine çend meselên din. Hine serhatiyên Kitêba Pîroz dîwanên Yehowaye miqabilî merivên nerast nîşan dikin. Mesele, Yehowa wedê Tofanê xêncî Nuh û malbeta wî tu kes sax nehîşt. Usa jî Ewî ferman da Îsraêliya, ku ewana heft miletên Erdê Sozdayîda qir kin. Carekê jî Ewî bi saya melekekî şevekêda 185 000 eskerên Asûrê kuşt (Destpêbûn 7:23; Qanûna Ducarî 7:1-3; Îşaya 37:36, 37). Gelo ev serhatî îzbat nakin, wekî Yehowa ser heta-hetayê wana qir kiriye û hêviya wan tune ye, ku ji mirinê rabin? Na. Em çira dikarin vê yekê bêjin?

7. Em derheqa merivên ku Tofanêda qir bûn û derheqa Kenaniyên ku hatine kuştinê, çi nizanin? (Binihêre şikilê pêşin.)

7 Em nizanin ku çi cûreyî Yehowa dîwana her kesî dikir. Usa jî em nizanin, wekî mecala her kesê ku hatibû kuştinê hebû, yan na, wekî Yehowa nas ke û tobe bike. Derheqa Tofanê Kitêba Pîroz dibêje, wekî Nuh pêxember “rastî dannasîn dikir” (2 Petrûs 2:5). Çaxê Nuh gemî çêdikir, gelo ewî fermana Xwedê gîhande her kesî? Kitêba Pîrozda derheqa vê yekê nayê gotinê. Mîna vê yekê, em nizanin hela mecala her kesê xirab ji miletên Kenanê hebû, ku Yehowa nas ke û ji riya xweye xirab vegere.

Nuh û malbeta wî gemiyê çêdikin. Em nizanin pêşiya ku Tofan destpêbûya, Nuh hemû merivara besa dîwana Xwedê kir, yan na (Binihêre abzasa 7)


8. Em derheqa cimeta Sodom û Gomorayê çi nizanin?

8 Lê em çi dikarin bêjin derheqa merivên ji Sodom û Gomorayê? Lût, yê ku merivekî rast bû, nav wanda dijît. Gelo Lût xebera Xwedê gîhande her kesê ku wêderê dijît? Em vê yekê nizanin. Hemikî cimeta ji wan bajara merivên xirab bûn, lê gelo hemûya zanibû ku çi rast e û çi na? Bîne bîra xwe, ku mêrên bajêr dixwestin xirabiyê li mêvanên Lût bikin. Kitêba Pîroz dibêje ku “ji çûka heta mezina” dora mala wî girt in (Destpêbûn 19:4; 2 Petrûs 2:7). Gelo em bi rastî zanin, ku Xwedayê dilovan Yehowa wê ji cimeta Sodom û Gomorayê tu kesî ji mirinê raneke? Na. Yehowa Birahîmra gotibû, ku şeherda 10 merivên rast jî tune ne (Destpêbûn 18:32). Ewana merivne nerast bûn, lema Yehowa bi heqî wana qir kir. Lê gava merivên neheq “ji mirinê rabin”, gelo cimeta ji Sodom û Gomorayê tu kes wê ji mirinê neyê rakirinê? Em vê yekê nizanin!

9. Em derheqa Silêman Padşa çi nizanin?

9 Ji aliyê dinva jî, Kitêba Pîroz besa hine merivên rast dike, yên ku paşê bûne kesên nerast. Mesele, Silêman Padşa derheqa rêyên Yehowa hatibû hînkirinê û ji Yehowa gelek kerem standibû. Dîsa jî ewî destpêkir xudanên qelp bihebîne. Yehowa ji bo gunên wî gelek hêrs ket û rûyê vê yekêda cimeta Îsraêl bi qirna diçerçirî. Kitêba Pîroz dibêje, wekî paşê Silêman Padşa “mir û gihîşt bav û kalên xwe”. Nava van kal bavada, kesên amin, yên mîna Dawid Padşa hebûn (1 Padşatî 11:5-9, 43, ÎM; 2 Padşatî 23:13). Gelo ev yek, ku Silêman usa hate definkirinê, tê hesabê ku ewê ji mirinê bê rakirinê? Kitêba Pîrozda derheqa vê yekê nayê gotinê. Lê gelo Kitêba Pîroz nabêje, wekî “ewê ku miriye, ew ji gune azabûyî ye”? (Romayî 6:7) Belê, lê ev yek nayê hesabê ku hemû kesên mirî wê ji mirinê bêne rakirinê. Rabûna ji mirinê pêşkêşeke ji Xwedayê dilovan e. Ew vê pêşkêşê dide wan meriva, kîjanara ku dixwaze mecalê bide, wekî heta-hetayê jêra xizmet kin (Îbo 14:13, 14; Yûhenna 6:44). Gelo wê Silêman Padşa evê pêşkêşê bistîne? Tenê Yehowa caba vê pirsê zane. Û em bawer in, wekî Yehowa wê safîkirina rast bike.

TIŞTÊN KU EM ZANIN

10. Yehowa ser qirkirina meriva ça dinihêre? (Hezeqêl 33:11) (Binihêre usa jî şikil.)

10 Bixûne Hezeqêl 33:11. Kitêba Pîrozda, Yehowa mera dibêje, ku ew ser qirkirina meriva ça dinihêre. Çawa Hezeqêl pêxember, Petrûsê şandî jî nivîsiye, wekî Yehowa “naxwaze tu kes unda be” (2 Petrûs 3:9). Bi saya van xeberên ji bîna ber Xwedê, em zanin wekî Yehowa derbêra bi qirkirina herheyî meriva ceza nake. Ew gelek dilovan û rem e, û hergê lazim e, ew remê hindava meriva dide kifşê.

Gava kesên nerast ji mirinê bêne rakirinê, mecala geleka wê hebe derheqa Yehowa hîn bin (Binihêre abzasa 10)


11. Kê ji mirinê wê neyne rakirinê û em vê yekê ji ku zanin?

11 Em derheqa kesên ku wê ji mirinê neyêne rakirinê çi zanin? Kitêba Pîroz tenê besa çend kesa b dike, yên ku wê ji mirinê neyêne rakirinê. Mesele, Îsa gotibû, wekî Cihûda Îsxeryot wê ji mirinê neyê rakirinê (Markos 14:21; usa jî binihêre Yûhenna 17:12) c. Cihûda bi hemdê xwe himberî Yehowa û Kurê wî derket (Usa jî binihêre Markos 3:29) d. Usa jî, Îsa got wekî hine serwêrên rêlîgî jî, yên ku miqabilî wî derdiketin, wê ji mirinê neyêne rakirinê (Metta 23:33; usa jî binihêre Yûhenna 19:11). Pawlosê şandî jî gotibû, wekî kesên ku himberî rastiyê dertên, wê ji mirinê neyêne rakirinê (Îbranî 6:4-8; 10:29).

12. Em derheqa rema Yehowa çi zanin? Meselê bîne.

12 Ji aliyê dinva jî, em derheqa rema Yehowa çi zanin? Gelo ewî ça nîşan kiriye, wekî ew “naxwaze tu kes unda be”? Bide ber çevê xwe ku Yehowa rema xwe hindava wan merivada jî dida kifşê, yên ku gunên giran kiribûn. Mesele, Dawid Padşa him bênamûsî kir, him jî kesekî neneheq da kuştinê. Lê paşê Dawid tobe kir û Yehowa bi dilovanî baxşande wî (2 Samûyêl 12:1-13). Minaşe Padşa emirê xweda gelek xirabî dikir, lê gava ewî tobe kir, Yehowa rema xwe hindava wîda da kifşê û baxşande wî (2 Dîrok 33:9-16). Ji van mesela em fem dikin, wekî Yehowa hazir e bibaxşîne meriva çaxê bona vê yekê menî heye. Kesên usa wê ji mirinê bêne rakirinê, çimkî wana anî ser xwe, ku gunên wan gelek giran in û wana tobe kir.

13. (a) Yehowa çira rema xwe hindava bineliyên Nînewayê da kifşê? (b) Îsa derheqa bineliyên Nînewayê çi got?

13 Usa jî, em zanin wekî Yehowa rema xwe hindava cimeta Nînewayê da kifşê. Xwedê gote Ûnis: “Neheqîyên wan gihîştine li ber perê ezmên, ÎM”. Lê gava wana gunên xwe tobe kir, Yehowa bi dilovanî baxşande wan. Rema Wî ji rema Ûnis mezintir bû. Gava Xwedê rema xwe hindava cimeta Nînewayê da kifşê, Ûnis hêrs ket. Lema jî Xwedê anî bîra Ûnis, wekî bineliyên Nînewayê çep û rast ji hev dernaxin (Ûnis 1:1, 2; 3:10; 4:9-11). Bi qirna şûnda, Îsa bi saya vê meselê dîna meriva kişande ser heqî û rema Yehowa. Ewî got, wekî bineliyên Nînewayê, yên ku tobe kirin, wê “Roja Dîwanê tevî wî nisilî rabin” (Metta 12:41).

14. Cimeta Nînewayê wê ça bê dîwankirinê?

14 Çi tê hesabê, wekî cimeta Nînewayê wê “Roja Dîwanê” bê rakirinê? Îsa derheqa axiriyê got, wekî hine kes wê “bona dîwanê” bêne rakirinê (Yûhenna 5:29). Vê rêzêda ewî besa Serwêrtiya xweye Hezarsalî kir. Wî çaxî, him yên rast him jî yên nerast wê ji mirinê bêne rakirinê (Karên Şandiya 24:15). Kesên nerast wê bêne saxkirinê, wekî bêne dîwankirinê, dêmek Yehowa û Îsa wê binihêrin hela ewana guh didine vê yekê çi ku hîn dibin, yan na. Hergê merivekî ji Nînewayê bê saxkirinê, lê paşê nexwaze Yehowara xizmet ke, Yehowa wê îzinê nede wî, wekî ew bijî (Îşaya 65:20). Lê kesên ku safî kin wekî bi aminî Yehowara xizmet kin, wê bikaribin heta-hetayê bijîn (Daniyêl 12:2).

15. (a) Çira em gerekê nebêjin, wekî ji cimeta Sodom û Gomorayê tu kes wê neyê saxkirinê? (b) Giliyên ji Cihûda 7 ça dikarin bêne femkirinê? (Binihêre çargoşe “ Cihûda Çi Dixwest Bigota?”)

15 Gava Îsa besa cimeta Sodom û Gomorayê kir, ewî got ku “Roja Dîwanê”, halê wan wê ji halê kesên ku wî û gotinên wî înkar dikirin, çêtir be (Metta 10:14, 15; 11:23, 24; Lûqa 10:12). Bi wan giliya Îsa çi dixwest bigota? Gelo ewî gîpêrbola e da xebatê, ku nîşan ke wekî merivên ku guh nadine wî, ji cimeta Sodom û Gomorayê xirabtir in? Ça tê kifşê na. Îsa got, ku bineliyên Nînewayê wê bi rastî ji mirinê bêne rakirinê, û usa tê femkirinê ku li vir jî, Îsa raste-rast besa rabûna cimeta Sodom û Gomorayê dikir. Tê kifşê, wekî her du cara jî Îsa xût besa “Roja Dîwanê” dikir. Mîna bineliyên Nînewayê, cimeta Sodom û Gomorayê jî xirabî kiribûn. Lê mecala bineliyên Nînewayê hebû, wekî tobe bikin, lê cimeta Sodom û Gomorayêra mecaleke usa nehatibû dayînê. Usa jî bîne bîra xwe, wekî Îsa derheqa rabûna bona dîwankirinê çi gotibû. Kesên ku xirabî kiribûn jî, wê bêne saxkirinê (Yûhenna 5:29). Lema jî usa tê femkirinê, ku hine merivên ji Sodom û Gomorayê wê ji mirinê bêne rakirinê, û dibeke mecala me hebe, ku alî wan bikin wekî ewana Yehowa û Îsa nas kin.

16. Yehowa ça safî dike hela kesekî ji mirinê rake, yan na? (Yêremya 17:10)

16 Bixûne Yêremya 17:10. Ji vê rêzê em divînin ku Yehowa ça dîwanê dike. Belê Yehowa dil û fikirê meriva zane. Ewê li gora kirên meriva safî ke, ku wana ji mirinê rake, yan na. Hergê lazim be, Yehowa wê remê hindava merivada bide kifşê. Lema jî, hergê Kitêba Pîroz derheqa kesekî raste-rast nabêje, ku ewê ji mirinê neyê rakirinê, em gerekê xwexa vê yekê nebêjin.

HAKIMÊ TEMAMIYA DINYAYÊ WÊ DÎWANA RAST BIKE

17. Gelo halê miriya wê çawa be?

17 Ji wî çaxîva, ku Adem û Hewa ketine ber bayê Mîrê-cina û miqabilî Yehowa derketin, bi mîlyarda meriv mirine. Mirin bi rastî jî dijminê me ye (1 Korintî 15:26). Gelo halê van miriya wê çawa be? Paşî saxkirinê 144 000 Mesîhî, wê ça kesên nemirî ser ezmana bijîn (Eyantî 14:1). Lê heçî zef ji xizmetkarên Yehowa, wê ça kesên rast bêne saxkirinê, û hergê ewana wedê Serwêrtiya Îsaye Hezarsalî û wedê cêribandina paşin amin bimînin, ewana wê heta-hetayê ser erdê bijîn (Daniyêl 12:13; Îbranî 12:1). Wedê Serwêrtiya Hezarsalî, mecala kesên nerast wê hebe, wekî xwe biguhêrin û bibine xizmetkarên Yehowaye amin. Nav wanda kesên ku xirabî kiribûn û kesên ku tu car Yehowara xizmet nekiribûn jî wê hebin (Lûqa 23:42, 43). Lê hine meriv haqas xirab bûn û bi xwestina xwe himberî Yehowa û nêtên wî derketibûn, ku Yehowa wê wana ji mirinê raneke (Lûqa 12:4, 5).

18-19. (a) Em dikarin çida bawer bin? (Îşaya 55:8, 9) (b) Gotara dinda emê çi şêwir kin?

18 Gelo em dikarin sed selefî bawer bin, ku gava Yehowa dîwana meriva dike, ew timê safîkirina rast dike? Belê! Birahîm fem kir, ku Yehowa hakimê temamiya dinyayê ye û bîlanî û rema wî mezin e. Yehowa cabdarî daye destê Kurê xwe, wekî dîwana meriva bike (Yûhenna 5:22). Him Bav him Kur zanin, wekî dilê merivada çi heye (Metta 9:4). Lema jî ewana wê hertim ya rast bikin!

19 Were em baweriya xwe Yehowa û safîkirinên wî bînin. Ev şixulê me nîne, ku dîwana meriva bikin (Bixûne Îşaya 55:8, 9). Lema jî were em vê yekê bidine destê Yehowa û Kurê wî. Em zanin, wekî Îsa wê bi cûrê bêqisûr li gora heqî û rema Bavê xwe hereket bike (Îşaya 11:3, 4). Lê gelo em derheqa dîwana Xwedê, ku ewê wedê tengasiya mezin bike, çi nizanin û çi zanin? Gotara dinda emê derheqa vê yekê şêwir kin.

KILAMA 57 Mizgîniyê Bidine Her Cûre Meriya

b Derheqa Adem, Hêwayê û Qayîn, binihêre Birca Qerewiliyê, 1 Çileyê, sala 2013, abz. 12, spartin.

c Xebera “yê mirinêra dayî” ku Yûhenna 17:12-da tê gotinê, dihate hesabê ku çaxê Cihûda Îsxeryotî mir, ew ser heta-hetayê hate kutakirinê, dêmek bê gumana saxkirinê.

d Bona hê zêde înformasiya, ser jw.org binihêre gotara bi navê “Çi Tê Hesabê Gunê ku Nayê Baxşandinê?

e Gîpêrbola didine xebatê wekî gilî-gotinekî diha mezin kin, yan jî bi vê yekê nihêrandina xwe bidine kifşê. Lê giliyên Îsa derheqa Sodom û Gomorayê, ça kifş e raste-rast bûn, ewî gîpêrbola neda xebatê.