Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 20

KILAMA 67 “Xizmet ke”

Bi Hezkirinê Mizgîniyê Bela kin

Bi Hezkirinê Mizgîniyê Bela kin

“Gerekê pêşiyê nav hemû miletada mizgînî bê belakirinê” (MARKOS 13:10).

VÊ GOTARÊDA

Emê bivînin ku hezkirin ça alî me dike, wekî bi dil û can mizgîniyê bela kin.

1. Ser civata hersalî ya 2023, em çi pêhesiyan?

 SER civata hersalî ya sala 2023 a, femkirina me derheqa hine hînkirina hatine zelalkirinê, û me derheqa xizmetiyê hine elametiyên hewas stand. Mesele, em pêhesiyan wekî paşî kutakirina Babîlona Mezin jî, dibeke mecala hine meriva hebe, ku aliyê xizmetkarên Yehowa bigirin. Usa jî em pêhesiyan, wekî ji meha Mijdarê, sala 2023, îda nelazime, ku mizgînvan hesabên xizmetiya xwe tesmîl kin. Gelo ev yek tê hesabê, wekî xizmetiya me îda ne usa ferz e? Hemikî na!

2. Xizmetiya me çira roj bi roj diha ferz dibe? (Markos 13:10)

2 Wext hindik maye, lema jî xizmetiya me çiqas diçe diha ferz dibe. Were em şêwir kin, ku Îsa derheqa şixulê xizmetiyê, ya rojên meda, çi pêxembertî kir (Bixûne Markos 13:10). Li gora kitêba Metta, Îsa got, wekî pêşiya ku “xilzaî” bê, mizgînî wê ser temamiya dinyayê bê belakirinê (Metta 24:14). Vê rêzêda, “xilzaî” tê hesabê xilaziya vê dinya xirab, û Yehowa ‘roj û siheta’ vê xilaziyê kifş kiriye (Metta 24:36; 25:13; Karên Şandiya 1:7). Roj bi roj, em diha nêzîkî xilaziyê dibin (Romayî 13:11). Û heta hingê, em gerekê mizgîniyê bela kin.

3. Em çira mizgîniyê bela dikin?

3 Em gerekê ser vê pirsa ferz bifikirin: Gelo em çira mizgîniyê bela dikin? Çimkî em mizgîniyê û meriva hez dikin û ya lape ferz ev e, ku em Yehowa û navê wî hez dikin. Were em vê yekê şêwir kin.

EM MIZGÎNIYÊ HEZ DIKIN

4. Gava em elametiya baş distînin, em ça xwe texmîn dikin?

4 Bînin bîra xwe we çi texmîn kir, gava tiştekî gelek baş emirê weda qewimî. Mesele, çaxê we bihîst, ku malbeta weda wê zar bê bûyînê, yan jî we xebateke usa dît, ku wera gelek lazim bû. Heçî zef meriv, mizgîniya usa baş, zû digihînin hemû heval û merivên xwe. Gelo te jî usa nekir, gava tu derheqa mizgîniya lape baş pêhesiyayî, dêmek derheqa Padşatiya Xwedê?

5. Gava te cara pêşin derheqa rastiya Kitêba Pîroz bihîst, te çi ser xwe texmîn kir? (Binihêre usa jî şikil.)

5 Bîne bîra xwe ku gava te cara pêşin derheqa rastiya Kitêba Pîroz bihîst, te çi texmîn kir. Mesele, te fem kir, ku Bavê teyî ezmana te hez dike û dixwaze wekî tu nav xizmetkarên wîda bî. Usa jî tu pêhesiyayî, wekî ewî soz daye, ku wê kul-derda bi temamî bide hildanê û dinya tezeda merivên teyî hezkirî ji mirinê rake (Markos 10:29, 30; Yûhenna 5:28, 29; Romayî 8:38, 39; Eyantî 21:3, 4). Ev rastiyên Kitêba Pîroz şabûneke mezin kirine dilê te, usa nîne? (Lûqa 24:32) Çi tu pêhesiyayî, gelek te xweş hat û te destpêkir derheqa vê yekê her kesîra gilî kî (Beramber ke Yêremya 20:9).

Gava me cara pêşin mizgînî bihîst, me dixwest her kesîra gilî kira (Binihêre abzasa 5)


6. Em ji serhatiya Êrnêst û Roûz çi hîn dibin?

6 Gava birakî meyî bi navê Êrnêst b weke 10 salî bû, bavê wî mir. Ew dibêje: “Ez difikirîm, gelo ew çûye ser ezmana, yan ser heta-hetayê betavebûye. Min hevsûdiya wan zara dikir, bavê kîjana hebû”. Êrnêst timê diçû ser mezelê bavê xwe û ser çoka usa dua dikir: “Xwedê reca dikim, ez dixwazim bizanibim bavê min kîderê ye”. Weke 17 sal paşî mirina bavê wî, jêra derheqa hînbûna Kitêba Pîroz gotin, û ewî bi dil û can qebûl kir. Gava ew pêhesiya ku li gora Kitêba Pîroz, mirî xeweke kûrda nin, haş tiştekî tune ne û rojekê wê bêne saxkirinê, ew gelek şa bû (Waîz 9:5, 10; Karên Şandiya 24:15). Axiriyêda ewî caba hemû pirsên xwe stand, kîjan ku bi sala lê diçerçirandin! Rastiyên Kitêba Pîroz, yên ku Êrnêst pêdihesiya, dilê wî şa dikirin. Kulfeta wî Roûz jî hînbûna Kitêba Pîroz bi dil û can qebûl kir û mizgîniya derheqa Padşatiya Xwedê şabûneke mezin dikire dilê wê jî. Sala 1978-da, herd jî hatine nixumandinê. Wana bi dil û can malbeta xwera, heval û merivên dinra derheqa rastiyên qîmet gilî dikirin, û wede şûnda, bi saya xîreta wan, 70 merivî zêdetir hatine nixumandinê.

7. Gava hezkirina derheqa rastiya Kitêba Pîroz dikeve dilê me, çi diqewime? (Lûqa 6:45)

7 Belê, gava hezkirina derheqa rastiya Kitêba Pîroz dikeve dilê me, em dixwazin hemû merivara derheqa vê yekê gilî kin (Bixûne Lûqa 6:45). Qirna yekêda şagirtên Îsa usa gotibûn: “Em nikarin bona wan tiştên ku me xwexa dîtin û bihîstin nekine dengî” (Karên Şandiya 4:20). Mîna wan, em jî rastiya Kitêba Pîroz gelek hez dikin û dixwazin hemû merivara gilî kin.

EM MERIVA HEZ DIKIN

8. Em çira dixwazin mizgîniyê hemû merivara gilî kin? (Binihêre çargoşe “ Meriva Hez kin—Şagirta Hazir kin.) (Binihêre usa jî şikil.)

8 Em jî mîna Yehowa û Kurê wî Îsa, meriva hez dikin (Metelok 8:31; Yûhenna 3:16). Dilê me ser merivên ku “bê guman û bê Xwedê” ne, gelek dişewite (Efesî 2:12). Ewana problêmên xweda dixeniqin, lê bal me dermanê van derda heye, ev heye mizgîniya derheqa Padşatiya Xwedê. Em meriva hez dikin û dilê me dêşe çaxê em çev halê wan dikevin, lema jî em xîret dikin wekî mizgîniyê bigihînin wan. Mizgîniya xêrê gumanê dide meriva, alî wan dike ku emirê wan diha baş be û mecalê dide wan, wekî dinya tezeda “jiyîna ku rastî jiyîn e” bistînin (1 Tîmotêyo 6:19).

Em meriva hez dikin û dilê me ser wan dişewite, lema jî em xîret dikin, ku mizgîniyê bigihînine wan (Binihêre abzasa 8)


9. Em derheqa axiriyê çi elam dikin û çira? (Hezeqêl 33:7, 8)

9 Em meriva hez dikin, lema jî em dixwazin wekî ewana bizanibin, ku xilaziya vê dinya xirab îda nêzîk e (Bixûne Hezeqêl 33:7, 8). Dilê me ser hemû meriva dişewite, çimkî ewana Yehowa nas nakin û nizanin ku demeke nêzîkda “tengasîke usa mezin wê bibe, ku ji destpêbûna dinyayê heta niha mîna wê nebûye û ne jî wê bibe” (Metta 24:21). Em dixwazin, wekî ewana bizanibin, ku wedê dîwanê çi wê biqewime: Rêlîgiya qelp wê bê wêrankirinê û Harmegedonêda, dinya xirab wê bi temamî bê qirkirinê (Eyantî 16:14, 16; 17:16, 17; 19:11, 19, 20). Em bawer in, wekî gelek meriv wê guh bidine me û safî kin tevî me Yehowara xizmet kin. Lê gelo halê merivên me û kesên din, yên ku niha guh nadine me, wê çawa be?

10. Çira ferz e, wekî em berdewam kin merivara bêjin, ku zûtirekê wê çi biqewime?

10 Ça me gotara pêşiya vêda şêwir kir, diqewime Yehowa mecala xilazbûnê bide wan meriva, yên ku paşî kutakirina Babîlona Mezin, nihêrandina xwe biguhêzin. Hergê usa be, rastî jî gelek ferz e, wekî em bi xîret xebera Xwedê bigihînine meriva, çimkî tiştên ku em niha wanra dibêjin wî çaxî dikare bikeve bîra wan (Beramber ke Hezeqêl 33:33). Dibeke giliyên ku me wanra gotibû, dilê wan bigire û pêşiya wêrankirina vê dinya xirab, ewana safî kin tevî me Yehowara xizmet kin. Çawa ku serwêrê kelê ji bajarê Fîlîpyayê, paşî erdhejeke mezin nihêrandina xwe guhast, dibeke hine merivên, ku îro guh nadine me, paşî wêrankirina Babîlona Mezin nihêrandina xwe biguhêzin (Karên Şandiya 16:25-34).

EM YEHOWA Û NAVÊ WÎ HEZ DIKIN

11. Em çi cûreyî hurmet, rûmetê û qewatê didin Yehowa? (Eyantî 4:11) (Binihêre usa jî şikil.)

11 Usa jî, em mizgîniyê bela dikin, çimkî em Yehowa Xwedê û navê wîyî pîroz gelek hez dikin, û ev yek meniya lape ferz e. Bi saya xizmetiyê, em dikarin pesinê Xwedê bidin (Bixûne Eyantî 4:11). Yehowa bi rastî jî hêjayî hurmet, rûmetê û qewatê ye. Bi vê yekê ku em merivara îzbat dikin, wekî kaniya jîyînê Yehowa ye, em pesinê wî didin. Gava em çi ji destê me tê dikin, wekî wede, ênêrjiya û çi ku cem me heye, bona xizmetiyê xerc kin, bi vê yekê em qewata xwe didine Yehowa (Metta 6:33; Lûqa 13:24; Kolosî 3:23). Em Xwedê hez dikin, lema jî em derheqa wî gilî dikin. Usa jî, em dixwazin kesên dinra derheqa nav û xeyset-hunurên wî gilî kin. Gelo çira?

Gava em çiqas ji destê me tê, wede û ênêrjiya xwe xizmetiyêda xerc dikin, bi vî cûreyî em qewata xwe didine Yehowa (Binihêre abzasa 11)


12. Xizmetiyêda em ça navê Yehowa pîroz dikin?

12 Belê, em Yehowa hez dikin, lema jî em dixwazin navê wî pîroz kin (Metta 6:9). Mîrê-cina derheqa Yehowa tiştên derew gotiye, û em dixwazin wekî meriv haş vê yekê hebin (Destpêbûn 3:1-5; Îbo 2:4; Yûhenna 8:44). Xizmetiyêda em piştgiriya Yehowa dikin û kesên dilsaxra derheqa rastiya Wî gilî dikin. Em dixwazin, wekî her kes bizanibe, ku Xwedê hezkirin e, serwêrtiya wî rast û heq e, ku Padşatiya wî wê zûtirekê hemû kul-derda bide hildanê û usa jî şabûn û edilayê bîne ser erdê (Zebûr 37:10, 11, 29; 1 Yûhenna 4:8). Gava em xizmetiyêda derheqa van tişta xeber didin, em navê Yehowa bilind û pîroz dikin. Usa jî em firnaq dibin, ku em Şedên Yehowa ne, û xîret dikin, wekî layîqî vî navî bijîn. Gelo çi cûreyî?

13. Em çira firnaq dibin, ku em têne navkirinê Şedên Yehowa? (Îşaya 43:10-12)

13 Yehowa me ça şedên xwe nav dike (Bixûne Îşaya 43:10-12). Çend sal pêşda, nemekêda, ku ji Koma Rêberiyê bû, dihate gotinê: “Em gelek firnaq dibin, ku em têne navkirinê Şedên Yehowa c”. Gelo çira? Bide ber çevê xwe, wekî tu ber dîwanê sekinî yî û dixwazî ku kesek derheqa te şedetiyê bide. Gelo tuyê kesekî ça bijbêrî? Hemikî tuyê bona vê yekê kesekî bi îtbar û heq bijbêrî. Hema bi vî cûreyî, Yehowa me ça Şedên xwe bijartiye. Ew me rind nas dike û îtbariya xwe me tîne, ew îzinê dide ku em ber meriva Şedetiyê bidin, wekî Xwedayê rast tenê ew e. Em vê yekê ça cabdarîke mezin hesab dikin, lema jî em hemû mecala didine xebatê, wekî navê wî bidine naskirinê, derewên ku avîtin ser wî eşkere kin û navê Wîyî rast heq derxin. Bi vî cûreyî, em li gora navê ku ser me ye, hereket dikin û bona Yehowa Şedetiyê didin (Zebûr 83:18; Romayî 10:13-15).

EMÊ HETA XILAZIYÊ MIZGÎNIYÊ BELA KIN

14. Em çida bawer in?

14 Em gelek hîviya van qewimandina ne, yên ku wê zûtirekê biqewimin! Em bawer in, ku bi alîkariya Yehowa, gelek meriv pêşiya destpêka tengasiya mezin wê bêne ser riya rastiyê. Usa jî, em bawer in, ku wedê tengasiya mezin jî, hine meriv wê ji dinya Mîrê-cina derkevin û tevî me pesinê Yehowa bidin (Karên Şandiya 13:48).

15-16. Em gerekê çi bikin û heta kengê?

15 Şixulê me bi rastî jî gelek e. Em gerekê mizgîniya derheqa Padşatiya Xwedê ser temamiya dinyayê bela kin. Usa jî, em gerekê merivara bêjin, wekî xilaziya vê dinya xirab gelek nêzîk e. Bi saya şixulê ku em îro dikin, ewana wê wedê dîwankirinê bizanibin, wekî giliyên ku me elam dikir ji Yehowa Xwedê bûn (Hezeqêl 38:23).

16 Em hazir in çi bikin? Heta ku Yehowa mera bêje, wekî şixulê belakirina mizgîniyê îda temam bûye, were em mizgîniyê, meriva û ya lape ferz Yehowa û navê wî hez bikin û mizgîniyê bi dil û can bela kin!

KILAMA 54 “Eva ye Rê”

a Civata hersalî 7 Cotmehê, sala 2023, li Niyûbûrgê (Niyû York), Oda Civata Mezinda derbaz bû. Bernama vê civînê paşê ser JW Brodkastîngê® nîşan kirin, para pêşin meha Mijdarê, sala 2023, lê para duda meha Çileyê, sala 2024.

b Binihêre gotar bi navê “Kitêba Pîroz Jîyîna Meriva Diguhêze—Ez Ecêbmayî Mam Çaxê Min Cabên Zelal û bi Logîkî Stand, ji Birca Qerewiliyê, ya 1 Sibatê, sala 2015.